Gerilayê Kurd Mezlûm Azerî piştî ku parêznameya Rêber gelê Kurd Ebdulah OCALAN ya “parastine gelekî” dixwîne, bandor dibe, berê xwe dide çiyayên Kurdistalne û di pevçûneke navbera artêşa Tirk û gerila de jiyana xwe ji destdide.
Mezlûm Azerî yê bi navê Yahya Musazade sala 1988 an li Xoy tê dinê. Ji Eşîra Musazade ye û bi aslê xwe Azerî ye. Mezlûm Azerî hem dixwîne, hem jî dixebite. Berî ku tevlî nava refên gerila bibe li malê ajovan e. Di temenekî biçûk de bavê xwe wendadike û destbi xebtandine dike, lê belê di heman demê de xwediyê lêgerînên kûr e. Lêgerînên wî yên jiyaneke azad û yekbûna gelan, wî ber bi çiyan ve dibe. Ciwanekî Azerî ye, danûstandina wî bi Kurdan re nîne, ziman û çanda gelê Kurd nasnake, lê belê tevlî nava refên gerila dibe. Ev rewşeke balkêşe û vê pirsê tîne bîra mirov; gelo Mezlûm Azerî gerila çawa naskiriye û çawa berê xwe daye çiyan? Gerilayê Azerî Mezlûm bi rêya birayê xwe parêznameya Rêberê gelê Kurd Ebdulah OCALAN ya ‘ PARASTİNE GELEKÎ’ dixwîne û bi kesayeta Rêberê gelê Kurd bandor dibe. Weke ku ji hevalên xwe re behskirî, wî çend caran parêzname ‘Parastne Gelekî’ dixwîne û bersiva lêgerînên xwe yên azadiyê û yekbûna gelan di wê parêznamê de dibîn e.
Li Herêma Zagrosê Gerilayetî Dike
Mezlûm Azerî sala 2006 an li Mako tevlî nava refên gerila dibe. Destpêke şervantiya xwe ya nû li herêma Qendîl dibîne. Zimanê Kurdî nizane û fêmnake, tenê zimanê Farisî dizan e. Heyanî ku xwe fêrî zimanê Kurdî dike, di danûstandina bi hevalên xwe re gelekî zehmetî dikişîn e. Di demekî kin de ku nayê texmîn kirin fêrî zimanê Kurdî dibe. Pêre jî gelek pêşketine bi xwe re dide çêkirin. Gerilayên ku wî nasdikin, gava wî piştî salekê dibînin, balkêş dimînin ku ew qasî pêşketin bi xwe re dane çêkirin. Mezlûm Azerî tişta ku pê bawer dike, di piratîke de pêktîne. Di Piratîkê de gelekî zêde pirtûk dixwîne, diçe kuderê di çentê wî de pirtûkên Rêberê gelê Kurd Ebdulah OCALAN hene. Meraqe wî ya naskirine gelê Kurd hêzeke mezin dide wî ku xwe perwerde bike. Di wezîfe û çûyîna çalakiyan de li pêşe, ji ber vê yekê di tektîkên şer de dibe xwediyê tecrûbeyên mezin. Her gerilayekî/e ku wî nasdike, di nava axaftina xwe de behsa hezkirine wî ya jiyanê dikin. Di jiyanê de bê denge, û kesayetekî pijiyayî ye. Tevlîbûna wî ya perwerdê, çûyîna wî ya çalakî û wezîfeyên herî zor, bala herkesî dikişîne. Herkes dixwaze bi wî re biçe wezîfeyan. Çavkaniya serkeftina wî ya di wezîfeyan de, pêkanîna wî ya rêzikên gerila ye. Gerilayekî ku wî nasdike bîranîneke wî ya çûyîna çalakî weha bibîrtîne “ di çalakiyê de ew BKC î bû, gava ku çalakiyê destpêkir, çeka wî sekinî û nema xebitî. Ji qehra re heftiyekê xwarin nexwar û zehf acizbibû. Her çiqasî hevalan dixwestin wî ji vê rewşê derxînin, xwe nedida qenaet kirin û ew kêmasî ji xwe re nedipejirand. Hevalê Mezlûm di karê xwe de gelekî hesas bû û jidil dixebitî. Gava ku diçû nava gel, di sekna xwe de giraniya PKK ê dida hiskirin. Ji ber vê yekê dayîkekê digot Mezlûm kurê min e. Di nava gel de gelekî dihate hezkirin.”
