
Axaftina Serokatiya Partiyê Li Ser Deh Saliya 15’ê Tebaxê
15’ê Tebaxê di xebata mede gaveke, weke gavên dine, wexta hevalan ev gav avêt, nikarîbûn mesûliyeta mezin bigirtana, her roj bar dihate ser me. Me xwe baneda, xwe li paş jî nexist, dijmin digot 48 saet, 72 saet, sê rojan de em ê wana ji holê rakin. Sê roj bû sê meh, sê meh bun sê sal, sê sal bûn neh sal. Niha mirov dikare bêje ji dijmin bêhtir em di welêt de xurt in. Hemû serê çiya me girtine. Dijmin nikare, hamleyan pêk bîne, bi hezaran hamle çêkirin, nikarîbû em rakirana, hilîna. Me bi însanên ji dijmin bêhtir zirarê didin xwe re ev kar meşand, bi sebreke mezin, biaqilbûn jî meşand. Min heyf bi heyfa miletekî, ya rast jî eve. Heyfa din eybe. Ku bi usûla we mirov heyfa hilîne şerm e, di nêrîna min de.
- Ayrıntılar

Jinên herî mezin di dîrokê de ji van axan, yanî ji Mezopotamya derketine. Em jî li pey wan in, paşhatiyên wan in.
Em tevgera vegera dîrok û evînê ne, li pey nemirinê ne.
Va, ku Ewropayî bi ti awayî fêm nakin û dibêjin, “Ev zilam, li ciyekî weke Rojhilata Navîn ku despotîzm lê serdest e, çawa vê azadiya mezin diafirîne?” Bi ya wan qabeya van xebatan Parîs e, New York e, London e.
- Ayrıntılar

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka evînê jî nehatiye derbas bûn. Gotineke ku li şûna evînê tê gotin heye. Dawiya wê jî Zîneke ku zimanê wê jî nîne û nikare rabe ser xwe, dîsa Memê ku nikare du gavan biavêje ango ti hêzeke xwe jî nîne. Di vê destana klasîk a evînê de jî ji kêleka evînê re derbas nabin. Dema em sêsêd salên pişt re tînin pêş çavên xwe, êdî gotina evînê jî nayê kirin. Ti kes nikare bi yek gotinê li ser hezkirineke xweşik tiştekî binivisîne.
- Ayrıntılar

Her tişt ji bo ya mirov bi însaniyetê ve gîhandin e. Wexta em wiha tên hember we, em baş dizanin ku heta niha di we de tiştek nemabû. Hûn ketibûn, hineka we xistibûn, we nikarîbû.
- Ayrıntılar
Di heyva şehîdan Gulan û di roja şehîdên 18’ê Gulanê de, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Û divê bi hemû hêza xwe em pêwîstiyên bîranînên wan zanibin pêk bînin. Di pêvajoya destpêkê ya koma yekemîn a tevgera me de; ku hîna nû xwe derbasî jiyanê dikir, hin geşedanên ne em û ne jî dijmin li bendê bû qewimîn. Ger ev geşedanana bi dîqet nehatana destgirtin û pêdiviyên wê bi cih nehatana, dibe ku dîrok bi awayekî dîtir bidomiyana. Û em bawer dikin ku bi vê mudexaleyê, me xwest ku em seyra dîrokê biguherînin. Di serî de rêheval Hakî Karer û her wiha ji bo bîranîna hemû şehîdên xwe ev biryara rast a ku me dayî, bo şerê jiyana xwe, bo pêngavên awarte yên azadiyê me gav avêt û em îro gihan heqîqeta şer. Bi qismî be jî, îro em dikarin bi rêzdarî wan bi bîr bînin û pêwîstiyên fermanên wan pêk bînin.
Wek ku em timî tînin ziman, pêkanîna pêwistî û bîranînên şehîdan her çiqas dijwar be jî, ku em dizanin di vê jiyanê de nirxên me yên herî mezin şehîdên me bi xwe ne û bi vê bîr û baweriyê, di vê jiyanê de her tişt girêdayî bersiva ku em bidin van nirxan e. Hîna jî mijara herî zêde em li serê dahûrandinan dikin; mijara şehadeta rast e. Şehadet ku ji milekî ve wek mertebeya herî mezin xwe dide nişandan, ji milê din ve jî mijareke ku li ser pir tê fikirîn, di encama vê fikirînê de rastiyê dîtin û ew jiyana ku sembolik tê dîtin zindîkirin e. Di vê mijarê de bêyî ku em rêya xwe şaş bikin, me xwest li hemberî xiyanet, nemerdî, bêşerefî û bêrûmetiyê bersiv bidin. Ya herî girîng jî, li dijî dijminê ku dixwest me tune bike bersivdayîna me hêza xwe ji van şehadetan digre û peywira me hemûyane ku em pêwîstiyên bîranînên wan pêk bînin.
Kesayetek, ger bo hevalên xwe yên herî nirxdar peywirên xwe ji dil an jî bi wijdanî pêk neyne, ew kesayet ti carî nabe PKK’yî. Ji şehadeta rêhevalên xwe yên herî nirxdar ger wateyekê dernexe, şaşî û kêmasiya heyî ger rast neke, ji van kesayetên wisa divê bê tirsîn. Rêxistineke weke PKK’ê ku mirov dikare weke tevgereke mirovî binirxîne, kesayetên ku li hemberî şehadetên vê rêxistinê bikevin li nav xefleteke wek ji bîr kirin an jî bêhaybûnê, kesayetên herî ketî ne. Kesayetên wisa îfleh nabin, ji wan hêvî nayê kirin û divê mirov ji ti tiştê van kesayetan bawer neke. Kesên ku xwe li hemberî şehîdan deyindar nehesibînin, jê girîngtir jî yên ku wesiyeta şehîdan ji xwe re esas negirin û mafê rêhevaltiyê nedin, nabin hêza vejîner û şervanê xeta me. Tew qet nikare bibe hezeke ku rêbertiyê bike.
Têkoşîna me ji aliyekî ve, têkoşîna layiqbûna şehîdan bi xwe ye.
Têkoşîna me, di pêvajoyên bêtevdêr û di rewşên bêhêzî de; li hemberî şehîdên xwe yên destpêkê rêzdarbûyîn, dijberî bîranînên şehîdan nebûn, bi sedema şehadeta wan re dilsozbûn, bi qasî stûxwarnekirinê bi hêsanî neketin û govanê tevgereke ku teqez jiyandinê ji xwe re esas digre ye. Ev rastiya tevgerekê û heqîqeta partiyekê ye.
Tişta ku PKK’ê dike PKK jî ev nêzîkatiya li hemberî şehîdên xwe ye. Ev nêzîkatiyeke pir mezin e. Nêzîkatiyeke vejîner, pêkanîna serkeftinên herî dijwar, tiştên bawerî pê nayên dide bawerkirin û ev nêzîkatî bi rastî jî geşedan û bûyerên ku dijmin jî hisab nekiriye di himêza xwe de dihewîne.
Wek navê xwe dizanim ku, ger îro ango di 18’ê Gulanê de şehadeta rêheval Hakî Karer pêk nehatana, me yê îlankirina PKK’ê zêde neanîna bîra xwe. Wek deynê stûyê xwe me yê pêngava partîbûyînê nexistana rojeva xwe. Me yê hîn bêhtir nikaribûna xwe nêzî şerê çekdarî bikirana. Ya herî girîng jî, me yê jiyana xwe nedana oxira şoreşê. Ev şehadet vê derxist pêş me; yan tu yê wek ku dijmin û hevkarên wan dixwaze di cihê xwe de bitepisî û xwe bidî aliyekî, yan jî tu yê xwîna şehîdê xwe bikî meseleyeke mezin, bi qasî rast nirxandina vê şehadete tu yê soza tolhildanê bidî û pêdivî bi çi hebe tu yê bikî. Me ji vê dubendiyê ya duyemîn çêtir dît. Bi qasî pêşxistina nirxandina rast, pêdivî bi tolgirtinê hebû. Her çiqas li hemberî me dewleteke tirsnak û hevkarên wê yên herî ketî hebûn jî, divê me dest jê bernedana, li ser van bingehan ev meşa pîroz wê me bi rastiya me re rûbirû bikirana. Ger kêmasiya me ya teoriyê hebûna me yê bi vê meşê kêmasiyan ji holê rakirana. Her wiha ger pirsgirêkên me yên şer hebûna me yê vê jî bi pêkanîna şerkeriya tolhildanê re derbas bikirana. Me vê encamê ji ceribînên xwe didît. Ango me bawer dikir ku, şopîneriya biheter wê rêya serkeftinê ji me re vebike.
Divê yek jî bi vê wateyê li dîroka PKK’ê bê nêrîn. Bi ya min vegotina herî bibandor a PKK’ê, bi vegotina şehîdan dibe. Ez vê ji jiyan, pratik û ji cerîbînên xwe dizanim ku, min şehîdan ji xwe re esas girt. Ez dikarim yeko yeko wan bînim ziman û heta îro werim. Xeta berxwedêr a PKK’ê, xeteke şehîdan a çawa ye? Xeta şervaniya PKK’ê, xeteke tolhigir a çawa ye? Xeta PKK’ê ya ku xwe daye ber rexnedayînan, di fikirîna şehadetê de, xwe ji kêmasî û şaşiyan rizgarkirin xeteke çawa ye? Em van mijarana dikarin bi awayekî herî berbiçav jî nişan bidin. Ku di roja me ya îro de PKK bi mezinbûn û bi qasî deh hezaran tevlîbûnên xwe dijî, bi qasî divê cewherî be, yên ne cewherî, her wiha ruxmî ku tevlîbûnên feodal, sivik û seraser jiyaye be jî, hetera mezin a di xeta şehîdan de û israra mezin a ji bo têgihiştina xebata PKK’ya rastîn derxistina holê û di vê mijarê de betawîz tevgerîn, cewhera hemû geşadan û pêkhateyên ji vir şûn de bi rengekî rast meşandinê ye.
Şoreşgerekî/e wisa bi xwe bawer dike heye? Kesê/a ku bêje; “ez di vî karî de heme.” Peywira ku pêdivî bi pêkanîna wê hebe pêk anîn, xebateke ku serkeftinê dixwaze serkeftî bi cih anîn, li rastiya partiye wateyeke wisa barkirin û ger pêkan be ji vir û şûn de rêvebirina van karan kirin… Mirovê ku van pêk bîne di rêya rast de ye û bi rastî jî mirovê xetê ye.
Di roja şehîdan de, divê em cewhera van rastiyan karibin bibinîn. Divê em li ser van mijarana lêhûrbûnê bikin û bo pêşerojê di kesayetên xwe de şênber bikin. Ev pir girîng e. Ev tiştekî wisa ku mirov çend şehîdan an jî bîlançoya şehîdên PKK’ê bîne berçav nîne. Ango tenê bi gotina; “me çendî rêhevalên xwe yên binirx wenda kiriye” xemgîniya xwe nîşandan jî nîne. Ev bi temamî pirsgirêka li hemberî şer û jiyana ku tê xwestin xwe bihêzkirin e. Niha hûn ê vê fêm bikin? Di vê mijarê de bi qasî neyîniyên xwe û bandora pergalê, em ê karibin hesabê aliyên xwe yên dijmirovî yên kêrnehatî, xiyanet û xwerasdestiyê bikin? Li dijî van em ê karibin şerê xwe bidomînin? Bi qasî dilsozbûn û puxtedariyê, bi serkeftinî hûn ê karibin bersiv bidin? Pirsgirêk ev bi xwe ye.
Yên bi xwe bawer, ger bersiva van pirsan rast bide; di esasê xwe de li hemberî bîranîna şehîdan xwedî bersiva herî rast e. Jê wêdetir, li geşedanên rojevî bi serkeftineke mayînde nêzîkatiyekê nîşan daye. Bi qasî xwedî cewherê, mebestên pak û dirustbûnê û hebûna hewldanê jî mirovan ber bi jiyan û şer ve dibe. Ev hatiye peyitandin. Em vê dibêjin, gelo hûn ji vê re hene? Bi awayekî teqez, gotineke dirust ku hûn bêjin heye? Bi rastî, kêmek be jî hûn ê di hizûra şehîdan de bizanibin bi rêzdarî bisekinin? Hûn ê vê bi cewhera xwe bikaribin bidin pejirandin.
Heqîqet, qet û qet wek ku hûn dizanin nîne. Bi hezaran bûyerên şehadetê yên ku me jiyane hene. We navbeyna di navbera me û şehîdan de gelekî vekiriye, hûn pir dijberî wan disekinin. Li hemberî şehîdan hûn di nav xiyanetê de ne. Di bingeha pêşneketin, nehestyarbûn an jî berznebûn û meyildariya we ya ber bi sextekariyê de, ev rastî heye. Niha hûn pir zû ji bîr dikin. Bi hêsanî hûn dikarin berovajî şehîdan tevbigerin. Ez bi xwe jî, ji vê rewşê ditirsim. Ev partî çima wisa sivik nêzî şehîdên xwe dibe? Hûn min dizanin, kar û xebatên ku dikim hûn dibînin. Girêdayîna mirovekî encex ewqas dibe. Lê belê, gelek bûyer û têkiliyên ku hûn ji wan berpirsiyarin hene. Bi sedan şehadetên ku hûn bi xwe berpirsiyarin hene. Mijar ew e ku ji van şehadetan qet ders nehatiye girtin. Wek ku min anî ziman, me ji bo bîranîna şehîdê xwe yê koma destpêkê ango Hakî Karer, pêdivî bi partîbûyînê dît. Me ji dersen ku ji bîranîna berxwedana zindanê wergirtî, ku çiqas zor û zehmhetî li pêş me hebûn jî me berê xwe da welat. Me ji şehadeta Mazlûm, Kemal, Xeyriyan û ji şehadeta rêheval Egîd (Mahsum Korkmaz) dersên ku gerîla bêhtir bi liv û tevger be derxist. Me van xebatan ji xwe re wek peywirên sereke dît û me hemû kar û barê xwe li gor van peywiran eyar kir. Me vîn û xîreta xwe bo vê xurt kir, derfetên bi qasî serê derziyê jî bo vê yekê me xist meriyetê.
Niha hûn jî xwe di ber çav re derbas bikin. Gelo ev şehadetên li tenîşta we pêk tên ku hûn jî dibînin, we çawa van şehadetan watedar kir? Ji bilî gotinên erzan, we çiqasî rast girtiye dest? Ya herî girîng jî, ji bilî nêzîkatiyên neçar hûn wêdetir çûne? We ti carî di şehadetê de pêdivî bi serkeftinê dîtiye? We şehadetê ji xwe re kiriye meseleyeke mezin ku hûn xwe komî ser hev bikin? Pir tê gotin ku “em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin”, bi rastî jî we bi rêzdarî bi bîr anî? Dîsa hûn dibên; “dersên ku bên girtin ji vê şehadetê hatiye derxistin, êdî ji şehadetên hêsan re rê nîne” yan jî “her şehadetek çavkaniya serkeftinê ye” we wate daye van gotinanên xwe? We ji van gotinên xwe hêz afirand? Ev pirsana bo we hemûyan sotîner in. Hîna jî hûn ji dil dibên; “em dirust in û bi nirxan re girêdayîne.” Heta hûn dixwazin xwe mezin bikin û dibêjin; “em dixwazin xwe layiqî nirxan bikin”, hûn van gotinan bi awayekî ji xwe bawer tînin ziman û ji xwe re dikin armanc. Hûn newestiyane, ger hûn ji dil bixwazin dikarin van xwestekên xwe pêk bînin.
Miov hin tiştan ji xwe re dike armanc, lê divê di heman demê de gihandina wan armanca jî ji xwe re bike mesele. Lê her roj, hûn nakokiyên xwe yên bêwate ji xwe re dikin bar. Hîna jî pirsgirêkên we yên pêşketinê hene. Ger rêzdariya we ya li hemberî şehadetan hebe, ger soz û deynê we yê hîskirina van şehadetan hebe, ger kesayet û hêza we hebe divê hûn karibin berdêla van pêdiviyan bidin. Divê hetanî vîn û deqa dawî, hûn van pêdiviyan di xeta şer de pêk bînin. Ger hûn van pêdiviyan pêk neynin hûn nikarin hevgiriya xwe bipeyitînin. Şehîdên me bi gotinokan di ser guh re nikare bê avêtin. Ku serî li rêbaza demagojiye dayîn rêbaza herî ketî ye. Bi vê rêbazê ti kes nikare me bixabîne. Ez mecbur im ku bi cidiyetê nêzî şehîdan bibim. Gelekên van mirovana di henaseyên xwe yên dawî de navê min bi lêv dikin. Ez çiqasî layiqî vê me yan jî ne layiq im ev mijara nîqaşeke din e, lê ger wan vê gotibe ew dem ez neçarim ku li nêzîkatiyên xwe baldar bim. Ev qewîtî çibe, divê bi qasî hêza xwe pêk bînim. Bêguman wan temiya xwe li hemû PKK’yiyan kiriye. Ez dixwazim hinekî li vê rewşê miqate bim. Ku dişopînim, di ber çav re jî derbas dikim. Lê soz ev e; “ez ji vê tevgerê re heme û rêhevalê wan şehîda me” kî vê sozê bîne ziman jê re hatiye gotin. Divê mirov vê dozê bi vir û wir de nekişîne. Bi her tiştî bileyîzin, her tiştî li gorî daxwaza xwe bikin, lê pêdiviyên bîranîna şehîdan jî pêk bînin. Niha wekî gel, netewe û heta wek mirovahî di deste me de nirxên ku divê em bi baldarî nêz bibin şehadet in. Mezinbûna wan jixwe nabe mijara nîqaşê. Ez mijara nîqaşê me, her wiha hûn jî, lê bele şehadet ne mijara nîqaşê ye. Di vê çarçoveyê de, bi dirustî bi wan girêdayî bin û bi qasî hêza xwe wan bidin jiyîn. Me got wan bidin jiyîn, hûn ê vê yekê di domandina şerê xwe de derxin holê. Vaye gotina Ferhadan, dibêjin; “agir netefînin” û îro jî bersiva vê çalakiya tê dayîn. Ew agir hîna jî netefiyaye û dixwaze bêhtir gur û geş bibe. Kemal Pîr’ê ku digot; “hîn bêhtir şer bikin” heye. Her wiha digot; “Em bawer dikin ku xeta şerkeriya PKK’ê deh sal, ger nebe wê bîst sal şûn de xwe bigihîne zaferê.” Ev banga xeta şer e.
Ger ev hemû rast bin, ew dem em di nav şerdayîneke mezin de ne. Ger me rastî û qîmeta vê jiyanê kêmekê jî fêm kiribe, em ê bi vê têkoşînê re şensê xwe yê azadiyê bi erjengî bi kar bînin. Rastiyê fahm nekirin na, nezanîna pîvanan na, karneanîna derfetan na, ev çi gotin in? Ji destpêkê hetanî kêliya dawî, bi qasî ku her tişt hetanî kêliya dawî bi armancê ve girêdayî be; amûr, rê û rêbaz û taktîkên di têkoşînê de tên karanîn têr dikin û encamgir in. Ev yekane şêweyê sozê ye ku, di pratîkê de pêk tê. Hîna jî hûn hilmê didin û distînin, ev bi serê xwe bes e ku hûn van pêdiviyan pêk bînin. Ger hûn gepek nan bibînin û pêdiviyên xwe yên jiyanî kêm be jî peyde bikin, tiştê dimîne bi taktîkên rast têkoşîn dayîn e. Ji bilî vê ti tişt xeta PKK’ê û pêşketina wê ya di bingeha şehadetê de îfade nake. Ger hûn vê pêk neynin, hûn nikarin serkeftî bin. Rastiya xeta yekane ya serkeftinê ev e. Pêkanîna esasên vê jî diyar in. Me vê mijarê wisa girte dest û heta vê rojê bi vî awayî anî û bi vî awayî her û her em bi ser ketin. Ji niha û şûn ve jî em dixwazin bêhtir bi ser kevin. Bawer dikim ku, bi qasî hêza we têrî bike ku hûn karibin di jiyanê de van esasan pêk bînin, li hemberî we hemû cîhan jî bisekine nikarin li pêş we bibin asteng.
Bi taybetî, ev laneta şerê taybet ku teqez divê ji xwe bê dûrxistin û pêwîste cihê ev xiyaneta ku xwedî texrîbateke mezin, ev nexweşiya rûreş, teqez divê bi têkoşînê, ji rastiya mirovbûn, netewbûn û civakîbûyîna me bê qutkirin û divê em vê qirêjahiyê ji ser xwe biavêjin. Derbaskirina çavkaniya van nexweşiyan û hemû astengên li pêşiya jiyana azad, hinceta şerekî mezin e. Ev yek, çawa ku armancê bi awayekî diyar radixîne ber çavan, tê de lêhûrbûnê jî rakêşer dike. Evana hemû, li her qadê xwe di şerkeriya hemû milîtanan de derdixe holê. Jixwe bo milîtanên bi taybetmendiyên wisa derdikevin holê, yên xwe li ser van esasan pêk anîne jî hilm dan û stendin ji wan re bes in. Kesayetek wisa, ku xwe gihandibe çiyayên azad û bi hemû ceribînên şer û qehremaniyan mil bi mil meşiya be, ew kes dikare mezin şer bike û pir bi ser keve.
Me vî şensî daye we hemûyan. Ev hêz û şens bi qasî ku li lûtkeya çiyayên welatê me heye, me vê hêzê ewqas mezin kir ku dijmin bi hêsanî xwe negihînê û neke bin venêrîna xwe. Me we hemûyan bi hezaran sengeran ve xemiland. Hûn ê van kedên hatine dayîn bibînin û rast tevbigerin. Bi qasî nêzîkatiyeke wisa, hûn ê pêkanîna wê û rêbazên bên karanîn jî wekî navê xwe bizanibin. Hûn ê bi zanebûna ku gavên we yên vejîner in gav biavêjin, şensê serkeftina her gava we divê di asta herî mezin de be û hûn ê her bîranîna xwe wek şervanekî binirxînin û bi vî awayî giraniya xwe bidinê. Ev ê, we ber bi jiyaneke mirovane ku we sozê pêkanîna vê jiyanê dabû ve bikişîne.
Em dibêjin; em ê bi ser kevin, ji bilî vê jî baweriya me bi jiyaneke dîtir jî nîne. Ji her demê bêhtir hûn xwedî derfet in. Teqez divê hûn vana rast bigrin dest û zanibin mafê van destkeftiyan bidin. Di ev roj û meha şehîdan de, hûn ê li xwe pir miqatebin ku bibin şervanên rast ên partiya şehîdan. Ger pêwîst bike hûn ê xwe rast bikin, hûnê bibin şervanên têkûz ên vê partiyê ku karibin bi vê sozê biçin serkeftinê. Ji bilî vê hûn ê derfetê nedin ti nîşaneya jiyaneke dîtir. Ku wê demê hûn ê karibin pêşiya hemû astengiyên gengaz bigirin û wan derbas bikin. Hûn ê bêjin; “Rêya min her tim rêya serkeftinê ye, rêya şehîdan e, û ev rê jî rêya zafere ye” û teqez hûn ê xwe bigihînin serkeftinê.
Rêbertiya Partiyê
18 Gulan 1994
- Ayrıntılar
Jineke ku bi aliyên xwe yên erenî yan jî neyînî li ser tevgera jina azad bandor kiriye jî dayika min e. Îro salvegera yekemîn a mirina dayika min e.
Rastiyeke ku pêwîste em di Kurdistanê de li ser bisekinin jî rastiya dayikê ye. Dayik di giştî de raveya zayînekê ye. Wateya herî ketûber di nava me de ya dayikê welidandina gelek zarokan û berdewam kirina nifşê xwe ye. Ez di serî de li hemberî vê derketim. Mirov dikare bibêje bersiva herî tund min bi xwe da dayika xwe. Weke dayikeke hemû mafên xwe yên li ser min bi welidandina min ve girêdayî derdixiste pêş. Min ji digot, “tu vê mirîşkê û çêlîka wê dibînî? Mirîşk ji çêlika xwe re çiqasî dayik be, tu jî ji bo min ew qasî dayik î.” Ev şibandineke gelekî çors bû, lê belê min ev kir. Heta min nêzîkbûneke di wateya “şûna ku zarokên te yên wiha hebin, qet nebin baştir e.” Her dem min anî ziman. Ji ber ku ew dayikeke ji rêzê bû, ez jî zarokekî ji rêzê bûm. Zarok weke ku dixwaze nikare bijî, dayik jî dixwaze xwe bi zaroka xwe ve bidomîne. Ev nakokiyek e.
Dayika Uweyş nezan û bêplan bû. Lê belê li gor xwe dayika serîhildanê bû. Di heman demê de jineke ku zêde neketibû kontrola zilam. Bêguman têkîliya xwe ya bi min re cuda bû. Ez nebawerim ku dayika min bizanibe ku çi dixwaze. Ji bo min dihizirî ku “dê bibe karsaz hindekî pereyan bi dest bixe ji bo ku çend metre paç, çend cilan bikire.” Ev xwestekên zêde xwedî naverok nebûn. Tiştê ku ji ewladê bixêr behs dikir hindekî feraset nîşandana vê rewşa wê di wateya madî û manewî de hindekî bersiv dayîn bû. Zarokek jî di vê wateyê de bersivê dide dayika xwe. Ji bo bibe kur an jî keça baş a dayika xwe baldar dibe. Rastiya we jî bi giranî hindekî wiha ye.
Di her tiştî de berovajîbûn di vir de destpê kir. Gelo cihêtiya nebûna zarokekî wiha ye, yan jî bişensî yan jî bêşensiya wê hûn dibêjin em vî tiştî fêrbûn. Min li gor xwe hê ji zû ve li hemberî dayikê şerekî wiha kir. Gelo ma mirov li hemberî dayika xwe şer dike? Me kir. Ez gelekî kêm ketime rewşa zarokê ku dayika wî gelekî jê hez dike. Dayika ku zaroka wê jê hez dike. Gelo bi vî rengî bûyîna me tawanek bû? Ya rast a we ye yan jî ya min e? Hêjaye mirov li ser vê yekê raweste. Em li vir ji pêvajoya zarokatiyê teoriyekê dernaxin. Lê belê psîkolog diyar dikin ku teşegirtina ji zarokatiyê ve hemû pêşketinên piştre bandor dike. Em jî pê ewle ne ku ev tişt wiha ye. Ev rastiyeke dîrokî ye. Ger tekoşeriya wê demê nebûya, tekoşeriya pêvajoya piştre jî nedibû. Gelo ez gelekî biaqil bûm, an jî biryar gelekî guhertî bû ku ev tekoşerî ferz kir? Ev jî mijareke cihê ye. Di vir de pêwîst nake ku mirov rewşên gelekî taybet ên awarte behs bike. Ev rewşeke ku di her têkîliyên dayik û zarok de tên jiyîn. Lê belê pêvajoyên ku me destpê kiriye, pêvajoya ku nakokî hindekî zelal dibe ye. Ev di temênên zû de tê wê wateyê. Em hesabxwestinê gelekî zû destpê dikin. feraseteke wê ya serdestiyê heye. Li gor xwe dê hindek kevneşopiyên malbatê serdest bike. Hindek xwestekên min ên azadiyê hene. Ezê jî wan ferz bikim. Kevneşopiyên malbatê, tiştên ku ew fêrbûye ye. Tiştê ku ez weke azadiyê fêr bûme jî, li hemberî serdestiyeke gelekî paşverû şerê azadiyê ku pêş dikeve ye.
Di vir de xala girîng bandora bav zêde serdest nîne. Mirov dikare balê lê bikişîne. Ger desthilatiyeke bihêz a bav hebûya misoger dê rewş bihata guhertin. Ger bav malbat ji hemû aliyan ve bixista bin kontrolê û ew bêbandor bihişta dê li ser min jî hindek encamên wê çêbibana. Mînak dibe ku min vê rewşa binakok nedîta. Dibe ku nakokiya dayik û bavê derfet dide ku ez di vir de gavan biavêjim. Bavekî bêbandor lê belê dîsa jî dixwaze baviktiya xwe yan jî zilamtiya xwe bimeşîne. Naxwaze vî tiştî bi hêsanî berde lê belê li aliyekî din jî jineke ku dixwaze xwe ber bi pergala dayiksalar ve bibe, yan jî jineke dayiksalar û weke dayikekê dixwaze cihekî di malbatê de peyda bike. Di vê mijarê de jî li gor xwe mijûlbûneke xwe heye. Ev bi rastî jî nakokiyeke girîng e. Ev nakokî hindekî derfetan ji min re ava dike. Di wateyekê de di pêvajoyên piştre de sudgirtina ji nakokiyan cara yekê ez di vê malbatê de fêr dibim. Ango ez li hemberî desthilatiya bav bi têgeha ku jê re hêza dayikê tê gotin nas dikim.
Ev di malbatê de rê li ber bêbandoriyê vedike. Ji ber ku rê li ber vedike, ez jî xwe bi xwe dibêjim di temenekî zû de dikarim azad nêzîk bibim. Ger dayika min li hemberî bavê min derdikeve, gelo ji bo çi ez li hemberî hindekan dernekevim? Li gor jinên din dayikeke wiha him wêrekiyê dide û him jî dihêle ku ez hindekî din serbest û li gor xwe nêzîk bibim. Weke ku mirov bibêje dema du hêz bi hev re mijûl dibin, dibe ku rewşa pêşketina hêza sêyemîn bibe mijara gotinê. Dema ku ev wiha bi hev re mijûl dibin, weke ku hev bêbandor dihêlin hêza sêyemîn a zarokekî dikare pêşketinekê nîşan bide. Ev rewş misoger li ser me bi bandor dibe. Ez hindekî ji vê bandor dibim. Rewşa heyî bêyî ku ez zêde bikevim desthilatiya dayik û bav jî gengaz dike ku ez xwe bibînim û xwe hindekî din azad hîs bikim.
Gelek caran şerkirina dayik û bavê bi hev re nehiştina vî tiştî rihetî û aramiya di malê de zêde cih neda têgehên weke himbêza dayikê û parastina bavê. Di rastiyê de tu nikarî di nava vê de ji xwe re cihekî peyda bikî. Tu nikarî li parastinê bigerî û hezkirinê peyda bikî. Ez dihizirim ku ev jixwe her cureyê bêrêziyê li hev ferz dikin. Mirov nikare baweriyê bi vê rewşê bîne. Yan jî bi vê rewşa xwe ve bawerî pê nayê anîn. Bi vî rengî hê ji zû ve nebawerkirina malbatê û li hemberî nirxên malbatê guman bi pêş dikevin. Jixwe piştre hate fêmkirin ku ev çawa watedar û girîng e. Ji ber ku bi rastî jî bandora malbatê li ser zarokan diyarker e. Mirov dikare diyar bike ku hîn jî gelek ji we zarokên malbatê ne. We bi malbatê re nirxên darezînê yên malbatê re şer nekir û mezin nebûn. Ez hîn jî ji bo ew şaşiyên ku we ji wan girtiye sererast bikim dixebitim. Ger hûn bînin ber çavên xwe min ew nirxên ku kole dike, dinepixîne, dike diz û xwe bi rengekî gelekî sexte dixe şûna mirovan çawa zelal kiriye û bi van nirxên darezînê re çawa her roj şer kiriye, dê rastiya we ya malbatê xwe hindekî din zelal bike.
Îhtimala ku hûn hemû “zarokê baş ê malbatê” mezinbûne bilind e. Ez tiştekî ji vê re nabêjim, lê belê di nava vê şêwaza mezinbûnê de di asta herî jor de girêdayîbûn, koletî, qirêjî û nepixandin heye. Hûn encamê vê yê biêş û ku nayê qebûlkirin tînin nava partiyê. Gelek ji we dibêjin, “ez partiyê weke malbatê dibînim.” Hûn diyar dikin ku têkîliyên weke yên malbatê di nêvenga partiyê de digerin, xwe jî weke zarokekî baş ê malbata partiyê dinirxînin. Mînakên vê derdikevine holê. Ger hûn partiyê weke rêxistina malbatê bibînin hûnê bibin belaya serê partiyê. Malbat saziyeke hov e. Ger hûn nirxên vê saziyê bi nirxên netewî û siyasî ve tevlîhev bikin, ezeziyeta di wir de, jiyana erzan û bêked a di wir de ji partiyê jî hêvî bikin, ew hezkirin û rêzdariya ku we di wir de dîtiye, bêyî ku kedê bidin di nava partiyê de jî bigerin hûnê bibin bela seriyan. Jixwe beşeke ji we bela seriyan e. Ji ber ku rastiya we ya malbatê di we de gelekî xirab rûniştiye. Hîn jî hûn nikarin ji bin vê rewşa bela seriyan derbikevin. Encameke girîng a ji wir derbikeve ev e.
Ez nirxeke mezin didim tiştê ku malbatê daye we, hûn mezin kirine heta mezinkirina we ya dayikekê. Ev mezinbûneke gelekî zehmet e. Ango ez dibêjim bila xwedê bi min her karekî bide kirin lê belê karê mezinkirina zarokekî ya dayikê nede min. Mezinkirina zarokekî karekî zehmet e. Ez nikarim di wan mercan de bi wî rengî tehemûlê mezinkirina zarokan bikim. Bêguman ez dijberî zarokan nînim. Weke ku ez pesnê xwe nedim, lê belê bi zarokan re yê herî zêde weke hevalekî mijûlbûnê ez didomînim. Ez dixebitim ku nêzîkbûneke ji bo zarokekî weke zarok na, weke mirovekî ku yê pêş bikeve bi rengekî cewherî derbasî jiyanê bikim. Lê belê dîsa jî rojekê li hemberî girîn û qarîna zarokan berxwedayîn ne gengaz e. Dayik gelekî balkêş ber xwe didin. Bêguman ev berxwedan wan jî dixe û mehf dike. Ev paşdemayîna dayikan hindekî jî ji rûyê van zarokan e.
Ev nakokîyên gelekî cuda ne û mirov dikare gelekî cuda bidest bigre. Ango di nava rastiya Kurd de şêwazê mezinbûna di malbatê de rê li ber encamên gelekî giran vedike. Hûn çiqasî bi naz û derveyî kedê hatine mezinkirin? Rexmî ku malbat feqîr jî bûn, wan hûn weke paşeyekî mezin kirin, ev nakokiya mezin e, pirsgirêkeke mezin e. Jixwe zarok her dem bi gotinên “kurê min mezin dibe, dibe paşe” tên mezinkirin. Di encama vê de jî hûn weke generalekî sexte ku qet ked nedaye li beramberî me disekinin. Ev encamekî şêwaza mezinkirina we ye. Hûn wisa fêr kirine. Gotine “zarokê min ê herî baş e, herî xweşik e, herî yê paşe ye” bêyî hûn qet kedê bidin, ji kêleka pêşketineke bi hewldaneke teorîk û pratîk a dijwar derbasnebûna we û ev paye layiqî xwe dîtina we milîtanî layiqî xwe dîtina we bi şêwazê mezinbûna we ve girêdayî ye. Başbûneke min ez tevlî şêwazeke wiha ya mezinbûnê nebûm. Min bi şensî yan jî bêşensiya mezinbûneke wiha nejiya.
Tê wê wateyê ku rewşa min a nakok di nava malbatê de û gelekî zû derketina vê nakokiyê li ser pêşketinên piştre çêbûne bandoreke diyarker kiriye. Ew gumanên ku min ji vê saziyê dikirin, hişt ku ez li hemberî kevneşopiyan parastinan û piştdayîna wan ve xwe li ser piyan hiştinê jî gumanan bikim. Jixwe her kes dibêje dê bavê wî yan jî dayika wî çawa wan biparêze û wisa mezin dibin. Bêyî ku xwe bispêre dayik an jî bavê xwe ne gengaze ku zarokek mezin bibe. Lê belê bi rengê ku me jiyaye, me ev tişt zû dîtin û gelekî zû qutbûn, ev jî ji bo serbixwebûna me ya piştre piştgiriyeke mezin dide. Ji bo fêmkirina me, nakokiyên di civakê de ne li gorî nirxên malbatê li gorî nirxên netewî û civakî zirav nêzîkbûna me derfet dide, min ji bo vê hê jî zû ve vekirî dihêle.
Pêwîste ez înkar nekim ku van ez parastime. Pêwîste ez vê jî bi bîr bînim, dibe ku ez bibama zarokekî ku stûyê xwe ditewîne jî. Dayika min li gor nakokiyên xwe ber bi şervantiyekê ve çûyînê de gelekî bibandor bû. Heta ez dikarim bibêjim, terbiyeya herî mezin min ji wir girt. Ango min helwestên dayika xwe de ev tişt dît. Ger tu dijminên xwe ve mijûl nebî, tu nikarî nan bixwî yan jî tu carî nikarî bijî! Dibe ku ev taybetmendiyeke girîng a perwerdê ye. Ji ber ku dayika min li hemberî ewê ku wê li gorî xwe dijmin dizanî tekoşer bû. Mînak dema ku zarokekî sîleyek li min bidaba û min tola xwe nestendiba û ez hatibama wê ez diqewitandim û digot, “tu yê herî, teqez tu ye jî bersivê bidî.” Ez şerê ku min bi hindek zarokan re kiriye tînim bîra xwe, ev pevçûn misoger bi ferzkirina wê ve çêdibûn. Ger ji min re bimaya dema ku zarokan li min didan, ezê bigîriyama û biqêriyama, min dê bixwesta ku min biparêzin. Minê ji dayik an jî ji bavê xwe re gotiba biçe tu tola min hilbigre. Jixwe min wisa jî dikir. Rewşa hemû zarokan wiha ye. Ango dema ku lêdan xwarin û zirarek gihişte wan digrîn dibezin, destpêkê diçin gel bavên xwe, piştre dayika xwe himbêz dikin, dixwazin bersiveke wisa bidin dayîn. Di vir de bersiveke wisa ne mijara gotinê bû. Digotin “ew jî zarokek e, tu jî zarokek î tu yê biçî bersivê bidî.” Dibe ku ev şêwazeke rast a perwerdê be, ji aliyekî din ve jî dayika min bi xwediyên wan zarokan re şer dikir. Digot, “ger zarokê te wiha kiribe, ez jî wiha dikim.” Lê belê bi me jî dida kirin.
Dayika min bi min hesteke wiha da qezenckirin. Bi xwespartina min ve her dem ji min piştgirî girtinê ve, alîkarî dîtinê ve wisa bi girînê ve bi taybet wiha nêzîkbûnê ve tu nikarî bijî. Teqez pêwîste bersiveke te hebe! Gelekî hov be jî weke tolhildanekî yan jî hesteke mezinbûnê ye. Aliyê bavê di şer de xwedî hêzê nebû. Aliyê dayikê zêdetir xwedî hêz bû. Li aliyê bav jî şerkeriyek hebû, lê belê aliyê dayikê hîn diyarkertir bû. Ev taybetmendiyeke dema jiyînê tekoşerbûyîn e. Dayika min zêde me neda perçiqandinê. Ji ber ku di wan şerên bi wan zarokan re dibe ku em bihatana perçiqandin. Zarokên hember hîn xwedî hêzbûn û zêdetir bûn. Di wir de hêza xwe parastinê hebû. Şerekî xweparastinê yê dijwar dihate dayîn. Ango ev tişt dida hîskirin. Ez wisa stûyê xwe natewînim. Ezê şerekî mezin bikim. Ezê qiyametê rabikim! Di gund de jî dayika min a herî navdar bû. Tofaneke serîhildanê bû. Di qîjandinê de, di dujûndayînê de kesek di ser re nebû. Zilam be, jin be kê dibe bila bibe bêtirs diçû ser. Ango kesayeteke balkêş bû. Hindekî jî ji aliyê parastinê ve me bi hev re hindek tişt parve kirin. Naxwe dibe ku em bibana yekî lewaz jî. Weke ew dibêjin, gengaz bû ku ez bibama zarokekî lewaz ku stûyê xwe ji her tiştî re ditewîne. Di vê wateyê de pêwîste mirov nirxê wê teqdîr bike. Derveyî vê tiştekî ku bidine me tunebû. Piştî ku pêvajoya dibistanê destpê kir, tiştekî ku ez ji dayikê fêr bibim nemabû. Ev pêvajoyeke qutbûnê bû û dê bidomiya.
Gelo ji dayikan qutbûn çiqasî rast e? Ew zarokên mînak ên dayikên xwe, dema derfet û pereyên wan çêdibin giştî diyariyan ji dayika xwe re dikirin. Min serî li rêbazeke wisa neda. Di rastiyê de pereyên min jî hebûn. Rexmî ku min hindek pere qezenc dikir jî, ez nehizirîm ku ji bo xizmên xwe, ji bo dayika xwe diyariyekê bikirim. Dibe ku wan ev tişt baş nedîtibin, dibe ku ez di vê mijarê de bi înkarî nêz dibûm. Lê belê li gor min pêwîst bû ku kurbûn cuda bûya. Li gel ku ez weke kurê ku wan dixwest nebûm, di min de lêgerîna bûyîna kurekî baş ê hîn cudatir hebû. Ez ti caran bi diyariyên erzan ve nêzîkî têkîliyên dostaniyê nebûm. Ez hîn jî wisa me. Min ji bo we diyar kir ka ez çiqasî bi hevaltiyê ve girêdayî me, di temenên zû de çiqasî lêgervanekî mezin ê hevaltiya zarokan bûm. Ji bo ku ez bi wan re bim, min çiqasî hewl dida. Heta ji bo hevaltiyên wisa ava bikim, hêzeke çawa mezin min bi dest xist. Min didît ku ev bi diyariyên erzan ve çênabe û di rastiyê de min diceriband ka ev diyariya erzan çi ye? Min hindek tiştên ku balê bikişînin nîşan dida, ev zêde balkêş nedibûn. Ji bo pêşketina têkîliyên xwedî hêz û avakirina hevaltiyên xwedî hêz derfet nedidan. Ji bo wê jî hîn di temenên biçûk de ez li riyên cuda yên girêdana mirovan hizirîm. Ez xebitîm ku riyên mezinbûna girêdaniya malbatê yên guhertî bihizirim.
- Ayrıntılar