Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Em hevrêyên Dijwar, Hêvî, Aram û Azadî yên ku di têkoşîna me ya sala 2022’yan de li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê van milîtanên Apoyî yên pir hêja de, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku dilsozê têkoşîna şehîdên xwe bin û têkoşîna wan bigihînin serketinê.
Hevrêyên me yên ku ji bo azadiya gelê Kurd tevlî nava refên gerîla bûne, xwe bi felsefeya Apoyî tejî kirin û bûn milîtanên xurt. Xurt bûn, pêş ketin û li çiyayên Kurdistanê têkoşîneke bênavber meşandin. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên ku dewleta Tirk a qirker û mêtinger sed sal in li Kurdistanê didomîne, sekneke dîrokî raber kirin. Di ferqa misyona xwe ya dîrokî de bûn û bi vî rengî tevgeriyan. Hevrêyên me di çeperên têkoşînê yên herî zehmet de cih girtin û şer kirin, bêteredut xwe fedayê azadiya gelê me kirin. Di pêvajoyeke ku êrîşên dijmin zêde de, ji bo bibin layiqê şehîdan wezîfeyên xwe bi cih anîn. Hevrêyên me Dijwar, Hêvî, Aram û Azadî milîtanên Apoyî yên fedakar ên şert û mercên zehmet bûn. Bi hevrêtiyên xwe yên samîmî û tevlîbûnên xwe yên bi moral, bûn parêzvanên xurt ên jiyana azad a Partiya me PKK’ê. Bi tevlîbûnên xwe yên bi cewher, kesayetên xwe yên kedkar û hevrêtiyên xwe yên ji dil, bûn fermandar û milîtanên fedayî yên Apoyî.
Weke şopdarên wan, em bawer dikin ku têkoşîna hevrêyên me Dijwar, Hêvî, Aram û Azadî wê timî rê nîşanî me bide, di serî de malbatên wan ên hêja em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Dijwar Efrîn Nav û Paşnav: Xelîl Hesen Cihê Jidayikbûnê: Efrîn Navê Dayik – Bav: Zelux – Hesen Dîroka Şehadetê û Cih: 20’ê Îlona 2022’yan / Xakurkê
|
Dijwar Efrîn – Xelîl Hesen
|
Nasnav: Hêvî Bahtiyar Nav û Paşnav: Menal Akbal Cihê Jidayikbûnê: Elmanya Navê Dayik – Bav: Selîma – Celal Cih û Dîroka Şehadetê: 7’ê Tîrmeha 2022’yan / Zap |
Hêvî Bahtiyar – Menal Akbal
|
Nasnav: Aram Farqîn Nav û Paşnav: Yakup Ertugral Cihê Jidayikbûnê: Êlih Navê Dayik – Bav: Munevver – Mehmet Şirîn Cih û Dîroka Şehadetê: 2’yê Tebaxa 2022’yan / Zap |
Aram Farqîn – Yakup Ertugral
|
Nasnav: Azadî Dijwar Nav û Paşnav: Waat Kinêhir Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo Navê Dayik – Bav: Cevahîr – Raad Cih û Dîroka Şehadetê: 2’yê Tebaxa 2022’yan / Zap
|
Azadî Dijwar – Waat Kinêhir
Dijwar Efrîn – Xelîl Hesen - Efrîn a ku bajarê qedîm ê welatparêziya Kurd e, di salên destpêkê yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de dil daye Tevgera Apoyî. Bi rengekî bi rûmet xwedî li mîrateya berxwedanê ya dîrokî ya gelê Kurd a bi PKK’ê re gihişt lûtkeyê derket û bû sembola girêdana bi axê re. Lewma xelkê Efrînê û ewladên wê yên bi wêrek, pir zû di nava refên PKK’ê de cihê xwe girtin, di welatparêziya Kurd de bûne pêşeng û ji bo azadiyê berdêl dane. Hevrêyê me Dijwar di van şert û mercan de, di derdoreke wiha û nava malbateke berdêldayî de hate dinê. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bû, hevrêyê me Dijwar hîna di temenekî zû de PKK nas kir û jê hez kir. Ji ber rewşa ekonomîk a malbata wî, hevrêyê me Dijwar dema hîna ciwan neçar ma ku bixebite, hîna di wan deman de ked nas kir û ev sal ji bo hevrêyê me bû pêvajoyeke girîng a tecrubeyê. Di vê demê de li ser şert û mercên ku gelê me di nav de ye, ket nava lêhêrbûnên kûr. Di xebatên rêxistinkirina gel de cih girt û bi ked û sebreke mezin, xebat meşand. Dema di van xebatan de, ji aliyê rejîma Baas ve hate binçavkirin. Ev bûyer bû sedem ku têkoşîna hevrêyê me Dijwar têkoşîna xwe bi rengekî hîn bi biryartir mezin bike. Lewma hevrêyê me Dijwar hîna di temenê ciwan de kesayetek gihiştî û karakterek xurt qezenc kir.
Hevrêyê me Dijwar li hemberî jiyana ku Rêber Apo û şehîdên me bi ked û berdêlên mezin afirandî, xwe berpirsyar dît û ferq kir ku têkoşîna wî netêrker e. Hevrêyê me Dijwar ê ku alîkarî dida malbata xwe ya di nava zehmetiyên madî de, lewma ket nava fikara ku ji têkoşîna azadiyê ya gelekî kêm bimîne û ji têkoşîna gelê me û şehîdên me re nebe bersiv. Gihişt wê encamê ku divê bibe layiqê Rêber Apo û şehîdên me, ji têkoşîna azadiyê ya gelê me re bibe bersiv, têkoşîna xwe mezin bike û gavên hîn mezintir bavêje. Lewma biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe ku parêzvanên xurt ên hebûn û destkeftiyên gelê Kurd in. Xisûsa ku di vê biryara hevrê Dijwar de herî bi bandor, birayê wî yê mezin hevrê Xemgîn Bilbil – Mihemed Hesen bû ku sala 2000’an tevlî nava refên gerîla bû. Tevlîbûna birayê wî ya gerîla, bû sedem ku dilê wî li çiyayên Kurdistanê lê bide û bi xeyala ku rojekê bigihije wî, dest bi liv û tevgerê kir. Hevrêyê me Dijwar bi van hest û fikran hat çiyayên Kurdistanê.
Hevrêyê me Dijwar sala 2008’an tevlî nava refên gerîla bû, ji ber ku berê di nava xebatên gel de cih girt û tevlîbûneke bi zanebûn pêk anî, ji kêliya tevlîbûyî û şûnde fêrî jiyana gerîla bû. Bi kesayeta xwe ya kedkar û sekna xwe ya di jiyanê de, ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin. Di jiyana xwe ya şoreşgeriyê de îtîrazê ti wezîfeyê nekir, ji bo biçe wezîfeyên herî zehmet pêşniyar kir. Hevrêyê me Dijwar bi hesasiyet û cidiyeteke mezin nêzî hemû wezîfeyan bû. Li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê wezîfe meşand. Ji bo ku wezîfeyên xwe bi serketî bi cih bîne, têkoşiya. Hevrêyê me Dijwar zanebûn û tecrubeya xwe fêrî hevrêyên xwe jî kir. Li cihên ku lê ye, nîqaş bi hevrêyên xwe re kir û qasî fêrî hevrêyên xwe kir, ji wan fêr jî bû. Nêzîkatiya wî ya dilnizm a li hemberî hevrêyên wî û sekna wî ya rêxistinî ya di jiyanê de, gelek hevrêyên me bandor kir. Hevrêyên me yên ciwan tarzê wî, sekna wî û kesayeta wî ya kedkar ji xwe re mînak girtin. Hevrêyê me Dijwar bi pratîka xwe ya şer jî bû yek ji hevrêyên me yên mînak. Hevrêyê me Dijwar qasî zemînê îdeolojîk, di zemînê leşkerî de jî xwe pêşxistin esas girt. Salên dirêj li qada Xakurkê ma û di gelek çalakiyan de bi rola xwe rabû û darbeyên giran li dijmin xist.
