HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Xweşikbûyin bi tenê xwe nîşanî wan mirovan dide ku li heqîqetê digerin. Lewma jî tenê şopdarên heqîqet û evîndarên azadiyê dikarin bi çavên dil xweşikbûyinê bibînin.

bi hemû hebûna xwe wê hîs bikin û di cewhera xwe de wê jiyan bikin û bidin jiyan kirin. Tu dibêjî qey xweşikbûna vê gerdûnê giştî di wan de kom bûye û di jiyana wan de cîlwe kiriye. Carna di çavên wan, carna di dilê wan, carna jî li ser rûyê wan xwe diteysîne. Xweşikbûn ji bo wan dilnizmî, dilpakî, sadebûn, civakî bûn, ked û fedakariye. Ji jiyanê hezkirin û xwe gihandina heqîqet û rastiyê ye. Di nava vê rastiyê de wek dilopek xwe helandin, avakirina yekîtiya ruhî û hevaltiye. Tevgera azadiyê jî tevgera lêgerîna heqîqet û xweşikbûna mirov e. Mirovên herî bedew yên demê di nav vê tevgerê de li hev kom bûne û ji bo wate li jiyanê bar bikin, şerê heqîqetê didin meşandin. Di nav têkoşîna azadiya gelê kurd de gelek keç û xortên egîd û bedew derketine ser dika dîrokê. Yek ji wan lehengan jî jina berxwedêr Fatma Balîca ye.
Fatma Balîca bi navê xwe yê şoreşgerî Ozgur Bagok li warê serhildanan li Nisêbîna rengîn di nav malbatekî welathez de çavê xwe li dinyayê vedike. Bi zimanê şêrîn ê kurdî û çanda resen a kurdewarî mezin dibe. Ji ber welatparêziya herêmê di temenekî piçûk de tevgera azadiyê nas dike û evîna jiyana azad dikeve nava dilê wê. Piştî 5 salan dev ji xwendinê berdide û dikeve ferqa wê rastiyê ku mekteba sîstemê xefikekî dewletê ye, ji bo bişaftina zarokên kurdan û tûnekirina çand û zimanê kurdî ye. Di berxwedaniya xweseriya Nişêbînê de şehadeta kurxaletê wê bandoriyeke mezin li ser wê çê dike û dest bi xwelêpirsîneke wîjdanî dike ku çawa li hember êriş û qirkirinên dijmin bibe bersiv û tola gelê xwe rake. Ji bo wê jî di sala 2015’an de wek jineke bi rûmet berê xwe dide çiyayên azad û tevli nav refên gerîla dibe.
 Gerîla Ozgûr li Heftanînê dest bi rêwîtiya xwe ya azadiyê dike. Perwerdeya xwe ya bingehîn li vê qadê dibîne. Di demekî kin de fêrî jiyana çiya dibe. Wek gerîlayeke jin di xeta azadiya jin de xwe kûr dike. li çiyayên azad bi henaseyên azadiyê xwe perwerde dike. Bêhna Viyanan ji qadê digre. Bi hevaltiya ku li vê qadê dibîne tê girêdan. Li gel hemû zorî û zehmetiyan 5 salan têkoşîneke bê hempa li Heftanînê dide meşandin. Ji ber Heftanîn herêmekî stratejîke û di dîroka têkoşîna gerîlatiyê de cihekî wê yê diyar heye, timî bûye hedefa êriş û operasyonên dewleta tirk a dagirker. Gerîlayên azadiya kurdistanê li vê qadê berxwedaniyeke dîrokî dane meşandin. Gerîla Ozgur jî wek jineke egîd bi salan di sengerên rumetê de li ber xwe da, li hember dagirkeriyê şer kir û tevli gelek çalakiyan bû. Şehadetên ku di qadê de çêbûn bûn sedem ku hêrsa wê li hember dijmin mezintir bibe. Soza tolhildanê da şehîdan û ji bo xwedî li soza xwe derkeve ked û fedakariyeke mezin raber kir.
 Bi sadebûn û dilnizmîya xwe cihê xwe di nav dilê hemû hevalên xwe de vekiribû. Bi kesayeta xwe ya dilsoz û dirûst dihate hezkirin. Bi ked û fedakariya ku di jiyanê de raber dikir coş û kelacaneka mezin ava dikir. Bi nirxên hevaltiyê ve girêdayi bû, hêza xwe ji hevaltiyê digirt, hevaltî ji xwe re kiribû çavkaniya moral û kelecana jiyanê. Wek jineke apoyî ti carî westandin nas nekir, her gava ku di rêya azadiyê de avêt, bi xwe bawer û bê dudilî avêt. Timî di xeta pêş de şerkirin ji xwe re wek pîvanekê digirt dest. Dixwest volkana kîn û hêrsa di hindirê xwe de bi ser dijmin de biteqîne. Taybetmendiyên jinên Nisêbînê yên serhildêr û çanda milîtaniya tevgera azadiya jin di xwe de kiribû yek. Kesayeta jineke pêşeng û wêrek bi ezim û îrade di xwe de ava kiribû. Bi salan di nav şer de piratîk da meşandin, rastiya şer nas kiribû, her wiha germahiya hevaltiya ku di qadên şer de heye ji dil hîs kiribû. Bi çavên xwe dît rêhevalên wê ji bo hevalên xwe xilas bikin bê ku xwe bifikrin canê xwe feda dikin. Ji bo xwedî li keda Rêber Apo û wan hevalên şehîd derkeve, her tim di nava lêhûrbûn û hewildanê de bû.
ji bo ku ji pêvajoyê re bibe bersiv û weke milîtaneke YJA-Star’ê roleka hê bi
bandortir bibîne di gerîlatiya modernîteya demoktatîk de xwe kûr dike. Di hûnera leşkerî de şarezayî û zanabûneke zêdetir bi dest dixe. Bi xwe perwerde kirin û ezmûnên ku ji piratîkê derxistiye dibe pêşengeke jiyan û têkoşînê. Çawa gul di şert û mercên zor û zehmet de rehê xwe berdide axê,  bedew dibe, tê hezkirin
şoreşgerek jî çiqasî bi axê ve grêdayî be û di nav zehmetiyan de bipije û li ber xwe bide, ew qasî dibe xwedî nirx û tê hezkirin. Gerîla Ozgur bi coş û moraleke mezin berê xwe dide qadeke din a şer, vê carê dibe rêwiya Zagrosan, li qada cenga giran, li herêma Avaşînê li xeta herî pêş cihê xwe digre.
 Ew tecrûbeyên xwe yên 5 salan ên li Heftenînê di pratîka Avaşînê de dixe meriyetê. Dijwariya erdnigariya Avaşîn û zehmetiya gerîlatiya Zagrosan bi eşqa hevaltiyê dizivrîne çavkaniya hêz û moralê. Li Avaşînê jî zû motîveyê jiyan û piratîkê dibe. Li vir jî bi ked û hevaltiya xwe rêz û hezkirineke mezin ji xwe re dide avakirin. Ew di vê zanabûnê de ye ku milîtanekî partiyê encex bi hêviya serkeftin û germahiya hevaltiyê bikaribe hemû astengî û zehmetiyan derbas bike û xwe bigihîne hedef û armancên xwe. Ew jî wek milîtaneke jin ji bo coş û germahiya jiyanê timî geş bike, çi ji destê wê dihat, bê dudilî pêk dianî. Carna bi kenekî li rûyê hevalên xwe, carna jî bi mermiyekî li ser dilê dijmin, soza girêdanbûna xwe bi jiyan û nirxên rêxstinê ve nû dikir.
  Dewleta tirk a faşîst ku ji xeynî zimanê înkar û îmhayê tiştekî din nizane, di sala 2021’an de di çarçoveya plana çokdanînê de li Avaşînê dest bi operasyoneke berfireh dike. bi awayekî hovane bi çekên kîmyewî û qedexekirî êrişî herêmên parastina medyayê dike. gerîlayên azadiya Kurdistanê ku wek bazên azad cih û warên xwe li bilindahî û li ser lûtkeyan avakirine berxwedaneke dîrokî didin meşandin. Gerîla Ozgur jî di nava vê berxwedaniya dîrokî de cih digre. Bi helwest û biryardariya xwe sekna milîtaneke demê raber dike. hemû lêhûrbûna wê li ser wê ye ku çawa êrişên dijmin pûç bike û liv û tevgerîna dagirkeriyê felç bike.
  Girê sor tepeyeke sitratejîke ku Bakur û Başurê welêt bi hevdu ve girê dide. Li vê derê destaneke evînî, dîrokeke lehengî li benda nivîsandinê ye. Bi pêşengiya Botan û Zinarînan berxwedaneke welê tê meşandin ku tu carî dîroka mirovahiyê ji bîr neke. Gerîla Ozgur jî para xwe ji vê dîroka bi heybet digre. Ew û hevrêyên xwe baş dizanin tu carî tarîtî nikare ronahiyê heps bike. Tu carî kirêtî nikare xweşikbunê tine bike. Tu carî îxanet nikare evînê qetil bike. Ew bi vê hêviyê henase bi henase zorî û zehmetiyên jiyanê pêşwazî dikin û bi vî ruhî kêlî bi kêlî li ber xwe didin.
  Payiza 2021’an e. Dar pelên xwe diweşînin, lê koka wan xwe berdaye kurahiya axê. Xwe berdaye cihekî welê ku destê ti zordarekî negihîje. pelên xwe diweşînin lê bi dilekî bi hêvî li benda biharê ne, ji bo ku xwe ji nû ve şîn bikin. Payîza wê salê jî Ozgur û hevrêyên wê di nav şert û mercên herî zor û zehmet de li hember hovîtiya dewleta tirk a faşîst li ber xwe didan. Ew bi dilekî tije hêvî û çavekî ku bi şewqa azadiyê dibiriqe li benda bihareke nû bûn. Bi hesreta kêliyên azadiyê jiyana xwe bexşî têkoşînê kirin. Di Îlona 2021’an de di encama êrişeke kimyewî ya dewleta tirk a dagirker de Ozgur Bagok bi herdu hevrêyên
xwe Argeş û Serhildan li qada berxwedaniya Girê Sor digihîjin şehadetê û tevli karwanên nemir ên Kurdistanê dibin.
  Wê weke evîndareke jiyana azad, bi eşqeke mezin berê xwe da jiyana şoreşê, ji bo bibe layiqê vê eşqê, xweşikbûyîn di xwe de afirand. Ji bo wê jî dest bi lêgerîna azadiyê kir û di oxira vê têkoşînê de canê xwe feda kir.
Wê ruhê xwe bi xwezayê re kirbû yek. Mîhrîbanî ji baranê fêr bû da ku her derekî şîn bike. Dilovanî ji tavê fêr bû da ku her derekî ronî bike. Wê bi sekn û îradeya xwe îspat kir ku ruhê Zîlan û Mezlûman tu carî namire. Gerîla bi vî ruhê ji Girê Sor heya Çiyayê Reş li ber xwe didin. Li her derekî bêhna azadiyê belav dikin û mizgîniya sekeftinê didin.