Di Şer De Gerilayekî Cesûr û Fedakar e
Mezlûm Azerî bi taximeke hevalên xwe re li Geliyê Zap gerilayetî dike. Taxima wan bi hêzên artêşa Tirk re, yên ku derketine operasyone, dikevin nava pevçûnê de. Gerila gava ku dikevin pevçûnê de xwe dikin gurûp û ji hevdû belavdibin. Mezlûm Azerî û gerilaya bi navê Sila Wan bi hev re dimînin û bi leşkerên Tirk re şerdikin. Sila Wan di pevçûnê de jiyana xwe ji destdide, lê belê Mezlûm Azerî ji serê xwe perçe dixwe. Ji bona ku hevalên wî xwe ji çemberê derxînin, parastine wan dike. Mezlûm Azerî di pevçûnê de rêya xwe şaşdike û dikeve nava leşkerên Tirk de. Leşkerên Tirk gava ku Mezlûm Azerî dibînin, bê rehmet wî ji ling heyanî serê wî gulebaran dikin. Gava ku gerilayê Azerî Mezlûm jiyana xwe ji destdide, gel gelekî bandor dibe, ji ber ku di nava gel de dihate naskirin. Mezlûm Azerî bi çend hevalên xwe re li Colemergê tê veşartin.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji 16'ê Hezîranê 3u vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê li navçeya Çelêya Colemergê li dijî herêmê Ertûş, Cîloyê biçûk ên bi ser Zapêne û herêmên Çiyareş û Şikefta Brîndara yên bi ser Şeladizêye ji aliYê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di navbera 12-15'ê Sibatê de li Şirnexê li herêma Bestayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operaysonek berfireh lidarxistibû û di van pevçûnan de şahadeta 15 rêhevalên me hatibû eşkerekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10'ê Hezîranê de di saet 22.00'an de di navbera navçeya Basaya Şirnexê û navçeya Dihê ya Êlihê bi armanca çêkirina riya leşkerî de li dijî şantiyeya di navbera Bilûcanê û Banê Askê de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Tecrîda li ser Birêz Ocalan, piştî 13 rojan wê bikevê meha 12an, ev “mirina reş e”. Divê Kurd “mirina reş” qebûl nekin.
*********
Erdogan, di magazina 12ê Êlûnê de siyasetê dike, lê dekor guhertiye.
Di magazina siyaseta Erdogan de, bardaxên plastîk yên Coke Cola û Coke Zero nînin, rengê şerbeta Erdogan cûda ye. Pêgiha fonksiyonel ya magazina siyaseta Erdogan, geh çepgir e, geh misilman e, geh demagog e, geh şovmen e, geh kabadayî ye. Ji xwe li Amedê got, “aliyekî min ji Amedê ye.” Ev postmodernîzma klasîk e, hem kujer e û hem banga dewşirmetiya hevsarkirin û girêdana li ser alif e. Aliyek jî banga dewlemendên rastmaliya kesk ku urê xwe nepixandine.
Erdogan di vê magazine de, gelek caran behsa kultur û hişmendiya modern dike. Lê bawer bikin, modela wî ya McCarthy ye. McCarthy lîsteya kesan amade dikir û dest bi nêçîra komunîstan dikir; Erdogan jî listeyan amade dike û dest bi nêçîra terorîstan dike. Mac Carthy digot, “ev komunîst in”, Erdogan dibêje ev “terorist” in.
Kesên di lîsteya McCarthy de cih girtine, Bertolt Brecht, Charlie Chaplin, Arthur Miller, Orson Welles û Pete Seeger in. Ev kesên ku di dema xwe de herî navdar in. Erdogan jî, Hatîp Dicle, Selma Irmak, Bekir Kaya, Muharrem Erbey, Tayip Temel, Mehmet Emîn Yildirim, Omer Guneş, Buşra Ersanli, Kenan Kirkaya û hwd. girtî ne. Ev jî navdarên dema xwe ne.
McCarthy “listeyên reş” amade dikir, Erdogan jî “lîsteyên kesk” amade dike. McCarthy “izm”ek bi paşiya nave xwe ve kir; Erdogan jî, gavek zêde avêt, û bi “marş-i mehteran” û weke Erod-Xan, yan jî Xan Erdo derdikevê pêş û dixwaze Kurdistanê ji nû de dagir bike. Hingî wê bibe Fatîh Sultan Erdo-Xan.
Lê Erdogan ne tenê di magazîna siyasî de dixwaze guhertinan bike. Dixwaze magazina kultura Tirkiyê jî, bike tara bêjingê. Ji xwe kultura gelên li Tirkiyê di Cagaloglu de hatibû tarûmar kirin, niha jî dixwazin di rengê kesk de tarûmar bikin. McCarthy, dest avête Holiday; Erdogan jî, dest avête cîhana teatro, Yeşîlçam û bazara Unkapani. Bi riya Medya hevkar, reklameke mezin ya afirgeriya kultura Erdo-Xan jî di rojevê de ye.
Dema ku hinek kes û derdor, rastiyê dibêjin, Xan Erdo û “kesk-îzm” radibe ser piyan û dikine hawar û dibêjin; “ev çi teşqele ne, em hej ji tiştê wiha nakin.” Piştî van gotinan, radikalên li dora Xan-Erdo, dikevine nava haraketê.
Ev waqayeke klînîkî ye. Radîkalên li dora Erdogan jî, her gotin û kiryara wî, weke, “bingeha îdeolojiya pîroz” bi nav dikin. Lê ew kes û derdor, ji ideolojiya bilind bêhtir, li gorî bejna Erdogan û “lawikê Derya Reş û lewendê Gurcî û Qasimpaşa”yî tevdigerin. Tîtr û paşnavê “XAN” wek gulikên tizbiha zivî derdixine pêş.. Xemla qûretî û pozbilindiyê jî, bi wan gulikên tezbiha zivî nexşe dikin, yanî cihê pariyê xwe xweş dikin.
Lewma bi çavdêriyeke romannivîsî, ez dikarim bêjim ku, spektruma Erdo-Xan ne di cihê xwe de ye. Kimya bedena wî xerab bûye, elektromanyatîkên rojê (spektrum) teva, di laşê wî de şaş digerin û şaş zerkî derdorên wî dibin. Haa, li gorî diyalektîka jiyanê, spektruma mirovên dewşîrme teva xerab e. Ji ber ku di çerxa guhertinê de, kimya beden û mêjiyê wan mirovan tê guhertin. Ev jî hunandin, ragirtin û bidestxistina elektromanyatîkên rojê, hewayê, axê û hwd. şaş têne standin. Bedena kesên dewşirme, şaş fêr dibe û şaş spektruman vedixwe. Hiyerarşiya bedena kesên wilo tevlihev e, nikare rast û têgihiştî hilgirê nava xwe. Ji hêza kêşa Newton ya gerdunî û ji qanunên matematikî bê par dibin. Êdî, zemberaka saeta bedena wan, li gorî modela xulamtî û bendetiyê geh sist dibe, geh tê îşkdan û dişide.
Mirovên weke Erdogan û çêlîkê Temo Gewrê, Mehmet Şîmşek zanistên weke Hegel, Aristo, Marx, Rousseau, Febvre, Robert Qwan, yan jî Cahrles Faurier bixwînin jî, naqarate xwedawendên xwe dubare bikin. Ji ber ku “zulcelal”a-hiyerarşiya bedena wan û mêjiyê wan, tenê aliyê bendetiyê fêm dike. Ev jî wan zalim dike, êrîşker dike û wan ber bi “XAN”ûmaniyê dibe. Aliyekî wan sultanetê diragire, aliyê din jî bazirganiyê. Mixabin bazirganiya wan jî li ser xwînê ye. Ehl-î fenatîzmê ne û ji rîska kiryarên xemginiyê narevin. Erdogan jî her dem, rîska kiryarên xemginiyê hedef girtiye û digire.
Bedena bi êş û qolinc, êşê diafirîne û li dora xwe jî bela dike. Ev nexweşî ye û bi navê erebî “giybet” e, bi kurdî “teşqele” ye û Qur’ana pîroz jî ev gunehkarî, weke “xwarina goştê mirovan” bi nav kiriye. Dewşirmetî, bingeha vê gunhekariyê ye. Îro, li Tirkiyê ev gunehkarî tê kirin. Mînak; li Emerîka Mc Carthy, di salên 1947 û 1957an de ev gunehkarî dikirin. Di sedsala navîn de li Ewropa û bi “nêçîra efsûnbazan” ev gunehkarî dihate kirin.
Li Tirkiyê jî, ev gunehkarî gihaye qonaxa herî bilind û weke “linca li kolanan” derketiye hole. Bingeha vê gunehkariyê ideolojiya fermî ye û li se rbingeha çetetiyê hatiye rûnandin. ji bo ku vê gunehkariyê meşrû bikin jî yan kanun derxisitne, yan jî gotina “gel bersiv da” bikartînin. Serokwezîr Erdogan jî, faşîzma li kolanan û anarşîzma civakî bi heman gotinan parast.
Ev nexweşiya ku bûye çavkaniya gunehkariyan, paradoksa desthilatdariya AKPê ye. Bi Serokwezîr Erdogan dest pê kir, di Idrîs Naim Şahîn de, di Mehmet Şîmşek de, di Beşîr Atalay da, di Mehdî Eker û hwd. de giha asta herî jor.
Bi saya van dewşirmeyên ji diyalektîka mirovahiyê dûr, Tirkiyê ber bi neo-insaniyetê ve diçe. Vê neo-inaniyetê jî weke misilmantî û baweriya 4 ji 4an ya demokrasî û exlak û pêşverutiyê nîşan didin. Lê totalîtarîzmeke dojehî diafirînin.
Ey gunehkarî, çiqas zêde evîndarên te hene.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12'ê Hezîranê de di saet 01.00'an de li li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî xeta lûleyê ya petrolê ya di navbera gundê Kertwînê û Nisêbînê re derbas dibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12'ê Hezîranê de li navçeya Beyşebaba Şirnexê li dijî herêma Gundê Bilbesî ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di saet 19.00'an de li nêzî Girê Xanikê di navbera gerîlayên me û leşkerên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 9'ê Hezîranê de li navçeya Diyadîna Agiriyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû lidarxistin. Di 11'ê Hezîranê de di saet 17.45'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de du rêhevalê me gihîştiye şahadetê. Herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10'ê Hezîranê de li navenda Dersimê li dijî derdora gundê Helboriyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama pevçûnê de leşkerek ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10'ê Hezîranê de li navçeya Mahsertêya Mêrdînê ji aliyê leşkerên qereqola gundên Terê li derdora gundê Terê operasyonek hatiye lidarxistin. Heman rojê di saet 19.00'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên derketiye operasyonê de pevçûnek qewimiye.
- Ayrıntılar