Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 19’ê tîrmehê de artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û bi guleyên bi şop li Qadên Parastina Medya li hember qadên Erwanîş û Girê Helîzê ku girêdayî Heftanînê ne li dar xistiye. Piştî êrîşê li qadan şewateke ku hê jî didome derketiye.
20 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Yên pêşroja azad a gelan diyar dike rêber û leheng in. Ew gelên ku lehengên wisa ku destanên afirandine dernexistibin ji dika dîrokê hatine maliştinê. Ji ber ku gel bi lehengên xwe ji nû ve têne vejîn, xwe digihînin rizgariyê û pê hebûna xwe mayinde dikin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 18’ê tîrmehê de artêşa TC’ê hawan û obûsan avêtiye Qadên Parastina Medya gundê Gisnê ku girêdayî Zapê ye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 17’ê tîrmehê de artêşa TC’ê qadên Qursê Keça, Girê Yildiz û Girê Şehîd Adil şewitandine. Piştî li qadan agir destpêkiriye, qad bi firokeyên kobrayan hatiye bombebarînkirinê. Li qadan eydî artêşa TC’ê yekîneyên tîmên taybet ên biçûk li qadan hatine hiştin û hewl didin kemînan bavêjin û xebatên keşfî bikin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Operasyona artêşa TC’ê ku di 15’ê tîrmehê de li qadên Faraşîn û Kela Cengê ya Colemêrgê destpêkiribû, ber bi Kato Marînos, Mezra Marînos û Meydana Zengelê ve hatiye berfirehkirinê.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di demên dawîn de ji hêla artêşa TC’ê ve li bejahiya Amedê li ser gelê me çewsandinên sîxurkirinê tê kirin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Li bejahiya navçeya Gimgima Mûşê yekîneyeke kontra ku kincên gerîla li xwe kirine li ser gelê me çewsandinan dikin. Ev yekîneya navborî tu têkiliya xwe bi hêzên me yên HPG’ê nîn e û komeke kontra eydî artêşa TC’ê ye. Divê gelê me yê li herêmê li hember van lîstikên qirêj hişyar bin.
17 Tîrmeh 2009
Fermandariya Eyaleta Erziromê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
1. Di 15’ê tîrmehê de ji hêla artêşa TC’ê ve li hember qadên Faraşîn û Kela Cengê ku girêdayî Colemêrgê ne operasyonek hatiye li dar xistin. Berfirehiya operasyona ku bi desteka firokeyên kobrayan li dar ketiye, em ê piştre ji rayagiştî re ragihînin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di 14’ê tîrmehê de bi şev saet di 17:00’an de artêşa TC’ê li Qadên Parastina Medya qada Kinyaniş ku girêdayî Zapê ye daye ber obûs û hawanan.
15 Tîrmeh 2009
Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê
- Ayrıntılar
Ji gelê me û rayagiştî re!
Di çarçoveya biryara bêçalakîbûnê ya yekalî ku tevgera me ku di 21’ê Adara 2009’an de girtibû de, ji hêla artêşa TC’ê ve 84 caran operasyonên bi armanca tunekirinê hatine li dar xistin. Di encama pejinkariyeke mezin a gerîlayên me de ji van operasyonan de tenê di 22 heban de ji neçarî pevçûn hatine jiyandin û li hember vê ji hêla gerîlayên me ve yek çalakiyek jî li dar neketiye. Di pêvajoya bêçalakîbûnê de hem li herêmên me yên bakurê Kurdistanê hem jî Qadên Parastina Medya bi tevahî 67 caran êrîşên topbarînê li dar ketine û 19 caran jî êrişên hewayî li dar ketine. Di vê pêvajoyê de bi tevahî 38 gerîlayên me gihîştine şehadetê. Her wiha ji 21 Adarê pê ve di encama êrîşên hewayî, hawan û obûsan ên artêşa TC’ê de eydî sivîlan gelek niştecih û zevî zirar dîtine û bi dehan sewal jî telef bûne û pê re jî di erdnîgariya Kurdistanê de texrîbatên mezin pêk hatine û li gelek herêman daristan hem bi zanebûn hem jî ji ber êrîşan şewitîne.
- Ayrıntılar