Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 1’ê Tîrmehê di navbera demjimêrên 09.00-09.30 û 15.00'an de artêşa Tirk a dagirker gundên Satê û Şitazin ên girêdayî Oremara ser bi navçeya Gevera Colemêrgê dane ber topên hawan û obîsan.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 29'ê Hezîranê de, yekîneyên artêşa Tirk a dagirker, rêya navçeya Sêrt Berwariyê û gundê Heşet ê ser bi navçeyê birrîne, gule li wesaîtên gundiyan reşandine û hin konên gundiyan xera kirine.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. 27’ê Hezîranê di navbera demjimêrên 8:00 û 10:00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Xakurkê ên Herêma Parastina Medyayê nizim firiyane.
- Ayrıntılar
Di salvegera çalakiya mezin a rêhevala Zîlan ku pêşenga tevgera azadiya jin û fermandara mezin a xeta fedayî ye, bi îdaya wê ya bê guman di xeta azadiyê de meşiyayî bi bîrtînin û li himberî bîranîna wê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Li gundên Êz, Kusoka, Cîhangez ên girêdayî Tetwana Bedlîsê û li bejahiya navçeya Xîzanê, yekîneyên kontra cilên gêrîlayên me li xwe dikin û zextê li ser gel pêktînin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Gerîlayên me yên ku faliyetên vekişînê dimeşandin, li mintikaya Çiyayê Çirav a Şirnexê cenazeyên 3 gerîlayên jin yên berê şehîd ketibûn teslîmê gel kirine.
- Ayrıntılar
19 Tîrmeha 2012’ an de li Rojava’yêKurdistanegelê me yê Rojava, şoreşa xwe banghindêran kirin. Ji bo gelê meyê Rojava ev rojek dîrokî bû. Cara yekem gelê meyê Rojava bivî awayî vîna xwe vekirî ji giştî cîhanê banghindêran kir. Nêzî salakê çêbû ku ev ragihandina çêbûye. Gelême li Rojava gelek deskeftî kirin destên xwe. Gav bi gav rêveberiyên xweyên demokratîk avakirin. Gelek cîha ser hîma xweseriya demokratîk xwe rexistinkirin. Dîsa çi di milê aborî, çi di milê çandî de, çi di milê siyasî de, çi di milê leşkerî û çi ji milê perwerdeya gel de gavên girîng hatin avatin. Ruxmê ewqas zor û zehmetiyên mezin, gelê me jiyan kirin gelê me dîsan jî bi berxwedanya xwe heta îroj hat.
Li beramberê vê berxwedan û sekna gelê me a birûmet gelek xêr nexwazan destdirejiya li ked û kespên (kazanç) gelê me kirin.
Erîşên pir zede li ser herêmeke wek Rojava biçûk pir dijwar hat kirin. Di serî de dewleta tirk a ku birengê xweyê faşîzan tê naskirin, ketin dewrê. Çek û pere dan çeteyan, bi destê van ali gelek ciyan êrîşê gelê me kirin. Dîsa heman dewleta faşîzan bi hêza xweya dîplomatîk di roja ewilde dest bi siyasetên qirêj kirin. Hewldanên gelek hêzên hem ê navnetewî hem jî yên herêmî li dijî deskeftiyên gelê me derketin da ku wan destkeftiyên gelê me bin pêbikin.
Dîsa gelek hêzên dewletên Ereb heman demê de mînanîyên dewleta tirk tevgeriyan. Em çêlkirina dewletên yekbûyî ên Emerîka nakin. Behsa yekîtiya Ewrûpa jî nakin. Hele hele em qala Îran, Iraq, Libnan û hwd. qet nakin.
Dîsa xwedê giravîyên ku xwe kurd dihesibînin jî hindirê karên nerêkûpêk de cîhe xwegirtin. Ango yên ku dilê xwe de xwe herî zêde kurd dibînin ve dema xeternak de herî zêde zirar û ziyan dane gelê meyê Rojava. Dema dewleta tirk da ku Rojava bîne ser xeta xwe, tixûbgirtin û nehêliştin gelê me debara xwe bike. Qeleke we helwestin pir kirêt tixûbê Rojava û Başûrê Kurdistan jî hat girtin. Hem jî bi mehan. Mirov derbarê siyasetên wiha yên kirêt de pir di hizire. Ber ku heman siyaset ji milê dijminên kurdan ve jî tê meşandin.
Pir balkêşe kû dema çeteyên Ihvan-iMuslîm bi navê Liva el Tevfîk êrîş dibirin ser Efrînê, tixûbê dinavbera Rojava û Başûre Kurdistan de careke din hatibû girtin. Her çend behsê mijaren dîtir werin kirin jî rastiya heyî kes nikare ser û bin bike.
Ev siyasetên qirêj û hesabên hûrde, qet sûd nadin kesî. Ber ku têkîliyên te bide wleta tirk reheyenayê wateya ku tu gelê meyê Rojava bigirtina tixûbê hewlbidî teslîm bigirî. An jî hewl bidî birçî bi hêlî, da ku nikaribe berxwe bide. Bi yek gotinê ev siyaseteke pir qirêj û derveyî exlaqêye ango bê since.
Ka biratî hebû? Ka hûn kurden pir başbûn? Ka ji bona birakujiya salan we lêborîn xwestibû? Ka pêwîst bû hemû kurd aligirên hevbin? Dîsa we gelek caran qala yekîtiya netewî dikir!
Kurtasî li hemberî destkeftiyên gelê meyê Rojava lîstokên pir kirêt dimeşin. Pêwîste ji bona vana tevahî gelê me şiyar be. Pewîste li her cihî nirxên gelê meyê Rojava biparêze. Li her platformekî ji bona wan nirxan bi tekoşe. Dîsa kî li dijî helwestên netewî disekine em li hember wî bisekinin.
Dîsa her kurdekî ku xwe welatparêz dihesibîne pêwîste di karên alikariya ji bona gelê meyê Rojava hem alîkariya xwe bike hem jî alîkariya xwe kom bike.
Kurtasî dem dema ku em bi tevahî hêza xwe ve piştgiriya Rojava bikin, da ku em karibin hem êrîşên kirêt bidin sekinandin hem jî gelê xwe di milê madî û menewî de jî li ser piyan bigirin.
QASIM ENGÎN
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di roja 26'ê Hezîranê saet di 06.00 de bi piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov û helîkopterên Skorskî, artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Amed Pasûr, Hezro û Licê dest bi operasyonekê kiriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Ji 18'ê Hezîranê û pê ve, artêşa Tirk a dagirker li çiyayê Gabarê kemînan datîne. Di van kemînan de cerdevan jî cih digirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di çarçoveya meşa çareseriya demokratîk komên gerîla yên ji eyaletên Çewlik, Amed û Garzanê ketine rê, xwe gihandine Herêmên Parastinê yên Medyayê
- Ayrıntılar