Ji gelê me û rayagiştî re!
Digel biryara bêçalakîbûnê ya tevgera me artêşa TC’ê li hember hêzên gerîlayên me yên HPG’ê di meha tîrmehê de 21 caran operasyon li dar xistiye û digel hemû pejinkariya gerîlayên me carekê di navbera leşkerê artêşa TC’ê û hêzên gerîlayên me de ji neçarî şer qewimiye. Di vê mehê de li hember van operasyonan ji hêla gerîlayên me ve tu çalakiyek li dar neketiye. Di tevahiya mehê de hem li eyaletên me yên bakur hem jî li Qadên Parastina Medya ji hêla artêşa TC’ê ve 17 caran êrîşên bi hawan û obûsan li dar ketiye û 8 caran jî ji hêla balafirên şer ve êrîşên hewayî li dar ketine û eydî gundiyan gelek zevî û baxçe zirar dîtine, gelek sewal telef bûne. Ji bilî van ziraran gelek daristan jî şewitîne. Di vê mehê de bi tevahî 5 gerîlayên me jî şehîd ketine.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 30’yê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Gera Çemçê û Geliyê Kalo ku girêdayî Çemçêya Qersê ne operasyonek hatiye destpêkirinê. Artêşa TC’ê piştî ku di 31’ê tîrmehê de bi paş ve vekişiyaye li qadan yekîneyên veşartî û bi tevger hiştine û hewl didin ku bi keşifkirinan re kemînavêtinan pêk bînin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 31’ê tîrmehê de artêşa TC’ê li hember gundê Talîsa û derdora wê ku girêdayî Çelê ya Colemêrgê ye operasyonek li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 30’yê tîrmehê de îro danê sibehî de saet di 04:00’an de artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qada Çarçela ku girêdayî Eyaleta Zagrosê ye êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye. Êrîşa navborî bi navberên diyarkirî didomin.
30 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 28’ê tîrmehê de ji danê sibehî pê ve artêşa TC’ê li hember Bênavyayê ku li qada Cudî ye û girêdayî Şirnexê ye êrîşeke hawan û obûsan li dar xistiye. Di encama êrîşa ku hetanî danê êvarî berdewam kiriye de li qadê şewateke ku hê jî didome derketiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 24’ê tîrmehêde bi roj saet di navbera 13:00-18:00’an de artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya li hember qada Kinyaniş ku girêdayî Zapê ye êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
25 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 23’yê tîrmehê de ji hêla firokeyên kobra yên artêşa TC’ê ve qadên Girê Firinê û Girê Dem ku girêdayî Bestaya Şirnexê ne hatine bombebarîn kirinê. Di van bombebarînên eletexmînî de li qadan şewateke ku hê jî didome derketiye.
- Ayrıntılar