Hevrêyê me Dijwar ji rojên ewilî yên tevlî bûyî û vir ve, xwe deyndarê gelê Kurd dît û ev mîrateya ku yek ji damezrînerên partiya me PKK’ê hevrêyê me Mehmet Hayrî Dûrmûş ji me re hiştî, ji xwe re esas girt. Bi sekna Mehmet Hayrî Dûrmûş kesayeta xwe perwerde kir û şêwe dayê. Li ser vî bingehî salên dirêj li çiyayên Kurdistanê bi eşqeke mezin ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me xebitî. Di astên cuda de, wezîfeyên cur be cur girt ser xwe û bû fermandarekî fedayî yê Apoyî yê di demê nû de rol lîst. Her wezîfeya bi serketî bi cih anî û heqê fermandarî û milîtaniya xwe da. Kekê hevrêyê me Dijwar, Xemgîn Bilbil - Mihemed Hesen jî bi salan li çiyayên Kurdistanê têkoşiya. Ew fermandarek ku ji aliyê Tevgera Apoyî ve hatibû perwerdekirin û xwe bi kedeke bêhempa mezin kiribû. Bi taybetî li Heftanînê bi salan bi ked û fedakariyeke mezin têkoşiya û di dilê hemû hevalên bû efsaneyek. Hevrêyê me li Heftanînê û heta ku li Heftanînê gihîşt şehadetê jî girêdana wî ya bi hevrêyên xwe re bû nasnameya wî. Li Heftanînê armanca wî ya sereke serketina têkoşînê bû. Lê ji ber ku çeteyên DAÎŞ'ê êrîşî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê kirin û wan bi komkujiyê re rû bi rû hiştin, ji çiyayên Kurdistanê yên ku gelekî jê hez dikir veqetiya û derbasî Rojavayê Kurdistanê bû. Li wir tevlî têkoşîna azadiyê bû û ji bo azadiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî jî gelê welatparêz ê Efrînê bi fedaî têkoşiya. Hevrêyê me ruhê Apoyî yê fedaî ku di kesayetiya xwe de afirandibû û şênber kiribû gihand hemû qadên ku lê bû û rola xwe ya dîrokî lîst. Hevrê Xemgîn Bilbil di 1’ê Sibata 2022’yan de di êrîşa dijmin de li Dêrikê şehîd bû.
Şehadeta hevrê Xemgîn bandorek kûr li ser hevrê Dijwar çêkir û ev jî biryardariya wî ya têkoşînê mezintir kir. Bi kîn û hêrsa li hember dijmin, hişt ku ew hîn bêtir bi erkên xwe yên têkoşînê ve girêdayî bibe û hewl da ku erka xwe yên dîrokî bicîh bîne. Bi vê hişmendî û baweriyê, ji bo layiqî şehîdan bibe çi ji destê wî hat bi fedakariyeke mezin û bêhesab kir. Hevrê Dijwar dema ku li Xakurkê li ser erka xwe bû di encama qezayeke bêbext de 20’ê Îlona 2022’yan de şehîd bû.
Şehadeta her du birayên hev û ewladên hêja yên gelê Efrînê ya di heman salê de bandorek kûr li ser hevrêyên wan çêkir. Em hevalên xwe Xemgîn Bilbil û Dijwar Efrîn ewladên hêja û wêrek ên gelê me yê Efrînê yên di berxwedan û welatparêziyê de mînak dihatin nîşandan, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em sersaxiyê ji malbata wan a welatparêz, gelê wêrek ê Efrîn û hemû gelên Kurdistanê re dixwazin. Em soz didin ku têkoşîna azadiya gelê xwe ya ku hevrê Xemgîn û hevrê Dijwar bi fedaî ji bo wê têkoşiyan bi serketinê tacîdar bikin û bîranîna wan nemir bikin.
Hêvî Bahtiyar – Menal Akbal - Hevrê Hêvî bi eslê xwe ji bajarê Nisêbînê yê Mêrdînê ye, li Elmanyayê ji dayik bû. Hevrê Hêvî ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a mêtinger û qirker koçî Ewropayê kir û di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Hevrê Hêvî li ser ziman û çanda Kurdî israr kir, li dijî modernîteya kapîtalîst hewl da ku bibe Kurdek bi hişmend. Her tim eslê xwe yê Kurd ê ku nehatibû xirakirin parast. Hevrêya me bi hesreta Kurdistanê dijiya û bi bêsebrî li benda roja ku xeyalên xwe pêk bîne bû. Hevrê Hêvî, ciwaneke Kurd a kedkar û jîr bû û 12 salan li Elmanyayê bi serketî xwend. Ji ber vê serketinê, li zanîngehek DYE’yê beşa siyasetê xwend. Piştre salekê perwerdehiya xwe ya zanîngehê domand, jêhatîbûna xwe di wêje, felsefe û dîrokê de pêş xist. Hevrê Hêvî her ku pêş ket, dît ku gelê Kurd bê çawa bêwêje hatiye hiştin, ji felsefeya jiyana azad dûr hatiye xistin û dîroka Kurd hatiye înkarkirin. Ev rastiya balkêş bi zanistî dît û bi derxistina hişmendiyê, girêdana wê ya bi gelê Kurd re xurttir kir û ev yek hişt ku tevlî têkoşînê bibe. Hevrê Hêvî di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de dikarîbû xwe bigihîne her cûre derfetan û li gorî şertên sîstemê kariyerekê ji bo xwe ava bike, ji bo têkoşîna hebûn û azadiya gelê Kurd her tişt red kir û berê xwe da têkoşîna azadiyê. Ji ber ku hevrêya me Hêvî dît ku heta gel azad nebe, pirsgirêka hebûn û nasnameya wan hebe, di bin gefa komkujiyê de be, lêgerîna jiyaneke azad a li welat û gelên din de xwe xapandin û sextekarî ye.
Hevrê Hêvî di salên ku zanîngeh dixwend de beşdarî xebatên ciwanan bû, hêdî hêdî nêzîkî Tevgera Apoyî bû. Weke jineke Kurd a li dijî polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên ku ji hêla dewleta dagirker a Tirk ve li Kurdistanê dimeşîne, tevgeriya û lêgerîna xwe xurttir kir. Bi biryardariyeke mezin tevlî xebatê bû û bi vî awayî cara yekem tevlî têkoşînê bû. Di xebatên meşand de teqdîra hevalên xwe qezenc kir û meşa xwe ya şoreşgerî bi gavên xurt domand. Bi hişmendiya ku hêza bîo-desthilatê ya pergala kapîtalîst ku li her derê serdest e, kesayeta xwe ya zelal û nirxên xwe yên cewherî parast. Hevrêya me dest bi analîzkirina derdor û jiyana xwe kir û bi taybetî jî di ferqa rola ku ji hêla civaka mêran a serdest e ve ji jinan re hatiye dayîn de bû û biryara mezinkirina têkoşînê da. Di salên ku zanîngeh dixwend de di nava xebatên YXK (Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê) de cih girt. Ew bi şehadeta xizmên xwe Ferhat Çuva - Nêçîrvan Akbal ê ku di êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê de di sala 2017’an de şehîd bû, pir bandor bû. Hevrêya me bi evîn û hesreteke mezin vegeriya Nisêbînê, di Berxwedana Xwerêveberiyê de dît ku şerê gerîla li çiyayên Kurdistanê rêya herî bibandor a têkoşîna li dijî komkujiyên dewleta Tirk a qirker û mêtinger e. Bi vê hişmendiyê, di sala 2017’an de tevlî refên gerîla bû.
Hevrêya me yekem perwerdeya gerîla wergirt, bi coş û moralek bilind tevlî xebatê bû. Dînamîk û heyecana ciwaniyê di kesateya xwe ya her tim baş û nûbûyî de bi cih kir, hem ji hêla leşkerî ve û hem jî ji hêla îdeolojîk ve xwe pêş xist. Li çiyayên Kurdistanê tevlî xebatên cûr be cûr bû, di sala 2018’an de tevlî xebatên leşkerî yên YJA Starê bû. Ji bo pisporbûn û pêşxistina jêhatîbûna xwe ya gerîlatiyê, li Dibistana Operasyonê perwerde dît û di aliyê eşkerî de xwe pêş xist. Hevrêya me perwerdehî wekî platformek ji bo xwe pêşxistinê û îdeolojiya jiyana azad fam bike û jiyanî bike dît û bû milîtanek ku ji her peywirê re amade ye.
Hewl da ku hêrsa di dilê xwe ya li dijî dijmin mezin kiribû bi şêweya fedaîtiyê tacîdar bike. Armanca wê ya sereke ew bû ku di pêşengiya milîtanên YJA Starê bibe milîtanek fedaî yê Apoyî û beşdarî berxwedana destanî ya li dijî dagirkeran bibe. Hevrê Hêvî li ser vê bingehê, pêşniyar kir ku tevlî Hêzên Taybet bibe. Hevrêya me li nava Hêzên Taybet di perwerdehiyek zehmet de derbas bû û li ser fedaîbûnê hûr bû. Hevrê Hêvî ji rastiya partiyê tawîz neda û bi sekneke ku xwedî li Partiyê derket xwe ji nû ve ava kir. Hewl da ku di meşa şorşegeriyê de mîna şopdarên Zîlanan li ser pîvanên fedaîtî û di lûtkeyê de bidomîne. Pêşniyar kir ku li dijî operasyonên artêşa dagirker a Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, biçe deverên ku pevçûn lê diqewimin. Li herêma Zapê beşdarî gelek çalakiyan bû û bi beşdariya xwe ya sade û cewherî bû milîtaneke YJA Starê ya mînak. Weke fedaiyeke Rêbertiyê, bi helwesta xwe ya rêxistinî û beşdarbûna xwe bêyî ku serî bitewîne, dijmin têk bir. Di gelek çalakiyên serketî û xebatan de cih girt û bi vî awayî erka ya demê bi cih anî. Bi sekna xwe ya jiyana Apoyî, girêdan û duristiya xwe ya rêgezên rizgariya jinê re bû milîtaneke PKK û PAJK’ê ku ji hemû hevalên re bû mînak.
Hevrê Hêvî di encama êrîşa dijmin de di 7’ê Tîrmeha 2022’yan de li herêma Zapê tevlî refên şehîdan bû. Weke gerîlayek pispor, bi israr sepandina taktîkên demê û beşdariya wê ya fedaî, mîrateyek têkoşînê ya bêhempa ji şopdarên xwe re hişt. Em hevrê Hêvî ya ku çîroka wê ji Nisêbînê heta Ewropayê, ji Emerîkayê heta çiyayên Kurdistanê dom kir û veguherî meşek destanî, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bawer dikin ku bîranîna wê bi taybetî ciwanên Kurd ên li Ewropayê û ji hêla hemû ciwanên Kurdistanê ve were şopandin û em soza xwe ya serketinê ji şehîdan re dubare dikin.
Aram Farqîn – Yakup Ertugral - Hevrê Aram li Êlihê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz bûn, di temenê biçûk de têkoşîna me nas kir. Bi exlaq û çanda ku ji malbata xwe girt mezin bû û meraqa felsefe û jiyana partiya me PKK'ê, kir. Di temenê biçûk de ji rastiya dijmin haydar bû. Hevrêyê me yê ku di dibistanên pergalê de rastî nakokiyan hat, her tim israr kir ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive. Di dibistanên dewleta asîmîlasyonîst û qirker de ji bo parastina nasnameya xwe hewlek mezin da. Hevrêyê me li dijî zilm û zordariya dewletê ya li erdnîgariya Kurdistanê bi bertek bû û beşdarî çalakiyên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Bi têgihîştina girîngiya mîsyon û rola ciwanan a di têkoşîna me de, bi dil û can van tevlî xebatan bû. Bi her roja derfeta ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê kûrtir nas bike dît. Her ku tevgera me nas kir, bû dildarê gerîlayan. Mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet di pêvajoya şer de dixwest erkên dîrokî bigire ser xwe. Li dijî polîtîkayên pergala kapîtalîst ên ku ciwana ji rastiyan wan dûr dixe, xwedî li nifxên xwe yên cewherî derket. Wek ciwanekî Kurd ê bîrbûyî, ji hemû polîtîkayên dijmin haydar bû, bi coş û moral beşdarî çalakiyên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Bi wê zanînê tevdigeriya ku tevlîbûna refên gerîla bersiva herî cih de ya li dij. pêkanînên înkar û tunekirinê yên dijmin ên li ser gelê me û Partiya me ferz kirine. Li dijî qirkirina ku çeteyên DAÎŞ'ê li Rojava û Şengalê li ser gelê me ferz dikir bêdeng nema û lêgerîna xwe kûrtir kir. Hevrêyê me yê ku lêgerîna xwe kûrtir kir, gihîşt wê encamê ku têkoşîna herî rast qutbûna ji pergalê û tevlîbûna refên gerîla ye. Bi tevlîbûna Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ya ku têkoşîna hemû gelên bindest e, lêgerîna xwe ya heqîqetê gihand lûtkeyê.
Di sala 2014’an de, li herêma Gabarê tevlî refên gerîla bû. Piştî demek kurt li Gabarê ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me yê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdehiya şervaniyê ya nû wergirt, bi awayekî çalak beşdarî perwerdeyê bû û di gelek aliyan de xwe pêş xist. Li ser perwerdehiya ku dît hûr bû û di her warî de xwe bû şervanê heqîqetê. Tevî ku şervanekî nû bû jî, zû pêş ket. Piştî ku perwerdehiya xwe ya şervaniyê ya nû bi serketî qedand, tevlî xebatên Partiyê bû. Bi saya beşdariya xwe ya bi coş û xwesteka xwe ya fêrbûnê, ezmûna pratîkî zû bi dest xist. Wî ji jiyana gerîla kêf girt û ew gerîlatiya ku di hesreta wê de bû li lûtkeyê gerîlatî kir û di her alî de hewl da ku xwe pêş bixe. Tiştên heyî têr nedît û lêgerîna xwe kûrtir kir. Ji bo ku bibe milîtanek amade girîngî da perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk. Bi hişmendiya Bi zanebûna bendewariyên pêvajoyê tevdigeriya. Felsefeya Apoyî di her aliyê jiyana xwe de jiya û bû xwedî helwestek mutewazî. Hevrêyê me hem ji bo kêmasiyên xwe yên pratîkî derbas bike û hem jî zanîna îdeolojîk bi dest bixe, xwe pêşniyarî perwerdehiya îdeolojîk kir û li ser vê bingehê, tevlî akademiyê bû. Di dema perwerdehiyê de, xwe bi kûrahî di felsefeya Rêbertî, materyalên Partiyê û bi taybetî jî jiyana hevrêyên me yên şehîd de kûr kir. Dixwest ku soza tolhildana hevrêyê xwe yên şehîd pêk bîne. Wî têkoşîna xizmên xwe şehîd Berîtan Farqîn (Ayşe Înatçi) û şehîd Dijwar Amed (Aydin Guçluk) wekî rêber girt. Hevrêyê me yê ku bi zanîna îdeolojîk û biryardariyek mezin ji akademiyê mezûn bû, pêşniyar kir ku ew biçe deverên ku operasyênên dewleta dagirker a Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne. Hevrê Aram beşdarî gelek xebatên cûda bû û di pêkanîna hewcedariyên Partiya me de bi ser ket, li gorî mîsyona dîrokî ya ku girtibû ser xwe tevgeriya û hewl da ku erkên xwe bi cih bîne. Bi taybetmendiya xwe ya kedkar û fedakar, hewl da ku di her hemû xebetan de piştgiriyê bide hemû hevrêyên xwe. Hevrêyê me bi kûrahiya îdeolojîk a xurt, li herêma Zapê xebatên girîng meşand. Di Nîsana 2022'yan de li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker li herêmên Zap, Avaşîn û Metîna beşdarî çalakiyên serketî bû. Di têkçûna dijmin a li herêma Zapê de rolek girîng lîst û nîşanî dost û dijmanan da ku milîtanên fedaî yê Apoyî di şert û mercên herî dijwar de jî, dikarin çi bikin.
Hevrêyê me di serweriya taktîkên şer de û israra xwe ya li ser şêwaza gerîla ya serdema nû performansek serketî nîşan da, helwestek layîqî hevalên xwe yên ku di bin êrîşên teknîkî yên dijwar ên dijmin de destana berxwedanê nivîsandin nîşan da. Di 2'yê Tîrmeha 2022'yan de li herêma Zapê tevlî karwanê şehîdan bû û wekî şervanekî wêrek û milîtanekî bi îradeya Apoyî cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girt. Weke hevrêyên wî, em soza xwe dubare dikin ku em ê ala têkoşînê ya ku hevrê Aram ji me re hiştiye bi serfiraziyê bihejînin û em bi minetdarî li ber bîranîna hemû şehîdên xwe bejna xwe ditewînin.
Azadî Dijwar – Waat Kinêhir - Hevrê Azadî li bajarê Qamîşlo yê Rojava, li malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata wê ya welatparêz û naskirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû sedem ku di temenê xwe yê biçûk de bi Tevgera Apoyî eleqedar bibe. Ew ji milîtanên Apoyî yên ku di zarokatiya xwe de rastî wan dihat bi bandor bû. Her tim tevgera kadroyên Apoyî xwe re mînak girt. Bi bandora hevrêyên jin ên ku ew rastî wan dihat, xeyal dikir ku ew ê jî mîna wan ji bo gelê xwe têbikoşe. Hevrêya me yê ku bi eslê xwe ji malbateke Ereb bû, bi hesret li benda roja ku bibe gerîla bû. Bi taybetî dixwest ku nibe şopdarê milîtanên jin. Li dijî zîhniyeta serdest a mêr ku jinan di nav çar dîwaran de dorpêç kiriye û ji nasnameyên wan qut kiriye, di nava lêgerîneke kûr de bû. Di sala 2011’an de derfeta ku Tevgera Apoyî nas bike dît. Bi şahidiya pêşketina Şoreşa Azadiya Rojava re mezin bû. Ew ji şehadetên ku di êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Rojava û bi taybetî li ser Kobanê qewimîn pir bandor bû. Weke jineke ciwan, li dijî tiştên ku diqewimîn bi hêrs bû. Her çiqasî dixwest beşdarî berxwedana dîrokî û destanî bibe jî, ji ber temenê wê yê biçûk beşdarbûna wê ne guncaw hat dîtin û ji ber vê yekê ew neçar ma ku demekê li bendê bimîne. Pêkanîna felsefeya Neteweya Demokratîk a Rêbertiya me ya ku li Rojava jiyanî bû û hişt ku gelek gel di bin vê banê de bibn yek, bû sedem ku hevrêya me tevlî Partiya me bibe. Bi baweriya ku êdî dema pêkanîna xeyala xwe ya li çiyayên azad bibe gerîla hatiye, kete nava lêgerînê. Bi hişmendiya ku tevlîbûna refên gerîla bersiva herî baş a li hember çeteyan û dewleta Tirk a ku piştgiriyê dide wan, berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê.
Hevrêya me piştî ku xeyalên xwe yên zarokatiyê pêk anî, bi coş û kelecaneke mezin beşdarî perwerdeya şervanê nû bû. Bi zanîna zehmetiyên jiyana çiyê tevlî refên azadiyê bû, hemû zehmetî derbas kir û teqdîra hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hwvrêya me piştî ku perwerdeya xwe ya şervanê nû bi serketî qedand, bi taybetî ji rola pêşengiyê ya hevrêyên xwe yên jin bi bandor bû. Ew bû yek ji sedan gerîlayên ku ji bo alîkariya gelê Êzidî yê li Şengalê di bin gefa qirkirina çeteyên DAÎŞ'ê de bûn, beziya. Ji bo erka xwe ya dîrokî bi cih bîne nekete nava dudiliyê, bi awayekî çalak têkoşîn meşand. Weke milîtaneke jêhatî yê YJA Starê, li ser biryara Partiya me ya vekişîna ji Şengal, di sala 2018'an de derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Ji bo bersivdayîna operasyonên dagirkeriyê yên ku ji hêla dewleta dagirker a Tirk ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatine destpêkirin, pêşniyar kir ku derbasî herêmên şer bibe. Hevrê Azadî bi hevaltiya xwe ya xurt, kesayetiya xwe ya samîmî û fedakariya xwe pratîkek serketî nîşan da. Bi armanca ku weke gerîlayek pispor xwe ji pêvajoya pêşkeftî re amade bike, xwe ji bo perwerdehiya pisporiyê pêşniyar kir. Di akademiyê de, bi perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk xwe weke gerîlayek jêhatî ya YJA Starê amade kir. Di dema perwerdehiya xwe de, wê li ser Îdeolojiya Rizgariya Jinan a Rêbertiyê sekinî û bi meşa xwe ya bi biryar a li ser xeta PAJK’ê bû mîlîtaneke mînak. Li akademiyê, di heman demê de li ser taktîkên şer ên serdema nû jî sekinî. Israr û têgihîştina ji bo pêkanîna taktîkên şerê gerîla yê modernîteya demokratîk û bi hişmendiya ku ji şerê tê jiyîn bibe bersiv derbasî herêma Zapê bû. Ji amadekirina tunelên şer bigire heya tîmên qadê di gelek xebatan de erka xwe bi cih anî. Di pêvajoya şer de, bi coş, biryardarî û moralek mezin bi her awayî piştgirî da hevrêyên xwe û bû yek ji lehengên nemir ên destana berxwedana dîrokî bi ser xist.
Hevrê Azadî ya ku ezmûnên şer bi hevrêyên xwe re parve kir û di berxwedana destanî ya li herêma Zapê de roleke mezin lîst, navê xwe weke jineke Kurd a wêrek ku li ser nasnameya xwe ya jineke azad israr kir, di dîroka têkoşînê de nivîsand. Hevrê Azadî di êrîşa dijmin a li ser herêma Zapê de 2’yê Tebaxa 2022’yan bi hevrêyê Aram re şehîd bû. Em soz didin ku xeyalên şehîdan ên Kurdistana Azad û Rêberê Azad pêk bînin û diyar dikin ku em ê bîranîna hemû şehîdên xwe bidin jiyîn.
24’ê Tîrmeha 2025’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG