ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 23'ê Tîrmehê de, di navbera demjimêrên 21:00 û 21:30 an de balefirên şer yên artêşa Tirk a dagirker, li ser herêma me Zagros, qadên Cîlo û Çarçela yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medaya bi awayek pir nizim firiyan.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Yekîneyên artêşa dagirker a Tirk ji 21’ê Tîrmehê ve di tevahiya 3 rojan de li qadên Gabar û Çiyayê Reş ên girêdayî Şirnexê kemînan datîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Berya neha ciwanê bi navê Siddik Bîlên ê ji gundê Hosyanê ya girêdayî Berwarî ya Sêrtê wendabibû, Tu eleqeta me bi wendabûna wîre nîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Ji 19'ê Tîrmehê û pêve, artêşa Tirk a dagirker 3 roj in li gundên Hêşet û Noreşin ên navçeya Sêrt Berwariyê kemînan datîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di navbera 19-20'ê Tîrmehê de, li derdora gundên Aşagimork û Xest ên ser bi navçeya Bêdlis Norşînê, artêşa Tirk a dagirker kemîn danî. Her weha li van gundan û derdorên wê, yekîneyên kontra yên artêşa Tirk a dagirker, bi kincên hêzên me yên gerîla digerin û antî-propaganda dikin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di roja 17’ê Tîrmehê di demjimêr 05:00’ê siharê ve artêşa Tirk ya dagirker li herêmên Zengok, Newala Mara, Kara Hemze, Ava Mûrat û derdorê wê bi Skorsky û wesayîtên zirxî operasyon daye destpê kirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di çarçoveya meşa çareseriya demokratîk de, komên me yên gerîla yên ji Derya Reş, Dêrsim û Xerzanê ketin rê, piştî meşeke dirêj gihaştine Herêmên Parastinê yên Medyayê
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 16’ê Tîrmehê bi piştgiriya balefirên keşfê ên bê mirov û helîkopterên skorsky yên aydê artêşa Tirk ya dagirker li derdora gundên Xazmas, Git, Bamîtnê, Cabitmê û Akdag yên ser bi navçeya Lîca Amedê operasyon daye destpê kirin.
- Ayrıntılar
Serok APO di 21’ê adara borî de dest bi pêvajoyeke nû kir. Banga xwe de Serok APO:
‘Ez di şahidiya milyonan însanên ku vê bangawaziya min guhdarî dikin de dibêjim ku; edî pêvajoyeke nû dest pê dike. ne çek, siyaset derdikeve pêş. Edî em hatine merheleya ku hêzên me yên çekdar xwe vekişînin derveyê sînor.
Ez bawer dikim, ên baweriya xwe bi min anînê û dilê xwe ji min re vekirine, wê hessasiyetê pêvajoyê li berçav bigirin û heta dawiyê biparêzin.
Ev, ne dawîbûn, destpêkeke nû ye. Ev ne dest ji têkoşînê berdan e, dêstpêkirina têkoşîneke hîn cudatir e.’
Gotinên, ‘dêstpêkirina têkoşîneke hîn cudatir’ gelek girîngin. LiKurdistanê eger dewleta tirk şerê bi salan ê ku tê meşandin bi dilda bixwaze biderawestandin, ev pêvajoyê bi rastî jî bibepêvajoyeke nû. Lê eger dewleta tirk van derfetên ku ji hêla Rêber APO ve hatine afirandin bi baldarî û bi şiyarî nenirxine, wê demêcarak din qonaxe ke mêjûyîwê wenda bibe.
Rastî jî ev pêvajowê çawa pêş bikeve hêna ne diyare. Ji ber ku dewleta tirk erkên dikeve ser milên xwe hêna pêkneaniye. Hêna ji kirt û nîvaxwe nahatiyê xarê(ayak diretmek). Hêna tiştê ku dizane dixwaze bimeşîne.
Bi kurtasî dem tevahî ne diyare. Em ji wan re wek bav û kalên xwe dibêjin: ‘Gula çapliyê li bin çengê te bikeve.’ Ango ‘Şapa li mala te bikeve.’
Rewşa dewleta tirk çidibe bila bibe. A girîng ewe ku em karên xwe bi rêk û pêk rêvebibin.Wekî eniya Kurdan, emê bivê nevê xwe ji bo hemû şert û mercan amade bikin. Eger dewleta tirk gotinên Serok APO bipejirîne wê demê emê xwe ji bona pêvajoyeke demokratik amade bikin. Lê eger dewleta tirk di ya xwe de pê dan bike wê demê emê jî tiştên ji destên me werin teqsîr nekin.
Bin her şert û mercî de em pewîste xwe xurt bikin. Cîhê herî zêde ku mirov dikare bi xwe pir biste pêş bixe serê çiyayên azad in.
Weke ku me got, eger pêvajo neyênî be emê xwe ji bona pêvajoyên hişk amade bikin. Na eger pêvajo erênî be emê xwe di milê bîrûbawerî ango hişmendî de xwe nu bikin.
Serok APO dîsadibêje:
‘Ji serdema berxwedana çekdarî, derî li pêvajoya siyaseta demokratîk vedibe.
Pêvajoyeke ku, aliyê wê yê siyasî, civakî û aborî di pêş de ye dest pê dike. Feraseteke ku, mafên demokratîk, azadî û wekheviyê esas digire pêş dikeve’.
Feraseteke nû jî şertên îro herî zêde mirov dikare li serê çiyayên azad bigire.
Erê, ji bona vê rastiyê em bang li tevahî ciwanên Kurd dikin da ku werin serê çiyayên azad, ji bona ku xwe ji vêpêvajoyê re amade bikin.
QASİM ENGÎN
- Ayrıntılar
Va demeke em li ser Rojava’yê Kurdistan dinivîsînin. Nivîsandin hên jî pêwîstin. Pêwîste ji ber ku êrîş li ser Rojava bi hemû şêweyî berdewamdikin.
Îro li Rojava’yê Kurdistan gelê me şoreşekî dijî. Gelek derkeftiyên xwe hene. Gelê me rojane rêxistinên xwe avadike. Eger gotin di cîh de be, gelê me, rojên wek gelek caran tê ser zimên “rojen xwe afirandinê” dijî.
Lê mixabin hinek xêrnaxwaz bi leystokên pir qirêj her roj tiliyên xwe dikin nav Rojava’yê Kurdistan da ku Kurd nebin yek, neyên ba hev, bi hev re kar nekin, dijberî hev bisekinin, parçe bibin, neyartiya hev bikin û hwd.
Ev tiştên ne li rê kî tanzim dike? Kî kefxweşe da ku Kurd lewaz bibin?
Bersiv pir hêsane; dewleta tirk, dewleta sûrî, dewletên ereba, DYA, YA, îran, iraq û kî qazancên kurdan naxwazin ew.
Bi gotineke din, dijmin û neyarên kurdan…
Her kî têkil van karên dijî kurdan dibe an jî bi karên ew dike dikeve bin xîzmetên dijminên kurdan ew kesekî ne li rêde ye…
Îro herî zêde kî zirar dide kurdan? An jî rewşê îro de herî zêde kî alîkariya eniya dij-Kurdan dike?
Em pir hûr û kûr neçin. Ji bo kurd parçe bibin PDK herî zêde kar dike. Ji bo kurd bibin dijminê hev PDK hinek koma bi çek dike. Pere dide wan da ku karibin li hemberî YPG’ê şer bikin.
Dîsa, ji bona gelê kurd li Rojava bêçare bimîne û birçî bibe sinorên navbera Rojava û başûr ev çand carin digire.
Li gel rêxistinê kurdan hene PDK her roj banga hinek partiyan dike û dixwaze yekîtiya kurdan parçe bike.
Bêguman tiştên ku PDK dike ew qas nînin. Ev tiştên me gotin têrênakin. Tiştên tên kirin pir zêdenin.
PDK bi dewleta tirk re rûdinê da ku karibin şoreşa Rojava lewaz bikin. Bi heman armacê bi DYA û YA re rûdinê.
Mirovan bi çek dike û rêdike Rojava. Bi çek dike û hewl dide û dijî YPG derbixe. Ew çîrokên dawî qewmîna hemû rastiya xwe evin.
Ji bona vê yekê pêwîste serî de li başûrê kurdistan’de li hember leystokên wiha qirêj gelê me yê başûre kurdistan derbikevin.
Dîsa li ewrûpa pêwîste gelê me û dostên kurdan dijî van kirêtiyan derbikevin.
Kurdên bakûre kurdistan û hemû kurd pêwîste dijî van narastiyan derbikevin.
Û di serî de jî pêwîste gelê me yê kurdistan’a Rojava li hember van leystokan bi şiyariyake mezin tevbigere.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar