Birîna sedsalê ez biraştim hey hawar!...
Û îro, li kevana çiyayekî bênav bi ahênkêşiyek tofana Skenderî, careke din ez kuştim.
Dilopên xwîna min bûne telîşopên ax û avê... Ax pelixî, av pelixî...
Û di nava dîroka pelixî de, xwestin cografya min bêstêrik bihêlin. Dem û heyam, sal û demsal, roj û hefte di nava şermê de, di bedena min de hatin kuştin. Û hawar jî dûr e!..
Li kolanên Amedê,
Li qeraxên Çiyayê Bagokê,
Li Cudî, li Çiyayê Govendê di xêliyê bûkaniyê de...
Li bayekî kûr û qirkirina demûdewarnan de, doh û îro bi hev re ez kuştim.
Doh îro jî cîhan bêdeng e û hawar jî dûr e!...
Rojek herê yekê na, min û çardara min di kêleka hev de dirêj dikin.. Ez di kefenekî ne meqeskirî de... Çardara min di xelekên şelîtên şimakirî de girêdidin. Piştre ez û çardara min bi hev re dardekirin. Bûne qesabê li ser bedena min û ez kaş kirin, pihîn avêtin serê min, ez di kuştina min de êşkence kirim.
Hingî stêrikek rijiya...
Hingî dîrok lewitî...
Hingî vijdanê mirovahiyê fetisî...
Hıngî Xweda û pirtûkên Tewrat, Incîl û Kur’an bi xwîn bûn...
Hingî pêxember reviyan....
Hingî, helbest û gotin bêmirês kirin...
Û ez hatim, wek kulîlkên baxê îrem, li qelaçên Kanî Masî, li geliyê Xinêra, li ser Berzehê Garê û di dergehê jiyanê de, raserî kovana zinarekî zemanî de, bi dengê kewan, bi Promethausên welatê xwe re rûniştim. Promethausên welatê min, bi agirtofana balafirên dagirkeran re şer kirin.
Çiya, av û ax...
Mesîl û gelî...
Beroj û mesilên çiyan
Bi tavên 4 demsalên salê re hejiyan û sergêjekî bûn.
Û ez hatim:.
Aliyekî min ba ye, yek berf û baran e...
Aliyê din jî bombeyên mîskêt û napalmê ne..
Ez û êşa xwe, ez û birîna xwe, ez û xwîna xwe, ez û darbesta xwe, ez û kuştina xwe, li darî çavên cîhaneke kerûlal, li darî mirovahiyeke lalûebkem...
Li çarmixa Îsa dam...
Ez avêtim ber şêrên Roma û dergehên arêna li ber min girtin.
Û min şerê sedsalê kir, û min herêmek, deryayek û du kendav û du geliyên kîşwerî rakirin ser lingan. Min li giravê zincîr şikandin û ‘bihara gelan’ da dest pê kirin
Aliyekî min kenê Egîd e...
Aliyê din hêrsa Murad Elîbol e..
Li kolan û meydanan, li çiyan û deştan wek teyrên dubirak, wek baz û başokeyan dirêsim, digerim, dilorim, di qîrim... Di nava lêgerîna azadiyê de çarpîne dilîzim; wek rista lorandina cengawerekî bê nav, dibine dengê hêviyên nû...
Û ez û çardara min û cengawerê bê nev dibêjin; Axîna min dibe erdheja min.
Dilerizim, diteqim, di fûrim, di nava hêrsa kurê Zalê de, dibime gurzekî neh ritil, dibime rima bîstîçar movikî... Dibime tîreke kozmîk, di banê ezman de, dibime mertalekî efsanewî li çar parçeyan digerim... Dibime tevrekî humbaba, dibime niyaz û qewlên qewalekî û digerim.
Û ez, di nava rista hevrîşmê berxwedanê de agirê Kawa pêdixim, dibime kûra hesinkerekî di kolana Midyadê de. Li dijî zulmeta kafûkûn-kirina bedena min û cografya min, çakûç li sidan didim. Li ser sidanê min berf û baran heye;
Li seer sidanê min navê evîna min heye...
Li ser sidanê min, navê welatê min heye..
Li ser sidanê min dilê Prometheus heye..
Li ser sidanê min nikilê teyrên mîtosîk hene..
Û ez hestekî ava dikim
Û ez dilekî pola tuj dikim...
Wek avzêmka evîna Meleyê Cizîrî, wek çavkaniya hêviya Ehmedî Xanî şûrekî av didim, sû dikim, bi neqş û nîgariya sedsalê neqiş dikim. Wek evîna Botan û Merwan û Xezal û Bêrivan û Bêrîtan di axê de diherikim...
Di hewayê de dibizivim...
Di ezman de biçirisim...
Di dilê jiyanê de
Wek bax û baxçeyekî sorgulaan vedikim.
M. Bagok
- Ayrıntılar
Şaristaniya Demokratîk, pirtûka Birêz Abdullah Ocalan e û ji aliyê Reşad Sorgul ve bi zimanê Kurdî hatiye wergerandin. Îro (1) kete destê min.
Yanî belgeyeke dîrokî û aboriya ku dikare wek potansiyaleke hişmendî di paşerojên gelê Kurd re rûnê ye. Tê zanîn ku, hişmendiya Kurd û hewngîriya entelektueliya Kurd, bi zimanên biyanî, bi nirxandin, şîrovekirin û afirgeriya biyaniyan hatiye xwedî kirin û hîna jî ev bextreşî berdewam dike. Zimanê biyanî, afirgeriya biyanî, destê duyemîn, karekî misyonerî ye. Zimanê biyanî aliyekî me dibe, afirgeriya biyaniyan jî aliyekî ji me dibe. Yanî em dibine hevîrê ber destê misyoneran.
Ez behsa danustadina zanistê nakim. Na, bila şaş neyê fêmkirin. Ez behsa têkiliya li ser zimanekî biyanî û stewihandina hişmendiyê dikim. Yanî xwedî kirina mêjî û rengên wê xwedî kirinê.
Ev zanista ku mirov dike mirov û hêza ku ji ferhengan derdikeve û di herka dîroka guhertin û pêşketina mirovahiyê de dibe bingeha jiyanê. Jîrîtî û kohnebûna mirov... Dema ku mirov bi ferheng û zanistiya xwe, şikefta xwe hêrivand hingî ber bi hebûna xwe diçe û dikare bibe xwedî nasnameyeke maqulî.
Ocalan, mîna pirtûkên berî niha, di vê pirtûka xwe de jî, neynika li ber gelê Kurd hatiye şikandin ji nû de çêdike, bi gotinekê “Çanda Ewropa ya hegemon ya hemdem jî, di bingeha xwe de, waryanteke çanda Rojhilata Navîn e”, derdixe pêş û fulyana pişta neynikê jî eşkere dike.
Ev gotina ku şîroveya organîzasyona civakî ye, bi saya Reşad Sorgul bû malê ferhenga Kurdî. Afirgerê vê gotinê jî, Ocalan e. Dema ku afirgerî û ziman bû yek çavkanî, nasname jî erêniyê dibîne. Şerê ku 40 sal in, li Kurdistanê di dijwariyek tofanî de tê kirin, ev rastî derxiste pêş û wek xezîneyeke dewletî radestî me kir. Ev şer,ji aliyekî ve li dijî mîsyonertiya dagirkeriya kultur û dagirkeriya mêjî ye. Di encamê de dibe parastina bedena bi mêjî û çav û gav.
Tê zanîn ku, îro jî gelek nivîskar û entelektulên me, egzotîzma misyoneran dijîn. Bi vê mebestê min xwest li ser giringiya wergera pirtûka Ocalan ya Şatistaniya Demokratîk Pr. 4 rawestim. Tê zanîn ku her pirtûka Ocalan, di ideolojiya Tirkiyê de, erdhejeke tofanî çêdike û wergera Reşad Sorgul jî, di şiyar-kirin û xwedî kirina hewn û hişmendiya entelektueliya Kurd e û avakirina li ser bingeha xwe ya dîrokî ye.
Di hoy û mercên dîroka îro de, hişmendî û hewngîriya Ocalan, di 3 babetan de dikare bibe çavkaniya zanista entelektuelî: Yekemîn û ya herî giring ew e ku, herka dîrokê diguhere û dide xuya kirin ku dîroka serdestan ne rast e. Ev jî mirovan mecbûr dike ku ji bo şopandina rastî û hewngîriya xweguhertina mirovahiyê enerjiyekê peyda bike. Cîhana entelektueliya Kurd, hîna ne gihaye mijara nirxandin û şîrovekirina “ji qencî û xerabiyê wêdetir.” Ev şerbeta guhertin û xwe dîtina hiş û ramanî ye. Duyemîn; Mixabin, em guhertin û xwe dîtinê di zimanê biyanî de û di afigeriya misyoneran de dibînin. Ocalan vegera li xwe ye.
Her pirtûka Ocalan mertalê li pêşiya van misyoneran e, mertalê li dijî biyanîbûnê ye. Yanî, şerê li dijî sazkariya paşverûtiya ku mirovahiyê ber bi koletiya “ji qencî û xerabiyê wêdetir” dibin e. Qencî û xerabî du kefikên mîzênê ne, yanî kefikên xêr û gunehan e. Eger mirov li hemberî sîstemê baş be di kefika mîzêna xêrê de ye, eger ne baş be û ji xeta sîstemê derbikeve, di mîzêna xerabiyê de ye. Sêyemîn; Ocalan, mîna Niettzshe, dîrokê, sîstemê, çînan, stratejisyenan, feylesofan, dîrokzanan, siyasetmedaran, hunermendan, bi giştî entelektuelan dike bin lêpirsîne. Yan jî daxwaz dike ku ew bi xwe xwe bikin bin lêpirsînê. Lêpirsîna xwe bi xwe, xwe nasîn e, xwedî derketina li xwe ye û bikarnaîna çavkaniyên bingeha mirov e.
Îcar wergera Reşad Sorgul ya pirtûkên Ocalan jî, herka coka ber bi hişmendî û hewngîriya entelektueliya Kurd e. Wergerandina bi zimanê kurd, xeleka sê armancên Ocalan temam dike.
Îro, herema me di rewşeke trajîk de ye û buyerên drametîk çêdibin. Ev bûyerên drametîk li ser bingeha qirkirina gelê kurd hatine rûnandin. Lewma, qencî, vijdan, nirx û exlak, her cûre xisletên mirovantiyê têne kuştin. Mirovantî, li hemberî xerabiyê, paşdikeve.
Feylesofên demê, êrîşa gel ya li dijî girtîgeha Bastîllê, (2) di vê çarçovê de dinirxînin.
Gelo em çima nikarin têkoşîn û berxwedana destanî ya zindana Amedê (3) di heman çarçovê de û ji “qencî û xerabiyê wêdetir” binirxînin? Bastîlle jî, Zindana Amedê jî, di jiyana komên xelkê de guhertinên mezin çêkirine. Bastillê ji derve hate zemt kirin, Zindana Amedê ji hundir ve hate zemt kirin.
Baş tê zanîn ku burjuwa, ew haraketa gelerî û xwîna komên xelkê ku di êrîşa li ser Bastîllê de rijiya, di nava “bedcaniyekê”de têk bir. 5 lehengên Şoreşa Frensa Ropespierre, Saint-Just, Marat, Dabton, Babeuf jî, di dojeha giyotînê de, ji holê rakirin. Di demeke ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, li hemberî gelê Kurd amûr û alavên herî dijwar û kujerî li dijî gelê Kurd bikartîne de, komkujiyên kafûkûnkirinê dike pratîkê de, dixwaze ku heman qederê bîne serê Şoreşa Kurd.
Bi vê mebestê min xwest ji aliyê hişmendî û hewngîriyê ve nêzîkî pirsgirêkê bibim. Her pirsgirêka civakî, her guhertina dîrokî pêdiviyê bi xwedî kirina ferheng, hişmendî û hewngîriyê dibîne.
Ji ber ku entelektueliya Kurd, hîna ji dagirkeriya misyoneran xelas nebûye. Ez di wê baweriyê de me ku, entellektuelên Kurd mecbur in, “ji qencî û xerabiyê wedatir” tevbigerin. Dem û rewşa îro ya gelê kurd vê dixwaze. Dema ku em dêhnê xwe didine weqî û mîzêna dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, em dibînin ku Ocalan di ber himbêza rima duwazdeh movikî de ye. Ev rima ku wek engizîsyona şiyar tê ragirtin, dikare her dem çarenûsa 5 lehengên Şoreşa Frensa bike pratîke. Tehloke mezin e û her diçe mezin dibe.
Dive ku entelektuelên Kurd bibin mertalê li pêşiya vê bedcaniya faşîzan.
----------------
1. -05. 01. 2012
2. –Girîtgeh ku di dema Şoreşa Fransa de bû hedefa êrîşa gel.
3. -1983
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Di rojeva Tirkiyê de, hîn jî komkujiya Qileban ê heye. Lê bi çi rengî, weke em hemû texmîn dikin. Dîsa Erdoğan bêyî şerm bike, li nav çavê me dinêre û derewan dike. Hîn ji di nava hewldanên bi derewan polîtikaya xwe bide meşandin deye. Bûye gûrê har û hema êrîş dike. Wer xûya dike birçî bûye û li benda vexwarina xwînên nû ye.
Bi rûxmê hemû rastiyên di holê deye, hîn jî berpirsyariya komkujiya Qileban ê ne girtiye li ser xwe. Qetil kirina mirovan ewqasî di Tirkiyê de erzan bûye, li şuna lêborîn û diyariya nema xwîna ciwanên Kurd birije ji gelê Kurd re were dayîn, bi tazmînatê wê li ser bûyera komkujiya Qileban ê bigirin. Ev şerm, eyîb û durutiyeke mezin e. Ev zilmkarî, dagirkerî û şerma dewleta Tirkiyê dide nîşandan. Li ser xwîna ciwanên Kurd siyasetê didin meşandin.
Hun rayedar û hukumeta Tirk, dua bikin ku di Kurdistan ê de partiya BDP heye. Yan jî wê gelê Kurd we parçe parçe bikira. Vê ji bîr nekin, ger hun a niha di Kurdistanê de sax jiyan dikin û qeymeqamê Qilebanê çûye ser wezîfeya xwe, ji hebûna BDP yê. Hun deyndarê partiya BDP’ê ne.
Ev gotinên min ji bo te ne Erdoğan; Tu di meclîsê de êrîşê BDP dike û dibêjî gel tîne provakasyonan. BDP hedef didî nîşandan û bi hemû aliyê de êrîş dikî.
Qet pêdiviya tiştekê wisa nîn e. Ji xwe gelê Kurd bi helwest û vîna xwe ya radîkal, li himberî vê komkujiyê bi rojane li kolanan berxwedaniyê dike.
Heyf û mixabin ji tere tê gotin Serokwezîr. Qaşo tu Serokwezîrê Tirkiyê yî. Lê bi gotinên xwe yên di meclîsê de bêyî pêşerojê bifikirî, di axivî. Serokwezîrek di vê bi kîjan uslubê biaxive di destpêkê de bizane. Ji uslubê ku Erdoğan diaxive, mirov şerm dike. Uslubê ku Erdoğan diaxive, ne uslubê Serokwezîrekê ye.
Gelo, te qet li der dora xwe nêrî tayê dûvikê te heya kuderê dirêj bûye. Ya rastîn jî te navekê baş li xwe kir. Dibêjin ya ‘keçelo navê min li te, kûmê min li serê te’. Mereqa neke, tayê dûvikê te jî di destê ABD yê ye, kengê kişand tu wê demê heyî. Dema nekişand jî, ji xwe deng ji te dernakevê.
Her wisa Beşîr Atalay,
Xaka Kurdistan ê bi çi rengî di dîrokê de her tim meydan ji serdestan re xwendiye, hîn jî ev xak weke xwe radiwest e, meydan dixwîne. Îro jî, bi heman awayî gerîlla girtiye himêza xwe û diparêz e. Ger ji gerîllayan re her der bi ewle ye, bê guman wê demê ji neyarên weke were jî, bûye kelemên kor û diriyên tûj.
Her cih wargehên gerîlla ne. Gerîlla di her wargehê de jî, xwe pir bi ewle dibîne. Ger tu jî dixwazî jiyaneke bi ewle jiyan bikî, fermû qadên ku gerîlla lê ye li benda te ye. Ya rastîn gerîlla cihê bi ewle ji were nehiştiye. Ji tirsa ku gerîlla wê li vê derê, li wê derê êrîş bike, xew bi çavê we nakeve. Ka we digot, me gerîlla tine kiriye. Vaye gerîlla li her derê hene.
Gerîlla li cihên weke mezrayekê, pala xwe dane quntarên çiya yên berojê. Di hemû rojên salê de, roj bi hilatina tîrêjên roja xwe li pişt lûtkeyên Çiyayên Kurdistan ê derdikeve, çerxa jiyanê li nava mezrayên gerîllayan dide. Gerîlla her demî bi tîrêja rojê şadibin û xwe ji nû de ava dikin. Wargehên gerîlla jî xwedî derfetin. Di hemû warî de gerîlla dikarin xwe pêş bixin û ew hêza wan ya ku hemû polîtîka û teknîka we vala derbixin jî heye. Bê guman, wargehên gerîlla ji bo yên weke jî, bûne agirê dojehê û lanet li we anîn e. Zilmkar û dagirkerên weke we çav berdane vê bihuştê. Lê ev bihuşt bi destê we neket. Ji ber di destê gerîlla deye, hun nikarin serdestiya xwe li ser bimeşînin, hun nikarin daqurtînin jî. Dema we nekarî bi dest bixin jî, vê carê hun êrîş dikin. Weke ku her cih hatiye talan kirin û kes têde nemaye didin nîşandan.
We ji her deverekê re nav peyda kir, we Colemêrg kir Hekarî, Gever kir Yuksekova… Bajar û navçe jî têra we nekir. Lê bi vê jî we nekarî bi qasî misqala zirê jî tiştekê bi dest bixin.
Îro li çiya û bajarên Kurdistan ê bi hezaran gerîlla heye. Her cih ji bo gerîlla bi ewle ye û her der jî cihê gerîllaye. Ger di pêşerojê de metroppolên Tirkiyê bibe qada gerîlla, qada APO’yî yan şaş nemînin…
Hindistan Penaber
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 30’ê Kanûnê de li navçeya Dersimê Pulumurê di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye, di encama vê pêvçûnê de 7 gerîla yê me gihîştiye şahadetê. Ji ber şert û mercên zivistanî û zehmetiyê têkiliyê di derbarê qewîmîna bûyerê û berfirehiyê wê de agahiyên zelal neketiye dest me.
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 4’ê Çile de di saet 18.40’an de li navçeya Mêrdînê Dêrikê li dijî Lojmanên Emniyetê ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelal kirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6’ê Çile de (îroj) di navbera saet 05.00-07.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Şikefta Birîndara, Girên Xeregol û Marya, Gundên Sernê û Bêmbo yên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 4’ê Çile de di navbera saet 16.00-17.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Şikefta Birîndara ya bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Hukumeta AKP’ê û artêşa wê ji bo binkeftina xwe ya di sala 2011’an de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê jiyankiriye bi plan û leystokên nû bi hezar dek û dolapan, bi xapandinê dinuxumîne û dixwaze encam bigre.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re !
Di 3’ê Çile de di navbera saet 09.00-11.00’an de li Herêmên Parastina Medya li dijî herêma Çiyareş a bi ser Zapê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye topbarankirin.
- Ayrıntılar
Li Kurdistan ê, her ku roj derbaz dibin komkujiyên AKP yên li Kurdistan ê jî zêdetir dibin.
Bê guman, ev komkujiya ku îro li Navçeya Qileban, gundê Roboskî û Bêcûhê hukumeta AKP pêkaniyî, ne ya yekê ye. Mirov nikare tenê bi wê kêliya pêkhatî re jî bigre dest. Ji ber dema mirov geryanek di nava dîroka Tirkiyê de dide çêkirin, mirov bi awayekê vekirî dibîne ku ka çend hezar komkujî, girtin, qetil kirin, êşkence, koçberî, talan kirin, dagirkerî û kiryarên daqurtîna mirovan… li Kurdistan ê ji aliyê dewleta Tirkiyê de hatiye pêkanîn. Ewqasî zêdene ku nayên jimartin.
Ji bo wê jî mirov dikare bibêje dewleta Tirkiyê, dewleteke li ser hîmê tevkujiya mirovan hatiye ava kirin. Kuştin û nêçîr kirina mirovan, di Tirkiyê de bûye kevneşopiyekê. Ev kevneşopî ji Serokwezîr derbazî Wezîr, ji Wezîr derbazî rayedarên dewletê dibe. Heya roja îro jî, ev her bi vî rengî hatiye.
Bi çi rengî ev kevneşopî heya roja îro hatiye, di kiryarên hukumeta AKP, rayedar û artêşa wî, di tevkujiya Roboskî û Bêcûhê de bi awayekê vekirî xwe nîşan dide. Ji bo wê ger mirov bibêje, hukumeta AKP û hevkarên wê ji bo nêçîra mirovan hatiye ava kirin, wê ne pênaseyekê şaş be. Tirkiye welatê komkujiyan e. Ji xeynî vî navî, ti navên din li hukumeta AKP nayê.
Ev komkujiya îro li Qilebanê pêkhatî, mirov nikare ji komkujiya Dersim, Geliyê Zîlan, Maraş, Mêrdîn, qetil kirina 36 gerîllayên Kurd, 33 guleyan qut bigre dest. Ti ferqa vê komkujiyê ji komkujiyên din tine ye. Ji bo tine kirina gelê Kurd ev komkujiyeke bi plan hatiye kirin. Kes nikare girêdana vê bi îstîxbarata şaş re bide girêdan. Ji ber her kesê dizanî bû ku ji bo debara xwe a jiyanê bi salane gelê Roboskî derbazî sinirên başurê Kurdistanê dibe. Ji her kesê bêhtir jî, dewleta Tirk ji vê bi agahî bû. Berpirsyarên vê komkujiyê hukumeta AKP, cemaata Gulen û rayedarên dewleta Tirkiyê ne. Erdoğan fermana vê tevkujiyê da, kordînatorê wê Nejdet Özal jî pêkanî.
Bi daxuyaniyekê erzan, bi gotinên bêwijdan, weke ku ti tişt çênebûye, xwestin li ser qetil kirina sih û pênç ciwanên Kurd bigrin. Ev ne daxuyaniyekê exlaqiye. Bi vê daxuyaniyê kuştina mirovan çiqasî di Tirkiyê de erzan bûye, careke din da nîşandan. Ev daxuyanî bi ti awayî wijdanê mirovan rihet nake. Daxuyaniyên Huseyîn Çelîk û Erdogan ne têrker e. Ji bo wê jî di vê gelê me vê daxuyaniyê nepejirînin û hesabê vê tevkujiyê bipirsin.
Hukumeta AKP û cemaata Gulen, biryara qirkirina gelê Kurd daye. Li ser Rêbertiya me êrîşekê pir dijwar heye û Rêbertiya me dinava tecrîdeke giran deye. Li qadên leşkerî, siyasî û civakî bêyî navber êrîşên hewayî, yên bejayî û operasyonên li ser bingehê tine kirina Kurdan tê meşandin. Hukumeta AKP konsepteke qirkirina Kurdan daye destpê kirin. Ji bo qirkirina gelê Kurd, serî li hemû rêbazên kirêd û ji derveyî mirovahiyê jî dide.
Huseyîn Çelîk di daxuyaniya xwe de dibêje, ‘‘istîxbarata ku grubek PKK yî ye hatiye girtin, ev êrîş pêkhatiye’’. Ma gerîllayên tevgera azadiya gelê Kurd jî ne ewladên vî gelîne?... Çi ferqa van 35 ciwanên Kurd û gerîllayên Kurd hene?... Tu ferqa wan nîn e. Her du jî yek in. Ji asîmanan dane ketine. Pergal û dewleta Tirkiyê deriyekê ku gelê Kurd têde nefes bigre ne hêlaye, fetisandiye. Ger derfetên jiyan kirinê di Tirkiyê de hebana, îro ciwanên Kurd berê xwe nedidan çiyayên Kurdistan ê.
Yek jî Huseyîn Çelîk di daxuyaniya xwe de derketina gel ya qadan weke sor kirin (tahrik) binav dike û dibêje; ‘‘ger hun dakevin qadan, ev ê rê li ber mirinên din jî vebike’’. Bi van daxuyaniyan diyar dibe ku AKP û artêşa wê di nava amedekariyên tevkujiyeke din dene. Li himberî van daxuyaniyan di vê gelê me bêdeng nemîne, şiyar be. Di vê gelê Kurd biherike qadan û ala serhildanê hîn bilintir bike. Pêdivî bi ruhê serhildana Cizîra Botan, Nisêbîn’an ya 1992’an heye.
Kes nikare encamên vê bûyerê, PKK weke bahane bide nîşandan. 35 cenazeyên kesên sivîl, kesên bêçek li holê ye. Mirovên ji vê bûyerê filitîne hene. Wijdan û dilê mirovan nikare li hevokên wehşeta şeva bûyer pêkhatî guhdar bike. 35 cenaze, bûne hezar parçe. Yê ji vê bûyerê berpirsyar hukumeta AKP ye.
Di vê gelê me baş bizane ku, artêş û hukumeta Tirk tu nesîbê xwe ji erdemên mirovahiyê negirtiye. Di Tirkiyê de tiştekê binavê hukuk tine ye. Berovajî, dema dibêjin dewleta Tirk, zulum, êşkence, dagirkerî, bişavtin, komkujî… bi bîr tîne. Ger di Tirkiyê de huquq hebûya, wê pirsgirêka gelê Kurd ne di vê astê debana. Wê 35 ciwanên Kurd ne spartibana axê. Wê bi hezar zarok û ciwanên Kurd nehatana qetil kirin.
Dewleta Tirk li aliyekê lêborîna xwe ya ji komkujiya Dersimê re didin, li aliyê din jî komkujiyê li Qileban ê pêktînin. Hemû daxuyaniyên rayedarên Tirk pûç û vala ne. Hemû jî bingehê xwe ji derewan digre.
Ger Huseyîn Çelîk qala hukuka dewleta Tirkiyê dike, tu çima hukuka feryad, êş, rondikên çavên dayîkên Kurd dirije nabînî. Dengê êş, janên ji qirika dayîk, bav, zarok û ciwanên Kurd yên bêguneh digihe asîmanan. We Xewnên zarokên Kurd bi zordarî û çewisandinê dagirkiriye. Zarok û ciwanên Kurd îro di nava gula xwînê de ketine pey xeyalên xwe yên bihuştî. Tu bi çi rûyê qala hukuka dewleta Tirk û hukumeta faşîst a AKP dike.
Di welatekê ewqasî zulum têde xwe dide pêş qala demokrasî, hukuk kirin dirûtî û şermeke mezin e. Bi van gotinan durutiya hukumeta AKP dîsa derket holê. .
Bangawaziya min di serî de ji bo gelê me yê Amed, Botan, Gever, Batman û ji hemû bajar û navçeyên Kurdistan û Tirkiyê re heye ku biherikin qadan. Ger neherikin qadan, wê sibe tevkujiyên mezintir jî di Kurdistan ê de pêkbên. Duh Helepçe bû, îro Qileban bû.
Di vê gelê me yê Botan ê bizanibe, bi çi rengî şeytana nehêlaye Lawikê Xerîb bigihe miradê xwe, îro jî şeytanên hemdem yên weke hukumeta AKP li ser kar e.
Weke keçeke Qilebanî, bangawaziya min bi taybet ji bo gelê Qileban ê heye ku biherike qadan. Xwedî li derketina şehîdên xwe, ewladên xwe, rûmeta xwe, sekneke watedar û giranbûha ye.
Vejîna ruhê 35 ciwanên Kurd ji bo me peywireke li ber me radiwest e. Beriya her tiştî, di vê ciwanên Kurdistan ê bi awayekî rast li vê peywîrê xwedî derbikevin. Bi ruhê pêngava berxwedana netewî, em ê dewleta Tirk a dagirker pûç bikin.
Bi vê mebestê, sersaxî yê ji hemû gelê Kurd û bi taybetî jî ji Qileban gundê Roboskî û Bêcûhê re dixwazim û dibêjim, wê bi helwesta we ya demokratîk kiryarên hukumeta AKP pûç bibe. Hêza me ya berovajî kirina, konsepta kirêd a Tirkiyê heye. Hêviyên me yên serkeftinê ji her demî bêhtir bi hêz in û em ê di doza xwe ya mafdar de bi serbikevin.
Herî dawî jî ez, lanet li hukumeta AKP, dewleta wê ya qirêj û li hemû xebatkarên çapemeniya Tirk ya guhê xwe ji vê tevkujiyê re girt û berovajî kir tînim. Lanetê li hemû mirovahiya ku bêdengiya xwe hîn jî diparêz e tînim û ji ber ku ROJ TV bû dengê rast yê tevkujiya Qileban ê û xwedî lê derket, keda hemû xebatkarên wê silav û pîroz dikim.
Hindistan Penaber
- Ayrıntılar