Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 25'ê Gulanê de li navçeya Pinarbaşiya Qeyseriyê li dijî teşkîlata polîsên tirk ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke fedaî hatiye lidarxistin. Endamê Tabûra Nemiran rêhevalên Êrîş Gever û Andok Ferqîn bi lehengî şer kirine û gihîştine şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 25'ê Gulanê de li navçeya Pinarbaşiya Qeyseriyê li dijî Muduriyeta Emniyetê ji aliyê 2 gerîlayên me yê endamê tabûra Nemiran a Şehîd Zîlanin ji bo li dijî êrîşên siyasî û leşkerî yên li dijî gelê Kurd tên birêvebirin, di serî de komkujiya Roboskiyê hemû komkujiyên li ser gelê me tê lidarxistin, û li dijî her cure şerên qirêj çalakiyeke bi plankirî hatiye lidarxistin. Li gor hatiye plankirin, di encama çalakiya li dijî gelek polîs hatiye kuştin û birîndar bûye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23'ê Gulanê de li navçeya Gimgima Mûşê li dijî Astsûbayê jendereme ji aliyê gerîlayên me ve ji bo bersivdayina operasyonên demê dawî de çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê d astsûbayê cenderme ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 22'ê Gulanê de li navçeya Pulura Dersimê li dijî herêmên Koxerî, Delîler, Karaoglan û Bîlgeç ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê di saet 19.30'an de di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmiin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, herweha 3 rêhevalê me jî bi lehengî liberxwedaye û gihîştiye şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 23'ê Gulanê de di saet 14.00'an de li Sêrtê di navbera navçeya Berwariyê û bajaroka Osyana de ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirînê hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de kamyoneke ji qereqola Osyan re erzak dikişîne hatiye rawestandin û tevî erzaqê tê de hatiye şewitandin. Piştî çalakiyê dijmin bi 2 wesayitên cerdewan tê de xwestiye mudaxeleyî cihê bûyerê bike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Ev demeke li navçeya Beyşebaba Şirnexê li dijî herêma Setkarê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna 15 kesên ji leşker û kontrayan pêk tê kemîn tên vedan.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12'ê Gulanê de li dijî sêgoşeya Çewlik, Mûş û navçeya Pasûra Amedê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 20'ê Gulanê ji danê êvarî heta 21'ê Gulanê danê serê sibê ji laiyê artêşa dagirker a tirk bi helîıkopterên kobrayan û tankan herêm hatiye bombekirin. Operasyonên van herêman hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 20'ê Gulanê de di saet 17.30'an de li navçeya Xozata Dersimê li dijî herêma di navbera Reşgul Û Deştê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
2. Di 20'ê Gulanê de di saet 21.3
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 17'ê Gulanê de li navçeya Qilabana Şırnexê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna cerdewanan operasyonek hatiye lidarxistin. Di navbera 17-20'ê Gulanê de di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnên dijwar qewimiye. Di 17'ê Gulanê de ji 21.30'an heta 18'ê Gulanê saet 04.30'an li dijî Girên Meymûn, Kuruagaç, Kato Sûlê û herêmên Deriyê Dawetiya ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi dijwarî bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Di berbange sibehê de ez çawa ji xewrabûm, dilê serhildêr yê Mamoste Ferzad Kemanger, qêrînên hevala Şîrîn Elem Hulu, Elî Heyderyan, Mehdî İslamiyan û zarokên hevalê Ferhad Wekîlî hatin bîra min. Gelo mirovên ku wan nasdikirin û yên mîna min ew nasnedikirin çi hestî jiyandikin? Her pênc heval jî hêrs û kîna ku dilê me di her kêliyê de dorpêç dike dizanîbûn û texmîndikirin. Dizanîbûn pergal, polîs û mirovên bê wijdan wê her roj bi qewmandina bûyeran, vê rojê bînin bîra me. Di her kêliyeke ku em di vê jiyanê de dijîn ew heval wê werin bîra me, çima? Ji ber ku dîsa ciwanên Kurd bê rehmet ji milê pergala Îranê ve têne darvekirin û qetilkirin. Di heman demê de her meheke ku em derbas dikin, nemumkine ku rojek nebe ku hevalên me tê de şehîd neketine, yan jî gelê Kurd êş jiyan nekirin e. Em mîna pergala desthilatdar keyf ji kuştine mirovan nagirin, helal nabînin û em xêra herî mezin di xwedî derketine mîrasê hevalê xwe de dibînin.
Gava ku ez digeriyam, min hevalên kevn û yên nû didîtin, min xweşikbûna jiyanê didît, min girêdana vê jiyanê hîsdikir, di wan kêliyên bextewer de hevalên ku di zîndanê dene û yên ku di zîndanê de mane, dihatin bîra min. Lê belê min ew cesaret nedidît ku ez xwe têxim şûna wan de. Herkes jidil hîsdike ku çiqasî hevalên zîndanê li berxwedidin û êşan dikişînin. Herkes dizane di zîndanê de mayîn fedakartiyeke mezin dixwaze. Tu dizane ji bona mirovên Kurd maf û huquq nederbasdare, lewra mafên ku îrada û nasname te nasnakin, tu jî wan mafan nasnake û hêvî ji wê huquqê nake. Her pênc hevalên ku di vê rojê de şehîd ketine, her roj bi mirine re jiyankirine, heya ez dikarim bibêjim ku di wan rojên weha tarî de mirin jî bidestê wan neketiy e. Hevala Şîrîn Elem Hulî bi êş û azarên ku di nameya xwe de behskiriye ev yek daye diyarkirin. Dijmin bedelê jiyanê hevkarî û sîxûrtî jê xwestine, lê belê Şîrîn Elem Hulî û hevalên wê darvekirin dane berçavên xwe û hevkariya bi dewletê re nepejirandin e. Roja 9 ê Gulanê sala 2010 an ji bona ciwanên Kurd bû rênîşanek. Gelo wê şagirtên mamoste Ferzad Kemanger êş û axînên mamosteyên xwe jibîrbikin? Gelo zarokên hevalê Ferhad Wekîlî wê ji darvekirine bavê xwe bitirsin? Gelo gelê Kurd wê her pênc hevalan jibîrbikin û ji berxwedantiya xwe dûrbikevin? Ji darvekirine hevala Şîrîn Elem Hulî û hevalên wê netenê ciwan û gelê rojhilatê Kurdistanê bandor bûn, her zarokekî ku ji şer û xemgînî acize, her dayîkeke ku nema dilê wê êş û qehrê radike û her mirovekî ku wijdan di rehê wî de diherike ji darvekirine van hevalan bandor bûn û soza berxwedaniyê dane hemû hevalên şehîd.
Tişta balkêş û bala mirov dikişîne; çima pergala Îranê gelê kurd bidarvedike? Mirov nikare bibêje dewleteke dibin navê İslamê de vê yekê dike, ji ber di olê İslamê de kuştine mirovan û bi taybet kuştine mirovên şoreşge ne helale û nayê pejirandin, tu tenê nikare bibêje pergaleke gelekî ji mirovahiyê dûr maye weha dike, yan jî pergaleke ji milê zîhnî ve di paşde maye, lewra jinan rejmdike û zarokên Kurdan bidarvedike. Pergaleke ku ji pêşeroja xwe bitirse, anceq evqasî wehşî be, lê belê dewleteke ku jinê rejmdike û ewqasî kole dihêle, yan jî mirovên şoreşger yên Kurd bidarvedike ji hilweşandine xwe ditirs e. Jixwe mirovekî ku zeyîf û lewaz be tu pêdivî nabîne ku wî ewaqasî işkence bike û wî bikuj e. Dewleta Îranê jî mîna dewleta Tirk ji mezinahiya gelê kurd û ji xurtbûna ciwanên Kurd ditirse ji ber vê yekê weha êrîşdikin. Gelê Kurd û hevalên her pênc hevalan wê di demekî kin de bi serkeftine têkoşîna Kurd tola wan rabikin.
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar