Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Em hevrêyên me Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn ên ku Çileya 2018’an di êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna xeyalên azadiyê yên şehîdên xwe yên nemir teqez bi ser bixin.
Dewleta Tirk a mêtînger êrîşên xwe yên li ser bingeha qirkirina gelê me ya bi tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya gelê me, di sala 2018’an de zêde kir. Dagirkerên ku nekarîn di qada şer de li hemberî gerîlayan bisekinin û wekî çareya dawî şerê li ser teknîkê meşandin, hemû derfetkên xwe seferber kirin û êrîşî qadên gerîla kirin. Hevrêyên me Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn ên ku li hemberî vê beralîbûna dijmin bi îradeya Apoyî berxwedaneke destanî raber kirin, bi fedayiyane şer kirin û bedena xwe ji bo parastina gelê me kirin mertal. Fedaiyên me ku her kêliya têkoşîna xwe veguherandin destanekî û rê nedan dijmin, bûn sembolên jiyana bi rûmet û azad. Berxwedana dîrokî ya hevrêyên me Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn xeta berxwedan û serkeftinê ya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê careke din nîşan da. Hevrêyên me Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn ên ku bi têkoşîna ku bi israr, îrade, dewlemendiya taktîkî û fedakariyekî mezin meşandin mîrateyeke nayê jêbirin ji nîfşên nû re hiştin, wê her tim bibin meşaleyên azadiyê û rêya me ronî bikin.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Arjîn, Lorîn, Zenda, Berbang û Nalîn ên ku roja me afirandin û temînata siberojên me ne, em ji hemû gelên Kurdistanê yên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên li ser nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Arjîn Garzan Nav û paşnav: Bêrîvan Ata Cihê jidayikbûnê: Bedlîs Navê dayik û bav: Senayet – Abdurrahim Cih û dîroka şehadetê: Çileya 2018’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Arjîn Garzan – Bêrîvan Ata
|
Nasnav: Lorîn Gelawêj Nav û paşnav: Gulcan Gozeten Cihê jidayikbûnê: Agirî Navê dayik û bav: Zehra – Sefer Cih û dîroka şehadetê: Çileya 2018’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Lorîn Gelawêj – Gulcan Gozeten
|
Nasnav: Zenda Avesta Nav û paşnav: Ferîde Çesen Cihê jidayikbûnê: Agirî Navê dayik û bav: Zehra – Sefer Cih û dîroka şehadetê: Çileya 2018’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Zenda Avesta – Ferîde Çesen
|
Nasnav: Berbang Çiyager Nav û paşnav: Îlyas Binbirdag Cihê jidayikbûnê: Wan Navê dayik û bav: Nazalîn- Teymur Cih û dîroka şehadetê: Çileya 2018’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Berbang Çiyager – Îlyas Binbirdag
|
Nasnav: Nalîn Evîn Nav û paşnav: Evîn Yuce Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Navê dayik û bav: Naîme- Necdet Cih û dîroka şehadetê: Çileya 2018’an/Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nalîn Evîn – Evîn Yuce
Arjîn Garzan – Bêrîvan Ata - Hevrêya me Arjîn li navçeya Norşîn a Bedlîsê di nava malbatekî welatparêz de ji dayik bû. Bi saya çand û perwerdeya ji malbata xwe wergirt, girêdayî nirxên xwe yên Kurditiyê mezin bû. Ji ber dilsoziiya malbat û derdora wê ya ji bo nirxên azadiyê, têkoşîna me zû nas kir. Hevrêya me ku bi çîrokên qehremaniyê ya hevrêya me Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) mezin bû ku bi taybet li qada Garzanê bûye efsanewî û ew fermandara me ya pêşeng ji bo xwe kir mînak. Hevrêya me her ku mezin bû rastiya dijmin zêdetir fêm kir û bi taybet hêrsekî wê yê mezin li hemberî nêzîkatiyên komkujiyê yên dijmin li ser gelê me çêbû. Hevrêya me Arjîn xwe li hemberî gelê me berpirsyar hîs kir û kete lêgerîna bersiva êşên gelê me. Li ser vê bingehê cihê xwe di xebatên ciwanên welatparêz de cih girt û gava xwe ya ewil ji bo têkoşînê avêt. Di xebatên ciwanan de hem rastiya têkoşîna me zêdetir fêm kir hem jî tarz û çanda Apoyî di kesayeta xwe de afirand. Hevrêya me her çiqas di dibîstanên pergalê de xwend jî ti carê jiyana pergalê bala wê nekêşand. Armanc herî mezin a hevrêya me ew bû ku di refên têkoşîna azadiyê de bibe zarokek layiqê gelê me. Hevrêya me piştî ku demeke dirêj di xebatên ciwanan de ma, biryar da ku têkoşîna xwe mezintir bike û vê carê wekî şoreşgerek profesyonel cihê xwe di xebatên civakî û azadiya jinê de girt. Bi taybet dahûrandinên Rêbertiya me ya li ser azadiya jinê bi hişyariyekî mezin xwend û li ser lêhûrbûn bû. Hevrêya me Arjîn li ser bingeha dersên ku ji van dahûrandinan derxist, têkoşîna xwe her roj mezintir kir. Hevrêya me ji ber vê yekê bala dijmin jî kişand. Tevî ku çend car hate binçavkirin jî tawîz ji helwesta xwe ya şoreşgerî neda. Hevrêya me li hemberî van beraliyên dijmin hêrsa xwe mezintir kir û di wê baweriyê de bû ku divê teqez li hemberî dijmin bersivên bandortir bide. Girtina gelek hevrêyên wê û herî dawî bavê wê ku kedek wî yê mezin li ser çêbûye, pir bandor li ser hevrêya me Arjîn kir. Dema ku di Adara 2012’an de li qada Garzanê komek me yê hevrêyên jin a bi pêşengiya hevrêya me Arjîn Garzan (Leyla Altan) bi awayekî nemerdanê şehîd bûn, ev ji bo hevrêya me Arjîn bû dilopa dawî. Hevrêya me ji ber vê yekê dît ku êdî derfet nemaye ku di nava pergalê de têkoşînekî bi bandor were meşandin û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Hevrêya me Arjîn ku dilsoziya bi şehîdan re wekî bingeha têkoşîna xwe dît, navê Şehîd Arjîn Garzan (Leyla Altan) li xwe kir û dest bi meşa şoreşê kir. Hevrêya me ku bi daxwaz, hişmendî û biryardariyekî mezin dest bi têkoşînê kir, di fêrbûna jiyana çiya û gerîla de zehmetî nekişand. Bi saya kesayeta xwe ya gihiştî û kedkar ji bo pêşketina hevrêyên xwe yên têkoşînê ked da. Hevrêya me ku ji jiyana kolektîf û têkiliyên hevrêtiyê yên bê şip ên gerîlayan bandor bû, ji bo ku bibe mîlîtanek jin a Apoyî hewldaneke mezin da. Bi vî rengî bi hişmendiya ku bîranîna şehîdan wê rast bide jiyîn, xwe roj bi roj da têkoşînê. Hevrêya me ji ber hêrsa li dijî dijmin xwest zû di taktîkên gerîla de serwext bibe û derbasî qadên ku şer lê giran e bibe. Hevrêya me di heman demê de xwest di xeta azadiya jinê de kûrtir bibe. Li ser vê bingehê nirxekî mezin da nirxandinên Rêbertî yên di vê mijarê de û hewl da bi van pîvanan şêwe bide kesayeta xwe.
Hevrêya me Arjîn ku perwerdeyên xwe bi awayekî serkeftî temam kir, demekî li herêmên cuda ên Herêmên Parastinê yên Medyayê têkoşiya. Hevrêya me vê pêvajoyê ji bo di gerîlatiyê de kûr bibe û serwext bibe nirxand û di demekî kin de bû gerîlayek serwext a YJA Starê. Ji ber ku li Şengal û Rojava êrîşên li ser gelê me roj bi roj zêdetir bûn, xwest di şerê li dijî çeteyan de cih bigire û bi tevlîbûna perwerdeyên pisporiyê di vê pêvajoyê de rol bilîze. Hevrêya me li ser vê bingehê tevlî perwerdeyên pisporiiyê bû û perwerdeyên xwe bi serkeftinekî mezin temam kir. Bi saya kesayeta xwe ya bi disîplîn û rêk û pêk, helwesta xwe ya baweriyê dide û helwesta xwe ya zelal a di xeta milîtaniya Apoyî de demeke di hin xebatên stratejîk de cih girt. Bi ked û fedakariya xwe ya di van xebatan de rolekî mezin di mezinkirina têkoşîna me de lîst. Bi saya enerjiya xwe ya bêdawî, hezkirina xwe ya ji bo taktîka gerîlayan û hêrsa xwe ya li dijî dijmin, bi lezekî bilind xebitî û hemû erk û berpirsyariyên xwe yên di vê pêvajoyê de bêkêmanî bi cih anî. Hevrêya me Arjîn ku israr kir derbasî qadên ku şer lê giran e bibe, ev pêşniyara wê hat qebûlkirin. Hevrêya me ku fikirî divê pêşî perwerdeya îdeolojîk bigire, li ser vê bingehê li Akademiya Jina Azad a Şehîd Bêrîtan dest bi perwerdeyê kir. Hevrêya me li vir tevî hevrêyên xwe yên jin pêvajoya lêhûrbûnê jiya û bi zêdetir fêmkirina rêgezên azadiya jinê ya Rêbertiyê van di kesayeta xwe de şênber kir. Hevrêya me ji ber vê yekê rêzgirtina hemû hevrêyên xwe bi dest xist û di wê baweriyê de bû ku azadî tenê bi berdewamkirina van lêhûrbûnan pêk were.
Hevrêya me Arjîn piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir derbasî qadên ku şer lê giran e bû û li vê derê bi coş û kelecaneke mezin tevlî pratîkê bû. Bi taktîka pisporiyê bersiv da êrîşên dijmin û gelek çalakî li dar xist. Di her derbeya li dijî dijmin de fikirî ku hinek jî be tola şehîdên me radike. Hevrêya me Arjîn ku xwedî tarza têkoşînê ya bê şip bû, bi îdia, bawerî, israr û îradeya xwe ya xurt bû gerîlayekî YJA Starê ku ji bo hemû hevrêyên xwe bû mînak. Hevrêya me Arjîn ku di êrîşa dijmin a Çileya 2018’an de şehîd bû, nirxên hêja û mîrateya têkoşîna ya dewlemend hişt ku wê tu car neyê jibîrkirin. Em soz didin ku em ê têkoşîna hevrêya xwe Arjîn bi ser bixin.
Lorîn Gelawêj – Gulcan Gozeten - Hevrêya me Lorîn li navçeya Bazîd a Agiriyê ku di dîroka Kurdistanê de bi serhildan û helwesta xwe ya bi rûmet a li hemberî dijmin serî natewîne tê nasîn, di nava malbatekî welatparêz de ji dayik bû. Ji ber welatparêzî û dilsoziya bi çand û kevneşopiya Kurd a malbata xwe, li gorî cewhera xwe mezin bû. Hevrêya me Lorîn ji ber ku li herêmekî wekî Bazidê mezin bû ku bi berxwedana xwe tê nasîn, bi çîrokên qehremaniyê ya Berxwedana Agiriyê mezin bû û zû fikra azadiyê nas kir. Di heman demê de ji ber hewldana dijmin a her serhildana dijmin bi komkujiyê çewisandinê û êrîşên qirkirinê yên piştî vê, ji bo wê bû hêrsekî mezin a li dijî dijmin. Hevrêya me ji ber kesayeta xwe ya xwezayî ku fêrbûnên jiyana pergala kapîtalîst negirtiye, xwedî qabiliyeta tehlîlkirinê û zû dîtina neyiniyên di derdora xwe de bû. Bi taybet hêrsek wê ya mezin li hemberî ferzkirinên koletiyê ya li ser jinan çêbû. Lêgerînên diyar ên hevrêya me di vê wateyê de çêbûn. Dema ku fikrên azadiyê yên Rêber Apo nas kir, bi kelecanekî mezin xwest van fikran fêm bike. Hevrêya me Lorîn bi heyecan û coşa dîtina çavkaniyekî ku bersiva lêgerînên xwe bibîne, roj bi roj nêzî têkoşîna me bû. Di pêvajoyeke ku êrîşên giran li ser gelê me hebû û dijmin hewl dida bi bikaranîna hemû derfetên xwe têkoşîna me ya azadiyê tasfiye bike, xwe li dijî gelê me berpirsyar dît û xwest dest bi têkoşînê bike. Hevrêya me di wê baweriyê de bû ku ev yek bi tevlîbûna refên gerîlayan re pêk were û di sala 2013’an de berê xwe çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîlayan bû. Hevrêya me Lorîn ku li Serhedê dest bi têkoşîna xwe kir, perwerdeya xwe ya ewil ji hevrêyên xwe yên li Gilîdaxê girt. Hevrêya me li vir zanînên ewil ên gerîlatiyê girt û hewl da van bi zû jiyanî bike. Ji hevrêyên xwe yên tecrube guhdarî nirxandinên têkildarî hunera şer a gerîla kir û ders wergirt. Hevrêya me Lorîn demeke li herêma Gilîdaxê ma û di vê pêvajoyê de pir ji helwesta jiyanê û têkiliyên hevrêtiyê yên hevrêyên xwe yên têkoşînê bandor bû. Piştre li ser pêşniyara hevrêyên xwe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li vir perwerdeyên xwe yên ewil ên di asta akademîk de girt. Li vir bi coşekî mezin tevlî jiyana komunal a gerîlayan bû û bi taybet nirxekî mezin da têkiliyên hevrêtiyê. Hevrêya me xwest her kêliya xwe ya bi hevrêyên xwe yên têkoşînê re tijî tijî jiyan bike û hewl da ruhê hevpar a şoreşgerî ava bike. Bi keda xwe ya di vê wateyê de rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me Lorîn di pêvajoya perwerdehiiyê de rastiya Rêber Apo baştir fêm kir û bi taybet xwest bi kûrbûna di îdeolojiya azadiya jinê de rêgezên azadiyê di kesayeta xwe de temsîl bike. Bi lêhûrbûn û hewldanên xwe yên di vî aliyê de bû milîtaneke jin ku hevrêyên wê mînak jê bigirin. Hevrêya me Lorîn tevlîbûna li ser mîsyona pêşengtiyê ya YJA Starê kir armanca xwe ya herî mezin û bi keda xwe pir nêzî vê armanca xwe bû.
Hevrêya me Lorîn ku piştî perwerdeyên xwe bi awayekî serkeftî temam kir derbasî xebatên pratîkî bû, bi israr û îradeyeke nayê têkbirin fêrbûnên xwe yên di perwerdeyan de jiyanî kir. Wekî şoreşgerek bi biryar tawîz ji zanînên xwe yên rast neda û bi vî helwesta xwe erkên xwe yên milîtaniyê di her qadê de bê kêmanî bi cih anî û rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me xwe amadekirina ji bo şerekî gengaz kir erka xwe ya bingehîn û li ser vê esasê tevlî perwerdeyên pisporiyê bû. Hevrêya me di vê pêvajoyê de di gelek taktîkên gerîlayan de pispor bû û bi coş û morala xwe ya mezin hêz da hemû hevrêyên xwe. Hevrêya me Lorîn bû gerîlayek YJA Starê ku hem di aliyê leşkerî û hem jî îdolojîk de serwext bû. Piştî ku perwerdeyên xwe temam kir, wekî gerîlayek jin a di gelek taktîkên gerîlayan de serwext, derbasî qadên ku şer lê giran e bû. Kelecan û coşa xwe ya di vê pêvajoyê de wiha anî ser ziman; “Em di wê baweriyê de ne ku bi çalakiyên ku em ê wekî hevrêyên jin pêk bînin, hem tola şehîdên xwe hilînin û hem jî tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin û em ê vê teqez bi ser bixin.” Hevrêya me Lorîn bi vê îdia û biryardaryê di gelek çalakiyan de cih girt û bi wêrekî û fedakariya xwe bû xwedî tevlîbûneke li gorî mîsyona pêşengtiyê ya YJA Starê. Bi moral û performansa xwe ya bilind a di çalakiyan de hêza da hemû hevrêyên xwe û li her qadê ku lê bû erk û berpirsyariyên xwe bê kêmanî bi cih anî.
Hevrêya me Lorîn di êrîşa dijmin a Çileya 2018’an de şehîd bû. Bi mîrateya wê ya têkoşînê, kesayeta xwe ya sade û bi wateya xwe ya kûr a ji bo hevrêtiyê, wê her tim pêşengiya meşa me ya azadiyê bike.
Zenda Avesta – Ferîde Çesen - Hevrêya me Zenda li navçeya Bazid a Agiriyê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê ya ji eşîra Celalî welatparêz û xwedî kevneşopiyekî bi kok bû, girêdayî cewhera xwe mezin bû. Hevrêya me wekî gelek zarokên Serhedê bi destanên berxwedanê mezin bû û bi saya van destan û denbêjên ku ew guhdar kir, girêdanbûnê di dîrok û roja de çêkir. Bi vî rengî hem kevneşopiya berxwedanê ya sed salî ya gelê me nas kir û hem jî li dijî vê zîhniyeta dagirker û qirker a dewleta Tirk nas kir. Hevrêya me Zenda di dema xwendina xwe ya seretayî de vê rastiyê baştir fêm kir û bi israr têkoşîna parastina cewhera xwe da. Hevrêya me bi vî rengî helwesta xwe ya ewil a li dijî polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk pêş xist û di pêvajoya piştî vê de vê yekê kir sparteka herî bingehîn a têkoşîna xwe. Hevrêya me ku têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê ji nêz ve şopand, ji ber ku di xizmên wê yên nêz de tevlîbûn ji bo refên gerîla çêbûn, zêdetir eleqe bi têkoşîna me anî. Di heman demê de nakokiyên wê yên derbarê jiyanê de roj bi roj zêdetir bûn û wekî jinek ti car nêzîkatiyên kevneşop qebûl nekir. Ji ber vê yekê kete nava lêgerîna jiyana azad. Hevrêya me fêm kir ku dikare bersiva van lêgerînên xwe di felsefeya Apoyî de bibîne û vê di wê de ezima têkoşînê afirand. Hevrêya me Zenda ku bi taybet bi şehadetên di refên azadiyê de hîs kir ku berpirsyariyên wê yên li hemberî gelê me zêdetir bûye, ji bo pêkanîna pêwîstiya van berpirsyariyan biryara têkoşînê da. Hevrêya me dizanîbû ku li dijî jiyana koletiyê ya dewleta Tirk li ser gelê me rewa dibîne, rêbaza têkoşînê ya herî bibandor tevlîbûna li nava refên gerîla ye. Li ser vê bingehê di sala 2013’an de ji Serhedê tevlî refên gerîla bû.
Hevrêya me Zenda ji tarzê jiyanê ya gerîlayan bandor bû û ji kêliya ewil a tevlîbûna xwe ya têkoşînê ve fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Hevrêya me ji ber ku tevlîbûneke bi daxwaz û bi hişmend raber kir, bi ti şêweyê zehmetî nekişand û bi heman rengî nêzî perwerdeyên xwe bû. Hevrêya me di dersên dîroka jinê, dîroka Partiyê û dîroka Kurdistanê de wekî gelê me rastiya xwe jî nas kir. Bi rast şêwandina kesayeta xwe guhertinên girîng afirand. Hevrêya me Zenda dizanîbû ku divê li dijî êrîşên qirkirinê yên gelê me wekî gerîlayek azadiyê rabe û bi taybet eleqeyekî mezin nêzî dersên leşkerî bû. Hevrêya me ku di hemû taktîkên gerîla de xwedî zanîn bû, bi sebir ma benda roja jiyanîkirina van. Hevrêya me piştî ku perwerdeyên xwe bi awayekî serkeftî temam kir, derbasî herêmê ku pratîk lê bike bû û heman asta tevlîbûnê li vir jî domand. Hevrêya me Zenda ku her roj tecrubeya wê ya pratîkî zêde bû, bi tevlîbûna xwe ya kedkar û dirust rêzgirtina hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêya me ku xwe li hemberî gelê me berpirsyar dît, ji bo li hemberî êrîşên qirkirinê yên li dijî gelê me rabe, xwest derbasî qadên ku şer lê giran e bibe. Li ser vê bingehê xwest erkên xwe yên demê pêk bîne û dizanîbû ku ev tenê bi gerîlatiya profestonel pêkan e. Ji ber vê yekê bizanebûna ku divê xwe di hunera şer a gerîla de zêdetir pêş bixe, tevî hevrêyên xwe jin tevlî pêvajoya perwerdehiyê bû. Hevrêya me Zenda li vir ewil derfet dît ku rastiya xwe û hêza jinê nas bike û bi hêza ji vir girtî tevlî dersên leşkerî û îdeolojîk bû. Di fêmkirin û pejirandina rêgezên jina azad de ked û hewldaneke bêşip da û ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me her ku azad bû watedardir li jiyanê nêrî û dît ku bandora vê di dersên leşkerî de jî xuya dibe. Hevrêya me Zenda ku hemû lêhûrbûnên xwe da rastiya têkoşînê û di vê wateyê de derketineke mezin di kesayeta xwe de afirand, piştî perwerdeyê derbasî qadên ku şer lê giran e bû. Hevrêya me di pêvajoya ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê roj bi roj zêde dibûn de bi wêrekî û biryardariyekî mezin gihişt qadên şer û di gelek çalakiyan de cih girt. Hevrêya me Zenda ku di operasyonên şoreşgerî yên gerîla li dijî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de hemû erk û berpirsyariyên xwe bi kêmanî bi cih anî, wekî gerîlayekî YJA Starê ya serwext derket pêş.
Hevrêya me Zenda ku bîranîna hevrêyên xwe yên di pêvajoiya şer de şehîd bûne, her tim di dilê xwe de jiyanî kir, di her nefesa xwe de hewl da bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd. Hevrêya me ji bo vê yekê bi hemû hebûna xwe tevlî xebatên pratîkî bû û xwe bi temamî fedayî têkoşînê kir. Bi vê helwest û hevrêtiya xwe ya xurt rêzgirtina hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me ku di êrîşa dijmin a Çileya 2018’an de şehîd bû û têkoşîna xwe di lûtkeyê de temam kir, wê her tim pêşengiya meşa me ya azadiyê bike û rê nîşanî me bike. Em careke din soza xwe ya azadiyê ya me dayî hevrêya xwe Zenda dubare dikin û di şexsê wê de hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîrtînin.
Berbang Çiyager – Îlyas Binbirdag - Hevrêyê me Berbang li navçeya Qelqelî ya Wanê ku bi dilsoziya xwe ya bi têkoşîna me ya azadiyê re û bi bersivên xwe yên xurt ên li dijî êrîşên qirkirinê tê nasîn, ji dayik bû. Ji ber malbat û derdora wî girêdayî nirxên neteweyî yên Kurd bûn û tevî hemû zehmetiyan jî israra jiyanîkirina vê kirin, li gorî cewhera xwe mezin bû. Hevrêyê me di hawirdora gund a xwezayî de mezin bû û taybetmendiyên kesayetiya xwezayî ya Serhedê girt. Hevrêyê me ku demeke di dibîstanên dewleta Tirk de xwend, cara ewil li vir rastiya dijmin nas kir. Hevrêyê me şahidiya polîtîkayên qirkirinê ya dewleta Tirk li ser gelê me kir û jiyaneke wiha û pergala wî qebûl nekir. Ji ber vê yekê ji serî ve li hemberî dibîstan û memûrên qirker ên li wê derê bimesafe bû û piştî ku perwerdeya neçarî qedand dev ji dibîstanê berda. Piştre ji bo ku tevkarî li dabara malbata xwe bike di karên cuda de xebitî û her tim bi kedê re yek bû. Ji ber ku karên herî zehmet jî bi hezkirin û bi daxwaz dikir, westan çiye nizanîbû û taybetmendiyên xwe yên di vê pêvajoyê de bi dest xist kir bingeha jiyana xwe ya şoreşgerî. Hevrêyê me Berbang ku wekî her ciwanê Kurd têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê ji nêz ve şopand, cara ewil di sala 2009’an de dest bi naskirina têkoşîna me kir. Hevrêyê me ji şerê giran û şehadetên di vê pêvajoyê de bandor bû û fikirî ku divê ew bi xwe jî hêzê bide têkoşîna azadiyê ya gelê me. Ji bo vê kete nava pêvajoya lêhûrbûnê û fêm kir ku dikare vê herî bandor bi tevlîbûna li nava refên gerîla pêk bîne. Bi taybet ji têkoşîna azadiyê li gerîla bi fedakarî dimeşînin û derbeyên li dijî dijmin dixin bandor bû û xeyala di zûtirîn demê de dîtina gerîlayan kir. Her çiqas demeke di vî aliyê de hewldan da jî, nekarî vê armanca axwe pêk bîne. Lê her tim lêhûrbûnên xwe domand û ma benda hatina dema rast. Hevrêyê me Berbang di wê fikrê de bû ku divê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê teqez şer bike ku ji sala 2014’an ve li Şengal û Rojava li dijî gelê me êrîşên qirkirinê pêk anî û ji gelê me bi hezaran kes qetil kir. Firsenda ewil ku dît bi kar anî, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.
Perwerdeya xwe ya ewil a gerîlatiyê li Botanê dît û demek li vir ma. Di pêvajoya xwe ya li Botanê de firsend dît ku gelek gerîlayên bi tecrube nas bike. Bi qasî ji tecrubeyên jiyanî û leşkerî ya van gerîlayan sûd wergirt, ji taybetmendiyên wan ên kesayetî jî bandor bû. Bi taybet jiyana komunal û hawirdora azad a gerîla pir bala hevrêyê me Barbang kişand. Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe hewl da fêrî jiyana nû bibe û bibe milîtanekî Apoyî yê serwext. Hevrêyê me piştre bi pêşniyara hevrêyên xwe ji bo ku perwerdehiyekî berfirehtir bibîne derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û tevlî perwerdeya şervanên nû bû. Bi perwerdeyên li vir zêdetir fêrî jiyana gerîla û çiyê bû û xwest di zûtirîn demê de derbasî qadên ku şer lê giran e bibe. Hevrêyê me Berbang ku armanca wî ya bingehîn parastina gelê me bû, ji bo vê yekê xwe di wateya leşkerî de arast. Hevrêyê me di pêvajoya şer de şahidî ji gelek berxwedaniyên fedayiyane yên di gelek qadên Kurdistanê de kir û dizanîbû ku divê tevlîbûn bi fedayiyane bibe. Ji ber vê yekê di dizanîbû ku divê xwe di her wateyê de fedayî têkoşînê bike û divê ev yek di wateya îdeolojîk û leşkerî de li ser bingehekî xurt be. Hevrêyê me xwest bi zanebûna erk û berpirsyariyên xwe yên demê van bi astekî mezin bi cih bîne û bibe layiqê ked û hewldanên Rêber Apo. Hevrêyê me fikirî ku vê yekê bi tevlîbûna li nava xebatên Hêzên Taybet dikare pêk bîne û xwe ji bo vê pêşniyar kir. Hevrêyê me ku bi helwesta xwe ya jiyanê, tarzê tevlîbûnê û kesayeta xwe ya dirust bawerî da hevrêyên xwe, bi qebûlbûna pêşniyara xwe tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.
Hevrêyê me Berbang ku bi perwedehiiyên ku li vir girt bingeheke xurt a îdolojîk çêkir, zû fêr bû ku fedayîtî awayek yê jiyanê ye. Ji ber vê yekê ji bo afirandina kesayetekî milîtaniya fedayî ya Apoyî kedekî bêhempa da. Hevrêyê me xwe di gelek aliyan de ji nû ve afirand û derketinekî mezin çêkir. Hemû enerjiya xwe tevlî têkoşînê kir û xwest berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Bi taybetmendiya xwe ya kedkar û fedakar her karê xwe bi serkeftinekî mezin bi cih anî û bi vê taybetmendiya xwe re bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Berbang ku di gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê kar kir, bi enerjiyeke bêdawî, israr û hewldanekî mezin erkên xwe yên şoreşgerî bi cih anî. Hevrêyê me ku dilsoziya xwe ya bi şehîdan re kûrtir kir ku ev yek kiribû sedema destpêkirina meşa xwe ya şoreşgerî, dilsoziya bîranîna her hevrêyêk xwe yê şehîd bi mezinkirina têkoşîna xwe re nîşan da.
Hevrêyê me Berbang ku di êrîşa dijmin a Çileya 2018’an de şehîd bû, bi kûrahiya îdeolojîk, jidilbûna di têkiliyên hevrêtiyê de û tevlîbûna xwe ya fedayiyane cihekî nayê jibîrkirin di dilê hevrêyên xwe de girt. Em weke hevrêyên wî careke din soz didin ku em ê dilsozê bîranîna wî bimînin.
Nalîn Evîn – Evîn Yuce - Hevrêya me Nalîn li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di nava malbatekî welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî ya ji êşîra Herkî xwediyê kevneşopiyekî bi kok bû û tevî hemû zext û zehmetiyan jî hişemendiya xwe ya Kurdîtiyê parast, hevrêya me Nalîn jî li gorî nirxên xwe yên cewherî mezin bû. Hevrêya me ku li gundê xwe yên li qûntara Zagrosan bi awayekî xwezayî û sade mezin bû, di temenekî biçûk de kedê nas kir. Tevî ku demekî di dibîstanên dewleta Tirk de xwend jî nasnama û zimanê xwe parast û di vê pêvajoyê de rastiya dijmin dît. Hevrêya me ji nêzîkatiyên mamosteyên xwe yên di dibîstanê de û ji pergala perwerdehiyê fêm kir ku armanca herî bingehîn a dewleta Tirk qirkirina gelê me ye û li dijî vê parastina xwe esas girt. Hevrêya me ku li hemberî van nêzîkatiyên dewleta Tirk a li dijî gelê me bi hêrs bû û ev yek qet qebûl nekir, di wê baweriyê de bû ku li dijî vê divê helwestekî raber bike. Ji ber ku li herêma ku lê dijiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê lê çalak bûn û gerîlayan her tim li vê herêmê li dijî artêşa Tirk di rewşa çalakiyê de bû, hevrêya me Nalîn di temenekî biçûk de gerîlayan nas kir. Piştî ku dest bi fêmkirina rastiya dewleta Tirk kir, wateya têkoşîna gerîla kûrtir fêm kir. Hevrêya me zêdetir fêm kir ku gerîla wekî ku rûmeta gelê me diparêze, di heman demê de temînata azadiyê ye jî. Di wê baweriyê de bû ku rêbaza têkoşînê ya lêdigere gerîlatî ye. Ji sala 2014’an ve çeteyên DAÎŞ’ê li dijî gelê me yê li Şengal û Rojava êrîşên qirkirinê pêk anî û bi hezaran jin û zarokê dîl hatin girtin. Ev yek bandorekî mezin li ser hevrêya me Nalîn çêkir. Bi taybet firotina jinan li bazarên koletiyê û bêçare bendamayîna alîkariyê ya dayikên Kurd, ji bo hevrêya me Nalîn bû sedema bingehîn a têkoşînê. Hevrêya me difikirî ku ji bo hêsîrên dayikan bên rawestandin divê berpirsyariyên xwe bi cih bîne û di wê baweriyê de bû ku vê yekê herî baş bi tevlîbûna li refên gerîla dikare bike. Li ser vê bingehê berê xwe da Zagrosan ku jê ne biyanî ye û bi tevlîbûna refên têkoşînê dest bi têkoşînê kir.
Hevrêya me Nalîn ku perwerdeya xwe ya ewil a gerîlatiyê li herêma Xakurkê dît, ji ber ku ne biyanî jiyana çiyê bû, zû bi gerîlayan re bû yek. Hevrêya me diyar kir ku ew bi saya perwerdeyên wergirtî, xwe baştir nas kiriye û bi domandina lêhûrbûnên xwe cîhana xwe ya wateyê kûrtir kir. Ji ber vê yekê bi zindî, çalak û bi coş tevlî jiyanê bû. Ji ber van taybetmendiyên xwe bandor li ser hemû hevrêyên xwe kir û rê nîşanî wan da. Hevrêya me Nalîn ku rewşa şer a gengaz pêşbînî kir, di wê baweriyê de bû ku divê ji bo vê xwe di wateya leşkerî de pêş bixe û di hûnera şer a gerîla de kûr bike. Hevrêya me bi ked û hewldanên li ser esasê vê lêhûrbûnên xwe beralî perwerdeyên leşkerî bû û bi saya îradeya xwe ya xurt di demeke kin de di gelek branşên gerîla de bû xwedî zanîn. Hevrêya me piştî ku perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî temam kir tevlî xebatên li herêma Xakurkê bû û bi hewldaneke mezin tevlî xebatên pratîkî bû. Bi saya kesayeta xwe ya kedkar û fedakar hema hema bezî her xebatê û hewl da bi aweyekî herî baş pêk bîne. Hevrêya me lêgerîna xwe ya bûyîna gerîlaya profesyonel ku bingeha wê di perwerdeyan de danî, di pêvajoya pratîkî de jî domand. Tecrubeyên xwe bi zanînên xwe re kir yek û bû gerîlayekî jêhatî ya YJA Starê. Hevrêya me di xebatên pratîkî de berovajî zîhniyeta serweriya mêr, ferq kir ku jin bi têna serê xwe dikarin ji binê her karekî derkevin û bilindkirina xwebaweriya xwe gav bi gav meşa xwe ya azadiyê mezin kir. Hevrêya me Nalîn xwest di pîvana pêwîst de bersivê bide êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Bi hişmendiya ku ev yek xwe zêdetir pêşxistina di wateya leşkerî de pêkan dibe, tevlî perwerdehiyên pisporiyê bû. Hevrêya me hêzekî mezin ji perwerdeyên leşkerî girt ku bi hevrêyên xwe yên jin re girt û careke din berê xwe da pratîkê.
Hevrêya me Nalîn ji ber şehadeta gelek hevrêyên xwe yên di pêvajoya şerê dijwar de hêrsa xwe ya li hemberî dijmin zêdetir kir. Hevrêya me di wê baweriyê de bû ku layiqbûna li şehîdan û dayîna bersiva herî rast ji bo dijmin bi mezinkirina têkoşînê di her qadê de pêkan dibe. Hevrêya me milîtanekî Apoyî bû ku wekî difikirî jiyan dikir û bi ked û hewldaneke mezin xwe fedayî têkoşînê kir. Bi hêza ku xeyalên şehîdan pêk bîne, bi awayekî çalak tevlî hemû xebatên pratîkî bû. Hevrêya me Nalîn bi saya kesayeta xwe ya dirust, jidil û bi disîplîn rêzgirtina hemû hevrêyên xwe girt û bi helwesta xwe ya zelal a di xeta azadiya jinê ya PJAK’ê de bû milîtaneke mînak. Hevrêya me Nalîn ku di êrîşa dijmin a Çileya 2018’an de tevî komek hevrêyên xwe tevlî karwana şehîdan bû, mîrateyeke bêhempa li pey xwe hişt. Em hevrêyên wê soz didin ku em ê têkoşîna ku hevrêya me Nalîn dewrî me kiriye mezintir bikin û dilsozê bîranîna wê bimînin.
17’ê Tîrmeha 2025’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG