Ji gelê me û raya giştî re!
Di çarçoveya biryara yekalî ya bêçalakîbûnê ku ji hêla tevgera me ve di 13’ê Avrêla 2009’an de hatibû girtin, ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember hêzên gerîlayên me bênavber operasyon tên lidarxisitn. Ev operasyonên ku di tevahiya salê de berdewam kirine, bi ketina werza biharê re, her diçe zêdetir dibin.
- Hûrgilî
Ji çapemeniyê û raya giştî re!
Di 31’ê adarê de bi roj saet di navbera 10:00-11:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qadên Tengava PKK’ê û qada Bektorya ku girêdayî Heftanînê ne êrîşeke bi obûs û hawanan hatiye lidarxistin.
1 Avrêl 2010
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê
- Hûrgilî
Sal 2007’an roja 7 ê meha Cotmehê em li qada Gabarê bûn û ji ber ku em tim di nava liv û lebatê de bûn her gav em weke nêçîrvanê ku li nêçîra xwe digere di nava hazirî û amedekariyan de bûn. Ji ber vê yekê ez dixwazim ji were behsa vê çalakiyê bikim, ji ber ku çalakiya Gabarê cihekî xwe yê taybet di nava hemû hevalan de heye. Çalakî bi vî awayî hate kirin, ji xwe berî vê çalakiyê hevalan dixwestin leşkerê ku lûtke bi roj digirtin û bi şev diberdan bêxin kemînê, lê ev çalakî li gorî ku dihate xwestin nemeşiya û çalakî pêknehat. Ji ber vê yekê dema ku heval ji çalakiyê bi şûn ve zivirîn moralê hemû hevalan xirab bûbû Roja din biştî çalakiyê hevalê ku lûtkeyê jor digirtin û weke çavdêran, derdor dikirin bin hakimiyeta xwe, xeber dan ku dijmin di nava hereketê de ye. Wê çaxê me bi şiklê çar yekîneyan xwe parçe kir. Yekîneyek ku hevalê Adil fermandarê wê bû û yekîneyek havala Gulbehar berisyarê wê bû, yekîneyeke din jî ez li ser disekinîm û yek jê jî hevalê Bedran li ser disekinî.
- Hûrgilî
Ew lêkolînên li ser misyonê cewanê Rojhilatê Kurdistanê hema hema bi tamamî rastiye rêjîma dewlta Îranê û dîroka hemû insanên Kurd dide diyar kirin.
- Hûrgilî
Serokê min; ne mimkûn e ku ez hezkirin û girêdayîna xwe tarîf bikim. Ez dixwazim bideme diyarkirinê ku, ew hemû nirxên ku we bi jiyana xwe ji tunebûnê ava kir, ez parastvanê wan im û ev nirx ji bona têkoşîna min hincet in û ez bi qasî îro hewl didim vanan watedartir bikim, bi qasî ku hêza min têrî dike bi we re parve bikim û hewl didim nirxên azadiyê, ku we afirandine û ev jiyana bi wate ku we sazkiriye hîn bibim. Helbet dizanim ku ev hewldanên min, ne berdêlî hewl û keda we ne. Encax dixwazim aşkere bidime diyarkirinê ku, wekî xwendekarekî we, di nava hewldana esas girtina guherîn û têkoşîneke domdor de me.
Min hîs kir ku, bi we re jiyankirin çiqas xweş e û çiqas xwedî wateyên kûr in. Wisa gelek hezkirinên ku jiyana we dide pêşiya me hene ku, a rast di wê fikrê de me ku, wateya jiyanê di van tercîhan de veşartiye û ev tercîh jî berhermên guherîn û afirandinê ne. Encax ez niha fêm dikim ku nederên ku îro mirovantî di xalên herî basît de ketine hundir wê, tercîhkirin ne fenomeneke wisa hêsan e.
Ji başbûnê, xerabiyê, kirêtiyê, azadiyê, şerefê, rûmetê, ketinbûnê, wêrekbûnê, tirsê hwd. ji hev qutkirin, ji wan tercîhan tercîhên rast derxistin, li gorî wan tercîhan jiyankirin û yên ku te tercîh nekiribe veguherîne yên tercîhkirinê û wê bandorkirin, dilekî gelek mezin û vîneke mezin a bêdawîn dixwaze. Vaye di her mekan û zeman de, ya ku ev pêk anîn, hûn bixwe bûn. Lewre, ji bona min tercîhên we, tên wateya nirxên herî pîroz; pêwîstiyên we, pêwîstiyên ku bi hostetî û bêqisûr û bêkêmanî bên cî ne.
Dema ku min hewl da bi afirandinên we re jiyan bikim, di wateyekê de min dît ku ez çiqas guherî me û bi pêş ketime. Min dît ku, bi hêza we, her guherîna ku min afirandiye, bûye destpêkeke nêzîkatiyeke jiyaneke nû. Û ev destpêk, ji bona ku zêdetir bi hêz û rast bigihêm we, bi we ve bêm girêdanê û riyên fêmkirina we, min da pêşiya xwe.
A rast ez vê, wekî rêwîtiyeke ku bi we re derketime dikarim îfade bikim. Di vê rêwîtiyê de, her mekana ku em derbas bûne, her erdnîgarî û kêliya nêz, ku em tevdigerin de, ji we her carê tiştek nû hîn dibim û hewl didim hînbûnên xwe cewherî bikim.
Ku hûn bipirsin di vê rêwîtiyê de bi we re çi hîn bûm;
Destpêkê, ez hînî, xweşikbûna mirovbûnê bûm. Dema ku min li windabûnên îro mirovantî winda kiriye nihêrt, min ên ku qezenc kirine ferq kir.
Ez hînî bûm ku, wateya jiyana bi rûmet çi ye.
Ez hîn bûm ku, li çiyayên bê ser û ber de, bi azadî jiyankirin çawa ye.
Ez hîn bûm ku, meş, bez, parvekirin û sohbetên bi çêj bi jiyankirina bi hezaran lehengî re çiqas xweş in.
Ez hîn bûm ku, wateya bişirîna bextiyariya di rûyê yên ku xwe ji bona mirovantî û gel feda kirine, hîn bûm.
Ez hîn bûm ku, wêrekiya dilên ku li hember dijmin radest nebûne dihatin çi wateyê.
Ez hîn bûm ku, çiqas dilên hezaran şervanên egîdane mezin in.
Ez hîn bûm ku, dema ku jin di riya azadiyê de gav bi gav bi pêş ve diçû, çawa bi raza şerkirinê re xweşik dibû.
Ez hîn bûm ku, afirandina gelekî, ku xwe ji ariyên xwe diafrîne û di baxçeyên gelan de bi rûmeta xwe li piya maye û ev heybetbûn çawa çêkiriye.
Ez hîn bûm ku, girêdaneke gelekî ku ji bona Serokatiya xwe, xwe vediguhezîne çembera agir û girêdana xwe çiqas mezin e.
Ez hîn bûm ku, têkoşîna bêeman a rêberek ku hemû jiyana ji bona mirovantiye û gel feda dike, çawa dibe.
Ez hîn bûm ku, çavkana mezinbûna di bin esaretê de, berxwedanî û têkoşîna bi tena serê xwe di nava çar dîwaran de tê dayîn, çawa ye.
Ew dilê ku ji hemû dinyayê re nîşan da ku digel di nava çar dîwaran de be jî, pêwîst e çawa bi azadî bê jiyandin, ez hîn bûm ku çiqas kûr û watedar e.
Yên ku rêberekî ku bûye malê mirovantiyê û gel, di nava zirûfên tecrîdê de dihêlin, ez hîn bûm ku, ji vê çiqas ditirsin û çiqas belengaz û bêhêz in.
Gelek ku bi hemû jiyana xwe, bi zanebûna xwe û bi hestên xwe, xwe fedayî Serokatiya xwe kirine, dema ku werin asta nepejirandina tecrîda li ser Serokatiya xwe, ez hîn bûm ku nefêmkirina ku wê çi bikin, çi ye.
Bi hezaran “fedayiyên azadiyê” yên ji dil girêdayî Serokatiya xwe ne, li hember nêzîkatiyeke rûmet şikandinê, wê di çi asteke sotîner û bi şid de hesap bipirsin, ez hîn bûm ku yên ku vê hesap nekirine çiqas xwedî zihniyeteke belengaz in.
Ez hîn bûm ku, wê li hember dijminê ku her diçe di nêzîkatiya Serokatiya me de bêperva û kirêt tevdigerin, wê çawa bersiv ji wan re bê dayîn.
Yên ku ez ji we hîn bûme, li ber ji yên ku ez ê ji we hîn bibime, di zeryanê de dilopek e. Ji ber ku dawiya hînbûn, fêmkirin û hezkirina we nîn e.
Ji gelê min ê leheng û welatparêz re
Ez şahidiya şer û berxwedaniya destanî ya gelekî dikim ku, di hemû deman de têkoşîneke herî bi heybet raber kiriye û di vê oxirê de gelek bedelan daye û azwerê Serokatiya xwe û azadiya xwe ye.
Di pêşengiya Serok Apo de, xwe ji nû ve afirandina mirovantî û gelekî pêk hatiye. Gelê kurd heta roja îroyîn bi nirxên ku afirandiye û bi vê şêweyek daye van nirxan, jiyan û tarza jiyana xwe bi afirînerê van nirxan bi ya Serok Apo re, rastiyeke aşkereye ku wekhev dibîne. Dema ku em rastiyên helwest û nêzîkatiyên ku ketinê li ber çav negirin, dîrok gelek caran dubare dubare şahidî kiriye ku, ev bi xwe re hilweşîn û tunebûnan tîne.
Ji ber vê sedemê ye ku, îro ev gel Serokatiya xwe wekî xwe dibîne, hebûna serokatiya xwe, hinceta hebûna xwe dibîne; jiyana serokatiya xwe, jiyana xwe dibîne. Ku ev rastî li ber çav neyê girtin, wê hemû hesap vala derên û tune bibin. Dîrok vê rastiyê bi hemû dinyayê daye peytandin. Bêguman ev rastiyek e ku, wê heman encam îro jî rojên bê jî wisa be.
Gelekî ku bi azweriya serkeftin û azadiyê girêdayî Serokatiya xwe ye û di vê oxirê de bedel daye, amade ye îro jî bedelan bide. Ev gel diqîre ku, nêzîkatiya li hember Serokatiya wan, sedema şer û aştiyê ye. Ez dikarim bidime diyarkirinê ku, ji ber ku hewldaneke min a mûtewazî ku ez bibim şervanekî vî gelî, biçûk be jî, ez tiştek li vê têkoşînê zêde bikim, ez ê rûmeta vê jiyan bikim.
Ji nava vî gelê ku di nava êş, bextewarî, hêvî û xeyalan de heciniye û heta roja me ya îroyîn ji bilî rûmeta xwe û azadiya xwe tiştek nefikiriye û di serkeftinê de mift bûye; ji nava vî gelî hatin û bi nirxên vî gelî re jiyankirin, wekî neferekî vê têkoşînê, aşkere peywir û berpirsyariyên min derdixîne holê. Ez ji bona ku van peywir û berpirsyariyên xwe bi aqil, , hebûn, zanebûn û bi dilê xwe bînim cî, tu gumana min nîn e. Ez soz didim ku, çi bikeve ser milên min, ez ê bînin cî û ji ber vê ez vê sozê careke din ji gelê xwe yê leheng re didim, gelek serbilind im.
Ji hemû rêhevalan re;
Bi PKK’ê re ji nû ve vejîna mirovantiyê, li ser vê erdnîgariyê bi rihê PKK’ê hate afirandin. Em jî şahidiya vê dikin. Li derdora Serokatî gotin di cî de be, kemalan, xeyriyan û mazlûman di aqil, dil û hişmendiyê de bûn yekvicûd. Wan ji tunebûnê afirandin, hemû jiyana xwe feda kirin û di nav de nirxên jiyanê çandin. Bi vî rihê ku heta roja îroyîn nehejiyaye, her çûye mezin bûye, em dibînin ku xwe gihandinê. Em ji rêheval fermandar Egîd, hemû huner û hostetiyên fermandariya wî, mezinbûna wî, gav û wêrekiyên destpêkên afirandinê hîn bûn.
Em ji rêheval Zîlan, razên xwedawendbûnê û girêdana Serokatî ku çiqas dihejîne û bêteredût e hîn bûn.
Em bi rêheval Sema re, hîn bûn ku roja çavkana me ya jiyanê yek e û mîna wê nîn in; bi rêheval Bêrîtan hîn bûn ku, tercîha azadiyê li hember teslîmiyetê tê çi wateyê. Û dîsa ji hezaran şehîdan em hîn bûn ku, wateya jiyankirinê çi ye. Ji wan em berxwedaniyê, lehengiyê, wêrekiyê, hişmendiyê, hêrsê, tolhildanê, berxwedaniyê, hêviyê, xeyalê û rastiyan hîn bûn. Careke din li hember van rêhevalan soza xwe nû dikin ku, em ê li mîrateyên wan xwedî derbikevin û peyrewên wan ên bêeman bin.
Em dizanin ku, wateya hemû nirxên ku heta roja me ya îroyîn hatine afirandinê çi ye. Li holê ye ku, berpirsyariya wan, xwedîderketina wan, parastina wan û wan gihandina pêşerojê, çiqas berpirsyariyên mezin dide ser milên me. Wekî pêwîstiya girêdana bi Serokatî, şehîdan û gel, bûyîna milîtanbûna pêvajoyê û demê û ji pêwîstiyan re bersivbûyîn, rihê PKK’ê bi xwe ye. Heta roja me ya îroyîn, pêwîstiyên hilgirtina vî rihî û bicîanîna wan de, aşkereye ku wêrekî û biryariyeke mezin hatiye nîşandan. Wekî hilgirtên vî rihî, em ê ji bona pêkanîna pêwîstiyan, zêdetir bi israr, bi inyad, bi biryar û ewqas jî tûjtir bin. Û em ji vê bawer dikin. Ji ber ku li hember hêvî û xeyalên gel, li hember dil û wêrekiya van şervan û milîtanên ku xwe ji fedakirinê li paş nahêlin, dîrok gelek caran peyitandiye ku, li hember vê, wê tu tiştek nikaribe li ber xwe bide. Ez bi şanaziya ku, min bi hezaran rêhevalên leheng û dilawêr re jiyanê parve kiriye, we hemûyan silav dikim.
Ji malbata min re;
Di şûna ku min bi we re temenek bihûrandana, min jiyaneke bi rûmet tercîh kir û gelek têkoşîn da, ez dizanim ku hûn min fêm dikin. Ji ber ku, dixwazim hûn bizanibin, min hêza tercîhkirina vê jiyanê ji we girt. Ez dizanim ku, di şûna pêwîstiyên têkoşînê bînim cî, we ji min daxwaza tenê ji bona we têkoşîn dayînê, we yê nexwestana. Divê hûn bizanibin, ez bi hezaran zarokên dê û bavên li derdora we re, jiyaneke bi rûmet û bedew parve dikim. Digel silavan.
- Bijî Serok Apo!
- Bê Serok Jiyan Nabe!
- Bijî Têkoşîna Bi Rûmet ya Gelê Kurd ê Leheng!
- Bijî şehîdên me yên ku hemû nirxên me afirandine!
01.03.2006
Dengtav
- Hûrgilî
Polat CAN
Laşê wî yê tevizî û bêhêz bi erdê şil û cemîdî ve bibû yek. Li ser rû dirêj kirîbû, dilopên ava sar û kifnikî ji banî dilop- dilop, li ser wî diketin, lê çi lebat ji wî nedihat. Cîhan tarî bû, dîwarên kifnikî, bibû warê mişk û pîrhebokan. Bêhna nexweş ji dîwaran dipekiya, hinaseya mirovan diçikand û gêjo-mêjo dikir. Cîhan lezgîn- lezgîn li dora serê wî re dizivirî, bûyerên dûr-nêz, tevlîhev êrîşî bîr û hizra wî ya westiyayî dikirin... di nava hemû nîşan û hêmanên êş û sanciyên ku li ser rûyê wî desthilatbûn, di nava wan de xendeyên melul û çilmisî, bêvîna wî, ji lêvên birîn, ziwa û mor derdihat. Wî nizanibû ku bi xwe bikene, bi dawiya jiyana xwe ya di nav dîwarên tarî û kifnîkî de bikene? Yan jî bi çarenûsa xapînok bikene?! Wî jî nizanî bû, ka bi çi û bi kê dikene? Tenê dixwest ku kerba dilê xwe bi xendeyên çilmisî derbîne û xwe rihet bike... di nava wê kevala xemgîn û biêş de, ew xende, weke çirûskeke biçûk a hêviyê bû.
Niha, pêşiya serhatiyê dibe dawî, dawî jî, bibe pêşî... salnameya rojgarê hildiweşe, weke siwariyekî birîndar, ji zîna hespê xwe dirûxe û dikeve... wê rastiya cî û zeman bibe derew û serap... Bi “ax” eke bilind ve, dê hemû dîwarên kifnikî hilweşin, konê pîrhebokê biçirin, mar weke balonan biteqin, ava genî bibe agir û hemû deran bişewitîn... wê serî biçe binî û binî biçe serî, çep bibe rast û rast bibe derew û dîsa jî “Ax”...!
* * *
-Ka bibêje...
- Ez çi bibêjim?!
-Ka bibêje...
-Nizanim... nizanim hûn behsa çi dikin?!
-Ka bibêje! Ku tu nebêjî; ez dizanim ku çawa te bidim axaftin...
-Ya ez tiştekî nizanim...nizanim... Nizamim...haoo
-Tu yê niha bibêjî... Hûn serhişkin û bi xweşiyê nayên... Ka wî bibin.
* * *
Ew di pêy xwe re li ser erdê sar û şil dikişandin... didan lingan û weke li bendekeke pembû dixistin ew dikutandin. Çi ax ango qîr ji termê wî yê laşmirî nedihat. Her ew xendeya çilmisî di nava lêvên wî yên ziwa û mor de dipijiqîn. Çawa ku çilkên barana sar û lufkên berfê bi bayê cemidî re li ser rûyê wî dixist, laşê ji serma re lerziya û diranên lihevdidan; ji vê yekê têgihiya ku ew li derve ye. Ango li cihekî bilind e.
Ev bû demeke dirêj bayekî wisa sar û nişmî neketiye cergên wî... bayê binerdê yên giran û nexweş, di dilê wî de hesreta hilmkirina bayekî wisa dikir! Vî bayî jî, hîşt kêmekî ew bi ser hişên xwe de bê. Êdî hîsa wî bi tiliyên lingê wî yên xwas nemabû... “yek- du stêrkên şermok rûyê xwe yê xembar ji paş ewrên giran derxistibûn û bi min re hevbeşiya êş û kulên min dikirin... Başe ku li vê derê ez ne bi tenê me”. kulmek ji paşve li serê wî ket, ew ji avjeniya deryayên xeyalan derxist.
-Ka bibêje...
-Kz tu tiştî nizanim....
-Ma tu yê me bixapînî? Tu yan bibêje, yan jî bimre.
“Mirin... Ax çiqasî di vê demê de şirîn û bedew e, ev mirin, ji min re xelateke herî şirîn e. Êdî şiyana rakirina vê hovîtiyê nema ye”
-Ez tiştekî nizanim...
-Wê demê ka bimre...ha ha ha...
“Dilê min gelekî şad bû, bêyî ku ez ti gotinê bibêjim ezê bimirim... Ka bila ev mirina şirîn zû were...”
Hêdî- hêdî ew birin keviya avahiya deh- qatî, serê wî dan jêr û jê xwestin ku li jêr mêze bike, dixwestin ku tirsê têxin dilê wî; da ku bitirse û ji wan re her tiştî bibêje.
Ji nêrandina jêr serê wî gêj bû, mada wî lihev ket, û dilê wî keliya. Weke ku ji çiyakî bilind li jêrê mêze bike xuya dikir. Çirayên kenarên cadeyan ên melul di hewaya bimij de diçirisîn.
“êdî mirin hat. Bila bixêr were, tiştê herî girîng ku min hetanî niha berxweda û ti tişt ji wan re negot.”
Bi zimanekî fêlbaz û xapînok serleşker jê pirsî:
-Lawo tu hîna ciwan î, serhişkiyan neke, ka bibêje ku em te azad bikin... Ka bibêje kurê min, soz didim ku tiştek bi te neyê...
-Ez ji were dibêjim ku tiştekî nizanim
Dîn û har bû, weke seyekî har diranên xwe diçirisand û lehiyên dijun û xeberan ji devê wî yê bikef diherikiyan. “kulm û lingên xwe bi hemû hêza xwe li zik û rûyê min dixist, çend caran serê min li dîwar dida û bi pînan pêl pişta min dikir, êdî mirin dihat pêş çavên min û diçû, hinaseya min çikiya bû... Her tişt reş bibû...”
-Tu yê niha bimirî... Bimrî... Bimrî...
“ Êdî şiyana min û ti lebat nemabû, hîsên min bi cîhanê re nemabûn, dengê zim-zima xwîna ku di guhên min de dimeşiya dihate min weke dengê daholekê bû, ew stêrêke xembar firmêskên min dadimalîn.” “lê bi dilekî rihet û wîjdaneke aram ezê bimrim. Ev stêrk jî şahidê berxwedaniya min in...”
Bi zorê ew ji erdê rakirin, li ser keviya zirav a avahiya bilind sekinandin û ji re gotin:
-Ji beriya tu bimirî tu yê çi bibêjî?
-Ez dibêjim ku gelekî dilşad im... Ku ezê ji hovîtiya we piştî heyameke kurt rizgar bibim.
“Min nedixwest ku li jêr mêze bikim, li ser keviya avahiya bilind di navbera mirin û jiyanê de tiştek tunebû, stêrkên xembar di paş ewrên tarî de winda bibûn, min dixwest ku bayê nişmî û pak pir- pir hinas bikim, bi kêmanî ezê bi dilekî mişt ji bayê pak bimrim. Hêviya min her tim ew bû ku ez li asoyên dûr mêze bikim û bimrim.”
Lê wan kesên cilreş, çavên wî bi cawekî qalind girêdan, êdî cîhan hemî tarî bû... Lê di bin wî cawê tarî û qalind de jî wî çavên xwe vekirî hîştin û li asoyên nediyar mêze dikir.
Heyameke gelekî kurt. Yek- du saniye û her tişt bi dawî dibe, hêvî di dilê min de dihenciqin, daxwazên bêdawî dimrin û hêviya dîtina roja germ û dilniya bi bayê rojava re koç kirin, êdî her tişt gihîşte xala dawiyê. Belkî ez niha dimrim, lê ew jî niha li wê derê bi azadî digere, ez rê di despêkê de dibirim, lê ew li wan deran bi azadî bi hêviya dîtina rojeke ku azadî di bin roja germ de li her derê bijî digere. Jixwe ne ew weke jineke malê bû, ne jî ez weke zilamekî malê bûm. Em herdu jî, li hev hatibûn. Lêgerîna roja germ û dilniyatî arezûya me herduyan bû jî, ne ew li pêşiya min bû asteng, ne jî ez li peşiya wê bûm asteng. Rûyê wê yê biken û çavên bedew dihatin bîra min, cara dawiyê ku min ew li wê derê dîtibû ji min re gotbû: “ Baş li xwe mêze bike, rojên germ li hêviya me ne, ji bîr neke...” Xatir ji min xwest û bi hevalên xwe re berve cihekî gelekî dûr ve çû, min jî berê xwe da aliyekî dîtir. “baş li xwe mêze bike” hate bîra min û kenekî melul serlêdana lêvên min ên ziwa û cemîdî kir... Ez bi vê jiyana bêsoz û xayîn dikeniyam... Galteyên xwe dikirin.
Ew ji ser wê keviyê daxistin jêr û li ser avahiyê gerandin, dîsa ew birin ser keviya avahiya bilind û jê pirsîn: “ Ma tu yê bibêjî, yan bimrî?”
Wan dixwestin ku bi derûniya wî bilîzin, lewra jî wî xwest bilez ev şanoya hovane biqede...
-Ez ti tiştî nizanim.. Nizanim nizanim lawo”
-Ka bimre.
“Destê xwe li pişta wî xist, xwe negirt û li ser ew keviya zirav û şemitok çû û hat, şiyana xwegirtinê nekir û berve xwarê ve- li ser serê xwe- têwerbû.
“Çawa ku ez ji jor hatim xwarê êdî him bi dilşadî û kerbeke mezin min qîr kir û bi jiyana azadiyê qîr da. Dil û hinavên min rabûn jor. Hinaseya min bi leziyan ketin çikiyan, çavên min girtîbûn lê dîsa jî, tiştên birengê spî di bênahiya min de diyar dikirin. Rûyê wê yê biken û bedew ku ji min re digot: “ baş li xwe mêze bike” bi xembarî û girî li min mêze dikir, darê daristanê hemî spî û zer bibûn. “min ji te re got li xwe baş mêze bike...”
-“Me yek şande ba we, miqayte bigere.” Lê her tişt êdî çû, dema lomekirinê û xwe xeyidandinê nema. Bênamusan mala dostên me hemû girtibûn, tenê li benda hatina min bûn, li benda ku çûk têkeve dehfê. Çawa ku derî vebû û ez ketim hundir, ji paş ve tiştekî hişk li serê min ket û bêyî ku ez dijminê xwe nas bikim yan jî bibînim, ez ji ser hişên xwe çûm û min xwe li vê derê dît. Lê niha jî ez ji wan bênamûsan bi miriniyê xelasbûm.
Qêrîniya min dihat, dil û hinavên min rabibûn jor... Ez li benda ku serê min li erdê bikeve û biteqe, ew mêjiyê ku evqas hêvî, evînî û awat tê de hebûn, wê li ser rêka reş belav– belav bibe. Gelek caran dema ku dayîka min ji min dixeyîdî, li min nifir dikirin û digot “ kuro xwedê mejiyê te biteqîne!” wê niha nifira dayîka min pêk were.
Bêyî ku ew hêvî bike di demeke kurt de li ser pişta xwe ket, lê ew tev ne li benda wê encamê bû. Cîhan çû, her tişt radiweste dema ku mejiyê me pê hîs nake. Her tişt çû. Bêveger çû, li ser rêka reş, şil û sar hêvî bi ava baranê re belavbû û çû. Wê sibe, rêwî û wesayît li ser wan re bi ling û tekerên xwe yên genî bimeşin... Lê hêviyên min ne wisa bûn, ne wisa bûn... Pir-pir cuda bûn. Xeyalên bi rengê pembe û xewnên şîrîn bûn, lê di şeveke bêheyv de, her tişt çû.
Lê ez bawerim ku tiştekî dîtir çêbû, tiştekî ku min hêvî nedikir, ew heyama ketina min gelekî kurt bû....ew hîn li wê derê bi hezaran hevalên xwe re li çiyayên bilind digere, ne ew bû jina malê, ne jî ez...
* * *
Sibeh bû, zarok , direviyan dibistana xwe, ji paş wan ve roj hêdî- hêdî tirêjên xwe dirêjî cîhana qerisî dikirin, her kes li ser rê re dimeşiya. Zarokekî xwe xwar kir û mendîleke bixwîn ji erdê rakir, li jor mêze kir û berve dibistana xwe ve reviya...çû
* Ji Pirtûka BERFA GERM hatiye girtin
- Hûrgilî
Keça Çiya: Belê xwendevanê hêja dibe ku herkes dîmen û wêneyên gêrila temaşekiribin û nivîsên wan xwendibin, lêbelê heqîqet tenê ne di dîmen û nivîsê de ye, heqîqeta mezin di jiyan kirinê de ye. Ji dûr de bedewbûn û xweşikbûne gêrila nayê dîtin û hiskirin, heta ji dûr de gêrila weke xeyal tê dîtin û herkes xeyal dike gêrila çawa li çiya jiyan dike. Lê belê gêrila mirovên têkoşîn dikin çi bi dijmin re û çi jî bi kesayeta xwe re, heta bi sarbûne zivistanê û germbûne havînê re jî têkoşîn dikin. Ev têkoşîn hevaltiye PKK’ê dide parestin, û hertim hevaltiye gêrila di zoriyê de xurt dibe û bi wate dibe.
Me xwest em hest û ramanê şervanê nû bi were bidin parkirin.
Heval Xebatkar Azad: Rêberê min ez nizanim nameyeke layîkî mezinbûne we binivîsinim. Dema min pênûs girt nave eşqa bê dawîde û hêviye dîtine we ez ketim nava heyecanekî germ li hember azameta û bexteweriye we. Ev 12 sala hûn li Îmralî jiyan dikin û liberxwe didin, her rojeke ser mayîna te ya di wî cihî de derbas dibe, dilê me parçe parçe dibe. Her mirovekî Kurd ketiye ferqa erk û wezîfeyên ji wan tê xwestin, lewra herkes di nava çebayekî de jibo bikarbin erkê xwe bicîh bînin. Em gêrila jî roj û şev bi tere jiyan dikin û dixwazin heya dawî warê azad biparêzin, û wekî şehîd Muslum Doxan bibin bersiv ji Rêberê xwe re.
Heval Bilind Milî: Rêberê min, êdî herkes dizanê mirovekî weke te heya dawî liberxwe dide jibo gelê xwe. Heta zarokê Kurd jî bê teredûd xwe dikin qurban jibo rêberê xwe, ev ruhê gêrila ê fedaî û hevaltiye wan mûralekî mezin dide min . Mayîna te ya li Îmralî jibo me gelek zore û tê wateya bê hurmet nêzîkbûn e ji gelê Kurd re. Em vî nêzîkatiyên dijmin şermezar dikin.
Heval Bahoz Mexmûr: Rêberê min ji wargehên azad ez silav û hezkirine xwe ji bo we rêdikim û bi hesrete dîtine te, ez te himêz dikim. Ez nû bejdarî şoreşê bûme û hatine çiya ji bo min gava yekeme jibo têkoşîn kirinê û xwe naskirinê. Wekî ciwanekî Kurd ez gihîştim vê baweriyê ku cihê hemû ciwanên Kurd li çiya ye, jiber li vêderê em dikarin azad bijîn û bibin xwedî hêz û îradeke serbixwe.
Heval Hedar Dêrik: Rêberê min ez nû bejdarî şoreşê bûme û hatine çiya jibo min serkeftineke mezine, êdî ez dikarim weke jineke xwedî îrade jiyan bikim. Piştî hatine çiya min hiskir ez insanim û mafê min ê jiyan kirinê heye. Li çiya min tama jiyanê hiskir û bedewbûne wê min dît û jiyan kir. Ez pir dilşadim ku niha ez liçiya jiyan dikim. Her ciwaneke Kurd cihê wê li çiya ye, û pêwîste her keçeke Kurd xwedî li îrade xwe derbikevê. Û pêwîste em hemû ciwanê Kurd ruhê şehîd Muslum Doxan bidin jiyan kirin li çiya û bibin şopdarên riya wî.
Heval Viyan Afrîn: Rêberê min dema min di nava sîstema dijmin de jiyan dikir her roj min felsefa mirinê jiyan dikir, jiber ku xweşikbûne jiyanê di çavê min de nemabû. Bi destê dijmin û zilam her roj tu tê kuştin di hest û mêjiyê xwe de lewra pir jin di civakê de mîna dîna liwan tê hingî zilm û zordariyê ji destê dijmin û zilam dixwin.
Berxwedaniye te li Îmralî hêz da min ku ez qîr bikim û mafê xwe ê jiyan kirinê bixwazim. Niha li wargehên azad min nefeseke kûr kişand û bêhna azadiyê min kişande cerg û hinavê xwe. Ez her rojeke ku jiyan dikim liçiya ez hisdikim dûnya hemû bûye milkê min, min tucarî ev ruh dinava jiyana sîstemê de jiyan nekiriye. Ez pir dilşadim ku niha di nava gêrila de jiyan dikim û dixwazim hemû keçên Kurd werin li çiya jiyan bikin.
Heval Gûlan Sason: Rêberê min dema min li civakê jiyan dikir, her dem min dinava tirsê de jiyan dikir, jiber jin pir zêde têne tecawiz kirin û kuştin, êdî jiyan liber çavê min reşbûbû. Di hêlekî dîtir de jî dijmin gundê me şewitand û her roj êrîş dikirin li ser mala me û me lêdan dixwar ji destê wan, lewra min didît dijmin mafê me ê jiyan kirinê nehiştiye û herdem wekî kole jiyan kirin qedera me bû. Piştî ez hatim çiya min rehet jiyan kir, ez poşman bûme ku hîn zûtir nehatime çiya û min ewqasî amrê xwe vala derbas kir li wê sîsteme qirêj.
Heval Qehreman Rodî: Rêberê min ez silav û hezkirine xwe ji te re rêdikim, herdem meraqa min heya ku ez te bibînim û te himêz bikim. Dema ez hatim nava gêrila min dît gêrila ji tiştekî natirsin û ne tenê lihemberî dijmin şer dikin, her weha lihemberî rewşa hewayê jî şer dikin, ne berf ne jî serma jiyana wan dide seknandin, lihemberî zoriye bê çara namînin, û bi hêza xwe her tiştî dikin. Ev hêzeke mezin da min. Bedewbûne gêrila eyer tu dixwazê bibînê anceq tu bi xwe jiyan bike heya tu bibînin gêrila çawa jiyan dikin.
- Hûrgilî
Rêber APO
Jinên herî mezin di dîrokê de ji van axan, yanî ji Mezopotamya derketine. Em jî li pey wan in, paşhatiyên wan in.
Em tevgera vegera dîrok û evînê ne, li pey nemirinê ne.
Va, ku Ewropayî bi ti awayî fêm nakin û dibêjin, “Ev zilam, li ciyekî weke Rojhilata Navîn ku despotîzm lê serdest e, çawa vê azadiya mezin diafirîne?” Bi ya wan qabeya van xebatan Parîs e, New York e, London e. Di bingehê hêrsa wan a li hember min û PKK’ê de ev heye. Yanî hun ne navenda şariştaniyê ne, ne navenda sivîlbûnê ne, hun ne navenda xweşikiyê ne. Ev hemû bi me hene. Ez vê hinek tînim bîra wan hêrs dibin. Ez li hember Ewropayê bin neketim, bi misogerî di nava bandordarkirina Ewropayê de me.
Xwedawenda evînê, navenda sivîlbûnê Mezopotamya ye. Ti kesî qasî li ser van axan bi azad nehizirî, bi azad neafirand, bi azad hez nekir û xweşiktî neafirand.
Ma Mezopotamya, geliyên Zagrosê ne qadên pêşxistina çandiniya yekem, şaristaniya yekem, hêlîna yekem, cîûwarbûna yekem û hevalbendiya yekem in? Ma peroşmendiyê nadin? Baş e çima ev dîrok nayê dîtin?
Çalakiya me ev e. Ji bo me dîrok ev e û em mezinahiyê jî wisa digirin.
Hê jî tê bîra min, keçên ku bala min dikişandin hebûn. Min tenê peyvek jî ji wan re negot; min bawer kir ku dê bi şer bê afirandin. Niha ez herim kû derê, hêza min a bandorkirinê heye. Ez bi ser koletiyê de biçim ezê biperçiqînim, azadiyê derxînim holê. Ên ku eleqeya wan ji vê re mezin e, dê bi min re bin, ên ku eleqeya wan nîn e jî dê biçin.
Ez li Mezopotamya xwedî dertêm. Keça Alman rêhevala Kanî jî, ma bi rastî ne bersiveke wisa ye? Hetanî dawiyê berxwedêr, hetanî dawiyê dilsoz, -dirûşme avêt. Va, ev serkeftina Mezopotamya’yê ye.
- Hûrgilî
Bi navê Xudayê Dilovanê Mîhrîban.
GELÊ KURD! XUŞK Û BİRAYÊ MİNÊN XOŞEWÎST!
Birayên ku malên we talan bûye û hûn dibin zext û zorê dene! Ezê di dawiya demên jiyana xwe de çend şîret û amojgarî pêşkêşî we bikim.
Bo xatira Xwidê êdî dij¬mi¬na¬hi¬ya hev nekin! Bibin yek, li hember dij¬minê zordar li piyan bin û tû carî xwe nefiroşin wan! Dijmin hinga ji were di¬lo¬vane, ku ji we sûd wergire. Eger na, tu carî dilê wan bi we na soje. Di her fer¬sendê de ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj xwe digihînin we û bi navginiya we di¬gihin armancên xwe. Dijminên gelê Kurd gelek zalim û bê rehmin. Nîşana pi¬roziya her neteweyê, yekitî û hevkariye. Ev nîşana pêşiyên wene, ji bilî vê rewşê ev gel tûne dibe û dibin destê biyaniyan de dîl dimîne. Ey gelê kurd! Hîç tiştek yê we ji yên gelên cîhanê kêmtir nîne. Bel¬kû dilêrî û xîreta we ji yên gelek gelên ku gihiştine azadiya xwe zêdetire. Ew jî ku niha ji penceyên dijmin rizgarbûne, rojekê wek we bûn. Lê ew bûn yek û gi¬hiştin azadiya xwe. Ji vê û pêde êdî ji destê wan tiştekê negirin û ne bin dij-mi¬nên êk û da hûn jî wek gelên cîhanê bi¬gihîn azadiya xwe. Dema hûn li hember hev dijminî û çavnebarî nekin, hûnê bi karibin azadiya xwe bêxin destê xwe.
Gelî biraderan! Êdî bi fend û fêlên dijmin ne xapin. Dijminê Kurd ji kîjan nijad û neteweyê be dîsa dijmine. Bêrehm û bê wijdane. Tû carî dilê wî bi kurdan na şewite. Wan bi hev dide qirkirin û kuştin. Tû dijmin ji dijminê Kurdan bê rehmtir û ji Xwedê netirstir nîne. Hemû bêdadî û nemirovahiyê li hember Kurda rewa dibîne. Di kurahiya dirokê di li hember Kurdan tim bi kîn û dijminî tevgeraye û tev di gere. Tû carî li hember Kurdan durist nebûye çend soz û peyman daye hemû ji bo lêp û xapandinê bûne. Ez wek birakî we yê biçûk ji were di bêjim: bo xatira Xwedê pişta hev bigrin dema dijmin ji were qencî bike ew baş bizanin ku ew dê jehrê bi we bide xarin. Ger hezar carî jî, bi Quranê sond jî bixwe dîsa wê ew we bi xapîne.
Ez dawiya jiyana xwe de şîret li we dikim. Bila bîra we de be ku ji bo bexteweriya we çi ji destê min hat min dirêx (texsîr) nekir. Disa dibêm bila hûn bi lêpên dijmin ne xapin. Ji ber ku bi Xwidê, Pêxember û bi roja heşrê ne bawerin.
Di çavên wan de çend Kurd hene, eger çi musulman jî bin, tewanbar û sucdarin. Kuştin û tunekirina wan rewaye. Me, ji bo xwe xenîmet di hesibînin. Ger çi sozê me ew ne bû ku ez biçim we di nav pencên dijmin de bihêlim, lê min gelek caran ji were got: dijminê fêlbaz gelek mezinên me bi dek û lêp dîl girtine û kuştine. Ji ber ku di qada şerde bi we nikarin, fend û fêlan bi kartînin.
Ez wan baş nas dikim. Şah û rayedarên wî, bi şandina navber û mirovên xwe peyman dan ku em nahêlîn dilopek xwîna tû kesî birêje û rencîde be. Lê hûn nihne vê encamê dibînin.
Eger serokê eşîran xiyanet nekiribûna û xwe firotiba hukumeta Şah, hûn û komara me rastî vê çarenûsê ne dihatin. Niha gotina min ji were ewe ku bila ciwanên we bi xwînin. Ji ber ku ji bilî paşde mayîna perwedehiyê tû tiştê me Kurdan ji yên din kêmtir nîne. Divê cihanê de çekê zanistê ji hemû çekan bihatire.
Baş bizanin ku dema hûn yekreng û hînkirî bin, hûnê ciwan û li ser dijmin serkeftîbin. Divê hû ji kuştina min, bira û kurmamê min netirsin. Dibit ku divê rêyê de hêj gelek kes şehîdbin ta bigihijin mirazên xwe. Bawerim ku piştî min jî gelek bêne kuştin.
Ez bawerim ku gelek kesên ji min xwenda tir jî dê bikevin dava wan. Lê kûştina min ji were bila bibe dersa îbretê. Ji xwedê arîkarî bixwazin, dibe ku hûn ji min bi pirsin û bi bêjin: tû bû çi sernekeftî. Di bersiv de dibêjim: ez bi Xwidê sond dixum ku ez serkeftî me. Çi ji wê qenctir û hêjatire ku mirov di rêya gelê xwede ser, mal û canê xwe gorî bike? Min hertim dixwestkû ez dema bi mirim li hember xwedê, pêxember û gelê xwe rû spîbim. Ev mirin ji bo min serkeftin û pîroziye.
Delal û xoşewîstên min!
Kurdistan mala hemû Kurdane. Çawa ku her endamê malê ji bo parastina wê berpirsyare û yek ji yekê çavnebarî nake, Kurdistan jî weye. Eger we dît kesekê berpirsyariyekê hilda ser xwe bihêlin, bila encam bide. Kevir navêjin karê wî, pêçewanê wî destek bikin. Bila ji bo vî karî serperiştî bike. Bizanin ku birayê we yê Kurd ji her kesî dilsojtire. Eger min berpirsyariya mezin hilnedaba serxwe ez niha li ber piyê sêdarê nebûm. Ji bo vê yekê divê ez tengbîn nebim. Ew kesên ku bi gotina me nekirin û lihemberême rabûn, niha li mala xwe û dinav nivînên xwe yên germde bi hêsayî radizin. Lê em ji bo xizmeta gel niha li ber piyê sêdarê ne. Eger min jî ev berpirsyariya giran nedaba ser xwe ez jî niha wek wan di xewa şîrîn de bûm. Ev şîreta ku ez niha ji were bi bêjim jî, ji bo ayîndeyê we xwe berpirsyar dibînim ji ber hindêye. Ji berkû eger hevalekê din ev berpirsyarî daba ser milê xwe, niha dicihê minde ew li ber piyê sêdarê bû. Ji ber hindê ez bextewar û kêfxweşim.
Niha, ezê wek Kurdekî dilsoj û xizmet bexşê gel çend amojgarî bû we bêjim. Li hemû gotinên min baş guhdarbin. Umîdwarim ku di pêşerojê de ev gotinên min pêşiya we rewşen bike û hûn serbikevin.
Bawerî bi xwidê bi pêxeber û bi pirtûkên wî bînin. Hem ji bo peywirên olî têbikoşin û paydar bin.
Yekitî û hevkariya xwe bi parêzin. Karên na şayiste nekin. Li hember hev tengbîn nebin. Nemaze li hember berpirsiyarî û xizmeta gel.
Radeya zanist û têgihîna xwe zêdetir bikin da hûn ji aliyê dijminan ve kêmtir bên xapandin.
Qîma xwe li dijmin neynin. Ji ber ku dîrok, guwahe ku ew bi gelek delîl û burhanan dijminê we, ola we, gelê we û welatê weye. Ew li hember we li pey bahaneyane û bi kêmtirîn tometan dikarin cezayên mezintirîn li ser we biryar bide.
Ji bo çend roj jiyana vê cîhana bê dom nebin pate xwirên dijmin. Ji ber ku dijmin, dijmine, cihê baweriyê lê nîne.
Li hember hevûdû di hêla siyaset, can û mal de xiyanetê nekin. Ji ber ku xiyanetkar li ba xwedê û gel sik û bê nirxe. Bizanin ku xiyaneta xayinî vedigere ser xwediyê xwe.
Eger kesekê bê xiyanet arîkariya we kir ji wîre bibin arîkar. Nebe hûn bibin asteng û sîxurên biyaniyan.
Hûn tûcarê ji serhildan û tekoşînê paş nemînin! Ta wek hemû gelên din hûn jî ji koletî û dîlîtiyê rizgar bibin. Malê dinê bê nirxe eger hûn bikaribin welatekî serbixwe û azad bêxin destê xwe û mal û axa wî bibe yê we, hingê wê hertiştê we hebe.
Ez ji bilî mafê xwedê ji tû kesîre qerdar nînim. Lê eger kesekê doz kir ku mafek yê wî kêm an zêde di stûyê minde maye, min têra vê yekê li peyxwe serwet hiştiye bila ji mîratxarên min wergire.
Ta hûn nebin yek hûn serkeftî û pîroz nabin. Li hember hevûdû zordarî û zorê rewa nebînin! Xwidê gelek zû zordarî û zordaran tûne dike. Ev mizginiya ku xwidê gotî: “Xwidê tolê ji zalim û zordarê werdigre” bê çawan û çireye.
Ez umîdwarim ku hûnê van xalan bidin berçav xwidê we li ser dijminan pîroz û serkeftî beke.
Her wekî Şêx Sedî gotî:
Mebesta me amojgarî bû û me got
Me hûn spartîn Xwedê û em çûn.
Xizmet bexşî Gel û Welêt
Qazî Mihemed
- Hûrgilî
Hemû civak û netew di gelek serdeman re derbasbûne ku tê de berxwedan û qehremantiyên bê sînor nîşandane, ev hemû jî di şerê li beramberî şahristaniya neteweperest de, piştî ku bajarên imbiratoriya yekemîn ya serdestê cîhanê bi her awayekî desthilatiya xwe li ser mirovahiyê daye çêkirin, ev jî bû neden ku hemû eşîre û qilan û bavikên ku di kûratiya çiyan de dijiyan berû serdemekî kotetî û weke artêşeka koleyan bikev di bin xizmeta van imbiratoriyan de. Bê goman armenc di vê derê de ew bû ku, hemû gundî, koçer û eşîreyan bêxin kole û di xizmeta xwe de wan bikarbînin, li ser destê Ferhûn û Nemrûdan.
Ji ber ku şerê di navbera Ebranî û Ferhûniyan de û şerê di navbera Ibrahîm Xelîl û Nemrûd de, weke din şerê di navbera Cermen û qeyserê Roman de û şerê di navbera Meda, Babiliya û Orartoyan jî ji milekî ve û di navbera emberatoriya Aşûrî ya koledar ji milekî din ve, ew di eynî demê de pevçûna di navbera gelê komînal yê azad û dewletên koledar de ye.
Ji bona wê Med û Babîl û hemû netewê din yê Mezobotamiya û derdorê wê bi hevre diketin nava yekîtiyekî û bi hevre berxwedan û tekoşîn didane meşandin ji bona azadiya xwe, ev hemû ji bona ku nebin kole di kolanên bajarê pergala serdest de, weke ku em di roja meya îroîn de vê rewşê baş dijîn, ji ber ku weke em dibînin bi hezarê karker û gundiyên bê kar û îş yê ji gundê xwe û axa xwe qutbûne û bê kar û îş di bajarê mezin de digerin, ev tev bi eslê xwe koleyê nojenin û ne azadin weke ku ew texmîn dikin an jî xwe dixabînin.
Qehremantî û çaxê qehremantiyê bi vî awayî derkete pêş û pêşket li ser vî bingehî, ji Kawayê Hesinkar bigre heyanî Guhderz û Rustemê Zal û yê weke wan, ev hemû jî ji nava qebîle û eşîreyên Meda û Ariyan derketin pêş, ew netewê ku koletî û bindestî neprjirandin û jiyana azad ji bona xwe hilbijartin û nebûn Aletê serdestan bi bajarê wan yê xapînok û riziyayî û bi riya vê berxwedanê van hemû Qilan û eşîreyan jiyana xwe bi vî awayî berdewambikin heyanî roja meya îro.
Ew taybetmendiyên dîrokî yê xwe di giyanê berxwedanê de didîtin, ew di eynî demê de mîrateya Demuqrasiyê ye û barçeyekî ji şehristaniya Demuqrasiyê ye, ew jî di eynî demê de cihê xwe di şûna deoletperestiyêde digre, ya ku dixwaze ku hemû deyerên azadiyê û wekheviyê ji holê rake û pevçûnê di nava gelande gurbike.
Ev rê û rêbaz dihatin meşandin heyanî roja me ya îro, heger ku Kawayê Hesinkar nîşana berxwedana gelerî ya li beramberî serdemên imbiratoriya koledar bû, di wê serdemê de ango di 1000 ê ji berî zayînê de, di dema me ya îro de Mezlûm Doxan ew jî Kawayê demê yê hemdemme û pêşengê berxwedana gelerî li beramberî pergala koledar ya nûjen û pergala Qaptalîzim ya modernîta demê ye û heger ku Guhderz û Rustemê Zal ew weke zincîrê temamkarê vê berxwedanê bin, hevalê Egîd (Mehsûm Qorqemaz) jî û şehîdên heftiya qehremantiyê, ji 21 Adarê heyanî 28 Adarê ew jî helqeya vê zincîrêne li gorî pêwîstiyê dema meya îro hûnin.
Bi rastê ev qehremantî xwedî bingehekî dîrokî, civakî, bîrdozî û insaniye û bi giyanê xwe nîşana civakêye û xwe deng û vîneke azade û çiqa ku dûrbûna demî û ya cih di navbera wan de hebe jî, lê cewherê vê berxwedanê nehatiye guhertin û her berdewamdike. Ji milekî ve şehristaniyeke bi xwîn heye, li ser bingehê dewletê dimeşe û bi pergalekî heyanî dawiyê dijminê xwezaya civakêye û ji milê dinve jî li vê derê civakekî xwezayî heye, ew jî civaka gund ya azad û aşîtîxwaze.
Lê di encamê de ev dirindeyê serdestê cîhanê yê ku di bajariyê de xwe bicih dike, ev civak kiriye kerîk ji koleyan û wan li gorî dilê xwe dikre û difroşe.
Di roja meya îro de glo cewherê vê rikbendiyê hatiye guhertin an na?! Ji ber ku li vê derê pergala nevnetewî heye, ya ku cîhanê tevahî xistiye bindestê xwe, lê li milê din jî bizavên rizgariya netewî û gelê ji bona azadiya xwe tekoşînê didin meşandin li holê hene. Ji ber ku desthilatiya kevnar li ser bingehê xapandinê û mêtingeriyê dihate meşandin û bi hest û remanê mirovan dihate leyîstandin, lê di roja meya îro de, ev desthilatî dîse li ser xapandina bîrdozî, olî, netewî û pêre şerê taybet yê ku biriya çapemeniyê tê meşandin û şideta bê sînor û bê hesab ji boan tepisandina vîna gelan tê meşandin.
Weke em dizanin hemû hêzên ku berxwedanê didin meşandin ji bona gihiştina azadiyê, li ser bingehê azadî û wekheviyê xebatê xwe didin meşandin, weke berxwedana Kawayê Hesinkar yê ku nîşana xelasiya hemû gelê Rojhilata navîn û gelê Arî bû û li ser bingehê bîrdoziya Zerdeşt birêve dimeşiya bi felsefa xwe ya xwedî vîna azad û avakirina mirovê serbuxe ji xwe re kiribû armenc û weke em dibînin di roja meya îro de Rêber APO pêşengiya vê felsefeyê dike, ew jî xwedî jiyaneke azade û komînale dûrî desthilatiya cinsî ye, ev jî cihê xwe di şûna pergala serdest de digre ya ku pêşengiya wê Emrîka, Engilîz û hemû hêzên paşverû li qadê dikin di serî de Israyîl û dûvikên wê.
Ji ber wê yekê dema ku em lê ser berxwedan û qehremantiyê di Kurdistanê diaxivin û bi taybetî li ser heftiya qehremantiyê, di vê derê de mebesta me ewe ku em dixwazin vî giyanê berxwedanê yê azad û yê pêşengiya wê Mezlûn Doxan, Egîd, Zîlan û kemal Pîr û heyanî roja meya îro anîne anîne careke din di hişê mirovan de zindîbikin û bi bîrbînin.
Ji ber ku em baş dizanin mirov nikare xwe bighîne jiyana azad û Demuqratiyê, bê ku berxwedanê û tekoşînê bide meşandin û xwedî li pêşengê xwe û şehîdê xwe derkeve û rêya wan ya ji bona azadiyê pişopîne.
Di dawiyê de em bi wesîleya heftiya qehremantiyê careke din soz û biryara xwe bi şehîdanre nûdikin û wan bibîrtînin û beja xwe li ber wan ditewênin.
Husên Şawîş
- Hûrgilî