Faşîzma reş, di 14ê Temmuzê de careke din, li kolanên Amedê agirê zilmê barand.
Faşîzm hêrs e, kîn e, buxz e, bêbextî ye, kuştin, dagirkerî, wêranî, talanî, derew û telaqreşî ye. Li Amedê jî, polîsên AKPê bi van hest û hişmendiyê, mizgeft jî di nav de êrîşî her kesî û her tiştî kirin. Mudurê polîsan jî, ji sibehî heta êvarî fermanên provakatorî, kuştin, birîndar kirin û qirkirinê dan.
30 sal in, dewleta Tirk li tevahiya Kurdistanê agirê zilmê dibarîne. 30 sal nifşek e. Nifşê pêşî gelê kurd ji gora betonî derxist, dibin pêşengiya lehengên destpêkê de, têba hate kuştin û gelê Kurd xwe ji xweliya xwe afirand. Îro, li dijî “faşîzma reş” nifşê duyemîn şer dike. Piştî 30 salî, gelê Kurd jî, li dijî faşîzma reş li ser lingan e, li meydan û kolanan têkoşînê dike.
Derxistina gelê kurd ji gora betonî, îradeyek siyasî afirand, 40 parlamenter, 100 şaredar bi hezaran siyasetmedar, bi sedan nivîskar û rojnamevan derxistin holê. Sazî û dezgehên civakî, pişeyî, meclîsên gel û sîstemek derxiste holê. Sîstema Xweseriya Demokratîk... Berî çendekî, li payîtexta YE Brukselê, bi siyasetmedarekî Belçîkî re, em li ser sîstemên herêmî axivîn. Piştî min cûdatiya Xweseriya Demokratîk û ya Belçîka bi xetên qalind û sernavan anî ziman, siyasetmedarê Belçîkî got; “me dest avêtiye vê mijarê, niha em dixwazin rêvebiriyên herêmî bi hêz bikin, bandor û otorîteya navendî kêm bikin.” Lê di mijara kontrola gel, huquq û bazarê de, em ne weke hev difikirîn. Ew ligel kontrola saziyên civakî, kulturî bû, ez ligel kontola gel bûm. Dawî got: “Wisa xuya dike ku Kurdan li dijî huquqê dewletê merhaleyek giring bidestxistiye, hêdî hêdî huquqê xwe diafirîne.”
Bêguman gotinên siyasetmedarê Belçîkî rastiyek dianî ziman. Huquqê dewleta tirk li ser bingeha inkar û tunekirinê hatiye avakirin, kanun jî ji bo pratîzê kirina vê inkar û tunekirinê hatine amade kirin. Edalet jî dibin wesayetê de tê bela kirin. Lewma huquq û kanunên Tirkiyê li derî demê têne binavkirin. Gelê kurd jî bi têkoşîna xwe “kanunên jiyana bi rûmet” derxistin holê, yan jî derdixe holê. Yek, xwedî derketina li nirx û pîroziyan e… Du, xwedî derketina li Serokatiya Haraketa xwe ye… Sê, xwedî derketina li gerilayên xwe ye… Çar, xwedî derketina li îrade û nasnameya xwe ye. Vê jî, mina li dadgehên taybet û mekanîzma giyotînê xuya dike, dibin her cure hoy û mercên giran de dike. Li gelek cihan, ev huquq ketiye pratîkê. Mînaka wê Şaredariya Surê ye, herêmên Botanê ne. Herçiqasî, dibin navê dozger û dadgehên taybet de, dewleta Tirk afirgeriya hemdemî dike bin perçiqandin û parçekirinê jî, gelê kurd di vê pêkanîn û kiryarên xwe de bi biryar e. Şerê di navbera faşîzma reş û gelê Kurd de ev rastî ye.
