HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Hevrêyên me Abbas, Lorîn û Rawan li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê dema hewl didan cihê xwe biguherin, di encama kemîna dijmin de şehîd bûn.

Em hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û car din soza xwe dubare dikin ku xeyalên wan li Kurdistana azad bidin jiyîn. Hevrêyên me Abbas, Lorîn û Rawan rê nedan dagirkeran û hêza xurt a îradeya Apoyî nîşanî hemû cîhanê dan. Bi tevlîbûna xwe ya jiyan û şer mîrateyeke têkoşînê ya mezin ji me şopdarên xwe re hiştin. Hevrêyên me li ser xeta fedayî şer kirin û heya nefesa xwe ya dawî bêteredut destkeftiyên gelê me parastin. Ew ê bi pisporiyên xwe yên di taktîkên demê de, bi hevrêtiya xwe ya kûr, jiyana xwe ya dilnizm, sekna bi cesaret û tecrubeyên îdeolojîk her tim bên bîranîn. Bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan û hevrêtiyê re, wezîfeyên herî zehmet bi layiqî bi cih anîn û ruhê demê di xwe de şênber kirin. Hevrêyên me navên xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin. Hevrêyên me Abbas, Lorîn û Rawan bi fedayî şer kirin û bûn nemir. Bi tarzê fedayiya Apoyî bûn milîtanên mînak.

Li ser vî bingehî di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Abbas, Lorîn û Rawan em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê teqez hesreta şehîdên xwe Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne;


Nasnav: Abbas Baran

Nav û Paşnav: Yasîn Elî

Cihê Jidayikbûnê: Serêkaniyê

Navê Dayik – Bav: Cemîla – Faysal

Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Çileya 2025’an / Zap

Abbas Baran – Yasîn Elî


Nasnav: Lorîn Gever

Nav û Paşnav: Seher Komur

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayik – Bav: Yadîgar – Emîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Çileya 2025’an / Zap

Lorîn Gever – Seher Komur


Nasnav: Rawan Koçer

Nav û Paşnav: Malîk Kemal Suleyman

Cihê Jidayikbûnê: Şam

Navê Dayik – Bav: Emîne – Kemal

Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Çileya 2025’an / Zap

Rawan Koçer – Malîk Kemal Suleyman

Abbas Baran – Yasîn Elî - Gelê me yê Rojava ji bo partîbûn û artêşbûna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kedên mezin dane û di dîroka me ya têkoşînê de cih girtiye. Rêbertiya me salên dirêj li vê qadê ked daye û ji vê qadê tevlîbûnên zêde li Tevgera me çêbûne. Lewma hestên welatparêziya bi kok lê kûr bûne. Hevrêyê me Abbas li Serêkaniyê ku ev kevneşopî lê bi bandor e, hate dinê. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û ji derdora wî ya nêz tevlîbûn nava refên têkoşîna Azadiya Kurdistanê çêbûne, di temenekî zû de Partiya me nas kir. Bi exlaqê Kurdê qedîm a ji malbata xwe girtî, kesayeta hevrêyê me şêwe girt, bi çîrokên gerîlayên bûne efsane mezin bû. Hevrêyê me Abbas li hemberî Partiya me xwedî mereqeke mezin bû, di her firsendê de hewl da Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hîn ji nêztir nas bike. Hevrêyê me 8 salan li dibistanên sîstemê dewam kir. Ji ber ku nedikarî bi azad zimanê xwe baxive û timî nasnameya wî di bin zextê de bû, li dijî vê sîstemê dest bi lêpirsînên kûr kir. Perwerdeya sîstemê berda û ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, di karên cuda de xebitî. Kesayeteke kedkar qezenc kir û bi kesayeta xwe ya gihiştî ji aliyê derdora xwe ve hate hezkirin, her tim fikrên wî hatine guhdarkirin. Di her dema jiyanê de bû xwedî sekneke bi rûmet û bi pîvan û li her cihê ku çûyê, ev taybetmendiyên xwe parast û pêş xist. Dema ku çirûskên destpêkê yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava hatin vêxistin, bi kelecaneke mezin û xwesteka azadiyê tevlî xebatên şoreşê bû. Di vê pêvajoyê de naskirina kadroyên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, bandoreke mezin li hevrêyê me Abbas kir û ev yek bû sedem ku hîn xurttır û bi biryar tevlî xebatan bibe. Hevrêyê me Abbas xebatên xwe ti carî bes nedît û ji bo gelê me bibe xwedî siberojeke azad, bawer kir ku divê hîn zêdetir di nava têkoşînê de cih bigire. Hevrêyê me tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû û biryar da ku di navenda berxwedanê de cih bigire. Di sala 2012’an de ku Şerê Gel ê Şoreşgerî li Bakurê Kurdistanê bû sedemê bandorên mezin, tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Abbas tevlî nava refên gerîla bû û xeyal û hesreta xwe ya herî mezin pêk anî. Di şexsê xalên xwe Abbas Baran – Xalit Şêx Elî û Abbas Baran – Qehreman Şêx Elî de ku di nava refên têkoşînê de şehîd bûne, ala têkoşînê ya şehîdên me dewr girt û bi rûmeteke mezin ala têkoşînê bilind kir. Hevrêyê me Abbas bi kesayeta xwe samîmî, xebatkar û dilnizm ji bo bi jiyana gerîla re bibe yek, zehmetî nekişand. Bi meraqeke mezin gelek tişt ji hevrêyên xwe fêr bû, tiştên fêr bûyî bi hevrêyên xwe re parve kir û pêş xist. Perwerdeya şervanên nû ji xwe re weke mîladek qebûl kir û felsefeya Apoyî esas girt ku xwe jinûve biafirîne. Bi berpirsyariyeke mezin tevlî her xebatê bû û esas girt ku wê xebatê bi ser bixîne. Li her cihê ku lê ye bi lez bi hevrêyên xwe re bû yek, bi kesayeta xwe ya pêşeng ji her hevrêyê xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Taybetmendiyên wî yên şervantiyê jî, di nava demek kurt de derket pêş. Bi perwerdeyên leşkerî di gelek qadên cuda de bû pispor û di şert û mercên demê ku tê guhertin de, xwe bi lez adapteyî şert û mercên zehmet kir. Ji bo bibe milîtanekî layiqê keda Rêber Apo, di her firsendê de dahûrandinên Rêbertî xwend û li ser tiştên ku xwendî lêhêrbûnên kûr jiyan kir û esas girt ku derbasî pratîkê bike. Bi saya tevlîbûna xwe ya bi xwestek û bêteredut, di demek kurt de milîtaniya Apoyî di kesayeta xwe de afirand.

Hevrêyê me Abbas bi şehîdên me re ku bi xwîna xwe nirxên me yên herî mezin afirandin, girêdaneke xurt çêkir. Rastiya ku PKK partiya şehîdan e, ti carî ji bîr nekir û di vê çarçoveyê de ket nava lêgerînê ku hîn zêdetir tevkariyê li têkoşînê bike. Ji bo xeyalên şehîdên me bi serketinê tacîdar bike, îdîaya xwe mezin kir û li ser xeta fedayiyan bû xwedî meş. Tevlî xebatên Hêzên Taybet bû, îdîaya xwe hîn mezintir kir û li ser xeta fedayîtiyê kûr bû. Ji bo şert û mercên herî zehmet xwe amade kir. Bû xwedî sekneke milîtaniya fedayî ya Apoyî. Bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî, ji bo pêdiviyên pêvajoyê xwe amade kir û li her qadê bû xwedî pratîkek xurt. Kesayeta xwe ya milîtan û pêşeng, li her derê nîşan da û ji bo pêşketina hevrêyên xwe bû xwedî kedeke mezin. Hevrêyê me Abbas di gelek xebatên stratejîk ên Partiya me de cih girt, di ferqa hesasiyeta xebatên xwe de bû û wezîfeyên xwe bi serketineke hêja bi cih anî.

Hevrêyê me kîn û hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran timî zindî hişt û ji bo hesabê êşên ku mêtingeran bi gelê me dayî kişandin bipirse, her çalakiya ku tevlî bûyî weke derfetek mezin dît. Herî dawî derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû û li ser xeta serketinê bû xwedî pratîkek. Di çeperên berxwedanê de li dijî dagirkeran li cem hevrêyên xwe bi îradeyeke xurt şer kir û îradeya xurt a Apoyî nîşanî hemû cîhanê da. Hevrêyê me Abbas di gelek taktîkên gerîlatiyê de bû pispor û ji bo pratîkbûna tîmên gerîla yên bi nîv tevger ên profesyonel ked û hewldaneke mezin da. Hevrêyê me Abbas di gelek operasyonên şoreşgerî yên serketî de, li herî pêş cihê xwe girt. Hevrêyê me bi cesareta xwe hate naskirin û bi kesayeta xwe ya fedayî di her firsendê de bi ser dijmin de çû. Ti hevrêyên xwe li pey xwe nehişt. Hevrêyê xwe yê şehîd li ser milên xwe hilgirt, ji nav dagirkeran derxist û dîmenên ku her kes bûyî şahidê vê kêliya dîrokî, ji bo danasîna kesayet, îrade, bawerî, hezkirin û dilsoziya hevrêtiyê her peyv, her gotin nîvî hiştiye. Hevrêyê me Abbas rûmet û serbilindiya gelê me li ser milên xwe hilgirt û di hafizaya hemû gelên bindest de cih girt. Hevrêyê me Abbas dema bi hevrêyên xwe re cihê xwe diguhertin gelek caran diket kemînê û ji mesafeya nêz ket nava şer, carekê jî teredut nekir û berê guleya xwe da dagirkeran û heya kêliya xwe ya şehadetê jî bi fedayiyane şer kir.

Dilê hevrêyê me Abbas bi dilê Rêber Apo re avêt, bi dilsoziyeke xurt girêdayî şehîdên me yên nemir bû. Bi rengekî pir eşkere nîşanî me daye ku em çawa li dijî dijmin şer bikin û dilsoziya hevrêtiyê tê çi wateyê. Li ser vî bingehî em ê li ser rêya hevrêyê xwe Abbas bimeşin û teqez bigihijin serketinê.

Lorîn Gever – Seher Komur - Gelê me yê Geverê bi girêdana xwe ya bi kevneşopiya Kurdistanê, xaka qedîm û welatparêziya xwe hatiye naskirin û derketiye pêş. Hevrêya me Lorîn li vê bajarê ku bêhna berxwedan û têkoşînê jê tê, hate dinê. Ji ber ku malbata wî û derdora wî ya nêz welatparêz e, di temenekî zû de têkoşîna me nas kir. Li bajarê serhildanê Geverê jidayikbûn û mezinbûn, ji bo hevrêya me her tim bû çavkaniya serbilindiyê. Pir zû tevlî nava refên têkoşînê bû û di nava berxwedanê de mezin bû. Her çendî ku li dibistanên sîstemê rû bi rûyê polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk bimîne jî, bû jineke Kurd a ciwan ku ji bo azaftina zimanê xwe yê dayikê û jiyankirina çanda xwe israr kir. Hevrêya me bi demê re ket ferqa rolê klasîk a ku di nava sîstemê de hatî dayîna jinê û di vê pêvajoyê de rastiya dijmin hîn zêdetir fêm kir, dilsoziya xwe ya bi têkoşîna me re hîn xurttir kir. Bû heyranê gerîlayên YJA Starê yên ku pêşengiyê ji şerê bêhempa re dikin. Gerîlayan berdêlên mezin dane û destkeftiyên gelê me parastine, hevrêya me ev yek û karakterê mêtingeriyê yê dewleta Tirk a dagirker derxist zanebûnê. Li dijî şerê li Kurdistanê bêdeng nema û ji bo felsefeya jiyanê ya Rêbertî hîn nêztir nas bike, ket nava lêgerînê. Li dijî êrîşên qirkirinê yên ku çeteyên DAÎŞ’ê li hemberî Êzidiyan, jinên Kurd û gelê me pêk anî, bû xwedî hêrseke mezin û bawer kir ku divê teqez di nava têkoşînê de aktîf rol bilîze. Hevrêya me Lorîn li ser vê bingehê di sala 2014’an de berê xwe da refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê.

Perwerdeya gerîlatiya esas a li Herêmên Parastinê yên Medyayê dîtî, bi serketî temam kir û bi xwestekek mezin tevlî jiyana gerîla bû. Hevrêya me Lorîn ne biyaniyê çiyayên Kurdistanê bû, weke gerîlayeke jin a ku gihiştî azadiyê, ji bo ji bandorên nerênî yên sîstema kapîtalîst rizgar bibe ket nava lêhêrbûnên kûr û bi felsefeya Apoyî kesayeta xwe jinûve afirand. Ji bo bibe milîtanek pêşeng a Îdeolojiya Azadiya Jinê ku ji aliyê Rêber Apo ve bi kedên mezin hatiye afirandin, lêkolîn û lêhêrbûnên xwe kûr kir. Bi eşqek mezin tevlî jiyana bêhempa ya PKK’ê bû, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û moral di nava demek kurt de pêş ket. Ji bo bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî taybetmendiyên kesayeta milîtan di şexsê xwe de şênber bike, her tim ked da. Ji bo têkildarî jiyana gerîla tecrube qezenc bike û tiştên fêr bûyî bixe pratîkê, israr kir. Hevrêya me Lorîn tevî ku şervaneke nû jî bû, di jiyanê de bi roleke pêşeng rabû. Li her derê hêz da jiyana pîroz a Partiya me û têkiliyên hevrêtiyê. Ji bo li dijî êrîşên mêtingeran xaka pîroz a Kurdistanê bi hevrêyên xwe re biparêze, her tim xwe pêşniyar kir. Ji bo bibe layiqê keda Rêber Apo, di gelek xebatan de ked da. Hevrêya me Lorîn piştî pratîka xwe, tevlî pêvajoya perwerdeyê bû. Pirsgirêk û nebesiyên heyî bi hevrêyên xwe re lêpirsîn kir û ev yek kir zemînê pêşketinên hîn xurttir. Bi Parêznameyên Rêbertî û perwerdeya îdeolojîk, xwest bibe milîtaneke serketî ya YJA Starê. Hevrêya me li her qadê xeta jina azad bi layiqî temsîl kir, di taktîkên gerîla yên dema nû de bû pispor. Derbasî herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bû ku artêşa Tirk a mêtinger êrîşên xwe li ser herêmê zêdetir kir. Hevrêya me Lorîn di çeperê herî pêş de li dijî dagirkeran şer kir û di gelek çalakiyên bi bandor de cih girt. Hem di tîmên araziyê hem jî di tunelên şer de di berxwedana dîrokî de cih girt û bû şopdarê Bêrîtan û Zîlanan. Hevrêya me Lorîn ji bo gerîla taktîkên şerê afirêner bi rengekî bi bandor bixe nav pratîkê, ked da. Hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran di çalakiyên xwe de nîşan da.

Hevrêya me Lorîn nûneriya ruhê milîtaniya xurt a Partiya me PKK, PAJK’ê kir. Bi sekna xwe ya di jiyanê de û cesareta xwe ya di şer de, li pey xwe mîrateyeke têkoşînê ya xurt hişt. Hevrêya me Lorîn di kemîna dagirkeran de şehîd bû. Em soz didin ku xeyala wê ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

Rawan Koçer – Malîk Kemal Suleyman - Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo rastiya geleke li ber tunebûnê, jinûve afirand û derxist ser dika dîrokê. Li xaka pîroz a Kurdistanê ku ji aliyê mêtingeran ve belavî çar parçeyan hate kirin, hêvî car din derket holê. Di sala 1979’an de dema Rêber Apo derbasî Rojavayê Kurdistanê bû, gelê me yê Rojava Rêber Apo bi coşeke mezin pêşwazî kir, di tevahiya dîroka me ya têkoşînê de zarokên xwe yên herî bi cesaret şand nava refên têkoşînê û bi rengekî bêteredut tevlî meşa azadiyê ya Rêber Apo bû. Hevrêyê me Rawan di nava malbateke me ya welatparêz de ku li Şamê di nava vê kevneşopiya pîroz û berxwedêr de cih digire, hate dinê. Hevrêyê me di nava malbateke eslê xwe ji eşîra Kiçî û xwedî koka koçeriyê de, girêdayî nirx û çanda Kurdistanî mezin bû. Hevrêyê me Rawan ku di nava civakek zane û perwerdekirî de mezin bû, hîna di salên zarokatiya xwe de bû şahidê êrîşên dermirovî yên çeteyên DAÎŞ’ê. Bi vê pêvajoyê re her kes û her civakê dît ku bêyî xweparastinê nikare li ser piyên xwe bisekine. Hevrêyê me ji pêvajoya şerê dijwar bandor bû û weke wijdanî ket nava lêpirsînan. Hevrêyê me bawer kir ku divê teqez di nava têkoşînê de cih bigire, tevlî refên berxwedanê bû û li dijî êrîşên qirkirinê biryara parastinê da. Hevrêyê me yê ku demekê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hate dîlgirtin, xwesteka xwe ya têkoşînê mezin kir û ev dema zehmet derbas kir. Dema gihişt azadiya xwe, bi xwestekek mezin beşdarî xebatên Ciwanên Welatparêz û Şoreşger bû. Ji bo ciwanên Kurd bi zane bike, bêrawestan xebitî. Hingî ku rola ciwanan a di nava xebatên şoreşê de didît, hîn zêdetir bi têkoşînê re bû yek û hemû berpirsyariyên xwe bi cih anî. Hevrêyê me Rawan her roja borî xwesteka xwe ya ji bo têkoşînê mezin kir. Enerjiya xwe ya ciwantiyê di xebatan de nîşan da û di nava demek kurt de tecrubeyên mezin bi dest xist. Hevrêyê me berxwedana gerîla ya dîrokî ya li çiyayên Kurdistanê, ji nêz ve şopand. Ji bo bigihije gerîlatiyê, bû xwedî israrek mezin. Di sala 2020’an de ku êrîşên mêtingeran zêde bûn, hevrêyê me bawer kir ku bersiva herî baş bilindkirina berxwedanê ye. Tevlî refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû û xeyala xwe ya herî mezin pêk anî.

Hevrêyê me Rawan tevlîbûna nava refên gerîla weke gava xwe ya ewilî ya ji bo azadiyê nirxand, perwerdeyên xwe yên esas bi serketî temam kir. Bi daxwaza xwe ya fêrbûnê û tevlîbûna xwe ya bi kelecan hem di perwerdeyên leşkerî hem jî îdeolojîk de, di nava demek kurt de pêş ket. Hingî ku Rêber Apo xwend û fêm kir, lêhêrbûnên xwe kûr kir. Di kesayeta xwe de guhertinên bi kok afirand û dizanî ku dikare ji vê pêvajoya zehmet re bersiv. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe bû şervanek mînak. Bi eleqeya xwe ya bi taktîkên gerîla, di gelek qadên cuda de bi lez bû profesyonel. Derbasî qadên pratîk bû, derfet dît ku tişên fêr bûyî pêk bîne. Hevrêyê me li ser zanista xwe ya heyî tecrube jî zêde kir. Ji bo her wezîfeyê amade bû û ji bo wezîfeyên herî zehmet, timî destpêkê xwe pêşniyar dikir. Bi kesayeta xwe ya kedkar û bi tevlîbûna xwe ya bi coş, di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêyê me Rawan hingî ku jiyana pîroz a PKK’ê nas kir, xwe tevlî herikbariya jiyanê kir. Her roja borî xwe hîn zêdetir pêş xist û bû xwedî kesayeteke milîtan a xurt. Li qadên ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker lê zêde, hevrêyê me pratîk meşand û li dijî mêtingeran her tim bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêyê me di wê îdîayê de bû ku ala têkoşînê ya hevrêyên me yên bi fedayî şer kirine, li ber xwe dane û tevlî karwanê nemiran bûne, bi serketinê bilind bike û di çeperê herî pêş de cih girt. Di gelek çalakiyên bi bandor de cih girt û ji bo darbeyên giran li dagirkeran bê xistin, ked da. Bi kesayeta xwe ya şervan û milîtaniyê, hemû wezîfe û berpirsyariyên xwe bi serketî bi cih anî.

Hevrêyê me Rawan 6’ê Çileya 2025’an di êrîşa dijmin de tevlî karwanê şehîdan bû. Bi kesayeta xwe ya milîtan a di şer de û fedakariya xwe ya di jiyanê de, li ser xeta fedayîtiyê bû xwedî meşeke bênavber. Em ê bibin şopdarê xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd, li ber bîranîna hemû şehîdên xwe em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

 

28’ê Gulana 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG