Ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa Tirk a piştî derbên giran di roja 13'ê Gulanê de li Bakurê Kurdistanê xwar, bi balafirên şer bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê û gelek gundan barand.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Me dabûn xuyakirin, ku roja 13'ê Gulanê de saet di 04:30 de li herêma Aşûtê ya navçeya Colemêrg Çelê, di operasyoneke şoreşgerî ya berfireh
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 13’ê Gulanê (îro) de saet 08.30-09.00’an hêzên gerîlayên me li hember wesayîteke ku ji qerqola Mamreş a li sînorê navçeya Şemzînan a Colemêrg’ê derdiket çalakî li dar xistin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 13'ê Gulanê de saet di 04:30 de, li hemberî artêşa Tirk a mêtînger a li qada Aşûtê ya navçeya Colemêrg Çelê bi cih bûbû, hêzên me operasyoneke berfireh a şoreşgerî pêk anîn
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 11’ê Gulanê li qada Rîsor a girêdayî Şirnex’ê artêşa TC bi tevlîbûna cerdevanan operasyonek li dar xistiye. Danê sibehê de saet 06.00’an hêzên gerîlayên me li hember leşkerên li Deriyê Sêwo ya li nêzî gundê Kaniya Qeymeqam
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya gişti re!
Di çarçoveya Pêngava Şehîd Xemgîn Koçer û Şehîd Nûcan Malatya ya li Amedê hat destpêkirin de ji bo bîranîna Şehîd Azad Sîser, Çekdar Amed û 4 hevalan çalakiyek hat lidarxistin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 9'ê Gulanê, artêşa Tirk li qada Mûnzûrbaba ya ser bi navçeya Dersîm Qisle, li herêma Şehîd Delîl û derdora tabûra Qisleyê dest bi operasyonê kir. Hêzên me yên gerîla
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 29'ê Tebaxa 2015'an de, li derdora Girê Dogan ê li herêma Besta ya Şirnex’ê, 2 hevalên me yên bi erka xwe radibûn, tevî hemû hewldanên hesas, ji aliyê ajan-kontrayê bi navê
- Ayrıntılar
Bi du gotinên efsûnî min dest bi nivîsa destana xwe kir.
Li ser mîrateyeke du alî ku ji pêşiyên min mayî
Aliyek xwîn, tirs, xof û qetliyam
Aliyek berxwedan, serhildan û îsyan
Lê xwîn, xof û qetliyam bibû serdar
Seranserê welatê min bibû taristan
Bi Heqî re min nîvê ruhê xwe li Dîlokê ji dest da
Lê ev derba xedar min ji xwe re kir ahd û peyman
Di demsala payîzê de li gundê Fîsê ez bûme mêvan
Ez PKK me
Ez li Hîlvanê bûm mawzer û min deng veda
Li Sîweregê bûm tirsa dilê noker û began
Ez hicret im dîsa li ser şopa Brahîm Xelîl
Da ku têk bibim Nemrûdan
Û azad bijîm li ser welatê qedîm
Ez PKK me
Ez im êsîrê zîndana Amedê
Ez im şahid û mexdûrê wehşetê
Hawar, qîrîn û fîgan im
Bi laşê xwe yê tazî ji rûmeta mirovahiyê re mertal im
Ez im her sê şigarteyên dest Mazlûm
Ku Newroz nûjen kirin
Ez im roniya agirê Çaran
Ku tarîtiyiya reş veçirand
Ez im henaseya Xeyriyan
Ku di tîrmehê de can da miriyan
Ez PKK me
Ez bûm guleya yekem û teqiyam
Ji namlûya destê Egîd firiyam
Ez im roja vejînê ji destê zaliman derdixim jînê
Ez bûm gerîla û min xwe da çiya
Mîna dara çinarê min şax berda
Şaxeke min li Andok û Şaho ye
Şaxeke min li Helgurt û Cîlo ye
Şaxeke min li Ewrîn û Aso ye
Şaxeke min bû şoreş di Tîrmehê de dakete deşta Rojava
Ez PKK me
Ez li Cizirî tililiya dayîkan
Li Hezexê kevirê destê zarokan im
Li Nisêbînê şehîdê Pira Elaman
Li Licê birîndarê tang û topan im
Li Amedê Wedat Aydin
Li Dîgorê hevdeh can im
Bûm leyiyek ji mirovan û herikîm
Li seranserî Kurdistan û cîhanê şopdarê Bêrîvan im
Ez PKK me
Ez jin im, jiyan im
Mîrasgir û daxwazvanê sed û çar meyên Star im
Nînhûrsak, xwedawenda çiyayên bilind û bereketê
Piştî hezar salan bi tililiya jina azad rûbûye ji xewa mirinê
Bi eşq û evîna dayîktiyê
Şitlê rihanan bi cek û rextan dixemiliîne
Bi wan destên xwe yên pîroz keziyên şervanên xwe dihîne
Ez pkk me
Dîsa li hev kom bûn Nemrûd û Firewn
Êrîs kirin mina gurên har
Bi bêxtî ez revandim û birim li Îmraliyê, ez çarmix kirim
Dixwestin min tune bikin
Lê nizanîbûn ku ez sebr, vîn û heybet im
Min dolaba wan li sere wan gerand
Îmralî ji mirovahiyê re kire dibistan
Ez PKK me
Min bi ciwanî dest pê kir û ez ê bi ciwanî biqedînim
Vaye dîrok şahid e ku li seranserê cîhanê xwîna şehîdn min heye
Ma êdî kî/ê dikare hebûna gelê min înkar bike
Ma êdî kî/ê dikare gelê min tune bike
Heyanî ku ev destana pîroz hebe
Mijdar 2013
Ehmed QENDÎL
- Ayrıntılar
Di esmanekî sayî de
bi biriqandina stêrkan re
bi hev re awaza şevan digotin
ma gelo!
rast e stêrk bi hev re dipeyivin?
carekî were guhdar û temaşeke
biçe ser girekî bilind
wekî Katoyan
destê xwe yê rastê
deyne ser rûçikê xwe
bi destê çepê jî
çavên xwe
bi desmaleke spî pak bike
kûr kûr berê xwe bide
ezmanê jorîn
bi qasî çend deqeyan
temaşe bike
guhdar bike
tê wê çaxê
peyv û awazên stêrkan
di biriqandina wan de bibînî
çawa mirov
xwedî cîhanek bi hest û evîn e
cîhana stêrkan hîn xweşiktir e
ne kîn ne hesûdî
ne jî dilreşî
cîhanek tijî hêvî ye
baş temaşe bike
tê bibînî
evîndar çiqas dilsoz in
di her şevê de xwediyê soza xwe ne
soza wan
ji evîndariyê ne kêmtir e
ji soza Mem û Zînê
bûn sozdarê welat û azadiyê
ji ber ku stêrk
nefsbiçûk in
bi kêfxweşî
di destên sibehê de
cihê xwe didin rojê
ma gelo!
mirov nabe evîndarê vê cîhanê
Ji ber vê jî bila evîna dilê me
di cîhana stêrkan de be
bi vê hêviyê çavên xwe bigre
belkî wê demê
di xewna xwe de
tu bibînî ku
em bûne stêrk
- Ayrıntılar