HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Ewlada hêja ya gelê me yê Botanê û şervana bi wêrek a YJA Starê hevrê Asmîn Ardil Dijwar, 18’ê Gulana 2025’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber qezayekê şehîd bû.

Hevrêya me Asmîn Ardil di têkoşîna azadiyê ya bi pêşengiya Partiya me PKK-PAJK’ê de cih girt û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bêteredut bi cih anî, bi dilsoziya kûr a bi şehîdan re bû xwedî jiyaneke watedar. Perspektîfên Rêber Apo yên têkildarî azadiya jinê kir manifestoya jiyanê û li her qadê pêdiviyên nasnameya xwe ya YJA Starê bi layiqî bi cih anî. Weke şopdara birayê xwe hevrê Dijwar Xavişta – Ahmet Nîlî yê şehîd, navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrêya me Asmîn Ardil jiyaneke têkildarî koletiya jinê qebûl nekir û bû afirênera jiyana azad, bi sekna xwe ya zelal a di jiyanê de bû milîtaneke PKK – PJAK’ê ya mînak. Hevrêya me ji pîvanên azadiya jinê û jiyana Apoyî kêliyekî jî tawîz neda û têkoşiya. Li her qada lê, barê hevrêyên xwe sivik kir. Ji bo di rastiya Rêbertî de kûr bibe û bibe layiqê hevrêyên xwe yên şehîd, her roja borî hewl da ku xwesteka xwe ya têkoşînê mezin bike.

Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Asmîn Ardil, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku xeyala şehîdên xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêya me Asmîn Ardil Dijwar, bi vî rengî ne:


Nasnav: Asmîn Ardil Dijwar

Nav û Paşnav: Sultan Nîlî

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Husna – Gurgîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 18’ê Gulana 2025’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Asmîn Ardil Dijwar – Sultan Nîlî

Hevrêya me Asmîn li navçeya Şax a Wanê ku sembola sekna serhildêr û welatparêziyê ye, hate dinê. Hevrêya me ya ji eşîra Xaviştan a welatparêz, di temenekî zû de zextên dewletê yên li ser gelê me dît. Hevrêya me heya dibistana amadeyî çû dibistanên sîstemê û ji kêliya ku dest bi fêmkirina jiyanê kir û vir ve, ket nava nakokiyên kûr. Li dijî polîtîkayên ferzkirin û asîmîlasyonê yên li dibistanên sîstemê, xwedî helwest bû. Hingî ku fêm kir sîstema modernîteya kapîtalîst jinê bêîrade dihêle û meta dike, hêrsa wê ya li dijî sîstemê mezin bû. Hevrêya me pêkanînên zihniyeta desthilatdar a mêr qebûl nekir û ket nava nakokiyan. Ji hevrêyên jin ên di nava refên Tevgera me de têdikoşin, pir bandor bû. Hevrêya me jiyana kadroyên pêşeng ên Paradîgmaya Azadîxwaziya Jinê ku ji hemû gelên bindest re bûye îlham, mereq kir û xwest Partiya me PKK’ê ji nêz ve nas bike. Hevrêya me ya ku jiyana Apoyî tenê bihîstiye û li hemberî jiyana gerîla xwedî mereq bû, ket nava lêgerînê ku tevlî vê jiyana azad bibe. Ew ji qehremanên ku li Şengal, Başûr û Rojava li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li ber xwe dan, gelek bandor bûn. Bi taybetî li pêşberî revandin û firotina jinên Êzidî li bazaran lêpirsînên cidî kir. Li dijî zîhniyeta ku ewçend jin biçûk dixe û mîna metayek bikar tîne, hêrsa wê mezin bû. Di demeke ku milîtanên Apoyî li Şengalê serketina xwe nîşanî hemû cîhanê dan de, di aliyê wijdanî de bûyerên pêk hatî qebûl nekir û fikirî ku divê beşdar bibe. Piştî şehadeta birayê xwe Dijwar Xavişta-Ahmed Nîlî ku di sala 2015'an de li Gabarê tevlî karwanê şehîdan bû, bi biryardariyeke mezin biryara tevlîbûna têkoşînê da. Hevrêya me ku hêrsa xwe ya li dijî sîstemê xurt kir, li ser bingeha dilsoziya bi şehîdan re û daxwaza tolhildanê 18 roj piştî şehadeta birayê xwe tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû.

Hevrêya me ya ku dizanî rêya hilanîna tola şehîdan bi tevlîbûna têkoşînê pêkan e, bi baweriya ku wê bersiva nakokiyên xwe di nava refên azadiyê de bibîne, tevlî nava Tevgera Apoyî bû. Hevrêya me ya ku demeke kurt li Bakur ma, piştre berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê. Hevrêya me ku ji hevrêtî û samîmiyeta gerîla bandor bû, bi moraleke mezin tevlî perwerdeyê bûye. Hevrêya me ya ku bi taybetî bi perwerdeyên îdeolojîk ên wergirtî re nirxên ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye avakirin bêhtir fêm kir, xwest di xeta azadiya jinê de kûr bibe û bi tevlîbûna xwe bû şervanek mînak. Hevrêya me ya ku di warê adaptebûna jiyana gerîla de zehmetî nejiya, armanc dikir ku di dersên leşkerî de bibe gerîlayekî jêhatî. Hevrêya me ku xwest bi rengekî çalak tevlî pêvajoya şer a bênavber bibe û berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne, perwerdeya xwe bi rengekî serketî bidawî kir. Hevrêya me ya ku derfet dît li qadên pratîkê tiştên hîn bûne bi jiyanî bike û ji tecrûbeyên hevrêyên xwe sûd werbigire, bi vê sekna xwe bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Hevrêya me ku xwedî îdîa bû li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bersivê bide û tevlî pêvajoya berxwedanê ya destane bibe, pêşniyar kir ku beşdarî perwerdeya pisporiyê bibe. Hevrêya me ya ku armanca wê ya esasî di taktîkên demê de pispor bûne, di demeke kurt de bi lêhûrbûnên xwe pêşketinên mezin nîşan da. Hevrêya me, ku dizane ew dikare wekî gerîlayek pispor bersiva êrîşan bide, bêyî ku dudilî be, bi biryardarî beşdarî her xebatek ku xeyalên şehîdên me pêk bîne, bû. Hevrêya me piştî perwerdeya pisporiyê ku di aliyê îdeolojîk de kûr e, bi awayekî serketî qedand û li gelek qadan têkoşîn meşand, bi taybetmendiyên xwe yên fedekar û kedkar derket pêş. Hevrêya me wekî milîtanek serketî ya YJA Star, di jiyan û şer de bû milîtanek xurt a tevgera jinên azad.

Hevrêya me Asmîn Ardil a ku di 18'ê Gulana 2025'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîşt şehadetê, heta nefesa xwe ya dawî dilsoza nirxên azadiyê bû û bi vê sekna xwe navê xwe li dîroka me nivîsand. Hevrêya me Asmîn Ardil bi sadebûn, hevrêtiya xwe ya xurt û duristî, bû milîtaneke mînak a YJA Starê. Weke hevrêyên wê em soza xwe dubare dikin ku ala têkoşînê ya ku hevrê Asmîn Ardil dewrî me kiriye, em ê bigihînin serketinê.

 

18’ê Tîrmeha 2025’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG