HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Li welatê me herî zêde êriş li ser nirx û wateya jiyanê hatiye kirin. Dagirkeran timî xwastine bi rêya siyaseta înkar û îmhayê cewhera jiyana me vala bikin û mirovên me bê îrade bikin.

Di nav gelê me de bi pêşengtiya Tevgara Azadiyê gelek egîdên demê derketin û bersiv dan dagirkeran. Ji bo ku ji nû ve wate li jiyanê bar bikin û xweşikbûnê ava bikin têkoşîneke bê hempa dane meşandin. Rêber Apo timî weke estetîka li siyasetê mêze dikir û digot ''siyaset hûnera xweşikbûnê ye û ez ji bo xweşikbûna mirovan siyeset didim meşandin''. Ji bo wî jî mirovên herî bedew ku ji aliyê gel ve tên hezkirin ew mirovin ku li derdora fikir û ramanê Rêber Apo kom bûne û xwe bi rêxistin kirine. Yek ji wan milîtanan jî fermandarê gerîla Delîl Temel e.

Rêheval Delîl Temel bi nasnav Hatîp Ariturk li navçeya Misircê a girêdayê Sêrtê di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li dinyayê vedike. Li ser vê axê çawa giya li ser koka xwe şîn dibe, Egîdan jî li ser vê axê ala xwe ya têkoşînê dewrî hevdu dikin û destana berxwedanê dewam dike. Hatîp li ser axa Botanê bi çîroka Egîdan mezin dibe. Çîroka gerîla û fermandarê efsaneyî Mahsum Korkmaz timî bala wî dikşîne. Li sala 1992 berê xwe dide warê Egîdan û li çiyayên Botanê dest bi rêwîtîya xwe ya azadiyê dike. Piştre berê xwe dide warê cenga giran û wek egîdekî dilwêrek xwe di hembêza çiyayên Zagrosê de dibîne. Êdî Zagros jê re dergûşiyê dike û ew jî wek zarokekî şîr helal yê vê axê dibe parêzvanekî Zagrosê.

Ew Dibe Mînaka Milîtanê Apoyî Ku Bi Agirê Vîn Û Evînê Xwe Gurçûpêç Kiriye

Fermandar Delîl dibe delîl û rêzanê gelê xwe. Bi salan di çiyayên azad de pêşengtî ji têkoşîna azadiya gelê Kurd re dike. Li Zagrosan birîndar dibe, lê tu caran birîndariya xwe ji xwe re nake asteng. Li qadên leşkerî û bîrdozî de kar û xebat dide meşandin. Ji bo rêxistinkirina gelê xwe û avakirina netewa demokratîk hemû hêza xwe seferber dike. Rûxmê ku tê girtin û sê sal û nîv di zîndanê de dimîne, lê tu carî xwesteka wî ya têkoşînê kêm nabe û ji sekn û helwesta xwe gav paşde navêje. Ew dibe mînaka milîtanê Apoyî ku bi agirê vîn û evînê xwe gurçûpêç kiriye.

Delîl temel wek derwêşekî rêya heqîqetê û şagirtekî Rêber Apo bi kesayeta xwe ya dilnizim û dirust di nava gel û gerîla de dihate hezkirin. Hertim lêhûrbûn dikir û dixwest bibe layiqê keda Rêber Apo û Şehîdan. Di gelek kar û xebatan de erk û berpirsyartî rakir û peywirên xwe yên şoreşgerî bi awayekî serkeftî pêkanî. Li qada leşkerî de wek bablîsokek ji agir ser dijmin de diçû û dijmin tar û mar dikir. Di qada îdelojî de jî wek hewariyekî Rêber Apo bû. Hertim digot ''Rêbertî xwe avakir, pêwîste em jî wek milîtanên wî xwe avabikin, pêwîste em jî ji Rêbertiya xwe re bibin piştgirî û bar rakin''. Dixwest fikir û ramanê Rêber Apo bigihîne gelê Kurd û hemû gelên bindest.

Bi Biryar Û Azweriyeke Mezin Li Ser Şopa Mezlûm Û Egîdan Meşiya

Fermandarê gerîla Delîl Temel ji Qendîl heya Zagrosan, ji Zagrosan heya Botan 29 sal bê navber têkoşînek ji agir da meşandin. Di vê rêyê de ticarî astengiyan nas nekir, fikaran jiyan nekir. Bi biryar û azweriyeke mezin li ser şopa Mazlûm û Egîdan meşiya û ala berxwedana pîroz li ser lûtkeyan li ba da.

Di 30’ê Tebaxa 2021’an de di êrişekî dewleta tirk a dagirker de li Qendîla qiblegeha azadîxwazan û dergûşa şoreşgeran gihîşt şehadetê û tevlî karwanê nemir yên Kurdistanê bû.

Delîlê dilan ticarî nayê ji bîrkirin. Wê bîranên wî timî di dil û wîjdana gelê Kurd de zindî bimîne. Wê serpêhatiya berxwedaniya wî li ser zimanê zarokên Kurdan bibe çîrok û destan. Mîrateya wî li pey xwe hêştî wê bibe ronahiya rêya têkoşîna azadiyê û bi serkeftinê tacîdar bibe.