Xweza di zemanên qedîm de bi wate bû, nirxê wê hebû û mirovan îbadeta wê dikir, lê ew ruh çima niha ziwa bûye? Gelo nesaxiya pergala desthilatdar e? Ruhê îbadetkirina xwezayê min jî hîsnedikir. Hatina gerila ya çiyan, min ji bona şer şîrovedikir, lê min texmîn nedikir ku xweza û dîrok te perwerde bike.
Ez û du hevalên jin me berê xwe da geliyê Perex yê herêma Heftenîn, lê heyanî em bigihîjin geliyê Perex emê di gelek dol û bergehan re derbas bibin. Heyecana wê bergehê dîtin min jidil hîsdikir. Lê divê ez tîpên ku çîroka wan çiya, dol û kaniyan pê hatiye nivîsandin, fêmbikim. Çiyayê ku dilê gelek mirovan bi hesreta spehîbûna xwe hiştiye; Cûdî kete ber çavê min, lê min nikarîbû destê xwe bidime û hembez bikim, dîmenê qereqola Kirya Reş bi min da hîskirim ku Cûdî azad najî. Cûdî bi heybet bû û serbilind bû, ji ber yên wê diparêzin di hembêza wê de ne û wê tenê nahêlin. Mayîna wê qereqolê di quntarên Cûdî de ji bona min mirin bû, qeşengbûna Cûdî dilewitîne û azadiya wê bi sînor dike.
Em gihîştin sêkoşa Qesrokê. Qesrokê hem navê gunde hem jî navê çiyayê li ser gunde. Sêkoşa Qesrokê jî sêkoşa Kirya Reş, geliyê Perex û Qesrokê ye. Me berê xwe da geliyê Perex û em bûn mêvanê biheşta wê. Fîrdewse û spehiye, carne şade û carne jî bi dil kovane. Rê û malên ruxiyayî di wê dolê de hene. Vê dawiyê jî dijmin erazî topbarankiriye û gelek daristan şewitîne. Ew şewat mîna leke li bejna geliyê Perex dixuya, tenê girî jê kêmbû û wê xemgîniya xwe bi herkesî re parvedike. Rast û çepê dola geliyê Perex çiyayên berzbûn, sukira me qerimî bû, hingî me li bejna wan çiyayan meyzadikir. Bi taybet dîmenên ku gelekî bandor li ser min dikir, dîmenê malên xerabe bûn. Ew malên xerabe diyardikirin ku mirovan bi darê zorê dev ji gundê xwe berdane. Xwezaya biqasî zêr beraqe û ji zîv zêdetir dilê mirov dîldigire, nemumkine ku dev jê were berdan. Mirovên ku mirina xwe didin ber çavê xwe, dîsa jî di palên wan çiyan de bûn. Xortên ciwan li ber pez bûn, jin û mêrên kal jî di nava bexçan de dixebitîn. Henaseke gund ji bona wan derman e. Min çawa ji wan dipirsî we çima dev ji gundê xwe berdaye? Çavên kelegirî, bi hejarî li min dimeyzandin û digotin “xwedê mala neyaran xerab bike.”
Girêdana wan mirovan ya bi gundê wan ve ew xweza bedewdikir. Nirxê xaka xwe dizanîbûn. Bi rojên ku tê de jiyankirine girêdayî bûn. Di kontara wan çiyan de bexçe çandin, ji bona wan dermanê dil e. Ji kaniya gundê xwe av vexwarin biheşte.
Li dola Şîşê gundê Mêrgeşîşî û Dêraşîşê heye. Gundê Mêrgeşîşî Sindî ne û bi aslê xwe ji Garisa hatine. Misilmanin û ji gundê xwe koçberî Zaxo bûne. Gundê Dêraşîşê jî gundê Keldaniya ye. Gundê wan ji milê hikûmetê ve hatiye avakirin, lê ew ji tirsa Tirkan newêrin vegerin gundê xwe. Her du gund jî di palên çiyan de ne û mirov guneh dike li wan binêre. Ciwanên ku me di rêka xwe de dîtin nexema wan bû ku ji gundê xwe koçber bûne, lê bav û dayîkên wan dixwazin vegerin gundê xwe û ji nûve avabikin.
Dema ku min bedewbûna wan gelî û çiyayan dît, min nirxê mirovan jî naskir. Girêdana wan mirovan ya bi gundê wan ve ji bona min dersekî mezin bû. Ruhê xwezayê û mirovan, nirxê dîrokê bi te didan hîskirin. Ji ber ez dûrî dîroka gel û xaka xwe mezinbûme, min ji xwe şermkir.
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 10’ê Îlonê de li navçeya Şemzînana Colemergê operasyon hatibû lidarxistin û artêşa dagirker a tirk li Girê Şikêrê Spî bicîh bibû,
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8’ê Mijdarê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî herêma Xapuşkê bi tevlêbûna hezaran leşkerî ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 8’ê Mijdarê de di navbera saet 14.30-16.30’an de li navçeya Şaxa Wanê li sêgoşeya Xawişta û Xumarê de ji aliyê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di navbera 1-6’ê Mijdarê de li navçeya Elkêya Şirnexê li dijî Katoyan operasyonek hatibû lidarxistin. Di vê operasyonê de me dabû xuyakiirn ku 3 rêhevalên me ji yekîneyên xwe qut bûn. Li gor agahiyên dawî yên gihîştiye ber destê me ev her 3 rêhevalê me gihîştine yekîneyên xwe. Çar rêhevalê me jî di vê operasyonê de gihîştibûn şah
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 7’ê Mijdarê de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî leşkerên li Girê Meymûn bi cîh bibûn ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkereke dijmin hatiye kuştin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Tu têkiliya nûçeyên ku dibêjin artêşa dagirker a Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke dersînor a bejahî li dar xistiye, bi rastiyê re tune ye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 5’ê Mijdarê de li Şirnexê li dijî herêma Girê Hirmo yê bi ser Cûdiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de li herêma Çirçirokê pevçûnek qewimiye, di encama vê pevçûnê de 5 rêhevalê me gihîştiye şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1’ê Mijdarê de li navçeya Elkê ya Şirnexê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna 4 hezar leşkerî operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona ji aliyê Fermandarê Qolordiya duyemîn û Fermandarê Tumenên Colemerg û Wanê dihate rêvebirin de pevçûnên dijwar qewimîne.
- Ayrıntılar
Ji bo Çapemenî û Rayagiştî!
Lêkolînên me yên der barê teqîna roja 4’ê mijdarê, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê pêk hat û têde zarokek jiyana xwe ji dest da û gelek mirovên me birîndar bûn de berdewam dike. Li gorî encama destpêkê ya hatiye bidestxistin:
- Ayrıntılar