Regezperestiya civakî têgehek pir ne kewne. Herî zêde di salên 1970’yî virdatir tê bi karanîn. Ev têgeh tê çi wateyê? Ango dema gotina regezperestiya civakî te ser zimên, pêwîste em çi fambikin?
Civak ji bo her kesekî nava wî da dayîk dibe nêzîkbûyînekî raber dike. Wê mane dana ji bo jin û ji bo mêr, li civakê rolekî bar dike. Civak ji bo zilam û ji bo jin rolekî taybet diyar dike. Ev rol barkirin ne li ser hîma bîyolojîk tê kirin. Ev rol barkirin li ser pîvanên ku civak ji bo jin û mêr dike tê kirin. Bi gotineke dîtir, rengê civakê çawaye nêzîk bûn jî bi wî şêweyî tê kirin. Bêguman civak dema van wateyan li ser jin û zilam bardike mabesta xwe heye. Armancên xwe heye. Û dixwaze ev mêr an jî jin li gorî vê civakê tevbigere.
Dîroka mirovahiyê de newekhevî ango neyeksanî, dema şikestina zayendiya yekem de pêşketiye. Şikestina zayendiya yekem jî dema ku civak bi destwerdana desthilatdariyê re rû bi rû dibe çêdibe. Dayîksalarî bi destê rahîb, fermandarê leşkeri û bi destê zilamê xwedan ezmûn tê hilweşandin. Encamê vê hilweşandina pergala dayîksalarî cihê wê baviksalarî digire. Bi pêra jî em dizanin ku çawa ev pergala baviksalarî veguherî bajar, çîn û dewlet. Bi dewlet jî destpêkirina şikandina zayenda yekem destpêkir.
Bi kurtasî, regezperestiya civakî ji vê rojê şûndatir destpêkiriye û heta îro hatiye. Dema em tên iro jî em dibînin ku çi sîstema bavîksalarî ango desthilatdariya mêr li ser mirovatî çekiriye. Welê çekiriye kî nezîkbûna jin cûda bûye û yê mêr cûda bûye. Wisa kiriye ku dema keçek tê dinê, ev keça demeki şûndatir hemû reftarên wê tên diyarkirin. Zilam jî hemû hareketên wî tên diyarkirin.
Bi zimenekî din, “jin wekî jin ji dayîk nabe, jin tê jinî kirin. Dîsa zilam jî wekî zilam ji dayik nabe, zilam tê zilamî kirin.
Ê ku ev rewş afirandî jî zilamê desthilatdar e. Zilamê dewlet çêkirî ye. Zilamê destavetiye bermahîyên zêde yên civakê.
Taybetmendiyên civaka xwezayî bi van nêzîkbûnan hatiye berevajîkirin. Civak ji rastiya xwe hatiye dûrxistin. Bêgûman ev jî hêliştiyê ku mirovên nava vê pergalê da dijîn ji xwezaya xwe dûr bikevin. Ev jî tê wateya ji rê derketinê.
Vê menê de pirsgirêka herî zêde ya mêre. Ango ya zilam e. Ev desthilatdariya zilam a heyî dahûrandin ji deh carî dahurandina jina ku hatiye kole ango bendekirin girantir e.
Çima ev welê ye? Ji ber ku desthilatdariya zilam koletiya jinê bi xwera aniye û evê jî hêliştiya ku jiyan pir hejar ango xizan be.
Civaka bi pir rengî bi desthilatdariya mêr dibe yek rengî.
Çanda zilam hêliştiye ku seranserê dîroka mirovahiyê bibe şer. Ango bi vî hişmendiya zilam diroka mirovahiyê were bin pekirin.
Pêwîste em ji bîranekin ku çanda şidet ango tundî civakê de çandek çêdike. Karakterekî hundirîn dide avakirin. Û em ji biranekin ku ev çanda jî hîma xwe da milê dewlet ve te gur kirin, xwedan kirin.
Bi cewheri em mijareke din bînin ser zimên, ango bi gotina bav û kalan em bêjin: bi şêwaz diyare mirov.
Em vegerin li ser xwe û nezîkbûnên xwe li hemberî vê mijarê di ber çavan re derbasbikin. Her yek ji me di milê xwe de vê regezperesti ango cinsiyetgeriyê pêşdixin. Hele eger em yek jî zilam bin hîn zêdetir em vêya pêşdixin.
Ji ber ku pergal welê hatiye avakirin û em jî di milê xwe de vê regezperestiyê pêşdixin. Em cudabûnî ango cewaziyê dixin nav jin û mêr. Em jî wek civaka hatî dabeşkirin û çînan nav xwe de dihewînê nêzîk bûnên dabeşkiri raber dikin. Em jî parçe dikin. Em jî cudahiyê dikin nav keç û xortan. Em jî – bi zanebûn nebe jî- pergala kapitalîst modernîst hundirî xwe de didin afirandin û didin jiyandin.
Pêwîste em van rastiyan bizanin da ku em karibin li dijî derkevin û li gorî vana tevbigerin. Dîsa em bizanin ku ev tiştên hatin kirin tiştên ku bi destên mirovan hatine kirinin. Ser mabesta da ku kanibin civakê gore xwe rêvebibin.
QASİM ENGÎN
- Ayrıntılar
Îro li Rojavayê Kurdistan’ê şoreşek rêve diçe. 19’ê tirmeha 2012’da bi awayekî fermî Kurdên Rojavayê Kurdistan şoreşa xwe bi dest girtina saziyên dewleta metinger ve îlan kirin. Pê re jî gav bi gav li giştî Kurdistan’a Rojava de şoreşa xwe bi serxwestin. Tam salek bû ye ku Kurdên Rojava xwe bi rêve dibin.
Pir balkêşe ku gelek deverên cîhanê yên wek Kurdistan’a Rojava dema xweseriya xwe îlan dikin tevahî dewletên cîhanê nebin jî piranî qebûl dikin, ango dipejirînin. Lê mixabin ruxmê ku Kurdên Rojava ev salekî zêdetire ku şoreşa xwe ilan kirine hêna jî hem nehatiye qebûl kirin, hem jî êrîş bê navber hemberî wan berdewam dikin.
Lê tiştê herî zêde balkeş ewe kû, hêzên navnetewî yên xwe hevalbendên gelên bindest dibinîn li her kesek zêdetir êrîşê Kurdan dikin. Nasnakin. Berde naskirinê rojane tehdît dikin. Gefan lê dixwin.
Em êrîşên dewletên wek komara turkiye fêmdikin. Em êrîşên dewletên wek Iraq û Îran’ê jî fêmdikin. Dîsa êrîşên dewleta Suriye jî fêmdikin. Lê mixabin em êrîşên dewletên qaşo xwe demokratîk dihesibînin fêmnakin. Û naxwazin fêm ji bikin. Ji ber kû ew dewletên qaşo xwe demokratîk dihesibînin sed sal berî niha çikirin em baş dizanin.
Em bînin bîra xwe; Lozanê de çi hatibû kirin? Kê mafên gelê Kurd û mafên gelên Ermenî û Asûrî firotibûn?
Kê ji bona berjiwendiyên xwe yên qirêj gelên herêmê firotibûn?
Kê gelên ne misilman rastê de hêliştin? Kê ew gur kirin û piştra jî holê de heliştin çûn?
Kî bû sedem ku Kurd bi mîlyonan werin qetilkirin? Werin mişextî kirin? Werin koçkirin? Werin helandin? Di komkujîya çandî re werin derbas kirin?
Bersiv pir zelal û xwerû ye; dewletên Rojava, dewletên qaşo xwe cîhana demokratîk dihesibînin, dewletên şerê cîhana yekê a dabeşkirinê de serketin! Hîn berbiçav, dewletên wek Îngîlîstan, Fransa û DYE û nokerên wan…
Çi bû Lozan?
Lozan di sala 1923 roja 24’ê tirmehê hatibû li darxistin. Di vê civînê da qala Kurdan hîç nehatibû behskirin. Tev de Kurd hewaleyî turkan hatibûn kirin. Kurd wekî ku tenêne hatibûn hesibandin. Ango hatibûn înkar kirin.
Heçku Kurd di civîna Sewrê de maf hatibû dayîn ku xwe bi xwe rêvebibin. Dîsa karibin welatê xwe eger bixwazin dewletekê an jî rêveberiya xwe yên herêmî sazbikin. Dîsa qala gelek tiştên din hatibû kirin.
Lê mixabin dema turka bajarê Mûsûl ji bo Îngîlîstanê hêlişt Sewr ji nişkava hat ji bîr kirin. Em berdin bira kirinê, komkujiyên ku turk pişt re li hember Kurdan bikin nedîtî ve hatin. Heta pirî caran komkujiyên turkan destekkirin. Paş wan sekinîn. Ew di qada navnetewi de parastin. Encamê giştî de di Kurdistan’ê de ji rejîmekî faşizan re rê vekirin.
Ew sistema ku piştra jê re “METINKARIYA NAVNETEWÎ KURDISTAN” hat gotin di esas de bi destê van dewletên Rojava ve hat çekirin û rêve hat birin.
Di dîroka Kurdistan de van dewletên Rojava bi taybet jî Îngîlîstan rolekî pir xirab leyîst. Bûne sebep kû li Kurdistanê tam sed salî şer were kirin.
Niha jî heman tişt bi destê heman dewletan ve carek din dixwazin rêvebibin. Berî sad salî Kurd înkar kirin û naçar hêliştin ku Kurd sed salî berxwebidin, niha jî naçar dihêlin ku Kurd carek din şerekî pir giran ve rûbirû bimînin.
Lê pêwîste herkes tiştekî baş bizane û planên xwe li gorî vê çêke: Kurd ne Kurdên berê ne. Kurd êdî têra xwe hene ku tevayî plansaziyên qaşo dewletên xwe demokratîk û pêşverû dihesibîne vala derbixin.
Bijî soreşa gelê me yê Rojava
Bijî şoreşa 19’ê Tirmehê
QASIM ENGîN
- Ayrıntılar
Yekemîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê di şexsê hemû şehîdên şoreşa Rojava’yê Kurdistan de pîroz be!
Du sal berê zêde pîlan û projeyên me jî tinebûn, derfet û bingeh jî tinebû ku em şoreşê pêk bînin. Lê belê hate piştrastkirin ku gelê Kurd êdî ji tinebûnê jî dikare hebûnê biafirîne. Me ev tişt pir berbiçav li Rojava’yê Kurdistan’ê dît.
Rola herî bingehîn di şoreşan de û bi taybetî jî di şoreşa Rojava de ciwanin. eger ciwanên Kurd çek hilnegirtana, heya niha dijminan wê em deh caran bela vela bikirana. Lê niha nikarin. Çima? Ji ber ku YPG heye.
YPG çiye? Ji bo me tê çi maneyê? YPG ew hebûne ku, li hemberî ew kesên ku bi dehan sal qesta canê me kirî, sîleha me ya yekaneye. Agirê bi hezaran salane ku di dilê dayîkên me de vêdikeve ye. Parastina namûs, şeref, nirx û welat e. Pênaseya netewa Kurd e. Deng û hêrsa ciwanên qehreman e. Mîrasa şehîdên nemir; Şîlan, Xebat, Sîpan, Serhed, Dîlovan û bi dehan yên din e.
Ji bo vê, eger hêza parastina me nebe, wekî ku li Til Ebyad, Til Koçer, Serêkaniyê, Efrîn û gelek deverên din tê dîtin, wê çete, gur û rovî bixwazin me bixwin. Ev dem ne ew deme ku em bibin pariyê devê gur û çeqelan. Wê demê divê em hêza xwe ya yekane YPG’ê bikin artêşeke pir bi hêz û mezin. Da ku dijmin me nasbikin.
Ya din, her ciwanekî ku xwîna wî paqişe, xwe welatparêz dibîne û dixwaze şîrê diya wî lê helal be, divê li her deverê Rojavayê Kurdistanê di nava liv û lebatê de be.
Îro em dibînin ku li Rojava ji çar aliyan ve neyaran dor li gelê me girtiye û her derfeteke piçûk de êrîş dikin welêt. Herî dawî me bihîst ku çeteyên Cebhet-ul Nasr fitva daye ku, jinên Kurd li şervanên xwe helaldike. Yanî vêya ji bo dayîk û xwîşkên me dibêjin. Divê em wekî keç û xortên xwedî şeref û rûmet yan vê gotina wan di difna wan re bînin. Yan jî divê em axa welêt biterikînin û biçin! Em nikarin li ser xaka Kurdistanê guh bidin heqaretên bi vî awayî! Divê çeteyên wekî Cebhet-ul Nasr û yên din hêza ciwanên Kurd bibînin.
Niha erk a li pêş me ciwanan çiye? Çi di nava refên YPG’ê de dibe, çi jî di nava xebatên cuda de dibe bila bibe, divê muheqeq em tevlî nava refên şoreşêbin.
Ji bo vê em di hemû meş û çalakiyên xwe de slogana “hemû ciwan marş marş” bavêjin û ji xwe re esas bigirin ku serkeftina me mîsoger be.
Serhed TENDUREK
- Ayrıntılar
Nirxandineke Çetîn Emeç ku ji bo min kiribû, min di rojnameya Huriyetê de xwend. Binê hevokeke min xêz kiribû. “Di bingehên rast de hezkirin.” Dibêje ev çi gotin e û binê wê jî bi pênûsa sor xêz dike. Bi rastî jî di bingehên rast de hezkirin pir girîng e. Lê pir zor e. Ez di van mijaran de pir birêgez im. Di bingehên rast de hezkirin, karê dadweriyeke mezin, xweşiktî û kedê ye û karê serkeftina mezin e. Ên ku vê pêk nayinin, nikarin hez bikin. Ên ku rêxistina wê, her cure çalakiya wê nagihînin xalên herî pêş ango yên ku nikarin xwe bigihînin kesayetiya wê ya yeman, hezkirina wan rajêrî ye. Va ev e wilfa min a felsefî.
Ez lê dinêrim qet eleqeya zilam bi serkeftinê nîn e. Ji ber vê yekê nikare hez bike, heram e, metirsîdar e. Ez dibêjim mirovê ku xwe bi serkeftinê ve kilît kiriye hezkirina wî hêja ye.
Bi durûtiyê na, divê evîn bi temamî xwe birêveçûna ramyarî û serkeftinê ve kilît bike. Ferhad e, niha di nava me de nav ev e. Şîrîn serkeftin e, Ferhad jî ew zilam e ku xwe kilîtê wê kiriye. Ger em di vê de li hev bikin, bila hemû evîn ên we bin. Ma ez çi bikim? Ma hun dixwazin a sexte bi min bidin erêkirin? Ma ezê çi bibêjim ji wan ên ku bi şêwaza serkeftinê ve ne girêdayî ne? Helbet ezê bibêjim nexêr!
Nîşanên min ên balkêş hene:
Dê xwe li gava yekem a serkeftinê kilît bike, lê dê jidil be. Niha di wê dumendiyê de ku min jiyabû, tê de jî hebû. A ku jinê li ser min pêwîst dikir ev bû: Ger tu min bixwazî dê tu ramyariyê bixî bin piyê xwe. Nirxê ramyarî, puxteya ramyarî û esasên rêxistiniyê bikişîne pîlana duyemîn ango fedayê min bike. Min heşrê rakir. Min tengezariyên mezin borandin. Dilê min bi vê qayil nebû. Ger evîna takekesî bibe hêza herî mezin jî, di wê demê de min xwe nefirote vê ‘evînê’, min gav bi gav xwe jê dûr kir.
Min got evîn ne ev e.
Min di rêxistin û ramyariyê de heterî kir. Belkî ziwa bûm, lê min ramyariyê jî rizgar kir. Di wê pêvajoya navûdeng de ku min têkiliyê qut kiribû, tam di rewşa berxwedanê de bû.
Va gotinên min ên dawî.
Min gotê weke Gandî, Yanîez dikarim perhîza zayendiyê hetanî dawî li dar bixim, tu nikarî min bixapînî, ev hêza min heye.
Divê her kes li hember vê rêzdar be; pêwîst e em pêşikiyê bidin ramyariyê, lê bi teşeyekî rişt. Kirûyekî herî bingehîn ku ez ber bi welatparêziyê ve birime, ew rûdanên li derdora rastîna jinê ye. Min gotibû jin weke welat e ku divê bê rizgarkirin.
Min çîroka xwe ji we re vegot. Ev hesteke bingehîn e û jixwe min aniye halê dirûşmeyê. Jina ku azad dibe, ew Kurdistan e ku azad dibe û heta ew zilam e ku azad dibe. Asta bi jinê re têkilî danînê, bi min weke dagirkeriyê tê. Di van bingehan de jinê girtina bin serdestiyê, hesteke mînanî welat ji dest çû, azadî ji dest çû bi min re dide çêkirin. Ev yek pişt re peyitand ka bi azadiyê re dê çiqas di nav hev de bin. Asta azadiya jinê asta azadiya civakê ye, ew jî ya welêt e.
Ez bijarteperest im...
Ez pir li pêş artîstê herî bijare me. Aliyê ku ez dibime heyranê artîstan, ew aliyê wan ê ku miriyê bijarteperestiyê ne. Va ez deh qet û heta sed qet ji wan zêditir bijarteperest im. Di vê kûrahiyê de xwedî perspektîfeke hunerî me. Meqseda hunerê pêşxistina hesta estetîk û xweşiktiyê ye.
Peydakirina xweşiktiyê, civakbûnîkirina wê ye.
Du bingehîn objeyên xweşiktiyê: Zilamê xweşik û jina xweşik e.
Weke yekî ku ewqas xwedî hêz e, bi min ve eleqedar nakokiyên min jî hene. Evîn ji bo min çi demê girîng e? Ma ez dikarim evînî bibim? Bandora ramyariyê ji min çiqas tişt birine? Ez xwe lêpirsîn dikim. Dema ku ez zarokekî gundî yê ku navûdengê wî ne diyar bûm, zêde ji min nedihate hezkirin, lê niha eleqe pir mezin e. Hingê ez dibêjim di virê de çewtiyeke mezin heye. Ger ez bi paldêriya ramyariyê, xwe bidime hezkirin, ev durûtiyek e.
Ma bi rastî ji ber ku ez weke takekes mezin bûme hêzdar im ango hêza ramyarî di min de civiyaye -ji lewma weke takekes hêzdar im? Gelo ecibandin û eleqeya jin û civakê bingehê xwe ji kû derê digirin?
Lêgerîna min ev e: Ezê weke tîpekî ku xwe disipêre hêza ramyarî, bi misogerî ne kesî nêzîkê xwe bikim, ne jî xwe li ser kesî pêwîst bikim. Ev rêgezeke arişenî û sincî ye. Ezê weke ‘ez’ li ser piya bimînim. Qet tu hêza min a ramyarî tune be jî, divê ez karibim ‘ezê’ li piya bihêlim.
Evîndarê min bûyîn zor e...
Me Zîlanê dahûrand. Zîlan evînek e... Asteke herî girîng a evînê û pêkhatina evînekê ye. Ez nikarim bibêjim ku ez bêevîn im. Lêgerînên we yên jin û zilam cuda, yên min cûda ne. Jiyanîbûna şêwaza Zîlan ji bo min pêşveçûna evînê ye. Wêrekiya hezkirinê dide.
“Mezin jiyandin, mezin hezkirin.” Mezin şerkirin. Ev bi hev ve pir girêdayî ne. Ger pratîze bibin, dê evîn pêş bikeve û rêzdarî jê re bê nîşandan.
Çalakiya me ramyariya me ya mezin e, ramyariya me ya mezin evîna me ya mezin e. Emê bi reha vê bidine pejirandin, wekî din riya wê nîn e. Ez pêşiya keçikên xweşik ango keçikên divê werin xweşikirin erjeng vedikim. Belkî hun karibin bi jinekê re eleqedar bibin, lê ez ku ji destê min were ezê bi hemû jinên cîhanê re eleqedar bibim. Di pêş sîstema ku Amerîkayiyan dane afirandin lêgerîneke min a jinê -enstitûya xweşikirinê û di her cureyî de afirandinê di hempaya xwe de pêş dixim. Qet eyba wê nîn e. Şûna ku ez bibim zilamekî pîs ê serdest, ezê bibim rêvekerekî ku jinan ber bi xweşikiyê ve radike. Di ciyê têkiliyeke ku ez bi xwe re bidime dadan, ezê bibim ew kesê ku her kesî ber bi pêşbirka mezin ve radike, -va dîsa fomûl binavûdeng e, yê ku herî zêde şer dike, dibe ew kesê herî xweşikbûyî, yê ku herî zêde xweşik dibe, dibe ew kesê herî jê tê hezkirin. Jixwe ev viyanê dide afirandin, viyan jî hêza hezkirinê diyar dike. Ev, hê di mirovê Kurd de nehatine dahûrandin. Ew di sewdaseriyê de şêwaza herî paşdemayî ye, ez jê dikerixim û ji bo vê yekê jî parastinên min hene.
Emê kesayetiya sewdaseriyê tune bikim.
Ez dixwazim astekê bidime afirandin. Hezkirin bûyereke mehşerî ye. Emê di hizûra civakê de wekê bûyerekê binirxînin. Dibêjin ya pir taybet, têkiliya taybet, nexêr! Di bingeh de divê em evînê weke têkiliyeke herî civakî, herî rewa û mehşerî binirxînin. Di nava me de berevajî weke ya herî bieyib tê dîtin. Divê em hezkirinê biçepikînin û bikin taç li ser serê xwe. Helbet ji bo vê yekê jî afirandina hemû zemînê hezkirinê yê zilam û jin û pêşxistina rewayiyê pêwîst e.
Ez alîgirê jinê me.
Zayendîtiyê jî, di hundirê sînorên ku min diyar kirine de xweşik dibînim. Eleqeye zayendî tiştekî xweşik e. Jineke xweşik re eleqeyê rabihîstin, bi jineke xweşik re bûyîn, bi şertê ku sînorên min danîne bêne esasgirtin bûyereke hêja ye. Ez dibêjim em a rast saz bikin.
Têgînên mînanî evîn, têkiliya xweşik, hezkirin-berdilkî tenê dikarin di wan ciyên bilind ku destê dijmin dirêjî nabe pêk werin. Lê ciyên me yên ku destê dijmin dirêjî nebûye mane an na?
Mezin rêzdariya min heye li hember bûna şervanê evînê.
Lêgerê/a evînê çewtî nake, naterpile. Ev te mezin dike. Ger tu evînê li ciyên ku destê dijmin dirêjî nabe digerî û ji vê re nirxekî mezin didî, çalakiya te ya welêt, çalakiya te ya azadiyê, çalakiya te ya mirovî ku bin nakeve dê bi misogerî pêşveçûnê saz bike û serkeftina wê serkeftina evîna te ye. Weke remzekî her keç û xortekî me dikare bibe mijara evîneke wisa. Divê weke teorîk hebe û di pratîkê de pêk were, rêzdarî jê re bê nîşandan. Li virê wisa rewşeke bieybî jî nîn e.
Emê ji mirovên me yên xweşik erjeng hez bikin...
A eyb nehezkirin e, ya eyb hezkirina kirêt e, ya eyib hezkirineke ku sînorên ajoyên takekesî derbas nakin, Yanîtê de mar tijî ne û qaşo hizir dike ku dikare hez bike.
Em afirandinerên evîna Kurd a hatî kuştin in...
Ger hun hestên xwe yên kevnare hilweşînin û hilkişîna xwe ber bi hestên pîroz ve bibin, hun tenê namînin û mezin bibin. Eyb jî nîn e, em di heftê saliya xwe de jî bin, emê lêgerîna vê bidomînin. A pêwîst û pîroz e ji bo Kurdan ev e. Ne bi jinekê re, bi puxteya jinê re mijûlahiya min heye. Ji bo jinê di hundirê sînorên pergalê de û di der barê wê de biryar hatiye dayîn. Çi ye ew biryar? Va, dê çawa bibe nîşanî, çawa bizewice, hemû mafê mêr, mafê pergalê û mafê civakê hetanî kitekitên herî zirav û hûr bi rêpîvanan ve hatine girêdan. Ev ji bo jinê dîlîtiyeke mezin e.
Dîlîtiya jinê di rasteqîna civaka me de di çi astê de ye?
Bi ya min di asteke pir pêş de ye. Ma hun dizanin çima ewqas nêzbûna jinê ji min re heye? Ji ber ku ez, ew sinc, zagon, irf û adet, kevneşopî û nêrît, serdestiya zilam û ew mehkûmiyeta ji sedsalan vir ve hemû paşeroja wê dorpêç dike û jinê di nava civakê de ji ramyarî û aboriyê dûr dihêle û terkeserê ciyên teng dike, red dikim. Karê di pêş de min pêk aniye, navdêriya mêrîtiyê ku ev di zilam de tê temsîlkirin, di xwe de tune dikim. Ez ji vê re dibêjim kuştina zilam.
Zilam mir.
Keç û xort hetanî dixwazin bila ber bikevin ango şa bibin çêtirdîtina wan e, lê min zilam da kuştin. Ev karekî min ê herî biwêrekî ye. Lê li ba vê kuştinê hindek pêşveçûnên ku derketine holê jî hene: Beriya her tiştî min jinê qezenc kir. Zilamê ku tê kuştin jina tê qezenckirin e.
Weke encamekî çalakiya me, ez zilam pêgirê rexneyê dikim. Zilamê hatîdayîn hate dahûrandin û hate dîtin ku zilamê herî zêde belaya ser e. Ez zêde jinê berpirsiyar nabînim. Ez dibêjim ezê vî zilamî çareser bikim. Niha li ba min pirsgirêka zilam di pêş pirsgirêka jinê de ye.
- Ayrıntılar
Navê Kod: Cemîl Iğdır
Nav û Paşnav: Metîn Torun
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 1975 Îdir
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: 1991 –Çiyayê Agirî
Cih û Dîroka Şahadetê: 1’ê Tebaxê 2011- Maku
Şehîd dana jiyankirin deyînekî herî mezin ê li ser milê me ye, ji ber ku her şehîdek xwedî gelek hêvî û baweriyên mezin in. Jiyankirina bi wan re dilsozî dixwaze, hêz dixwaze vînek mezin dixwaze. Yek ji şehîdê ku xwedî gelek bawerî û hêvî Rêheval Cemîl Serhed e.
Belê, min hêvalê Cemîl di sala 2007’an de naskir. Em bi hevre ketin guruba Serhadê, lê hevalê Cemîl di gerîla de ciyê herî zêde lê têkoşîn daye meşandin herêma Serhedê ye. Çawa ku tevgera azadî nasdike û pêve piyên xwe li xaka Agirî, diavêje nav jiyana gerîla. Dilê wî di quntarên Agirî de hildavêje. Ne şaş bû ew kelecana dilê wî, ji ber ku ew jî yek ji zarokên ku ji ber şûrê desthilatdariyê hatibû xilaskirin. Ew tevgera azadî di temenekî biçûk de dinase û dikeve nav lêgerînan, dem nabore di pişt naskirina wî ya ji tevgerê re, ew bi biryarek bilind, bi heskirinek mezin evîna xwe di evîna çiyan de dibîne û tevlî nav gerîla dibe, di sala 1991’î de tevlî nava refên gerîla dibe, ew salên xwe yên dirêj di nava têkoşînê de li çiyayê Agirî derbas dike. Êdî hevalê Cemîl li çiyayê Agirî dest bi erkdariya xwe ya gerîlatiyê dike û dixwaze bi rengekî herî baş bibe şervanê Rêber APO. Piştî mayîna çend salan ew derbasî başûrê Kurdistanê dibe û ji nêz ve tevgera Rêbertî nasdike. Lê di sala 2007’an de ji nişkê ve derbasî giruba serhedê bû. Belê, hevalê Cemîl qet ne di rojevê de bû ku ew jî derbasî herêma Serhedê bibe, êdî me amedekariyên xwe yên dawî kiribûn û em ê ber bi rêwîtiya bakur ve biçûyana, lê di rê de dema ku hevalê Cemîl ji perwerdê dihat û dizanîbû ku wê ev gurub biçe Serhedê, gotina ku kir ev bû “ kes nikare min ji ketina gurubê asteng bike”, bi vê bîryarê û bi vê sondê derbasî gûrûbê bû. Her çiqas min berê hevalê Cemîl nasnedikir lê ji bo ku mirov biketa cîhana wî ne zehmet bû, ji ber bi nêzikbûnên xwe yên pijyayî mirov bi sihbetên xwe bi laqirdiyên ango henekên xwe germahî di dilê mirovan de dida hîştin. Hevalê Cemîl şopên giranbiha li cem mirovan dihêştin. Cihê ku ew hebû moral, coş ti carî kêm nedibû. Bi her kesî re di nav dayîn stadinê de bû. Di gurubê de her tim çavkaniya moralê bû.
Hevalê Cemîl dema ku mirov di destpêkê de didît sekna wî bala mirovan dibir ser xwe, bejna wî gelek dirêj bû û di meşa wî de heybeta gerîla hebû. Dema ku hate nava gurubê çeka wî ya em-16 bû, lê ji yên bi çûk bû. Lewma gelek caran hevala digot; hevalê Cemîl ji bo te ev çek ne biçûk e, ew li hevalan dizivirî û digot ‘‘ na ev çek çiqas biçûk xuya bike jî lê em ji bîr nekin dibe sedema kuştina dijminê me’’ ew her tim bi bersivên xwe yên balkişandî dihate naskirin. Belê yek ji taybetmendiya bi xurtî dihate jiyan kirin, sekna wî ya di nava gel de bû. Bi taybet him ji aliyê gelê herêma serhedê him jî di nava gelê Maku de hezkirinek mezin xistibû di nava dilê wî gelî de. Ev hezkirina ku ji Gel re dida nîşandan, di eslê xwe de îfadeya heskirina wî ya ji welat re diyar dikir, rastiya gel pir baş fêmkiribû. Li herêma Serhedê navê bi sedan zarokan bûye Cemîl ev jî diyar dibe ku çiqasî gel pê ve girêdayîbû, yek ji sedema heskirina gel ew bû ku mirovên ku bixwesta xerabî bikin ji ber sekna hevalê Cemîl nedikarî bikin, ev jî ji bo gel moralekî bilind bû. Belê weke min li jor jî da diyarkirin ji ber gerîlatî li wir fêr bûbû qet di ketina nav de zehmetî jiyan nekir, bi lezgînî kete nava xebatê. Piştî ku çar sal li wir qedandin di encama kemîna pastaran de li herêma Maku jiyana xwe ji dest dide û tevlî nav karwanê şehîdan dibe.
Di gelek şer û pefçûnan de derbas bûbû lê bi hostetiya gerîlatî her tim xwe xilaskiri bû. Ev car ne weke ti carî bû, çawa ku di salên xwe destpêkê de dilê xwe li quntarê Agirî hildavêt, di çûna ber bi şehadetê va jî xatirê xwe li ber quntarên Agirî xwest û di çavê wî de biriqandina berfa li ser Agirî hebû. Meşa xwe bi Agirî destpêkir û bi Agirî dawî kir. Rêhevalê Agirî û tendûrek ê nû hevalê Cemîl Serhed. Belê rêhevalê hêja wê tu her tim di dilê min de jiyan bikî. Wê ev bibe sonda min ji bo te rêhevalê hêja û dilovan Cemîl Serhed.
Silav û rêzên şoreşgerî.
Rêhevala wî yê têkoşînê, Şaristan Nurhaq
- Ayrıntılar
ŞEHÎD SEMA BOTAN- MUHSÎNE ETE:
Nav û Paşnav: Muhsîne EteNavê Kod: Sema Botan
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 1983 Sîrt
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Sîrt 2005
Cih û Dîroka Şahadetê: 5’ê Tebaxê 2009 li Colemergê (di pevçûnê de)
Qadên Lê Maye: Qendîl, HKÎE, Zap, Botan
Rêber APO ji bo koçera gotibû” koçer mirovê esîl in, cewherê rast ên mirovatiyê parastine û jiyan dikin” bawerî û hêvîya xwe ya ji koçera re anîbû ziman. Rastî jî bi qasî ku min jî jiyan û çanda wan şopand,cewherê jiyana wan şopê serdema neolitîkê, li gel wan pir tê jiyankirin. Jiyana wan a xwezayî û bi xwezayê re jiyankirina wan, vê eşkera nîşan dide. Bi taybet ev şop bi dayîk û jinê koçera re pir diyar tên dîtin. Ji pêçandina wan a cil û berga, ji axiftin û sekna xwe a serbilind, ji fedekarî û xizmeta civakê kirinê, ji wêrekî û bixwe bawerîya malbat bi rêvebirinê, em bigrin heya parastina malbata xwe, ev teva şopê xwedavendan e û di jîna koçera de lipêş e. Bixwe bawerîya jina koçer, hiştiye ku malbat wê erkdarî berpirsyariya malbatê bike. Bihara sala 2000’ê ez û hevalê şehid Îbrahîmê Zer, li navsera Qendîl çûn cem zomekî, çend deqîqa runiştin. Li ber devê kon sê zilam runiştibûn, dayîkekî jî çend qoşxana danîbû ser agir, şîr germ dikir û xwarin çêdikir. Dema ku em runiştin dayîk hat cem me û çi pirsê ku me ji zilama pirs dikirin zilam bêdeng diman û dayîkê bersiva me dida. Yanî hem çavê wê li qoşxanê ser agir bû, carna radibû diçu li wan dimeyîzand agirê wan geş dikir, hem jî bi me re ji zilama bêhtir di nav dan û sitandinê de bû. Xuya bû ku dayîk li ser wan zilaman, xwedî bandorek birêz e. Belê, wek vê mînakê gelek car min ev nêzikbûn di nava koçeran de dîtiye. Li gor civakê koçer zêdetir jin erkdartiya malbatê birêve dibin û tê guhdarkirin. Welatparêztî jî di nav koçera de li pêş e û herî zû yên ku deriyê xwe ji PKK’ê re vekirin û malovanî kirin, koçer in. Xizmet û fedekariya gelê koçer ji bo tekoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê, pir zêde ye û hêjayî rêzgirtinê ye. Bi mal û canê xwe, malovanî ji gerilayê Kurdistanê re kirin û bawerî bi PKK’ê anîn. Îro jî li bajar, gund û çiyayê Kurdistanê, cihê ku koçer lê hebin hêza pêş a tekoşînê ye û xwe paqij tevlêdikê. Herî zêde ew li çiya bi gerila re dilsoz û heval in. Ew jî wek gerilayê azadiya Kurdistanê, tim li çiya ne û bi xwezayê re jiyan dikin. Ji tekoşîna gerila û jiyana çiyayî re ne biyanî ne, ew bi dilxweşî li çiyayê azad dijîn û xwedî rûmetekî azad in.
Belê, Heval Sema jî keçeke koçer bû û ew bi eşqa azadiya welatê xwe, tevlî gerilayê azadiya Kurdistanê bibû. Ew jî wek jina serbilind û wêrek Hevala Silav ku koçer bû û bi fedekariyek mezin tiştê ku gelek kesê nedikarî bike wê dikirin, bi xwe bawer bû. Belê, Heval Silav jî jineka koçer bû û bi wêrekî û kiryarê xwe yên serkeftî, nirxê pir giranbiha bi berxwedana xwe derxistin holê. Heval Sema jî şopdarê Silav û bi hezara şehidê Kurdistanê bû û xwestibû ku erkê xwe bîne cih. Bi ciwaniya xwe ya temen biçuk qesta jiyana azad a nav refê gerilayê azadiyê kiribû, ji bo azadiya gel û welatê xwe. Heval Sema ewqas zindî û zîrek bû ku di tevayê xebatê xwe de tim serkeftî bû. Rûkenî û coşa Heval Sema, morale hevalê derdorê xwe bû. Bi wê hevaltiya xwe ya dilpak, paqij û ya şîrîn baweriya hevalê xwe ya herî xurt li dijî dijmina bû. Carna hevalên ewqas di sekna xwe ya dilsoz ku bi nirxê gel, Serokatî û şehida ve girêdayîn e, mirov hêza herî mezin ji wan digire ji bo serkeftina tekoşîna azadîyê. Ewqas tişta di sekin û tevlîbûna xwe, xebat û kiryarê xwe de nîşan didin ku li hember wan rêzgirtinek mezin çêdibe. Yek ji van jî lehenga rûbiken hevala Sema bû. Biqayî hevaltiya wê ya paqij mînak bû d inav hevalan de, ewqas jî wêrekiya wê ya li hember artêşa Tirk jî hêz û hêviya serkeftinê dida hevalan. Rastî jî di şerê xwe yên êrîşa ser dijmin de, wêrekî dida derdorê xwe. Heval Sema sala 2006’ê de derbazî qada navîn, eyaleta Amedê bû û tevlî xebatê gerila yê şerê azadîyê bû. Dema ku derbaz dibûn, bi koma xwe re hatin cem me Gabarê û min ew nû dît û çend roj li cem me man. Rastî jî hevala ku di nav komê de herî zêde bi coş û zindî xuya bû, Heval Sema bû. Ev di tevayê jiyana wê de xuya bû û tev hevala jî bi çavê xwe didîtin û dianîn ziman. Ewqas meşa dirêj, ji Başurê Kurdistanê heya Gabarê hatibû jî, lê dîsa wek ku ne meşîbû zindî û zîrekbûna wê diyar dibû. Belê her gavek ku bi pêş de diavêt, nêzî dijminê xwe dibû û daxwazîya wê ya tola hezar sala rakirinê ji xwînmêja, zêdetir dibû. Li pêşîya wê hêj rêka dirêj a du heftan mabûn, dîsa ew bi moral bû û bi hêviya ku zû tevlî şer bibe, xwe amade kiribû. Piştî çend roj li Gabarê cem me man, pişt re ji me cûda bû û berê xwe dabû eyaleta Amedê. Sala 2007’an dema ku em çûn eyaleta Amedê min cardin ew dît û êdî heya ku şehid ket jî em bi hev re tevlî xebatên şerê azadiyê bûn. Çiqas carna em durî hevbin jî, lê xebatê Heval Sema me ji nêz de dişopand û min moral ji tevlîbûna wê digirt. Payîza 2007’an bû em gihiştin herêma Koy Sipî(Akdax) ya ku Heval Sema jî ji vir bû û di rêveberiya herêmê de jî cih digirt. Mêhvandariyek pir bi rêz nîşanî koma me da û berpisyariya wê ya ewlehî û pêdiviyê hevalan pêkanînê, Heval Sema baş li ser disekinî. Li vê herêmê bihara 2008’an dema ku operasyona artêşa Tirk derdikeve herêma wan, heval kemîn li pêşiya wan diavêjin û ji nêz de bi bandor li wan didin. Hevala Sema hevala herî li pêş e û çawa ku li leşkerên Tirk dixe, diçe ser çend leşkeran û du çek ji ser wan radike û paşde dizivire. Belê, di eyaletê de destpêka salê Hevala Sema bi wê çalakiya xwe ya serkeftî û çek rakirin ji ser dijmin, pêvajoyek êrîşê dabû destpêkirin. Ji bo vê serkeftina wê, hevala ew xelat kiribû û baweriyek mezin dabû hevalan. Ewqas hevalekê paqij û şerker bû, tevayê hevalan dixwest ku Heval Sema here herêma wan û pê re tekoşîna azadiyê bimeşînin. Hevalên eyaletê teva ji tevlîbûna Heval Sema ya jiyan û şer hezkiribûn û bawerî pê anîbûn.
Piştî civîna rêveberîya eyaleta Amedê ku Heval Sema jî tevlî bû ya bihara 2008’an, Heval Sema hat bîryargeha qadê û êdî me bi hev re xebat û meşa dirêj meşandin. Bihara 2008’an me berê xwe dabû eyaleta Erziromê. Belê, bi hev re me berê xwe da bilindahiya çiyayê Çewlikê. Ava Muradê jî li pêşya me bû û pişt wê re deşta Çewlikê jî dihat pêşya me. Lê çiqas li pêş me rêka dirêj û nexweş hebû jî, hevalên wek Sema, Özgur Armanc zîrek û fedekar, nehiştin ku em biwestin û tim moral dan me. Me da nav ava Muradê, avê dida sînga hevalan lê dîsa hevalan lêda û em derbazî Bakurê Mûradê bûn. Her navberek ku me dida meşa xwe, Heval Sema bi axiftinê xwe yên xweş û biwate hêz dida hevalan û westandin diborand. Êvarê heya berê sibihê em di deşta Çewlikê re meşîn û gihiştin quntarê çiyayê Ferxanê. Meşa me ya bi Heval Sema re ji Kanîreşa Çewlikê heya Pulumur û Nazimiya Dêrsimê çûn, berdewamkir. Ev meş nêzî 20 rojan berdewamkir û her şevekê em di gelek çiyayê bilind û dolên kûr re derbaz dibûn. Heval Sema di vê meşa dirêj de, dema ku me navber didayê û me dixwest ku em çayek an jî xwarinek bixwin, Heval Sema dibezî çaydank û beriya hevalan destbi xwarin çêkirinê dikir. Ewqas ji bo hevalên xwe fedekar û xizmet bê hesab dikir. Rastî jî ti car mirov nikare wê xizmeta wê ya hevaltiyê ji bîr bike. Li eyaleta Erziromê Heval Sema tevlê gelek keşfên baregehên leşkerên tirk bû. Qereqola Sariyayle û ya Tezvazê jî keşif kir û dawî jî bi xwe jî di çalakîya Tezvazê de cih girt. Wek tê zanîn ev çalakî serkeftî bû û bi dehan leşkerên Tirk hatibûn kuştin. Heval Sema di amadekarî û pêkanîna vê çalakiyê de ristekî pir mezin leyîsti bû û hêz dabû hevalan. Wê bi tecrube û wêrekiya xwe coş dabû hevalan û derbeyek kuştinê li dijminê xwe yên xwînmêj dabû. Belê, wek gelek carên din bi lêdana xwe ya dijwar, tirs û xof xistibû dilê artêşa Tirk. Wek xwedavandek şerê azadiyê li dijî dijminê hovane ku welat û gelê wê dagirkiriye, disekinî û tola kal û pîrên xwe radikir.
Dewlemendiya Heval Sema tenê ne zanebûn û tecrubeye şer bûn, dilgeşiya wê ya xweşikbûna şînkayiya zozanê Erziromê ku di gul û kulîlkan de di xemilîn jî, dil û mejiyê wê vedikir ji bo azadî û serxwebûnê. Her gul û kulîlkek dema didît, rûyê wê wek wan gulan vedibû, reng û bêhna xwe dida derdorê. Rastî jî dil paqijî û rûkeniya Heval Sema, li ber çavê mirov wek gulekî geş di zinarê bilind de ku azad jiyan dike, dianî ber çavên mirov. Heval Sema pir hez gul û kulîlkan dikir û tim bi wan re dikeni. Belê, ew keçek koçera bû û tev jiyana xwe di nav gul û kulîlkên çiyan de derbazkiri bû. Ew keçek zozan û çiya bû, bi bêhn û rengê şînkahiya giya û kulîlkên reng birengî şah bûbû û fêrî wateya jiyanê bûbû. Mezinbûna wê bi bêhna kulîlk û gulên çiyan bû. Zarokek xwedavend û xuşka Silav û bi hezaran jinê serhildêr bû. Rêka xwe baş ser rastkiribû û xeta şopdariya wan, bi tevlîbûna PKK’ê berdewam kiribû.
Belê, em cardin bi Heval Sema re ji çiyayên eyaleta Erziromê zivirîbûn û berê me li eyaleta Amedê bû. Çiqas rêke me cûda jî bû, lê dîsa dirêj bû û bi fedekarî, coşa Heval Sema bê navber heya eyaleta Amedê em bi hev re meşîn. Biharê Heval Sema derbazî eyaleta Botanê bû û payîzê zivirîbû eyaleta Amedê. Di van rêkan de bi dehcar bîranînê Heval Sema ku wê tim hêz bidin mirov hatin jiyan û dîtin. Bi Heval Sema re li çiyayê Kurdistanê meş û pê re jiyankirin, her saetekê bîranînekî bi nirxbû. Di bihara sala 2009'an de dema ku operasyona artêşa Tirk li herêma Şehid Brusk, Pîranê çêbû, hevalan êrîşî ser girekî leşkerên Tirk kiribû û dijmin tar û mar kiribûn. Baskê ku Heval Sema fermandarê wê bû, di çend deqîqa de çeperê leşkerên Tirk dixin dest xwe û gelek leşker dikujin. Cardin Heval Sema du çekan li ser leşkerê Tirk radike û bê windayî paşde dizivirin. Ev çalakî ji bo bîranîna Heval Özgur û pê re di çalakiya Tezvazê, li eyaleta Erziromê şehid ketibû, kiribûn. Çalaki ser navê, tîma Şehîd Özgur, hate kirin. Belê vê carê jî xwedavenda şerê azadiyê, li ser serê dagirkerê Kurdistanê ferman rakiribû û ew şaş û maşo kiribûn. Bi vê çalakiya xwe ya serkeftî jî moralek mezin dabû heval û gelê xwe, ewqas jî tirs û xof xistibû dilê dijminê xwe. Wek brûskê li dilê neyar ketibû û tola şehidên Kurdistanê rakiribû. Wêrekî û xwînsarîya wê ya li hember dijminê xwe, dihişt ku çalakiyê wê tim serkeftî bin. Lê mixabin ev çalakî dawî bû, piştî vê çalakiyê demek ne dirêj, dema ku Heval Sema bi komek heval re ji herêma Apê Musa derbazî herêma Licê dibin, li nêzî korxê dikevin şerekî giran û bi Heval Sema re Heval Bêrîtan,Elî û Rustem jî her çar heval şehid dikevin. Artêşa Tirk derdorê noqta wan digire û di encama şerekî giran de ku gelek leşkerên Tirk jî tên kuştin, ew jî bi qehremanî tevlî karwanê şehidên Kurdistanê dibin. Ew her çar lehengê Kurd, hevalê pir hêja bûn û xwedî xebatekî serkeftî bûn. Heval Sema jî wek gelek ciwanê Kurdistanê ku xwe xistin cangoriyê welat û gelê xwe, wê jî erke xwe ya berxwedêr ku bi gelek cara derbê mirinê li dijminê xwe xistibû, xwe da nişandan. Wê ciwantiya xwe feda kir ji bo azadiya mirovatiyê. Şoreşgera Kurdistanê, bi kiryarê xwe yên pir giranbiha ku ji bo Kurd û tevayê mirovatiyê, pir pîroz û hêjabûn, derxistin holê. Pêwîst e her miroveke ku bêje ez mirov im, li hember vî nirxî birêz be û bibe şopdarê armanca vê xwedavendê. Ji ber ku Heval Sema tev jiyana xwe xist xizmete azadî û serxwebûna mirovatiyê û heya dilopa xwîna xwe ya dawî jî, li berxwe da. Em jî wek hevalê wê cardin soz didin wê û şehidên şoreşa Kurdistanê ku em ê girêdayî bîranînê wan bin û rêke wan bişopînin. Ti car ew rûkeniya Heval Sema ji ber çavê me naçe, ti car ew zindîbûn û zîrekbûna Heval SEMA ji ber çavê me naçe. Şewqa wê tim pêşya me ronahî bike, heya serkeftinê.
- Ayrıntılar
Rêhevala delal a rûyê wê, dilê wê dikene
Di rûyê te de kenên germ, di dilê xwe de bahozên bêeman
Û te xwe li rêyan xistiye
Dema îro te starana xwe digot xweşikbûneke cûda bû, gotinên ku di dengê te de bilind dibû
Te rêhevalên delal ên dilê wan û rûyê wan dikene jî hildaye ligel xwe
We govendeke bêsekn û tebat girtiye
Bi dengê xwe yê xwerû ve govendeke ku dê qet neqede
Bersiva ew pirsa ku te di strana xwe de dikir dîtiye û tu jî diçî
Yek jî ew xweşikbûna kelûcaniya çûyînê tevli li kenên rûye te, xweşikbûnên li dilê te bûye
Te carekî bersiva pirsa xwe dîtiye êdî kî dikare bibe asteng
Kî dikare li hember te bisekine
Û li ber bahozên ku di dilê te de diteqin
Bahozeke wisa ye ku, di her gavake tu diavêjî de hin bêhtirîn mezin dibe
Te pişta xwe li çiyan û berê xwe li Rojê zivirandiye
Û te xwe daye ew rêya ku bi hezaran derbas bûye
Hemû ked, hemû hewldana te
Şopa lingên kesên ku çûn şopandin
Û xwe gihandine tiştên ku dibêjin xwe gihandin nepêkan e
Rikî yên dibêjin nayê gihandin dimeşî
Bila ew her bibêjin
Te carekî bersiva pirsa di strana xwe de dîtiye
Bi wêrekiyeke mezin ve bi hêviyeke naqede ve diçî
Cihê ku bi hezaran çûn bi hezaran ê biçin
Ne tarîtiyên qîr dikare te rawestîne ji wê ronahiya ku mirov berbi xwe dikişîne
Ne jî kendal dikarin li ber bi aweyek azad bask lêdana dilê te yê firî çû bibin asteng
Rêhevala dilê wê bedew rûyê wê ken
Celat bila her qîjîniya dînatiya biavêjin
Tu ji zû ve de gihiştiyî wergehê mirovê dil olyanus ê ku di nava olyanusê de
Bi wê dengê xwe yê xweşik ve stranên xwe yê herî xweşik ji Wî re dibêjî
Rûyê te bi ken, dilê te aram
Di kesayeta şehîd Delîla û deh rêhevalê wê de bo bîranîna hemû şehîdan
Avaşîn Yilmaz
- Ayrıntılar
Navê Kod: Çavrê Mêrdîn
Nav û Paşnav: Fadîme Bozdemîr
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 1988 – Dargeçît
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Îlon 2006- Stembol
Cih û Dîroka Şahadetê: Tebax 2008 (di êrîşa hewayî de)
Belê heval baş dizanim li hemberî şehîdan û mirovên wekî we pîroz ê ku li şerbeta şahadetê wexarine nîwîsandin û axaftin wê zor be û kêm bimîne, lê belê mirovên xweşik û bedew û bi jêdert nivîsandin wekî erkekî xwedî derketina xeta wan e û dibe wekî berpirsiyartîyekî wîcdanî û bi cih anîna deynê xwe yê li hemberî wan hevalan. Nivîsandina hevalên şehîd wekî nivisandina dîrokekî ne hatiye nivisandin ji ber ku şervanên heqîqatê di dîrokê de nehatine bibîranîn û nivisandin. Lewra bi bîranîna şerwanên heqîqetê bi navkirin wekî erkê ku exleqî pîroz e ku heyecan û moral dide mirov. Dema mirov bixwaze hevalên şehîd ên jin bigre dest û binirxîne divê mirov nirxê ku Rêber Apo dide jinê tu caran ji bîr neke. Ji berk u Rêber Apo sembola asta mezinbûn, zanistî, bîryarbûn û vîna her jinekê ye. Û jin aniye asta bedewiya gulekê ya ku bi strîyê xwe hatiye xemilandin. Dema ku mirov temaşe dike dibine ku jin bi qasî bedewî ya xwe dibe hêza parastin û şerkirinê ji bo hebûn, jiyan, rûmet û azadiya xwe û jin digihije asta ku mirovên mezin Rêber Apo dibêje “jin kevirê esasî yê goşeya felsefeya min e” bele wekî jin di rojhilata navîn de jiyan kirin em bi tevahî dizanin ku pir zor û zexmetî, dîrok û roja jin bi kuştin, tecawiz, destavêtin derbaz dibe, li hemberî wan hemû leyistik û bêexlaqî yên pergala dest bi qirêj jina PKK’yî bi keda Rêber Apo kariye wê jiyana zor a ku jiyan tê de çuye ser dawî merzarê mirinê zivirandiye. Jiyaneke bedew ji bo jiyan kirine û ev jiyana zor ji bo jiyan kirine ser xistiye û em wekî jin û mîlîtanê PKK’ê û şerwanên heqîqatê yê Rêber Apo em bûn bîryardar û xweragirtên ê jiyaneke her çend bê êş be ewqas bi bedew e û her çend zor be ewqas xweş e jiyan.
Di despêke de dema meşa şehid Çavrê û tarzê wê yê têkoşînê dinirxinim. Di aliyekî de mîna trajediya bi êş a hemû jinên rojhilata navin û jina Kurd wekî jinekê Kurdu û jinekê rojhilata navin Şehit Çavrê di tarzên xwe yên têkoşinê de yê li hemberî rastiya pergalê karî bi serbixwe lê belê şahadeta heval Çavrê ya di demekî zû de, mîna bexteke bed bû ji bo tevahî rêxistinê. Ji ber ku ew bû sedemê ku wekî tê xwastin heval Çavrê baş neyê naskirin, di despêkê de min heval Çavrê li Zagrosê naskir, naskirina heval Çavrê, meşa wê, tarzê jiyan û tekoşîna wê ez ji wê fêr bûm û ez dixwazim nîqaş û famkirina xwe, naskirina xwe bi we re jî parve bikim. Heval Çavrê bi nawê xwe yê rast Fadîme ji Mêrdînê beşdarî rêxistinê bû. Tevlîbûyîna wê ya refên tekoşînê û hatina wê ya çiya di dîroka 2006’an de bû. Li Xakurkê perwerdeya şervanê nû dit. 2007’an de hate Zagrosê û min ew li Zagrosê naskir. Di serî de beşdarbûyina heval Çavrê ya ji tekoşinê re hin milên xwe yê xweser hene û ji tevlêbûyînê têkoşîna zêdetir heval Çavrê ji aliye dijmin ve tê rêkirin, wekî sixur tê amade kirin. Şandina wê ya çiya tê çêkirin. Em bi tevahî siyaseta dijmin ya ku li ser civaka me û jinên ciwan dimeşîne dizanin. Di milekî de xizan dike û bi her awahî bêçandî, bêexlaqî û neçariyê ferz dike. Li ser civaka me û bi vê awayê dest daiawêjin civakê, jinan û ciwanan. Rêheval Çavrê bi hevkariya xal û dayika wê ya bi devletê re, gef li wê xwarina ji milê dewletê ve, bi birayê wê û bavê wê tê çêkirin û bi wî rengi devleta TC dixwaze heval Çavrê bike sîxur û bi wî avahî bahaneyên ku me diyar kiri bû dijmin dixwaze heval Çavrê bê deng bike. Heval Çavrê ji milê istixbarata MİT’ê de tê perwerdekirin û şandina wê ya çiya bi armancên ku dijmin dixwaze tê çêkirin û ji bo ku dewleta TC ajantiyê bi heval Çavrê bide pejirandin pir bihêz siyaseta reşkirina tevgera PKK û rastiya jiyana wî dide kirin. Lê belê pişti demeke kurt heval Çavrê sucên ku nav de ye ji rêxistinê re mikur tê. Piştî ku rastiya jiyanê bi çavên xwe dibîne û bi taybetî jî tarzê têkîlî û hevaltiya PKK’ê û fedakartiya hevalan pir bandor li ser wê dike. Tiştê ku hişt heval Çavrê sucên xwe mikur were ew rihê wê yê ku wekî jin ê ku ti caran gemar nebû û lêgerîna wê ya jiyana azad a ku bi sed salan mîna her jinê ku mehrûm mabû û hêza wijdan ê pişti dîtina hin rastiyan bi çavên xwe, ji hevalan re dibêje “rastiya min ev e” ger ku hesabê wê mirin be ez amade me di vê astê de li xwe mikur hatin hêz dixwaze. Li xwe mikur hatina heval Çawrê mîna vereşandina hemû gemariyên pergala dagirker û mêtînker û despêkirina ketina pêşbirka li pey ked û lêgerîna li jiyana azad û heqîqatê ye. Dema heval Çavrê hat Zagrosê di demekê ji lêpirsînê re derbaz bibû. Û heta demekî neendamtiya rêxistinê û bê çek bû. Cara yekem li Zagrosê di 8’ê Adarê de endamtiya rexistinê û çek girt. Bilêvkirina kelecan û moralê heval Çavrê ya ew dema di destpêkê derketina li pratîkê wê hinekî zor be, li wê demê ez ketim ferqa ku milîtaniya azadiyê wekî jin bingeha şervantiya heqîqetê çiqas pîroz e. Em demekî dirêj di nava pratîkê de bi hevudu re man, di milê heval Çavrê de her dem tevlîbûyîneke bi moral û kelecan hebû û xwesteka xwedî derketîna li Rêbertiyê û şehîdan di warê pratikî de hebû, wekî kesayet li gor tevlibuyîna xwe ya demeke kurt xwedî seknekî bû û herdem ji pêşketinê re vekirîbû. Pirtûkên Rêbertî dixwand û li gorî wê xwe digirt dest û dikir pivanê têkoşîn û xwe pêşxistinê. Pir caran stran gotina wê ya “Beritana min” û strana Dîno ya “Oy yarê û oy hevalê” heskirina wê ya ji jiyanê û ya hevaltiyê û şehîdan bilêv dikir. Pir caran heskirina wê ji nîqaşkirinê re û bi xwezayê re yekbûyina wê û heskirina wê ya ji zinarên bilind re sekna Şehid Beritan dianî bîra mirov. Beriya heval Çavrê Şehid bikeve rapora xwe nivîsandibû. Li ser bingehê dîtina perwerdeyekî akademik ji bo naskirina Rêbertî, rêxistin û şehîdan bi rengeki kûr û jiyanî kirina xeyalên xwe yê çundina Gabarê, pir caran ji hevalan re digot “ezê biçim Gabarê û ez ê ji we re silav û notên xwe binivîsim” lê belê ew xeyal û xwestekên heval Çavrê pêk nehatin û wekî hesretêkê man, piştî demeke kurt bi şahadeteke bêtalih ve rûbirû ma, ew şahadet ne heval Çavrê, ne tevgera jin û ne jî rêxistinê heqnekiri bû. Dema ku şehîd ket li pey xwe rojnivîska xwe hîşti bû. Û piranî jî di rojnivîska xwe de di destpêka her nivîseke xwe de Serokatî muhatap girtibû. Dema ku heval Çavrê şehîd ket rojnivîska wê ji aliyê hevalan hate xwendin. Wê demê me hemûyan fêmkir ku di naskirina heval Çavrê û tarzê wê yê tekoşinê û lêgerîna wê de em pir kêm mane. Beriya ku şehîd bikeve pir caran şahadeta xwe hîskiri bû. Gelek caran dema em diçun peywiran, heval Çavrê digot “gereke ew cih û ew kaniyên ku heyî bi navê min bin, dema ku ez şehid ketim” pişti ku şehîd jî ket ew kaniyên ku wê vasiyet kiribû hevalan navê wê li kaniyê kirin. Şahadeta heval Çavrê li Zagros li ber Avaşîn, dema ji peywirê tên ji ber xumxuma avê ti deng nabihîzin. Bi qazana balafirê şehid ket. Dema ku şehîd ket di destpêkê de hevalan nedizanibûn ku şehîd ketiye, heta demekî heval lê geriya bûn, digotin “belki xwe li cihêkî veşartiye” ji ber ku ji cenazêyê wê ti nîşane nîn bû. Piştî wê heval ketin fikara ku cenazeyê wê li ber Avaşîn çûye. Ketin şopa avê lê belê cenaze peyda nekirin. Pişti wê heta qederekî hevalan cihê ku qazanê lê dabû kolan, digotin belkî cenaze çû be nava axê û winda bûbe. Piştî du rojan şahadeta heval Çavrê, cenazeyê wê li milê avê yê din hate dîtin. Ji ber ku hêza avêtina qazanê ew firandi bû. Pir hevalan, ên ku di nava şer de jî mabûn serpêhatiyeke ewqas ecêp texmîn nedikirin. Piştî dîtina cenazê heval Çavrê li kêleka Avaşîn, “şehîtlîk”a wê hat çêkirin. Beriya ku şehîd jî bikeve hezkirineke wê ya pir mezin ji Avaşîn re hebû. Pir caran dema ku karek çêdibû digihişt cihê ku lê şehîd ketiye, qîr dikir û bi navê azadiyê bang dikir. Wekî ku bizanibe dê li wir şehîd bikeve. Dema ku ez li herî dawî Zagrosê derketim em ji cihê ku heval Çavrê şehid ketibû re hatin, li ber Avaşin re, wê deme hevalan cenazeyê wê derbazî şehitlika giştî kiribûn. Û di wê merzarê wê de yêlekê wê û kita pêlavê wê mabû. Dema ku şehîd jî ket heval çûbûn li ser cenazeyê wê ji hêza avêtina qazanê hemû cepxaneya wê, li sew wê teqiyabûn. Ji rext heta çek. Cenazeyê wê jî pir xira bibû. Dema heval çûn porê wê şehkirin û cenazeyê wê xwestin ku ser rast bikin. Cihê ku heval Çavrê lê şehîd ketî li ber şikefta Qehreman, kaniya esasî ya Avaşîn nêzî sêgoşeya Basya û Avaşîn e. Niha ev şikeft bi navê Şehid Çavre tê nasîn. Roja şahadeta wê 16’ê Tebaxa 2008’an bû. Roja şahadet û tevlîbûyîna wê heman rojê bûn û hevalan re jî goti bû “ez roja ku tevli bûm di wê rojê de jî şehîd bikevim” rastî jî wiha derket…
Silav û rêzên şoreşgerî
Peyman Hesekê
- Ayrıntılar
Navê Kod: AMED
Nav û Paşnav: ÎSHAK YAKUT
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê:1979- Pasur
Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Omeryan-Tebax- 2003
Cih û Dîroka Şahadetê: Di 24’ê Tebaxa 2007’an li Kela Memê(di pevçûnê de)
Di sala 2006’an de di meha adarê de li Zapê li qada şehîd Rustem di tabûrekê de ez bi rastî şehîd Amed hatibûm. Di dîtina ewilî de xwînkelînek bibû. Wekî ku min di wî de tiştek his kiribû. Bi dilnizmî û rêzdariya xwe ve wekî ku xwedî hûnera mirov berbi xwe ve bikişîne bû. Bixwe fermandarê tîmê bû û ji Amedê bû. Taybetmendiya wî ya herî berbiçav kedkar bûyîn bû, lê belê di kar kirinê de ji ber ku pir hesas bû, di noqteya gelo karê min baş e an xirab e de her xwe lêpirsîn dikir. Di axaftinên xwe de vekirîbû, dobra bû. Heta sekneke wî ya pir xwezayî, asayî hebû. Di her karê micid jî sekna wî her asayî bû. Wekî din xwedî taybetmendiyeke mirovhez bû. Her çi qas hestewar bibe jî, di rexnên wî de we didît ku di çi astê de rêxistinî ye. Di rexnên xwe de pir sazker bû. Di milê moral û hêz dayînê de jî hêz dida yê li hember xwe. Her wiha di nêzikatiya nirxan de jî pir hêzdar bû. Li ser her tiştî, kevn be jî xwedî lukseke ku nû bike nîn bû. Qet rastî têkiliyên wî yên ahpap-çavûştiyê nebûm. Timûtim sekneke wî ya rêxistinî hebû. Ruxmê ku ji hundirîn ve jî hevalekî rihet bû, va yek hewandina bedgumaniya rêxistinî dinimand. Kesatiya wî ya leşkerî jî wer bû. Rext û ceka xwe ti carî ji xwe dûr nedixist. Ligel vê micidiya wî, ji aliyên xwe yên espriyî û henekî ve jî dixwast moral bide mirovan. Hevalekî ku di zanebûna qîma xwe yê heyî anîn de bû. Yanê ji çi tiştî gazin nedikir, ger tune be tiştna didît dixist cihê wî, zimanê ezop qet bikarnedianî. Di aliyê nêrîna giştî de wer bû. Her kesî/ê ew pir hez dikir, gotinên wî û rexnên wî jî hildidan micidiyê. Herî dawî di bîryargeha navendî de em li rastî hevdu hatibûn. Pirsa min, her dikir. Jixwe li gir(tepe) mabû. Di her hatina xwe ya ji gir de teqez pirsa hevalên xwe dikir. Aliyên wî yên şermok, fedîker jî hebûn. Zêde nediket nêvengên pir kes heyî. Piştî ku demekî li gir ma ji bo derbasî qada bakur bibe tevli guruba Garzanê bû. Di sala 2007’an de ji Zapê tevli vê gurubê dibe. Ev gurub ji yanzdeh kesan pêk dihat. Va gurub a rast gurubeke pir bi hêz bû. Şahedeta wan heval matmayî hiştîbûn. Jixwe 15-20 roj berî şahadeta wan qada ku guruba hevalê Dr. Mahîr şehîd ket jî dîsa qada Kela Memê bû.
Carek din hemû şehîdên azadiyê bibîrtînim. Bîranînên wan ê rêya me ronî bike
Rêhevalê wî yê têkoşînê
- Ayrıntılar
Rast jiyankirin hemû hucrayên bedena xwe di xezmeta têkoşîna civaka exlaqî û polîtîk de dayîne bi karanîn hêza herî mezin a jiyanê ye.
Belê hevalê minê heskirî di eko pergala cîhana me de hemû kerasetên ku rûdidin de wateyek din de karesateke li hemberî zîhniyeta mirovahiya azad hatiye rûdane. Ev zîhniyet dema ku mirov binavbike, zîhniyeteke ji mejiyê hestiyarwarî qutbûyî ji wjdan û rasitiya jiyanê dûr, xwe hertim di aliyeke bedena mirovan de bi cih kiriye. Di heman demê de feraseteke ji rastiya xwezayê serbixwe, li hemberî azadiya gerdûnî xwe daye nîşandan. Ev aqil ne tenê mirvovê bindest dîlgritiye, aliyê din de kesên ku yan ji civakên ku xwe di pleya yekemîn de di hesibînin, di rastiyê de ev zîhniyet bedena wana jî kolekiriye. Ji berk u ew êdî nikarin ji wê hişmendiyê sserbixwe jiyanbikin. Dema ku mirov li ser vê mijarê hûr û kûr dibe, pir rastiyên kum e berbi dahatiyek paşverû ve dibin û bi rêbazên baweriyê yên cûda, cûda hatine dorpêçkirine. Ji bona wî jî bawerî û hizrên ku mirovahî lidora wan komdibin, di roja meya îro de naveroka wan hatine valekirin û perçekirin. Ev rastî wekî rastî wekî rastî dîtin hertim di hişê mirovan de guman daye çêkirin. Ji bona wê jî ev mejî mirov diakre wekî hişmendiyeke neyînî bibîne. Ji berk u ev mejî bi qalibên hişk hatiye dorpêçkirin.
Rêbertî di parêznameyên xwe de rastiya dîrokê radixîne berçavan. Dîroka îroyîn xwe wekî rastiyeke nirxê civakê xwe bi me daye pejirandin. Lê belê hat zanîn ku dîrok bi xwe ji bo talankirine nirxê civakê nemînin mezin daye avakirin û dide avakirin. Ji berk u dîroka îro hatî nivîsandin bi destê zîhniyeta serdest hatiye sererastkirin. Ev dide diyarkirin ku zîhniyeta ji civakbûyînê dûr dîrokê li gorî berjewendiyên xwe şîrove kiriye. Hemû xebatên ku îro ji aliyê vê mejiyê ve tê meşandin, di wateyekê de xebatên kontrolkirina mejiyê civakê ye, civak bi hişmendiya takekesî bihemû cureyên derûnî li ser civakê tê şopandin.
Zagros GOYî
- Ayrıntılar