ji çapemenî û raya giştî re!
Di saetên şev ya roja 11'ê Îlonê de Yekîneyên Berxwedana Mexmûr û hêzên Pêşmerge li hemberî gundên Leçeka, Mehmudiye, Xirbanê, Reşîdiye û Fatima yên girêdayî bajaroka Mexmûr û destê çeteyên DAIŞ de bûn operasyonek hevpar hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Devamını oku: Li Mexmûrê Operasyon: Ji 20'an Zêdetir Çete Hatin Kuştin. 5 Gond Hatin Rizgarkirin
ji gelê me û raya giştî re!
Wek hêzên HPG-YJA STAR li rex YBŞ’ê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Şengal û gelê me yê Êzidî me têkoşîneke mezin pêş xist, gelê me ji komkujiyên mezin hatine rizgarkirin, gelek êrîşên çeteyan vala hatine derxistin û di dema wê de bersiv hatiye dayîn.
- Ayrıntılar
ji gelê me û raya giştî re!
Li Şengalê ji kêliya ku me berxwedan daye destpêkirin me hewl da em ewlekariya gelê xwe pêk bînin, li hemberî êrîşên dijmin parastineke aktîf pêş bixin. Hêzên me yên gerîla ev sekna xwe bi ruhekî fedayî pêş xistiye û hemû fedekarî kirine. Di kêliya wê de bersiv daye çeteyan û ev gav bi gav pêş xistiye.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 24’ê Tebaxê de hêzên me yên gerîla û yekîneyên YBŞ’ê bi hev re çalakiyek pêk anîn û di çalakiyê de 18 çete hatin kuştin. Di hinek çapemeniyên Başûrê Kurdistanê de çalakî ne weke ku hêzên me, mîna hêzên tevlî berxwedanê nebûne pêk hatiye, nîşan dan.
Devamını oku: Cuda Nîşandana Berxwedana Şengalê ne Exlaqî ye
ji çapemenî û raya giştî re!
Hêzên me yên gerîla di 22’ê Tebaxê de kontra ajanê bi navê Telo Uçar li navenda Tetwanê kuştine.
Ev hêman ê qestî nirxên têkoşîna azadiya Kurdistan mal û canê gelê me kiriye, di serî de Rêhevala me Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) bûye sedema şehadeta gelek hevalên me. Ev kontra ajan ji aliyê hêzên me yên herêmê ve li nêzî mala xwe hatiye kuştin.
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 21’ê Tebaxê de li gundên Melazgir ên Mûşê li ser navê hêzên me yên gerîla komeke kontrgerîla li gondê herêmê tevdigerin. Divê gelê me yê herêmê li hemberî vê yekîneya kontra hişyar be.