Bê çawa 21ê Adara 1982an, Mazlum Dogan bi sê darikên kufrîtê agirê Kawayê hemdem pêxist; bê çawa di 18ê Gulanê de, Ferhat Kurtay, Eşref Anyık, Mahmut Zengin û Necmi Oner bedena xwe kirin ronahiya riya têkoşîna azadiyê; bê çawa 14ê Temmuza 1982an, bi çalekiya destanî Hayri Durmuş, Kemal Pir, Ali Çiçek û Akif Yılmaz, rê li ber pengava 15ê Tebaxa 1984an vekirin, 14ê Temmuzê 2012an jî, piştî “faşîzma reş” li kolanên Amedê, wê şerê li Kurdistanê bike qonaxeke din. Rol û misyon, taktîk wê werin guhertin. Pirranî jî stratejî û taktîkên Haraketa Azadiya Kurd wê werin guhertin.
Çima, ji ber ku faşîzma reş li kolanên Amedê demokrasî, huquq, maf û îradeya gel nas nekir, hêviyên aştiyê kuştin. Vê kiryara faşîzan jî, meşrûiyeta dewlet û detshilatdariya AKPê têk bir.
Ez baweriya xwe car din dûbare bikim; ev desthilatdarî, ev muxalefet, ev zihniyeta dewletê, ev huquq, ev kanun pirsgirêka kurd çareser nakin. Nikarin çareser bikin. Ji ber ku îdeolojiya fermî ya dewletê, faşîzmê diafirîne, doh rengê wê spî bû, îro kesk bûye, her du reng jî dema dadikevine kolanan “reş” dibin. Faşîzm, reş be spî be, li hundir be, li kolanan be, ne huquq, ne edalet, ne heq, ne maf, ne jî ademiyetê nas dike. Bikenê jî, “kenekî kûbariya alametî ferîqe ye.” Dêhnê xwe bidin Erdogan, di her tewr û rewşê de, dema dikene “kûbariya alametî ferîqe” nîşan dide. Fidel Castro, “dibêje; eger kujerek, dagirkerek, li komarekê bibe serokwezîr, cihê mirovên bi namus û durust yan gorîstan e, yan jî girtîgeh e.”
Bi vê mebestê dibêjim, piştî êrîşên faşîzan li Amedê, şerê gelê kurd wê bikevê qonaxek nû. Stratejî, têkoşîna şoreşger e, lê taktîk wê werin guhertin, fereh û giştî bibe. Ji ber ku şer ne tenê taktîk e: Dema ku taktîk bi stratejî, ideolojî, siyasî hate xurt kirin û li ser bingeha felsefîk hate rûnandin, wê xwe li gorî demê biguhere serketinê bidestbixe. Her guhertin pêdiviya pesrpektîfên nû jî derdixe hole. Bêguman, helwesta dijmin jî, bandore li taktîk û perspektîfên mirov dike.
Lê di vê qonaxê de pêdiviya gel bi çeper û kozikên nû, bi dagirtina cihê valahiyan û kontrolek berfireh heye. Bê çawa dîrok valahiyan qebûl nake, şerên neteweyî jî, belabûn û valahiya çeper û kozikan qebul nake. Piştî faşîzma reş li kolanên Amedê, Haraketa Azadiya Kurd jî, wê divê hêlê de taktîkên xwe biguhere û li ser riyeke cûda kilîd bibe. Di şerên neteweyî de, çavkaniya haraketên azadiyê, her dem bûne gel, lehengê wê jî bûne ciwan. Haraketa Azadiya Kurd jî, ji destpêkê û heta îro, çavkaniya xwe gel dîtiye û ciwanan lehengîtî û pêşengîtiya wê kirine. Êdî wê ne tenê çiya, bajar û navçe jî, gund û kolan jî wê bibin parastina lehengên Haraketa Azadiya kurd. Hingî wê kolanên bajarên weke Amedê, ji bo hêzên faşîst bibin labîrentên tirsê, wê her sih û temtelek reş, her xişpên û pêjna dengekî wê bibê têba dagirkerên Kurdistanê.
Mitinga 14ê Temmuzê, berxwedana gelê Kurd, faşîzma reş ya dewleta AKPê li kolanên Amedê, wê qonaxek nû bi xwe re bîne.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ji 18'ê Tîrmehê û vir ve him bi roj him jî bi şev bi navber li Herêmên Parastinê yên Medyayê li bajaroka Şeladizê li dijî herêmên Çiyareş û Şikefta Birîndara yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan tên bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 18'ê Tîrmehê de di saet 15.00'an de li navçeya Payizavaya Wanê li nêzî Gundê Semtxanê li di navbera gerîlayên me û leşkerê artêşa dagirker a tirk de pevçûnek qewimiye.Di encama vê pevçûnê de 5 leşkerê dijmin hatiye kuştin, 3 leşker birîndar bûye, wesayiteke leşkeran jî hatiye rûxandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 17'ê Tîrmehê de li herêma Şehîd Kendala Amedê li dijî Gundên Sîsê, Dêrxust û Alî Xuşo yên bi ser navçeya LÎcê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi helîkopterên kobrayan bi daxistinan operasyon hatiye destpêkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 16'ê Tîrmehê de di saet 01.00'an de li navçeya Îskenderûna Hatayê li nêzî Gundê Akarca ocaxeke kîrecê ya girêdayî Febrîqeya Hesin-Pola ya Îskenderûnê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 dozer ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 11'ê Tîrmehê de li navçeya Oltiya Erziromê greydereke bi armanca xebatên leşkerî rê çêdikir ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şewitandin û rûxandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12'ê Tîrmehê de li navçeya Tetwana Bedlîsê li dijî derdora gundên Ez, Kurtuka, Eleman, Xizrokê û gundên nêzî çiyan ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve hewldanên kemîn vedanê yên hatiye destpêkirin hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 13'ê Tîrmehê de di saet 22.00'an de li navçeya Çelêya Colemergê di navbera leşkerên artêşa dagtirker a tirk ên di navbera qereqolên Marûka û Êrîş de derketine operasyonê û gerîlayên me de pevçûnek qewimiye.
- Ayrıntılar
Ew koviya çiyan bû
Navê kod: Silav Koçer
Nav û paşnav: Layle Pedek
Dîroka şehadetê cî: 28- Hezîranê 2008 Tendûrek
Ezê keça dilovan, çeleng û Koçer vebêjim. Min ŞEHÎD SİLAV di sala 2002’yan de naskir, heta sala 2008’an hema bije em her qada têkoşînê bi hevere man. Min di kesayeta Şehîd silav de pirsa ji xwe kir evbû. Gelo, çiya çiqas mirovên bedew diafirîne? Afrandina van bedewiyan tenê me berbi rastiyeke ve dibe, me berbi çîrok û destanên di xeyalande hatin dirsandin dibe, ew çîrok û destanên dayîka xwedevendane. Ew çîrok û destan serpêhatiya keçên çeleng û şerker bi me dide nasîn. ŞEHÎD SİLAV yek ji zaroka di nava van çîrok û destanande ji dayîk dibe û çavên xwe li jiyanê vedike. Bi eslê xwe ji sêrtê bû. Di nava malbetek koçber de mezin dibe û li koçeriyê li peyî jiyanê ve bazdide. Di nava nêvenga koçeriyê de xwe dibînê û dest bi pirsan dike koviya çiyan. Pirsên xwe weha dixe rêzê û pêde diçe keça çeleng. Jiyan çiqas bedel dixwaze, çiqas zorî û zehmetiyan dixwaze? Tişê dihêle ku ew ber bi van pirsan ve biçe hene, ewjî evin. Ew gelek rojên ber germahî, şilî, seqemî, bager, bahozan ve tije jiyan dike. Ew rojên tîbûn, birçîbûn, pê xasî, hwd li peyî xwe dihelê û dengê qêrîna Zîlan wê bi ber xwe ve dikişîne. Biryara xwe li ser du hîmên esasî dide. Yek dîlgirtina Rêbertî û ya din jî çalekiya Şehîd Zîlan e. Jiyana mirovên li Koçeriyê jiyan dikin, ji bandora pergalê qut û serbixwene. Di kesayeta Şehîd silav de kesayeta serbixwe hebû. Ew di nava hembêza zozanan de weke ew kulÎlka ne bahoz, ne bagerê dinase serê xwe bilind dike û mezin dibe. Şehîd Silav li hember hemû bager û bahozên civakî serî radike û bawer dike çiya warê evÎnê, hebûnê ye. Sala 2000’an tevlî nava tevgera azadî dibe. li gelek qadên têkoşînê dimînê û îsrara xwe ji bo çûna qadên bakur e. Ji bo ku derbasî qadên şer têde xorte bibe gelek hewildan dide û herî dawî roja li hêviyê bû ew roj hat keça Koçer ber bi bayê zozanan ve dikeve rêwîtiyê. Piştî perwerde di Akedemiya Şehîd Bêrîtan dibîne û düzenlema wê ji bo qada Dêrsimê çêdibe. Êdî bihara 2006’an dibe bihara hêvî û daxwazên rêheval û keça çeleng. ŞEHÎD SİLAV bi rêhevalên xwe re dikeve rêwîtiya buye xewna tevahî hevalan û berê xwe dide ava munzuran. Lê ji ber hinek sedeman heta herêma Serhedê diçe û li wir cardin vedigerin başur. Ev vegerandin gelek bandora xwe li ser ŞEHÎD SİLAV dike. Lê ji bo ku careke din xwe amede bike hêviyên xwe qut nake û di bihara 2007’an de vê carê xwe ji çûna herêma serhedêre amede dike. Her çiqas di quncikê dilê xwede Dêrsim dabû pêçandin jî lê li ser esasê pêwîstiyê tevgerê xwe amede dibîne ji bo herêma Serhedê. Bi taybet çiyayê tendûrekê evîna xwe di dilê keça çeleng de dineqişîne. Em bi hevre ketin rêwîtiya zozanên Serhedê. Zozanên di her dengbêjiyê de xwedî bedewî û hêjayî dîtinê ne. Tevî ku xwendina ŞEHÎD SİLAV nînbû lê roja min ew naskir û şûnde ti roja xwe bê xwendin û nivîsandin derbas nedikir. Ji ber ku heyrantiya wê ji bo xwndin û nivîsandinê hebû. ŞEHÎD SİLAV çiyayên kurdistanê Ji bo xwe ne tenê kiribû dibistana xwendin û nivîsandinê, berûvajî vê çiya ji bo ŞEHÎD SİLAV çavkaniya hemû bedewiyên jiyanê bû. Gelo çine ev bedewiyê jiyanê? Hevaltî, diristbûn, bêhesab tevlîbûn, heskirina mirovan û mirovan xwe kedê re hunandine. Lê netenê evbûn bi hezaran peyîvên di nava xwede çawa jiyankirinê dide fêrkirin hatibun rêzkirin di dil, hest û hişmendiya ŞEHÎD SİLAV de. Em di nava têkoşîndê de gelek salan bi hevre man û gelek rojên tiji heskirin me bi hev dane nivîsandin. Lê rojên ku hîne li benda mebûn jî di nîvîde man. Ji ber ku êdî ŞEHÎD SİLAV biryara li xakirina ala ku li ser milan di bin tilîliyên dayîkdan de li ba dibe dabû. Li ser vî esasî di sala 2008’an de di encama operasyonê de li gel Ş. Sîdar û Dicle tevlî nava karwanê şehîdan dibe. Ew bi Zîlan re bû heval bû girêdan, bû dengê dilê zarokên welatê xwe. Kuviya çiyan navê xwe li ser kevirên ji pêtên agir çêbûne nivîsand û gulek din li ser xaka welatê min hate çandin. ŞEHÎD SİLAV wê her tim di dilê min de weke kuviya çiyan, weke kulîlka zozanan, weke keça koçer, weke tiyê evîndara çiya, weke Silava rojê silav dike, weke hevalên xwe silav dike, weke silava hevaltiyê di her dîtinekê de di her veqetînêke de û di her hevdîtinêke de jiyan bike. Bila çavê te li pişt nemîne, bila dilê te bi şabûna xakêre bikene, ji ber tu di bin dengê tilîliyên dayîkan de û bi hezaran destên ji bo te li jor de rabubunde hate veşartin li xaka jê dayîk bubu rêhevala min Silav Koçer Dêrsım.
Şarisatan Nurhaq 24- hezîranê 2012.
- Ayrıntılar
Tecrida li dijî Birêz Abdullah Ocalan, ber bi 12 mehan diçe. 14ê Temmuzê jî, Kurd wê li Amedê dibin slogana “ji bo Ocalan azadî” kom bibin û mitingekê lidarbixin. Pêwist e her Kurd, di mitinga dîrokî de cihê xwe bigire.
-----------------
14ê Temmuzê navê destanekî ye û biqasî destanê Troya navdar e.
Di paşerojên mirovahiyê de, wê wek qanaxeke dîrokî ya sedsala bîstan û bîstûyekê, di dîrok û ansiklopediyan de cih bigire û di dersên dîrokî de, di anfiyên zanîngehan de werê nîqaş kirin. Ji ber ku senfoniya şaristaniyên di himbêza cografya Kurdistanê teva diqîre û nasnameya qedîm ya mirovahiyê diparêze.
14ê Temmuzê li dijî zihniyeta îttîhadî destpêka berxwedanê ye û pêxistina agirê Kawa li dijî Dehaqên hemdemî ye. Zihniyeta îttîhadî ne tenê li Tirkiyê, li tevahiya Rojhilata Navîn bûye bingeha nijadperestiya faşîzan. Ev faşîzm bûye xeleka fetisandin û dardekirina gelê Kurd û gelên din teva. Lewma destpêka şerê li dijî kelih û bircikên vê zihniyeta “yek-yekan” giring e, dîrokî ye û destpêka destanekî nû û hemdemî ye. Ji ber ku, da xuya kirin ku mirin û kuştin, talan û dagirkerî ne destînî ye.
Zihniyeta îttîhadî, nirx û pîroziyên mirovahiyê red dike, talan dike, qirr dike. Bi vê sedemê 14ê Temmuzê navê destanekî nû û hemdemî ye. Ji ber ku, li dijî hovîtiyê, dengê hawara aştî û parastina jiyanê ye. Îro jî wek senfoniya qedîm kulturên Mezopotamya, wek nasnameya têkiliya mirov û dîrokê, girêdana mirov û axê derketiye holê.
Her destan, bi rengên taybet tê hunandin û aliyê xwe yê civakî, aborî, cografî û huquqî heye. Gerdûniya wna ji vê tê… 14ê Temmuzê jî, di van aliyan de xwedî nirxên pîroz e û roleke gerdûnî dilîze. Bi vê mebestê em dikarin pirsa “destpêka felsefê” di bûyera 14ê Temmuzê de bînin ziman… Çima ev buyer pêk hat? Gotina “çima” bersiva tevger û guhertina bûyerê ye. Çima; ji ber ku bûyera 14ê Temmuzê xwedî giraniyek tevger û guhertinî ye. Bandora wê jî, mina şerê Qerteca û Truwa bandor li herêmê teva kir.
14ê Temmuzê xwedî aliyekî mistîkî ye; Promethuse bi agir ve girêdayî ye, Kawa bi agir ve girêdayî ye, 14ê Temmuzê jî bi agir ve girêdayî ye. Agir guhertin e û şoreşa herî mezin ya mirovahiyê ye, bûye bingeha diyalektîkê û bi mirovahiyê re dijî.
Diyalektîk, li dijî metafîzîkê rastî ye. Rastiya civaka Kurd jî 14ê Temmuzê ye. Dagirkerî û zihniyeta îttîhadî jî bi erênî-neyînî navê vê diyalektîkê ye. Çalekiya 14ê Temmuzê jî sirr û razên li pişta neynikê û di nava fulyonê de veşartî eşkere kirin. Xeta navbera zilm û zordestiyê, dagirkerî û azadiyê, xeta navbera jiyan û berxwedanê, xeta di navbera demokrasî û faşîzmê, di navbera reş û spî de, di navbera dîrok û mirov de, di navbera ademî û hovîtiyê de eşkere kir.
Di qonaxa îro de, 14ê Temmuzê bi zelalî û di wateya xwe ya diyalektîkî de hatiye zanîn, hatiye dîtin û fêmkirin. Çima; ji ber ku darmêwe, kulîlk mezin bû û mêwe dide. 14ê Temmuzê bû çavkaniya çemê dîrokê û di vê herka çemê dîrokê de, pêşketin û guhertineke civakî derkete holê.
Mixabin hîna romana vê bûyera destanî ne hatiye nivîsandin. Roman, neynika dema xwe ye û zimanê gel e. Rengê dahatuya civaka xwe ye, lê bi têrahî ne hatiye nivîsandin. Beltikên magazîna edebiyata Kurdî, di vê babetê de hîna vala ye. Dabaşek dîrokî ye lê ne hatiye nivîsandin, dabaşek desînî ye û ev destînî bi cografya Kurdistanê ve girdayî ye, lê ne hatiye nivîsandin. Hejmara tiştên hatine nivîsandin, gelo çend beltikan dadigirin û çiqasî dabaşên dîrokî anîne ziman?
Erê “kurdên îttîhadî” hene û wek kurmê di birîna mûmarî de kar jî dikin.
Dîsa jî pêwiste romana vê cenagaweriya destanî û gelek bûyerên din werin nivîsandin. Nivîskarên Kurd, di her demûdewran û heyaman de, dibin her cure hoy û mercên giran de, li dijî zihniyeta îttîhadiyan, li dijî kurdên îttîhadî ligel gelê xwe cih girtine û şer kirine.
Elîşer û Zarîfe, mînaka vê dîroka bextewar û serbilind e. Îro jî bi hezaran Elîşêr û Zarîfe li serê çiyan, li kolanan, li girtîgehan mînaka vê dîroka bextawer û serbilind hene. Ji girtîgehan hindik bin jî, berhemên mezin derdiekvin.
Piştî 3- 4 rojên din salvegera vê bûyera destanî ye.
Gelê kurd, vê roja destanî 14ê Temmuzê de, li Amedê wê xelekên destanê dîrokî temam bike. Çima; ji ber ku ciwanên kurd 30 sal in xelekên vî destanê dîrokê dinivîsin û çavkaniya herka çemê jiyana gelê kurd bi pîrozî û nirxan dewlemend dikin. Gelê kurd jî, bi canfedayî van xelekên dîrokî, bask û beşên destanan hûrik hûrik di tevna jiyana dahatû de dihune. Destîniya kor û jiyan bi destê hêzên global, bi destê hêzên dagirkerên xaka Kurdistanê hatiye reş kirin. Sed sal in, çavkaniya jiyana gelê Kurd hatiye wêran kirin. Lewma xelek, û beşên destanê 14ê Temmuzê û hunandina jiyana paşerojan berdewam dike.
Ev beşên destanên dîrokî, bendeyî Homerosên Kurd, Ehmedî Xaniyên nû ne.
14ê Temmuzê li Amedê û mitinga dibin slogana “ ji bo Ocalan azadî” de giring e û xwedî rol û misyoneke dîrokî ye.
Divê Kurd, di vê roja dîrokî de, li tevna jiyana paşerojan de damistonka xwe deynin û di wê rojê de, biçin Amedê û agirê 14ê Temmuzê bi slogana “azadî” dengê xwe bilind bikin. Dive ku di 14ê Temmuza sala 2012an de, dengê gelê kurd yê “azadiyê” li çar aliyên cîhanê bela bibe û wek ala serketinê di ezmanê Rojhilata Navîn de bibalive.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar