Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re!
Ji 13'ê Tîrmehê heta 23'ê Tîrmehê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam kir.
Li gorî vê yekê;
– 13, 17, 19 û 21'ê Tîrehê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî û Serê Metînayê 6 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.
– 17, 18 û 21'ê Tîrmehê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 362 caran bi çekên giran, top û obusan hate bombekirin.
– 13, 17 û 19'ê Tîrmehê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 11 caran bi çekên giran, top û obusan hate bombekirin.
– 20'ê Tîrmehê li herêma Metînayê bi çekên ferdî bersiv ji dagirkeran re hate dayin ku hewl didan bikevin nav Tunela Şehîd Xemgîn a li Qada Berxwedanê ya Dergelê. Piştî destwerdana hêzên me dagirker neçar man xwe vekişînin.
– Di navbera 13 - 23'ê Tîrmehê de di saetên cuda yên rojê de dron, ÎHA, SÎHA li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyan û karê keşfê û êrîşê kirin.
– Di navbera 13 - 23'ê Tîrmehê de li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê bi armanca dagirkeriyê rê hate çêkirin.
– Di navbera 13 - 23'ê Tîrmehê de li herêmên Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metînayê banga teslîmiyetê li hêzên me hate kirin.
– Li herêma Metînayê bi teknîkê bersiv ji hewldana dorpêçkirin û êrîşên îmhayê yên li ser tunelên me hate dayin.
24'ê Tîrmeha 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG