Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1'ê Cotmehê de di saet 06.30'an de li bajaroka İlicalara Çewlikê li dijî herêmên Şehîd Qehreman, Kanyan, Quntarên Ozgur, Dallitepe, Gol û Kotê yên bi ser Şehîd Serxwebûn in ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi piştgiriya kobrayan operasyonek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 29'ê îlonê de di saet 06.00'an de li navçeya Kirikhana Hatayê li zozanên Gormeliyê rêhevaleke me di encama komployekê de di kemînê de şehîd ketiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30’ê îlonê de di saet 17.30’an de li navçeya Payizavaya Wanê li dijî Qereqola Dimê ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 leşkerê dijmin ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Li navçeya Qaxizmana Qersê li herêm geliyê Hacê ji aliyê Artêşa dagirker a tirk û hevkarên wê ve galgalên li zeviya çandina esrarê û çandina van a di bin destûra gerîlayên me tê belavkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Aziz, Şehîd Zîlan û Şehîd Celal de di 29'ê Îlonê de di navbera saet 16.00-17.30'an de di navbera Dersimê û navçeya wê Xozatê de ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê rê hatiye kontrolkirin. Di vê çalakiyê de nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînana Colemergê li dijî du qereqolên li Çelê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyên hemwext hatine lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Pergala cerdewaniya ya ji di berê ve artêşa dagirker a tirk li Kurdistanê weke amûreke şer bikartîne û weke hevkareke bingehîn dibîne, her diçe hildiweşe. Li gelek deverên Kurdistanê ev pergal ber bi hilweşîneke mezin diçe, li gel vê jî li hin herêman hewldanên cerdewaniyê peş dikeve.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27'ê Îlonê de operasyona ji aliyê artêşa dagirker a tirk a li dijî herêma Geliyê Zap a bi ser navçeya Çelêya Colemergê dabû destpêkirin tê berfirehkirin û berdewam dike.
- Ayrıntılar
Hevalê çîya di alîyê tevlîbûna karda him bi xwestek û moralbû, himjî hevalên pêra kar dikirin ji hevalê çîya pir hezdikirin. Di karê xweda timî serkeftin esas digirt û gorî wî jî ser kerde diçû quralê ku di nav karda tê xwestin him pêk danî him jî dida pêkanîn. tu cara me hemberî xwe ne jî hemberî hevala tiştê ku serkeftine kar re bibn asteng tavîz nedida evana piranî jî quryetîyê da xwe didan pêş, girêdanîya heval a rêxistin û rêbertî ra pir xort bû ew girêdanîya wî di pratîkêda jî perwerdêda jî dihat xuyakirin lê dema ku herî balkêş xwe dida pêş boyerekî hatîye serê hevalê çîya derdikefê holê rojekî heval dikefê avê û êdî tê ber fetisandinê serê xwe ji avê derdixînê û qîr dike dibêjê bijî rêber APO. wisa hîs dikê ku êdî xwelasbûna wî nîne wî anîda gotine wîya dawî dibe bijî serok APO. wê demê ji avê xwelas dibê ku ew bûyer dûrûstbûn û girêdanîya wî gerîllatîyê çiqas pêş bû wîya dide nîşandan hevalê çîya pîvana xwe ya hevaltîyê da jî pîvanên partî û çanda hevaltîya partî ji xwe ra esas digirt mirov ne ji hevaltîya wî aciz dibû nejî bi wî ra karkirinêda mirov jê aciz dibû ji ber ku hevalekî dinlimiz bû dihat hezkirin û rêzdihat dayîn ji bona kî hevalê xwe neşkînê çi ji destê wî dihat dikir ji bona jîyana heval û di nava jîyaêda hevaltîya wî û girêkana wî dilnimizîhezkirina hevaltî û bi xwetek tim xwe didan pêş di nava jîyanê da pirsgirêka heyî ji bayekî ser esasê bi hevala ra danistandin femkirin dihat çêkirin û pêşxwestin ji bona jîyana heval çîya û ser kesayeta wî mirov çiqasî bil êv bikê jî ê kêm bimînê ji bo wî li ser şehîdan axaftin zêdetir bîranîna wan xwedî derketin,ji bûyî amanca wan û tiştê ku dixwestin pêk bînin xeyalên ku nîvçe mabun temam kirina wan û pêşxwestina wan mirov ew dem sekna xwe ya jîyanê û hevaltîya xweda taybetmendîyên wan çandinê re bikaribe şehîdan rêbrtî û gelê meyî welatparêz xwedî derketin dervayî vîya rêyekî din nîne hevalê çîya bi dûzenlemê biharrê ra xwest biçe cihekî din em û rojhilat bi hevra derbasî bakurbun heval bê xwestek hatibu tevî wêjî dema hate çemçe bi xwestek îsrar jibo çûyûna çalekîya xwe pêşnîyar kir piştî ku heval çûn dîgorê demekî şunda xeber hat û gotin heval şehîd ketîye ez bi vî xeberê pir êşîyam ji ber ku girêdayîna heval ji bo partî rêbertî gel ra pir xort bû şehadeta wîjî bi kesayetekî îxanetkar ku bi hevre çûbûn çalekî yê destê wî û rêya komploya gundîyekî kurd çêdibê ê ku hevalê çîya dikir însankî bi rûmet û nixdar di demeke dijminatîya kurdan di nav xweda ev jî buyî heskirin hevaltî û girêdanîya xwe ê pir xort ve jîyan kir û herî dawîjî xwe ji bo parastina van nixana feda kim.
Silav û rêzên şoreşgerî
Xebat Gabar
- Ayrıntılar
Pir digotin li ser penaberiya Maxmûrê tene ne penaber bû her roj koçber dikirin ji vir û her dere. Cihê wê ne hişti bûn li axa welatê wê. Me navê wê kiribû zaroka pêxwas. Ew birçî û tî hiştibûn. Lê ew jî xwe birçî yê azadiyê dîtibu. Li ser Maxmûrê pir digotin. Rastiya wê din ava vê rastiyê de ifade dikirin. Bi kur diçû navê wê nedihat guhertin. Navê xwe Gurbet bû. Ew ji welatê wê dûr xistibûn. Bi Hesret bû ji berk u ji welatê wê wî dûr xistibûn. Ruxmê zarok bû jî lê tehemûla kene wê ji nedikirin. Ji bo wê jî dixwastin kene wê di hundirê wê de bifetisînin. Kene xwe ji bi xwe re bar kiribû. Ne ketibû gumanan ku xwînxwaran dixwestin ji kenê xwe yê zaroktiyê bedre. Ji bo wê bere xwe dabû Maxmûran. Vê carê ji Maxmûran bere xwe dabû çiyayan û ew hembêz kiribû. Edî dikarîbû rehet bikeniya, biqiriya û bigota gotinê dile xwe û mejiyê xwe. Ji çiyayan pir fêr bibû û xwe tevlî vê rastiyê kiribû. Bê ku ji wê guman bike. Ji berk u rastiya rast ji bo wê balkêş hatibû.
Heval Gurbet pêxwas bû tiştek ne dixist lingê xwe pêxwas dimeşiya li çiyayan ne dixwest çiyayan qirêj bike, ji ber ku ji çiyayan re ibadet dikir, îbadeta wê lêgerin bû. Disa dema mirov lê meyze dikir melûlî di çavên wê de pir hebû. Bi ziman gotinên xwe ne digot gotinê dil û mejiyê xwe bi çavan re digot û ifade dikir. Çarenûs ji bona wê pir êş ava kiribû lê ew herdem bi jiyanê re dikeniya. Tekoşîn dimeşand bi êşan re xwe ji êşan re bernedabû. Bi rasti jî hevalekî wisa bû ku pir bi welatê xwe ve girêdayî bû. Bi rêhevaltiyê ve pir girêdayî bû. Pir dixwest biçe sahê bakûr, lê hevalan qebûl nekirin. Ji berk u di malbatê heval de pir şehîd hene. Pişti wê disa bere xwe dabû warê İİştaran warê insaniyet lê zayin bibû û zaroktiya xwe li vir derbas kiribû. Dema hat ZAğrosan ji dev israr buna xwe hîn bernedabû. Ji bona biçe cebhê herî pêş pêşniyarê wê jî ji bo Çarçêla bû, îfadeya Çarçêla ji bo wê pir cuda bû. Ew israra wê rihekî ifade dikir rihê cangorî bû. Lê hevalan pêşniyarê wê ji bo Çarçêla qebûl nekirin, ji berk u pir dirêj demekî li wir mabû vê carê pêşniyarê xwe ji bo Cîlo kiribû. Her li mezin bûnê digeriya û ji dev bernedabû. Hevlaan qebûl kiribûn. Rêwitiya wê li ber çiyayên Cîlo ve diçû. Du pêşniyarê wê nehatibûn qebûlkirin. Lê ruxmê vê jî morale xwe nexistibû. Ji lêvên xwe ken kêm nekiribû. Bi rasti jî ji bo tu vi bike pêwiste bawerî ya te pir mezin be. Mirov vî pir didît di kesayeta heval da pîvanê xwe pir net bû, tawîz ne dida ji paşverûtiyan re. Tekoşînekî xurt dide meşandin. Eger tene ji bona xwe paşve nedikişand ji berk u ji jiyanê fêr bibû. Tiştê fêr dibû pêk dianî rixmî zehmetî jî dikişand. Yani pir bi israr bû û pes nedikir û li ber xwe dida. Çawa ku serokatî ji şerê İİnanna û Enkî re dibejê şerê civakî bû. Şerê heval ji ne ji bo wê bû. Lihemberî sîstemekî bû yan jî taybetmendiyê wê bû. Rihê wê ew bû le her rêwî bû. Lêgerîna wê ya jiyanê bû gera wê ji bo gerdûnê bû. Heskirina wê ji bo welat bû ne ji bona mirine bû. Herdem zindî bû. Ez dizanim mirovê di jiyana xwe de zindî bin di şehadeta xwe û rewîtiya xwe ber qebrê jî de wê zindîi bimînin. Fêr bû û da fêr kirin. Evîn jiyan kir û da jiyan kirin, ji ber ku girêdayî bû, girêdayî welat û serokê xwe bû yê girêdayî welat û serokê xwe be wê girêdayî rêhevaltiya ku bê dawî be.
Li ser bîranîna Şehit Gurbet
Şîlan Rûken (Qamışlo)
- Ayrıntılar