Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Di daxuyaniya xwe ya 5'ê Hezîrana 2025'an de me ragihandibû ku di encama êrîşên artêşa dagirker de 27'ê Gulana 2025'an hevrêyê me Welat û 30'ê Gulana 2025'an jî hevrêyê me Bawer şehîd bûne. Hevrêyê me Welat li Qada Berxwedanê ya Sergelê di topbarana dijmin de, hevrêyê me Bawer jî li Qada Berxwedanê ya Sergelê di êrîşa tankê de şehîd bû.
Milîtanên fedayî yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û şervanên bi biryar ên meşa me ya azadiyê hevrêyên me Bawer û Welat bûn mînakên xurt ên sekna Apoyî. Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hêza xurt a îradeya Apoyî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nîşanî hemû cîhanê dan. Hevrêyên me Bawer û Welat bi fedayiyane li ber xwe dan, li qadên ku şer lê herî dijwar bi zanebûna dîrokî tevgeriyan û performanseke serketî raber kirin. Gelek xebatên stratejîk ên girtin ser xwe, bi layiqî bi cih anîn û weke milîtanên mînak navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsandin. Hevrêyên me Welat û Bawer bi seknên xwe yên fedayî yên di jiyan û şer de wê her tim bên bîranîn. Em soz didin ku xeyala hevrêyên xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin û têkoşîna wan bigihînin serketinê.
Li ser vî bingehî em ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em diyar dikin ku em ê bibin şopdarên xeyalên hevrêyên xwe.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Bawer Serhed Nav paşnav: Mehmet Aras Cihê jidayikbûnê: Erzirom Dayik-Bav: Makbule – Selamî Dem û cihê şehadetê: 30’ê Gulana 2025’an / Zap |
Bawer Serhed – Mehmet Aras
|
Nasnav: Welat Hêmin Nav paşnav: Ethem Kocaman Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Kadriye – Alî Dem û cihê şehadetê: 27’ê Gulana 2025’an / Zap |
Welat Hêmin – Ethem Kocaman
Bawer Serhed – Mehmet Aras - Hevrêyê me Bawer li navçeya Tatos a Erziromê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Hevrêyê me li derdoreke xwedî zanebûna welatparêziyê ya kûr û girêdayî nirxên xwe yên civakî, mezin bû. Di temenekî zû de li hemberî Tevgera me bû xwedî sempatî. Mîna her zarokek Kurd ê li Kurdistanê dijî, hevrêyê me jî di temenekî zû de rastiya dijmin fêm kir. Li dibistanên sîstemê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên dijmin her tim hişyar bû. Li dibistanên sîstemê yên ku kesan ji cewherê wan qut dikin û cudahiyan weke gef dibînin, ket nava fikarên kûr. Hevrêyê me di temenekî zû de ket nava fikarên kûr, jiyana gerîlayên ku ji ber şerê dijwar ê li Kurdistanê tevlî karwanê şehîdan bûne, mereq kir. Hevrêyê me xwest hem Partiya me hem jî gerîla ji nêz ve nas bike, di çarçoveya derfetên xwe de xwend û lêkolîn kir. Hingî ku temenê wî mezin bû polîtîkayên sîstem û dijmin ên ku ciwanan ji cewherê wan dûr dikin, hîn baştir fêm kir û muhasebeya wijdanî pêk anî. Weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet, wezîfe û berpirsyariyên xwe dizanî û xwest di têkoşîna azadiyê ya gelê me de cih bigire. Di salên zanîngehê de di nava xebatên welatparêz û şoreşger de cih girt. Hevrêyê me şansê ku hîn baştir Tevgera me nas bike bi dest xist û her roja borî îdîa kir ku têkoşîna xwe mezin bike. Hingî ku xwend, ronî bû û ji bo pêşketina hevrêyên li derdora xwe jî tevkarî kir. Ji berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê pir bandor bû ku ji bo li dijî êrîşên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ’ê gelê me biparêzin bi ruheke fedayî li ber xwe dan û lîstokên hêzên hegemon pûç kirin. Hevrêyê me di her warî de jiyan lêpirsîn dikir û xwest ji lêgerînên xwe re bersivê bibîne, Beşa Genetîk û Biyolojî ya Molekuler a Zanîngeha Teknîkê ya Erziromê berda û ji bo tevlîbûnê ket nava lêgerînan. Hevrêyê me ji bo mezinkirina mîrateya têkoşînê ya zarokên bi wêrek ên gelê me yên ku di pêvajoya dîrokî de cih girtine û tevlî karwanê şehîdan bûne, biryara tevlîbûnê da û berê xwe da warê gerîla.
Hevrêyê me di sala 2014’an de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn û li Herêmên Parastinê yên Medyayê beşdarî perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me di nava demek kurt de adapteyî jiyana kolektîf a gerîla û şert û mercên zehmet ên çiya bû. Bi tevlîbûna xwe bû şervanekî mînak. Hevrêyê me bi dersên îdeolojîk û dîroka me ya têkoşînê hîn baştir fêm kir û hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran, zêde kir. Bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand. Di pêvajoyeke ku nava xebatên pratîk cih digirt de, çalakiyên fedayî û zêdebûna êrîşên li dijî gelê me bûn wesîle ku hevrêyê me li ser fedayîtiyê lêhûrbûnê bike. Hevrêyê me dizanî ku li dijî konsepta êrîşê ya li ser tevgera me û gelê me hatî destêkirin, encex bi têkoşîna mîna Zîlanê dikare bibe bersiv. Ji bo tevlîbûna Hêzên Taybet, pêşniyar kir. Hevrêyê me Bawer li ser xeta fedayîtiyê bi gavên jixwe bawer meşiya û kesayeta xwe ji bo jiyana azad a gelê me feda kir. Bi sekna xwe ya bi biryar û hevrêtiya xwe ya xurt, di perwerdeyên zehmet ên Hêzên Taybet re derbas bû. Hevrêyê me mayîna bi wan hevrêyan re yên ku bi çalakiyên fedayî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka têkoşîna me nivîsandine, weke şansekî mezin dît û bi lêhûrbûnên kûr ket nava lêgerînê ku ji pêvajoyê re bibe bersiv. Bi dersên îdeolojîk û leşkerî, hevrêyê me bi temamî xwe fedayê Partiya me kir û bi tevlîbûna xwe ya fedayî hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me ji bo derbasî qadên pratîk bibe û di warê leşkerî de tecrube bi dest bixe, israr kir û her wezîfe bi layiqî pêk anî. Di nava gelek xebatên ku ji bo Tevgera me stratejîk de, cih girt û di warê rêxistinî de tecrubeyên mezin bi dest xist. Bi tarzê xwe yê çareserkirina pirsgirêkan, tevlîbûna xwe ya bi moral a di jiyanê de û lêhûrbûnên xwe yên ji bo darbeyê li dijmin bixe, li her qadê şopên kûr bi hevrêyên xwe re hişt. Hevrêyê me xwest têkoşîna hevrêyên ku li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên Zap, Avaşîn û Metînayê bi fedayî li ber xwe dan û tevlî karwanê şehîdan bûne, mezin bike û ji bo biçe qadên ku şer lê dijwar pêşniyar kir. Hevrêyê me piştî pêşniyara wî hate qebûlkirin, derbasî qada Zapê bû û bû xwedî pratîkek serketinê. Di gelek çalakiyên serketî de cih girt û pêdiviyên berpirsyariyên ku girtine ser xwe, bê teredut bi cih anî. Bi kesayeta xwe ya girêdayî serketinê, sekna xwe ya bi biryar a di taktîkên demê de, tevlîbûna xwe ya bê navber a li ser xeta fedayî, bi karakterê xwe yê fedakar û kedkar bû mînakek şênber milîtaniya Apoyî ya fedayî.
Hevrêyê me 30’ê Gulana 2025’an di êrîşa dijmin de şehîd bû û heya nefesa xwe ya dawî weke endamekî xeta Apoyî di dîroka me ya têkoşînê de cih girt. Em dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku hevrêyê me Bawer dewrî me kirî, bi serketinê bilind bikin û li ber bîranîna hemû şehîdên xwe em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
Welat Hêmin – Ethem Kocaman - Hevrêyê me Welat li Amedê ku bajarê pêşeng ê Kurdistanê ye û welatparêziya wê bûye sembol, hate dinê. Hevrêyê me bi çanda berxwedanê û exlaqê Kurdî mezin bû û di temenekî zû de şans dît ku têkoşîna me nas bike. Hevrêyê me demek kurt çû dibistanên sîstemê û rû bi rûyê zihniyeta yekperest a netew dewletê ma. Nirxên xwe yên cewherî her tim parast. Hevrêyê me heya dibistana seretayî çû dibistanên sîstemê. Ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike, dibistan terikand. Hevrêyê me di temenekî zû de ked nas kir û bi keda xwe şert û mercên zehmet ên jiyanê jiyan kir. Ji bo alîkariyê bide malbata xwe, di nava gelek xebatan de cih girt. Bi kesayeta xwe ya gihiştî û kedkar, hurmeta her kesê li derdora xwe qezenc kir. Hevrêyê me hingî ku mezin bû, bandora şerê li Kurdistanê hîn zêdetir hîs kir û ket nava lêpirsînên kûr. Gerîla berdêlên mezin dan, gelê me parast û rê neda dagirkeran. Ew jî mîna her ciwanek Kurd jiyana heyî qebûl nekir. Hevrêyê me fêm kir ku sîstem kes bêîrade dihêle û ji lêgerînên wî re nabe bersiv. Her roja borî heyrantiya wî ya li hemberî Tevgera me mezin bû. Li dijî dewleta Tirk dagirker a ku di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de bi komkujiyan bersiva daxwazên herî xwezayî yên gelê me da, hêrsa xwe zêde kir. Ji berxwedana destanî ya ku bi pêşengiya Fermandarê Mezin Çiyager Hêvî – Cîhat Turkan li Sûrê hatî raberkirin, bandor bû. Tevî hemû bêîmkaniyên milîtanên Apoyî, 105 rojan rê neda dagirkeran. Li hemberî vê yekê muhasebeya wijdanî pêk anî. Berxwedana Rêveberiya Xweser û Berxwedana Kobanê bû sedem ku hevrêyê me êdî biryarekê bide û di pêvajoya dîrokî ya diqewime de mîsyon bigire. Di pêvajoyeke welê de ku artêşa Tirk bi konsepta tasfiyekirina Tevgera me, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyonên xwe zêde kirin, biryara tevlîbûnê da.
Hevrêyê me sala 2015’an tevlî nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Piştî ku di nava demek kurt de motîveyî jiyana gerîla bû, beşdarî perwerdeyên şervanên nû bû. Bi perwerdeyên dîtî re, di kesayeta xwe de guhertinên bi kok pêk anî. Bi xwesteka fêrbûnê û tevlîbûna xwe ya bi kelecan, hevrêyê me bi lez pêş ket û ji bo qadên pratîk xwe amade kir. Hevrêyê me bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand û ji bo hin xebatên stratejîk car din berê xwe da qada Bakur. Wezîfeyên ku girtine ser xwe ji ber ku hesasiyetê dixwaze, hevrêyê me di warê rêxistinî de di nava demek kurt de tecrubeyên xurt qezenc kir. Tevî hemû lîstokên şerê taybet û psikolojik ên sîstemê, kêliyekê jî ji sekna şoreşgerî tawîz neda û her xebat bi layiqî bi cih anî. Li her devera ku xebat lê meşandî, bi tarzê jiyana Apoyî bandorên kûr hişt. Hevrêyê me hesreta çiyayên azad dikişand, xeyala rojên ku bigihije jiyana gerîla kir. Hevrêyê me dîl kete destê dewleta Tirk a dagirker, hem di pêvajoya binçavkirinê hem jî zindanê de bi sekna Apoyî bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me pêvajoya zindanê veguherand firsendê û piştî materyalên xwendî, ket nava lêhêrbûnên kûr û ji bo wan rojên ku bigihije warên azad xwe amade kir. Hevrêyê me çawa ji zindanê derket, ji bo bigihije warên pîroz ên gerîla gelek rê ceriband û gihişt refên têkoşînê. Hevrêyê me di warê rêxistinî de tecrubeyên mezin qezenc kir, di gelek mijaran de ji hevrêyên xwe re bû alîkar. Hevrêyê me xwest bendewariyên pêvajoya şerê heyî pêşwazî bike û li ser xeta fedayîtiyê ber bi pêş biçe. Ji bo di bunyeya Hêzên Taybet de beşdarî xebatan bibe, pêşniyar kir. Ji bo têkoşîna hevrêyên xwe yên şehîd mezin bike û pêdiviyên ruhê demê bi cih bîne, lêhêrbûnên kûr jiyan kir. Di pêvajoyeke perwerdeyê ya zehmet re derbas bû. Hevrêyê me hem di warê îdeolojîk hem jî leşkerî de xwe xurt kir û di qada teknîkê de jî tecrube bi dest xist. Bi rengekî serketî perwerdeya xwe qedand. Ji bo derbasî qadên ku şer lê dijware bibe, pêşniyar kir. Dizanî ku şer mamoste ye û di gelek çalakiyan de bi rengekî aktîf rol lîst. Dagirker tevî her cure hewldanên xwe, li qada Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê têkçûneke mezin jiyan kir. Li vê qadê armanc kir ku barê hevrêyên xwe sivik bike.
Hevrêyê me Welat ê ku bi hevrêtiya xwe ya sade, gihiştî, dilnizm û xurt di dilê hevrêyên xwe de cih girt, di 27’ê Gulana 2025’an de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku bîranîna hevrêyê xwe Welat li Kurdistana azad bidin jiyîn, li ber bîranîna hemû şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin.
11’ê Pûşperê 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG