Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re!
1. Em Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê û kadroyên pêşeng ên PKK'ê hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek di salvegera 43'emîn a çalakiya wan a dîrokî de bi rêzdarî, hezkirin û minet bi bîr tînin.
Berxwedana 14'ê Tîrmehê, ku li dijî zexta teslîmiyetê û êşkenceya li derveyî mirovahiyê ya li Zindana Amedê bi hişmendiyeke şoreşgerî û baweriyeke xurt hate destpêkirin, rihê berxwedanê yê partiya me PKK'ê nîşan da. Vî ruhê berxwedanê ispat kir ku li hemberî her cûre zext, êşkence û êrîşên li hemberî Apoyiyan, tenê beden jî ma be wê li ber xwe bide û bi vê berxwedanê wê bi ser bikeve. Ruhê Berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê ku bi fedakarî û fedaîtiyê ala me ya têkoşînê gihand asta herî bilind, di nava 42 salên derbasbûyî de xeta me ya têkoşînê diyar kir û bû çavkaniya herî mezin a hêzê ku biryardarî û daxwaza berxwedanê da me. HPG jî weke hêza fedaî şopdarê herî pêş ê vê xetê ye. Em diyar dikin ku çawa heta niha hate kirin ji niha û pê ve jî em ê şopdarê ruhê fedaî yê Apoyî bin, bi rengekî rast bi cih bînin û nûnertiya wê bikin. Li ser vê bingehê em Roja Rûmetê ya Neteweyî ya gelê Kurd pîroz dikin.
2. Li gel agirbesta PKK'ê û biryara rawestandina têkoşîna çekdarî, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gerîla dewam dikin. Hêzên me ji 1'ê Adarê heta 1'ê Tîrmehê heta ku êrîşek bi armanca îmhayê nehate kirin, ti çalakî nekirin.
Dron, ÎHA û SÎHA hîn jî li ser eyaletên Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin. Weke ku me beriya niha jî diyar kir; her karekî keşfê êrîşeke; ji ber ku karekî ji bo amadekariya êrîşê ye.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, Metîna û Xakurkê, karê ji bo çêkirina rêyên leşkerî û baregehên ji bo dagirkeriyê dewam dike.
Di serî de tunela me ya li Qada Berxwedanê ya Dergelê ya li herêma Metînayê, êrîşên îmhayê yên il ser tunel û çeperên hêzên me dewam dikin. Nemaze li hemberî tunela me ya Şehîd Xemgîn a li Dergelê 4 caran bi teqemeniyên xurt, 4 caran bi gazên kîmyewî û 5 caran jî bi kepçe û sondajan êrîş hate kirin. Hevrêyên me bi teknîkê bersiv dan van êrîşên ji bo îmhayê hatin kirin.
Li ser herêmên Zap, Metîna, Xakurkê û Garê êrîşên bi top, çekên giran û obusan dewam dikin. Ev herêmên me di navbera 27'ê Hezîranê û 13'ê Tîrmehê de 2243 caran hatin bombekirin.
Dagirker banga teslîmiyetê li hêzên me yên li Zap û Metînayê dikin. Ev bang aliyê şerê psîkolojîk ê êrîşên dagirkeriyê ye ku heta niha dewam dike û hewldaneke bêkêr e. Lê belê divê were zanîn ku bangên teslîmiyetê yên bê rûmet ên li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku şopdarên Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ne, hewldaneke giran a tevdanê ye, heqareteke giran e.
Êrîşên artêşa Tirk;
– Di 4 û 5'ê Tîrmehê de li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê 4 caran bi teqemeniyên giran hatin bombekirin.
– 5 û 6'ê Tîrmehê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê 4 caran bi gaza îsotê û gazên kîmyewî yên cuda hatin bombekirin.
– Di navbera 29'ê Hezîranê û 5'ê Tîrmehê de li herêma Metînayê 5 caran hewl hate dayin ku bi amûrên kunkirinê, kepçe û sondajê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Dergelê bêne hilweşandin.
– Di 5 û 10'ê Tîrmehê de li herêma Metînayê, tunelên me yên li Qadên Berxwedanê yên Dergelê û Bêşîlî 3 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.
– Di navbera 27'ê Hezîranê û 13'ê Tîrmehê de li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Dergelê û Serê Metînayê 981 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
– Di navbera 27'ê Hezîranê û 13'ê Tîrmehê de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar û Sergelê 602 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
– Di navbera 27'ê Hezîranê û 13'ê Tîrmehê de li herêma Garê qadên Girê Zengil, Dêreşê, Kanî Sarkê, Gûzê, Zêvkê, Sêdarê, Deşta Kafya, Spîndarê, Yekmalê, Mijê, Girgaşê, Girê Reşîd 545 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
– Di navbera 27'ê Hezîranê û 13'ê Tîrmehê de li herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yê Berê Zînê û Sinînê 115 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
14'ê Tîrmeha 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG