Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
9'ê Adara 2019'an artêşa TC'ê ya dagirker êrîşeke hewayî birin ser herêma Garê ya Qadên Parastinê yên Medyayê. Di encama vê êrîşa hewayî de hevrêyên me Kamîl (Yusuf Ozbey), Kamûran (Serdar Guler) û Şoreş (Ramazan Erdal) tevlî nav karwanê şehîdan bûne.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
14'ê Adarê saet 12:30'î hêzên me li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî Qereqola Serê Sêvê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li nava qereqolê hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 12'ê Adarê saet 15:00 û 13'ê Adarê jî saet 07:00 li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li qereqola Korxanê ya li girê Kirê Korê 2 çalakiyên sûîqestê kirin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
11'ê Adarê saet 09:30'î balafirên şer bombe li qada Şikefta Birîndara ya herêma Zê barandin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
1. 11'ê Adarê saet 10:15'an hêzên me yên YJA Starê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li ser Girê Sîvrî yê herêma Bêzelê çalakiyek pêk anîn. Dema ku leşker li kulûbeya nobedê ya li ser gir kom bûbûn, derbên giran li wan hate xistin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Sîstema faşîst a AKP-MHP'ê ji bo karibe di şerê qirkirinê yê dijî gelê Kurd de bi ser bikeve, hemû derfetên di destê xwe de bi kar tîne û bi rengekî topyekûn êrîşî tevgera me ya azadiyê û gelê me dike.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, 6'ê Adarê saet 19'an derdora gundê Boselê yê herêma Heftanînê, 9'ê Sibatê saet navbera 09:00 û 09:30'î qada Deşta Kafya ya herêma Garê û qada Şikefta Birîndara ya herêma Zê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihîşte hêzên me yên gerîla. Li herêma Heftanînê xisar li bax û bexçeyên gundiyan bû.
10’ê Adarê 2019
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e
- Ayrıntılar