Rêber APO
Wekîlên DTP’î jî bang dikin ku bi zorê derbirînên wan bigirin. Ev nehiquqî ye. Di rastiyê de ev dorpêçanek e. Ev çend sal in dixwestin wan bigirin hundir. Dixwazin bi dorpêçanê ew bifetisînin û wan radest bigirin. Divê wekîlên DTP’ê vanan baş bibînin û neyên van lîstikan. Ku herin derbirîna xwe bidana, wê wan bigirtana hundir û wê ev bêrûmetî bûna. Dixwazin wan jî mîna Leyla bigirin hundir. Destnedayîna wekîlên DTP’ê heye, bila vê bikarbînin û her cure tedbîrên xwe bigirin. Qebûlkirina radestiyê, alçaxî ye.
Serokomar Abdullah Gul dibêje; “Divê her kes çi bikeve ser wî bike.” Ku wekî serokomar vê dibêje, wê demê hinek tiştên ku dizane hene. Van karan wisa hêsan nîn e. Yê min li vir qadeke teng a tevgerbûnê heye. Lê dizanim bimeşim. Lê yên we qadên gelek fireh ên tevgerê hene, derfetên we gelek in, lê hûn nizanin bimeşin. Me hetanî roja îroyîn pêvajoyeke neşerbûnê bi pêş xist. Min berê jî ji bona şerçênebûyînê bang kiribûm. Ez ê hetanî dawiya tebaxê rênexşeyek daxuyînim. Lê dema ku min got şernekirin, min negot ku hûn parastina xwe nekin.
Min hefteya borî gotibû. Hetanî dawiya tebaxê ez ê rênexşeya çareserî û aştiyê daxuyînim. Divê ji bona vê jî parêzerên min bi awayekî berfireh xwe amade bikin. Divê ji min re ji her derdorî nêrînan bînin. Divê ji hemû KCK’yan, ji Ewropayê nêrîn bên xwestin, pêwîst bike bila herin wir. Yek du hevok be jî bes e. Di vê mijarê de nêrîna Kongreya Civaka Demokratîk girîng e. Dikarin nêrîna Amedê jî bigirin. Dikarin herin rewşenbîran, nivîskaran û her derdorî. Ji wan re pirsa; “Wê Ocalan rênexşeyek daxuyîne. Hûn di vê mijarê de jê re çi dibêjin? Hûn ji wî dixwazin çi bike.” Belkî ji nav wan peyamên girîng bidin derên. Nêrînên min ji Talabanî û Barzanî re bi nameyekê dikarin bibin û bînin. Nêrînên wan jî bigirin. Divê parêzerên min di nava vî du mehî de xebatek berfireh bikin. Ku hetanî nivî tîrmehê an jî hetanî dawiya mehê min agahdar bikin wê baş be. Ez ê, rênexşeya ji bona çareserî û aştiyê bidime daxuyandin, vê bi rayagiştî re par ve bikin. Dikarin nêrînên min ji Tarafê re ragihînin. Dikarin bi civîna çapemeniyê nêrînên min ragihînin. Ez ê van nêrînên xwe ji dewletê re ragihînim. Dema ku ez vanan bikim, ez ê Zagona Bingehîn a 1921’an bingeh bigirim û ji vir bidime destpêkirinê. Ez ê bipirsim, di nava dewletê de kî li hember çareseriyê asteng e. Hetanî îro di nav dewletê de derdorên monolotîk, şoven û faşîst li hember çareseriyê bûn asteng. Dema ku ez vanan didime daxuyandin, ez aşkere dibêjim; ji wê dîrokê hetanî roja me ya îroyîn, ez ê ji yên çareseriyê re dibine asteng hesap bipirsim. Ez vê li vir aşkere dibêjim. Piştî vê rênexşeya ku ez ê bidiem daxuyandin, her hal wê hinek gav bêne avêtin. Ger ku neyên avêtin û çareseriya demokratîk bi pêş nekeve, ez ê ji kurdan re bêjim nebû. Vanan çareseriyê naxwazin. Vanan hetanî roja îroyîn vê pirsgirêkê çareser nekirin, wê ji niha û şûn ve polîtîkayên wan ên monolotîk, şoven û faşîst berdewam bikin. Ez ê AKP’ê jî deşîfre bikim.
Ez ê ji kurdan re bêjim, hûn li hember vanan çi dikin, bixwe bikin, biryara xwe bixwe bidine. Ez ji vir, di van mercan de nikarim tu kesî bi rê ve bibim. Ji piştî vê ez ne berpirs im. Nizanim, wê bikaribin çiqas berxwedaniya xwe berfirehtir bikin. Ez ji vê berpirs nîn im. Bila tu kes ji ber vê yekê bi min biryaran nede girtinê. Tê zanîn, min berê jî gotibû, xwestin hinek biryaran ez bigirim. Li ser min ma. Na, hûnê çi bikin, çi biryar bê girtin, hûn ê bixwe biryar bidin. Min berê biryara bi paş ve vekişînê girtibû, bi sedan hevalên me şehîd ketin. Bila tu kes bendewarê tiştek wisa ji min nîn be. Di pêvajoya şernebûyînê de wê çawa xwe herî baş bi cî bikin, wê ew ê bixwe biryar bidin. Ez li vir şexsiyetek manevî me. Yazdeh sal in ji bona aştiyê dixebitim. Gelek mîsyonan li min bar dikin, hinek jî dinepixînin û ji min re dibêjin rêber. Ma qey nizanin mercên ku ez li vir têdeme? Ez ji vir nikarim bi rê ve bibim, ew bila ji bona xebatên xwe rêberên xwe diyar bikin.
Bila hetanî meha tebaxê di nava vî du sê mehî de, Kongreya Civaka Demokratîk li Amedê her dem di nava tevgerê de be. Bila her dem civînan bikin, biryaran bigirin, daxuyaniyan bidin. Bila her dem bixebitin. Belkî yek du hefte navber dayîn hebe, lê divê di vê demê de komîsyon bixebitin. Belê, divê her dem di nava tevgerê de bin. Em ji pêvajoyeke dîrokî derbas dibin. Divê her kes bi berpirsyarî tevbigere. Ku yek du hefte navber bide jî, wê xebatên ku bi şêweyî komîsyonan berdewam bikin. Wê nêrînên gelê Amedê jî bê girtin. Piştî ku li wir ji sedî heftê ray hatiye girtin, şaredarî ya te ye, saziyên din ên te ne, wê demê tu jî nêrîna xwe bidî daxuyandin û bikî biryar. Kongreya Civaka Demokratîk, dikare ji bajarên din, ji saziyên din nêrînan bigire, nêrînên hemûyan bigire. Kongreya Civaka Demokratîk, jinek û mêrek dikare bi rê ve bibe. Di dewletê de mîna ku hinek dibêjin, ger ku çareseriyek bi pêş bikeve, divê bê mûxatap çareseriyek bi pêş bikeve, ev nêzîkatî nabe. Tiştek wisa nabe, wisa aştî bi pêş nakeve.
Ez nabêjim tevahiya CHP li dij vê ye. Di nava CHP’ê de jî derdorên ku dixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin hene. Di vê demê de wê ji hev veqetîn çêbibe. Wê di navbera parastinvanê Ergenekon û parastinvanê demokrasiyê de veqetîn çêbibe. Dibe ku di nava MHP’ê de jî yên ku çareseriyê destek dikin hebin.
Kurdên li Iraq û Sûriyê dikarin sazbûna bi modela KCK’ê ya rêxistinbûna demokratîk bi pêş ve bibin. Ez bang li ermenî û sûryaniyan dikim, bila ew jî rêxistinbûna xwe ya demokratîk, komûnên xwe yên demokratîk bi pêş ve bibin. Yên ku ji darvekirinên Îranê direvin, ji bona ku yên sirgun bûne, dikarin li herêma Bradost qampek ava bikin. Min ev berê jî diyar kiribû.- Ayrıntılar
Rêber APO
Serokomar û serokwezîr jî hinek tiştan dibînin, peyaman didin. Lê wisa hêsan nîn e. Tabî çandeke 60 sal e heye. Ez ê qasek şûnve vebêjim. Ez ê zagona bingehîn a 1921’an bi dest bigirim. Ez ê li vir rapora çareseriya demokratîk û aştiyê amade bikim û raberî dewletê bikim. A rast ez ê nexşeya rê ya çareseriya demokratîk û aştiyê amade bikim. Di vê pêvajoyê de parêzerên min dikarin ji min re pêşniyaran bînin.
Bûyerên li Şirnex û Şîrvana Sêrtê HPG’ê negirtiye ser xwe. Negirtibin ser xwe, wan nekiriye. Ez dixwazim hinek li ser vê bûyera Şemrexê hinek bisekinim. Tê zanîn, yên ku vê bûyerê kirine, hewl dane bavêjin ser PKK’ê. Keyayê(muhtar) gund demek kurt berî ku bimire gotiye; “Serê kesekî neşewitînin, vê bûyerê PKK nekiriye” Di rastiyê de wê biavêtina ser PKK’ê, lê bi ser neketin. Yên ku vê bûyerê kirine, derdorek di nav dewletê de ne. Heta wezaretiya karê hundirîn daxuyanî da û gotin ku PKK’ê nekiriye. Çapemenî fêm nake, tê gotin ku kuştinên tore, kuştinên namûsê, kuştinên bo pere. Çepemenî jî fêm nake, pişperdeya vê planê nabîne. Ev bi kuştinên namûs, tore û pere nayê ravekirin. Ev ne tesadûfek e, tiştek gelek bi zanebûn hatiye kirin. Ev çanda şîdet û kuştinê, zihniyet û çanda Ergenekonê ye. Daxuyaniyeke serokwezîr der barê vê zihniyetê û ev çanda şîdetê ku li civakê belav bûye de çêbûbû. Ez zêdetir girîngiyê didim vê daxuyaniyê. Ev kuştineke gelek bi plan e. Di kurdan de çandeke wisa ya tore û çandeke wisa ya kuştinê nîn e. Kurd bi vî awayî nizanin mêr bikujin û kuştinan bikin. Ev komkujiyeke mezin e. Heta ku ferman nîn be, cahş nikarin mirîşkek jî bikujin. Di PKK’ê de çandeke wisa ya şîdet û kuştinê nîn e. Ev, tarzeke Ergenekonê ye. Teqez bi fermanê pêk hatiye.
Ku leşker operasyon bike, xwezayiye ku biçin pêl li mayînê bikin. Bi awayekî çalak pevçûn nîn in. Di rastiyê de mirina 9 leşkerên li Licê, ku operasyon nebûya wê ev bûyer nebûya. Li gorî biryara şernekirinê tevdigerin. Lê diçine ser wan, wan neçarî misîlemeyan dikin. Ez li vir bi awayekî teqez dibêjim. Operasyona KCK’ê, bi erêkirina derdorek di nava dewletê de hatiye kirin. Li hember Ergenekonê operasyona KCK’ê. Li hember dozgerên li Stenbolê, dozgerên li Amedê; dozgerên Stenbolê dij-Ergenekon in, dozgerên Amedê jî, li hember operasyonên Ergenekonê operasyona KCK’ê kirine.
Dîsa darvekirinê anîn rojevê. Li vir ez bûyereke balkêş vêbêjim, ev ne tesadûf e. Berî ku Şêx Saîd bikeve Amedê, Amedê talan dikin. Piştî vê bûyera talanê, desteka gel a ji bona Şêx Saîd birîn. Bûyerên mîna yên Şemrexê bi armanca ku gel desteka xwe ji PKK’ê bikşînin têne kirin. Gelek balkêş e girtina Şêx Saîd jî 15’ê Sibatê ye, ya min jî 15’ê Sibatê ye. Ji wî re jî di 29’ê Hezîranê de biryara darvekirinê dan, ji min re jî di 29’ê Hezîranê de biryara darvekirinê dan. Ev encama heman zihniyetê ye, berdewama wê ye.
Ez ê hetanî yek du mehan nexşeya rê ya çareseriya demokratîk û aştiyê bidime daxuyandin. Ji bona vê jî ricayek min ji parezerên min heye. Ji min re ji derve ji derdorên cur bi cur hetanî dawiya meha tîrmehê der barê vê mijarê de bi nivîskî an jî bi devkî nêrîn û pêşniyaran rabigihînin. Dikarin nêrîn û pêşniyarên xwe jî raber bikin. Parêzerên li Ewropa û Iraqê jî dixebitin, dikarin nêrîn û pêşniyarên xwe raber bikn. Heta rojnamevanek here Qendîlê û hevpeyvîn bike, tu zirareke xwe nîn e, parêzer jî dikare here li wir hevdîtin bike. Dikarin nêrîn û pêşniyarên wan jî bigirin. Li vir dikarin nêrîn û pêşniyarên KCK’yên Îran, Iraq û Sûriyê jî hîn bibin. Ji KCK’yên li Ewropa, girtîgehan, ji yên Tirkiyê nêrîn û pêşniyaran bigirin. Kongreya Civaka Demokratîk, pêk bê, bila nêrîn û pêşniyarên wan jî bê girtin. Dîsa Amed girîng e, bi Amedê re nêrîn û pêşniyarên ciyên din jî bigirin, bi nivîskî yan jî bi devkî bigihînin min. Dikarin bi Talabanî û Barzanî re hevdîtin bikin û nêrîn û pêşniyarên wan jî bigirin. Divê nêrînên çepên Tirkiyê heta yên çepgirên radîkal jî bigirin, bila nebêjin Apo bi tena serê xwe tevdigere û bi dewletê re hevdîtin dike.
Jin jî dipirsin; di Akademiyên Jinan de dikarin çi bikin? Destpêkê pêwîst e ku hûn jinê wekî fenomeneke hişmendiyê bi dest bigirin. Ku em bikaribin vê bikin, em ê bikaribin bingeha hemû olan, felsefeyan, çandan fêm bikin. Divê jinê wekî hest, xwestek, evîn û objeya azweriyê bi dest negirin. Divê jinê wekî heybereke bi hişmend, wekî çîn û wekî netew bi dest bigirin. Ku em wisa bikin, em ê baştir hevdû fêm bikin, lê belê divê despêkê jin xwe bi xwe fêm bike.
*Beşek ji hevdîtina 13’ê gulana 2009’an a Rêber Apo
- Ayrıntılar
Vê yekê hem ji derdorên dewletê, hem jî ji PKK’ê, hem jî ji derdorên kurd. Di vê mijarê de li gorî pêwîstiya berpirsyariyên min, pakêta min a çareseriyê heye. Ez li ser dixebitim. Ger ku hetanî serê hezîranê ku nûnerek hikûmetê yanî yê dewletê were, ez dikarin daxuyînim. Di vê mijarê de min peyamên Salîm Dervîşoglu, Hûseyîn Kivrikoglu, Karadayı, Îlter Tûrkmen ên di çapemeniyê de cî girtine xwendin, ew mirovên bi aqil in, bi aqilmendî diaxivin. Fêm kirine ku pêwîst e pirsgirêka kurd hewaleyî derve neyê kirin û em di nav xwe de çareser bikin. Ez jî wisa difikirim. Pêwîst e ku em pirsgirêka kurd di nav xwe de çareser bikin. Ya rast ev e.
Ger ku hikûmet hetanî 1’ê Hezîranê riyeke wisa ya diyalogê veneke, ez ê li vir îlan bikim. Ez ê li vir ji rayagiştî re rapor bidim. Ji ber ku ez di nav de me dizanim. Ez vê ji ber pêwîstiyên berpirsyariyên xwe dikim. PKK hetanî 1’ê Hezîranê dem daye! Ez wan fêm dikim. Mîna ku di hevpeyvîna Hasan Cemal de hatiye weşandin, Cemal bahsa vanan dike. Ez PKK’ê dizanim, hêza wan heye. Ger ku hetanî 1’ê Hezîranê diyalog destpê neke, wê di PKK’ê de sê tişt bi pêş bikevin. Yekemîn parastina pasîf –jixwe rewşa niha ev e- Mesela, li Cudî didin pey wan, ew jî hewl didin xwe veşêrin. Duyemîn parastina çalak, ev jî şerê gerîla yê çalak e. Yanî çalakiyên bi plan û bi pergal di PKK’ê de parastina çalak e. Di parastina çalak de derbasbûna rewşa êrîşê heye. Sêyemîn berxwedaniya topyekûn e. Ku mîna îro li hember DTP girtin û çewsandin derê asta herî jor, di vê rewşê de wê berxwedaniya topyekûn bi pêş bikeve.
CHP û MHP nûnerên siyasî yên Ergenekonê ne. AKP di mijara çareseriyê de tu tiştek nekiriye, nake jî, hewl dide roja xwe xelas bike. Di çavên min de AKP, ne tu tiştek e, siyaseta rojane dike û di polê(sınıf) de dimîne. Pirsgirêka kurd wisa ne pirsgirêkeke bi siyaseta rojane bê çareserkirin. Ger ku AKP hetanî 1’ê Hezîranê riyeke diyalog û çareseriyê veneke, ez ê bêjin Ergenekonê li ciyek din negerin, Ergenekon bi xwe AKP’ye. Ji sala 2002’yan pê de di mijara çareseriya pirsgirêka kurd de AKP mijûl dike û tiştek nake. Ez ji vir careke din bang li hikûmetê dikim, divê riya diyalog û çareseriyê bikaribe veke. Ji 1’ê Hezîranê pê de ji dilopek xwîna ku birêje ez ne berpirs im, wê AKP berpirs be. Di bûyera li Licê de 9 leşker, leşkerek jî li ciyek din bi tevahî deh leşker mirine. Ve kontrolkirin ne hêsan e. Ehmed Turk jî bi tena serê xwe nikare kontrol bike. Murat Karayilan jî nikare ji Qendîlê kontrol bike. Ez bi vê rewşa xwe, bi vê asûna(konum) xwe nikarim tam bikim, tu kes tam nikare bike. Di PKK’ê de komên otonom hene. Ku çareseriya demokratîk nebe, di mijara parastina xwe de wê ev sazbûn çi dizanin wê bikin. Wê çend PKK derên, hûn ê nikaribin tiştek bikin.
*Beşek ji hevdîtina Rêber Apo ya 6’ê gulana 2009’an
- Ayrıntılar
Rêber APO
Min axaftinên Başbûg ji sernavên rojnameyan guhdar kir. Di axaftina xwe de bahsa “Gelê Tirkiyê” dike. Vê jî wekî gotina Mustafa Kemal diyar dike. Min berê vê, ev diyar kiribû. Gotinên Başbûg, ji gotinên min re bersivek e. Min dişopînin. Lê kêm tînin ziman. Di berdewamiya vê de, pêwîst dikir ku bahsa muxtariyetê bikirana. Ev jî gotina Mustafa Kemal e. Ya girîng ev e ku der barê kurdan fikra muxtariyetê ya Mustafa Kemal e. Ez di wê bendewariyê de bûm ku wê Başbûg fikra muxtariyetê ya Mustafa Kemal bianîna ziman. Çima vê nabêje! Fem nakim. Daxuyaniyên Başbûg girîng in, deriyek vekiriye, encax hemû jî evqas. Artêş dikare ewqas bêje. Ya mayî karê siyasetmedaran e.
Pêwîst e ku em PKK’ê wisa wekî avaniyeke homojen nenirxînin û wisa nebînin. Te dî bahsa hinek bombe û bombeyan ku hatine teqandin tê kirin ya, pirsgirêka bingehîn ne di van bombeyên teqandî de ye, pirsgirêka esil pirsgirêka kurd bixwe ye. Ku PKK biqede jî ev kar çareser nabe. Ji ber ku Barzanî, YNK, KDP hene. Ji wê wêdetir Emerîka, Îran, Sûriye hene. Wê her kes pirsgirêkê li gorî xwe bi dest bigire. Wê her kes hewl bide PKK’ê li gorî xwe bikarbîne. Wê Îran yek ji wan dewletan be ku pirsgirêka kurd li gorî xwe herî baş bikarbîne. Wisa wê nexwazin ku pirsgirêk çareser bibe. Bahsa lûtkeya sêbare(üçlü zirve) dikin. bahskirina vê lûtkeya sêbare bixwejî, dide nîşandan ku ev sêbare çiqas belengaz e. Ev lûtkeya sêbare, nikare pirsgirêkê jî çareser bike.
Tam gotina kî ye nayê hişê min, dibe ku gotina Arafat an jî ya Habaş e. Dibêje ku; “çarsed mirovî bidine min, ez Rojhilata Navîn ser û bin bikim” Li PKK’ê jî çarsed mirov hene, bi hezaran hene, zêdetir jî hene. Piştî tecrûbeya bi salan a li çiya, wisa nikarin biqedînin. Her bîrîmek bi tena serê xwe jî dikare şerek bi pêş bixe. Li derdora her bîrîmekê, çarsed hezar kes hene. Ji bona xelasiya canê xwe be jî, wê asta şer bilindtir bikin. Wekî din ji bona şerkirinê gelek tirîş(gerekçe) hene. Dikarin ji bona canê xwe xelas bikin û bi gelek tirîşên dîtir şer bi pêş ve bibin.
Niha tu bêjî ez ê wan ji başûr de jî tengav bikim, wê vanan herin ku derê? Hêrseke li hevciviyayî ya bi dehan salan ji bona teqînî amade ye heye. Teqîna esasî ev e. Dibêjin ku bêkarî ji sedî çil e. Ku li vir ji sedî çil be, li wir ji sedî heştê ye. Ewqas sal perwerdehiya şer dîtiye û bi şervanên ku xwedî ezmûn in bigihên hev, wê di vê rewşê de ne yek du teqîn, wê çil teqîn pêk bên.
Dibêjin ku hetanî 1’ê Hezîranê dem dane. Mesele ne hetanî 1’ê Hezîranê dem e, vê demê min bixwe jî neda, ev biryara PKK’ê bixwe ye, dem dema wan e. Ev panzdeh sal in ez ji bona pirsgirêka kurd çareseriyê bi riyên demokratîk pêk bînim, hewl didim. Niha ez li vir ji qeyrana dil jî bimirim, erdhej pêk bê û ev avahî hilweşe jî an jî ji nexweşiyêjî bimirim, wê vê ji dewletê bizanibin. Gelek hêzên ku bixwazin vê bikarbînin hene. Hêzên wekî Emerîka, Îngîltere, Sûriye, KDP, YNK, nizanim hûr û gir pêncî rêxistin hene ku PKK’ê bikarbînin. Siyaseta ku neçareseriya vê pirsgirêkê dixwaze, birêveberkarê siyaseta îngilîz e. Mesele wisa hetanî 1’ê Hezîranê dem dayîn nîn e, mesele di çareseriya vê pirsgirêkê de rê girtin e, xetereya bingehîn, teqîna esasî di vir de ye.
Înlehîn nabêjim bila bên bi min re hevdîtin bikin. Lê siyasetmedarên ku bi wêrekî vanan bîne ziman nîn e. Wê bi kî çareser bikin, kî vanan bi wêrekî tîne ziman? Kî dibêje ku ev pirsgirêk nabe ku bi paş ve bê xistin. Ez dibêjim. Ji ber ku ez dibêjim, di xwezaya xwe de ez dibim muxatab. Xwezî ji bilî min muxatabek hebûye, lê vaye nîn e! Ez dîsa bi kirpandî dibêjim; çareseriya pirsgirêka kurd nabe ku bi paş ve bê xistin. Di nava artêşê de teqez ên ku fêm dikin hene. Yên wekî Salîm Dervîşoglu fêm dikin, vê baş dizanin. Ez dibêjim, li vir ji bona çareseriyê çi bikeve ser milên min ez e pêk bînim. Ez ev panzdeh sal in ji bona çareseriya demokratîk hewl didim. Encax ez jî êdî bi fizîkî û giyanî westayam.
Elçî, hê jî dibêje ku hêza DTP’ê nîn e. Elçî, ta ji salên 1970’yan vir ve, zilamê taybet ê NATO’yê ye, ew mezin kirine. Vanan hê jî ji Emerîka, ji NATO’yê di nava bendewariyekê de ne. Elçî, Bûcak, Ûmîd Firat û gelekên din hene. Vanan hemû hatin bikaranîn. Hemû jî zilamên NATO’yê ne, zilamên Emerîka ne, zilamên îngilîzan e. Sertaç Bûcak ji hêla Almanyayê ve hate perwerdekirin û şandin Tirkiyê. Sedat Bucak jî zilamê taybet ê Tirkiyê ye. Herdu jî bi heman sazûmanê, girêdayî NATO’yê ne, bala we kişandibe, herdu jî girêdayî heman sazûmanê ne, ji hêla heman sazûmanê ve têne bikaranîn. Hê jî wisa guman dikin ku wê werin alîkariya wan bikin û wan rabikin ser piyan. Wisa difikirin ku wê PKK û DTP’ê biqedînin û wan bînin ser kurdan.
Bi hatina Rusmussen a NATO’yê, dibe ku di NATO’yê de demeke nû destpê bike. Rasmussen kesekî ku bi taybet hatiye hilbijartin. NATO, wê bikeve demeke nû. NATO’ya bi Rasmussen, dibe ku nêzîkatiya NATO’yê ya li hember PKK’ê ne mîna berê be, dibe ku hinek sistir be, dibe ku nermtir nêzîk bibe, dibe ku PKK’ê fêm bike. Ew jî nîşaneya demeke nû ye.
- Ayrıntılar
Rêber APO
Mezinbûna heqê dayikê teqez e. Ev ji bona her dayîkê wisa ye. Bêguman, rêzgirtina dayikê, girêdana mafê hiqûqa dayikê divê her dem li ber çav bê girtin û ev wekî peywir li pêş me ye. Emê hewl bidin ku her dem rêza yekem bidine dayikê û bi awayî herî baş layîq bibin.
Bahsa dilê dayîka tê kirin. Tê gotin ku gelek bi hestan barkirîne û bi piranî jî digirîn. Ev li Kurdistanê zêdetir e. Sedema wê jî di rastiya me de veşartiye. Di şertên malbatên pêşketî de, kêm be jî dîsa jî dayik digirî. Li ciyê ku herî zêde an jî heta dawiya emrê xwe digirîn, ciyên herî zêde ku nakokî zêde ne. Ev bi tevahî dibe nirxandineke zanistî jî. Ji ber vê yekê jî, dayikên kurd, dayikên ku herî zêde digirîn. Ev pêwîstiya ravekirina zanistiyê ye. Min tu car nexwest bi erzanî nêzîkî dayîkê bibim.
Rastiya min a dayikê jî, xwedî wateyeke wisa ye. Ji destpêkê de min ev hêlên nakok bihîst û ji bona hêlên neyînî pêk neyên jî, bi awayekî bêeman ez di ser xwe de çûm. Di vê wateyê de serîrakirina min a mezin a li hember dayikê di emrekî biçûk de destpêkir. Wê bê gotin ku, “Ma wisa dibe?” Rast e, dibe. Bi min re gelek gelek çêbû. Baş tê hişê min; dem bi dem dema ku min digirt hemberî xwe û bahsa hiqûqa xwe ya demkurt dikir, tezê min ê dijber hebûn: Min digot, “Tu, bi kîjan hincetan, bêyî ku tu paşeroj raber bikî, bi zarokekî re wisa biaxivî. Te çi da û tu çi dixwazî?” Hê di wî emrî de tezên min ên bi hêz hebûn. Ev jî dibû şiklekî pejinkariyê. Ji bona ku layîqî vê dayikê bibim, min hê wê demê dît ku encax bi pratîkeke jiyanê ya bêeman ezê bikaribim pêk bînim.
Min tu carî nexwest bi erzanî berê xwe bidim dayikê. Min hezkirineke erzan nexwest, min hewl da ku nekevim rewşeke biçûketinê. Min dikaribû hinek tiştan bikira, da ku dayika xwe razî bikim, ji bona vê jî serkeftinên min jî hebûn. Bes dibe ku hinek bibêjin, “Tu gelek bêrehm î!” Lê li gorî min, wekî awayê herî baş layîqbûnê, ez bi diyariyan, bi gotinên erzan ên hezkirinê re, bi vê hêzê nêzîk nebûm. Gelek hesret mabû û gelek caran digot: “Gelo tu yê bikaribî, çend metre paçek bistînî. Ez dayika te me.”
Li hember van gotinan, min tu carî diyariyek nesende. Di şert û mercên malbata me de, jiyaneke bi gelek zehmentiyan derbas dibû hebû. Têkiliya dê-bav, jiyanê kiribû ku neyê naskirinê. Bav extiyar û hinek jî bêhêz. Dayik hinek ciwantir û bi hêz e. Ev têkilî bi serê xwe, di têkiliyên malbatê yên serdestiya zilam de, rê li ber nakokî, tevlihevî û nenasiyan vedike.
Dîtir bîranîneke min a girîng, li hember şer’ra zarokên mizawir Miho û Cimo, derketinên min dawîn bûn. Miho her dem dixwest şer bike. Rojek, li quncê malê, dawa min tijî kevir, bêyî firsend bidimê, min ew bi keviran pêşwazî kir. Heta goma malê reviya. Carek din xwe nêzî pevçûnê nekir. Yê Cimo jî piştî şopandinekê, ji hevraza jorîn de, dawa min tijî kevir min ew tengav kir. Ew jî reviya goma malê. Piştî ku dersa xwe baş girt, ji rewşa xeterbûnê derketibû. Li ser vê yekê, baş tê hişê min, dayika min li min xwedî derkete û peznê min da. Di pêşketina lidijderketinê de, bêçaretiya bavê min û serhêldêriya dayîka min a sînor nenaskirî û heq dîtin bandor kiriye. Çavdêriyên dayika min li hember min, bi qasî ku min piştre bihîst, erênî û gihiştî bûye. Ne şaşbim li ser pirsa Fermandarê Tugaya Rihayê, gotina wê ya; “Ji bona ku wî li ber congên xwe bihêlim, min gelek hewl da, lê biserneketim.” rastiyê îfade dikir. Ya ku yekem car ferq kir ku, wê terza min, min bi tenê bihêle jî ew bû. Gotina wê wisa bû; “Wê her kes ji te sûd werbigire, lê wê tu kes fena te bi te re nexebite.” Gotina wê, fena ku got jî derket. Wekî din, der barê min de nirxandina wê ya dawîn ev bûye; “Ew ji bona min tekane bû, ciyê wî û ew bixwe gelek gelek cuda bû.” Berî rehmetkirinê gotina wê ya dawîn; “Her dem dia bikin, ji her kesî re xêrê bikin” bûye.
Piştre di nirxandinên min ê dayik û jinê de ku min ew erka wê nirxand, min pêwîstiya basît negirtinê û mafê wê dayînê dît. Nirxandineke wê ya ji bona jinan jî, têrî xwe biarifî bû: “Zehmet e ku tu bi vî hiş û kesayetî jinek bibînî” Divê min ew eqlê dayîka xwe ku difikirîm ji bilî hêrsê tu taybetiyên wê nîn in, qebûl bikirana. Ji ber dîroka ku kor dike, em ji hev dûr ketin. Lê piştî ku min li pey xwe nihêrt, ew dengê bi esl ê çanda xwedawendiya dayikê ye û wê ev deng gihandiye min. Minê piştre ji ber vê ew bi minet bibîr anîna û ew qebûl bikirana. Ya ku min serî li hember rakir ne dayika min bû, ew pergala zalim, biyanî û dirû ya civaka serdest a mêr bû. Min îspat kiribû ku, her çiqas me ev bi hev pîroz nekiribe jî, ez kurekî baş ê dayika xwe bûm.
Karê wateyê her diçe bi pêş dixim. Bi awayekî betal betal vegera min a axa ku li hatime dinê, min dest tehlîlkirinê kiribû. Sedema fena hespekî ji gomê rev û xwe avêtina çiya, nirxa ku sê caran nîvdarvekirina dayika xwe baştir fêm dikirim. Dayika ku min digot nezane, minê piştre ji gotina wê ya, “Wê tu kes xwe tevlî xebata te ya wisa nebe, her kes ji te feyde bigire û tu yê tenê bimînî” min fêm kir ku tenê wê ez fêmkirime. Bêyî ku li pişt xwe binêrim, bi sekna xwe ya, “Tişt nabe, ez bibiryar im bi tenê bimeşim” meşiyam. Dema ku min xwe wisa fêm kir, min axa ku lê çêbûme tehlîl dikir. Her ku sedsala 20’an ji dûr ve bi hemû giraniya xwe dihate ser min, minê fêm bikirana ku çima tê ser min. Bi êrîşeke fena rahibên sûmerî ku bi dewleta afirandiye çawa êrîş dibe ser axa bi bereket a xwedewenda dayik re rû bi rû man. Dema ku min ev fêm kir, ez bi xwe ji xwe direviyam û minê bidîtana ku li paş, ji bilî çend niqutên wateyê nemaye.
- Ayrıntılar
Rêber APO
Ez jî dibêjim ku, ku hûn azad bibin, wê piştre kar û xwarin were. Azadiya siyasî girîng e. Civakeke ku azadî û têgihîştina wê ya siyasî nîn be, ew civak kole ye. Ger ku têgihîştina we ya siyasî û ehlaqî nîn be, nexwe hûn di rewşa koleyan de ne. Azadî û têgihîştina we ya siyasî û ehlaqî nîn be, hûn ê çawa bikaribin civaka xwe, malbata xwe, keça xwe biparêzin? Feraseta namûsê, bi awayê feraseteke berevajî li ser zayendîbûna jinê saz bûye. Feraseta min a namûsê tê zanîn. Ji bona rizgariyê divê civak, civakeke ehlaqî û polîtîk be. Civakeke ku têgihîştina wê ya siyasî, ehlaqî, kevneşopî, irfî nîn be, wê nikaribe di civakê de xwe, civaka xwe, malbata xwe û keça xwe biparêze. Ku vanan nîn bin ew civak qediyaye. Min di parêznameyên xwe de bi awayekî berfireh vanan daxuyand. Ma parêznameyên min hatin weşandin? Divê bê weşandin û her kes bixwîne.
Ji bona konferansê jî vanan diyar dikim: Ya bi Filîstinê re têkildar ma ne wisa ye? Rast e, eynî wisa ye, destpêkê pêvajoya Madrîd piştê wê ya Oslo destpêkir. Dişibe wê pêvajoyê. Ji bona konferansê niha vê bêjim. Ehmed Turk dikare ewk bike. Wê li Amedê Kongreya Civaka Demokratîk bi awayekî awarte , bi awayekî piştî hilbijartinê bi lezgînî li hev bicive. Li wir der barê konferansê de rêgez bêne diyar kirin, nîqaş bikin, dikarin di seroktiya Ehmed Turk de bi heyetek herin konferansê. Min berê ji bona konferansê şertê pênc rêgezî anîbû ziman. Vanan wê di konferansê de bêne nîqaşkirin. Ne pêwîst e ku vanan dubare bikim. Min pêşniyara pênc rêgez û sê pratîkî kiribû. Wekî pratîkî vanan pêşniyar dikim.
Di vê konferansê de;
1- KNK xwe birêxistin bike. Wisa ne mîna dewleta li başûr, wê bi awayekî sivîl û serbixwe xebatên xwe birêve bibin. Di nava KNK’ê de wê nûnerê her parçeyê hebe. Bi vî awayî temsîliyeta her parçeyî bi dest bixe. KNK, dibe ku bi tarza FKO be. Di nav de PDK jî dibe, YNK jî dibe.
2- Dikarin di konferansê de Lijneyeke Birêvebirinê ya ku peywira îcrayê bike pêk bînin. Ev Lijneya Birêvebirinê, erka dîplomatîk jî di nav de wê peywiran îcra bike. Wê ev lijne(kurul) xebatên dîplomatîk ên vekirî birêve bibe. Hema wisa mîna ku Barzanî bi çil dewletî re veşartî hevdîtinan dike nabe. Ji wan re jî vê dibêjim: Ev wisa nabe. Ku tu veşartî bi 40 dewletî re hevdîtin bikî, wê demê tu yê bibî ajan.
3- Li başûr pêşmergeyên ku yekîneyên kurd in hene. Hêzên çekdar ên PKK’ê jî, bi pêşmergeyan re veguhezînin hêzên netewî yên kurdan. Dikarin veguhezînin hêzên parastina gel ku parastin û ewlekariya hemû kurdan ji qirkirinan û tiştên dikin. Wê peywira parastina kurdên çar parçeyan bigirin ser xwe.
4- Di vê konferansê de wekî pêşniyareke pratîk, Komîsyona Lêkolînkirina Edalet û Rastiyan saz bikin. Encax ev komîsyona edaletê, ne tenê ji bona Tirkiyê, wê ji bona her çar parçeyan jî saz bibe û heqîqetan lêkolîn bike. Wê rewşa li Îranê lêkolîn bike, wê rewşa li Sûriyê lêkolîn bike, wê li Iraqê lêkolîn bike, rewşa li Tirkiyê bi dest bigire.
Ji bona konferansê pêşniyara şertê pênc rêgezî û çar pêşniyarên pratîk raber dikim. Wê vanan di konferansê de bê nîqaşkirin.
Ji şertê pênc rêgezî yekemîn, rêgezên civakî û aborî wekî şertek rêgezî bê qebûlkirin. Wê di çarçoveya vî rêgezî de, destpêkê kurd di nav xwe de têkiliyên aborî û civakî pêk bê û vê yekê di asta dewletan de bikin.
Duyemîn, rêgeza çandî. Li ser navê çanda kurdan çi hebe, wê vanan bixe bin ewlehiyê. Wê azadiya çandê pêk bê.
Sêyemîn, rêgeza yekîtiyê. Ev tê wateya ku kurd di nav xwe de yekîtî û têkiliyan bi pêş bixin. Wê hemû kurd bi hev re têkilî deynin û bi hev re tevbigerin.
Rêgeza çaremîn, rêgeza demokratîkbûnê. Ev tê wateya ku kurd bi gelên din re bi hev re jiyan bikin. Min ev berê wekî konfederalîzma demokratîk bi nav kiribû.
Pêncemîn, rêgeza parastina rewa ya gel. Her gel hêzeka wê ya parastina rewa heye. Ev, ji bona hebûna wî gelî pêwîstiyek e.
Ev konferans, niha dibêjim, bila bibe konferanseke neşerkirinê. Bêçekbûn mijareke cuda ye. Ev, wê cuda bê nîqaşkirin. Çek nayê dayîn. Her gelek xwedî hêzelek parastina cewherî ye. Ku konferans veguheze bêçekbûnê, ez dibêjim beşdar nebin. Divê destpêkê zirûfa neşerkirinê pêk bê. Divê temaya bingehîn ev be. Konferans encax dikare vê bike. Ku bikaribe vê bike, wê ji bona pêvoyên din rêgez bêne diyarkirin.
Navê konferansê jî Konferansa Lihevhatina Demokratîk û Aştiyane dibe. Wê DTP beşdarî vê konferansê bibe. Wê Kongreya Civaka Demokratîk bi lezginî li Amedê kongreya xwe çêbike. Hejmara beşdarvanan wê bê firehkirin, her kesî beşdarî konferansê bikin, ji bona kongreyê bi awayekî berfireh li hev bicivin. Navê konferansa ku li Amedê bê kirin jî pêşniyar dikim ku bila Konferansa Lihevhatina Demokratîk û Aştiyane be. Wê di vê kongreyê de rêgez bê nîqaşkirin, bêne diyarkirin û bi awayekî amade bi lijneyek beşdarî konferansê bibin. Wê Ehmed Turk û lijne here bi Barzanî û Talabanî re hevdîtin bike. Divê di lijneyê de jin jî hebin. Her hal ji karên derve Sabahat berpirse. Bila ew jî beşdar bibe. Jê re silavên min ragihînin. Dikarin bangî nûnerên Emerîka û Ewropa jî bikin. Ji bona min nabe pirsgirêk. Dikarin bi vî navî li Ewropa jî konferans bikin. Ji bona konferansê dikarin nêrînên min ragihînin Barzanî û Talabanî. Ev dibe bi nameyê be jî.
Ez li vir im ne dijberê tu kesî me. Dikarin bi her kesî re hevdîtin bikin. Ku bikaribin bi Emerîka û Ewropa re lihevbikin dikarin li hev bikin. Herî zêde aştiyê em dixwazin. Encax der barê konferansê de vê dibêjim; ku beşdar bibin wê beşdarêi encamên wê jî bibin. Ku beşdar nebin jî wê beşdarî encamên wê nebin. Ya ku ez bêjim ev e; rêgezên min hene, xeta min heye, fikrên min hene. Ez kesek xwedî xet im. Her tiştî jî di vê çarçoveyê de dinirxînim. Divê ev rast bê teyisandin.
Dibe ku ev konferans bibe Lozana kurdan. Çawa ku bi Lozanê komar ava bû, wê bi vê, yanî bi Lozana kurdan jî Komara Demokratîk ava bibe. Komara Demokratîk, jixwe lihevhatina demokratîk e. Wê lihevhatina herdu gelan, bi xwe re demokrasiyê bîne. Avabûna komarê çiqas girîng be, demokratîkbûyîna komarê jî bi qasî sazbûna komarê girîng û bi wate ye.
*Beşek ji hevdîtina 14’ê adara 2009’an ya Serokatiya Partiyê
- Ayrıntılar